Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 41

Li “Tengahiya Mezin” Dilsoz Bimîne

Li “Tengahiya Mezin” Dilsoz Bimîne

“Ji Xudan hez bikin, ey hûn evdên wî yên dilsoz! Xudan yên dilsoz diparêze” (ZEB. 31:23).

KILAM 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Di demeke nêzik de, serokên miletan wê çi îlan bikin? (b) Gerek em cewabên kîjan pirsên muhîm bizanibin?

BÎNE ber çavê xwe ku “aştî û ewledarî” êdî hatine îlan kirin. Dibe ku serokên miletan wê bibêjin ku dinya êdî di emniyetê de ye. Ewê bixwazin ku em bawer bikin ku ew dikarin problemên dinyayê safî bikin. Lê belê ewê nikaribin bibin asteng ku ev pêxembertiya Kitêba Pîroz bê cih: “Helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin birevin” (1. Sel. 5:3).

2 Li dema “tengahiya mezin”, gelo çi wê biqewime? Li wê demê, Yehowa wê bixwaze ku em çi bikin? Û em çawa dikarin xwe ji niha ve hazir bikin ku em li tengahiya mezin dilsoz bimînin? (Met. 24:21). Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsên muhîm bistînin.

LI “TENGAHIYA MEZIN” ÇI WÊ BIQEWIME?

3. Li gor Peyxam 17:5, 15-18, Xwedê wê “Babîla Mezin” çawa helak bike?

3 Peyxam 17:5, 15-18 bixwîne. “Babîla Mezin” wê bê helak kirin! Wek me got, pêkhatina vê pêxembertiyê ne di destê serokên vê dinyayê de ne. Gelo çima? Ayet wisa dibêje: “Çimkî Xwedê xist dilê wan, ku daxwaza wî pêk bînin.” Daxwaza wî çi ye? Ew dixwaze hemû dînên sexte helak bike – hem dînên ku xwe wek şagirtên Îsa nîşan didin, lê li gor qanûnên wî îbadetê nakin, hem jî dînên sexte yên din. Xwedê daxwaza xwe wê bixe dilê “deh strûhên” cinawirê sor. “Deh strûh” hemû hêzên siyasî temsîl dikin, yên ku piştgiriya cinawir, yanî Neteweyên Yekbûyî, dikin (Pey. 17:3, 11-13; 18:8). Gava ev hêzên siyasî li dijî dînên sexte hicûm bikin, ev yek wê bê maneya ku tengahiya mezin dest pê kiriye. Ev felaketa mezin wê li ser hemû însanan tesîr bike.

4. (a) Gava serokên miletan hicûmî Babîla Mezin bikin, ewê belkî çi sebeban nîşan bidin? (b) Ferdên dînên sexte wê bi îhtimaleke mezin çi bikin?

4 Em nizanin ku serokên miletan wê çi sebebê nîşan bidin gava ew hicûmî Babîla Mezin bikin. Belkî ewê bibêjin ku dîn û bawerî ji aştiyê re dibin asteng û ku ew her tim tev li siyasetê dibin. Yan jî ewê belkî bibêjin ku teşkîlatên dînî bi zêdeyî bûne xwediyê mal û milk (Pey. 18:3, 7). Wisa tê fehm kirin ku ev hicûm wê bê maneya helakkirina teşkîlatên dînî, ne helakkirina hemû ferdên van dîn û baweriyan. Piştî helakkirina van teşkîlatan, ferdên wan wê fehm bikin ku sozên alimên dînî vala derketine. Ji ber vê yekê, mirov wê bi îhtimaleke mezin xwe ji van dîn û baweriyan dûr bigirin.

5. Yehowa di heqê tengahiya mezin de çi soz daye, û çima?

5 Kitêba Pîroz nabêje ku helakkirina Babîla Mezin wê çi qas wext bikişîne, lê em dizanin ku ewê dirêj nekişîne (Pey. 18:10, 21). Yehowa soz daye ku ewê rojên tengahiyê “kurt” bike ku “yên hilbijartî” û dînê rast bifilitin (Mar. 13:19, 20). Piştî destpêkirina tengahiya mezin û berî cenga Harmegedonê, Yehowa wê bixwaze ku em çi bikin?

BI DIL Û CAN JI YEHOWA RE XIZMET BIKE

6. Çima ne bes e ku em xwe ji dîn û baweriyên sexte dûr bigirin?

6 Wek me li meqaleya berê dîtibû, Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî ji Babîla Mezin derkevin. Ji bo vê, ne bes e ku em xwe ji dîn û baweriyên sexte dûr bigirin. Gerek em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin.

Çi qas zor be jî, bila em tu caran dev ji civînên xwe bernedin (Li paragrafa 7an binêre) *

7. (a) Em çawa dikarin bi qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê ve girêdayî bimînin? (b) Li gor Îbranî 10:24, 25, armanca civînên me çi ye, û civînên me çima niha hê jî muhîmtir in?

7 A yekê, gerek em bi qanûnên exlaqê ve girêdayî bimînin, ên ku Yehowa dane me. Loma em fikir û nêrînên dinyayê qebûl nakin. Mesela, dinya zewac û minasebetên homoseksûel û bêexlaqiyên din wek tiştên normal dibîne, lê em van tiştan xweş nabînin (Met. 19:4, 5; Rom. 1:26, 27). A diduyan, gerek em dev ji îbadeta tevî xwişk û birayan bernedin. Ji bo vê, em li Salonên Îbadetê, li malên xisûsî yan bi dizîka li hev top dibin. Çi dibe bila bibe, gerek em dev ji civînên xwe bernedin. Her ku em nêziktirî roja Yehowa dibin, civînên me hê jî muhîmtir dibin (Îbranî 10:24, 25 bixwîne).

8. Bi îhtimaleke mezin, xebera me wê çawa biguhere?

8 Li dema tengahiya mezin, xebera ku em belav dikin wê bi îhtimaleke mezin biguhere. Niha em mizgîna Padîşahiyê belav dikin, û em xîret dikin ku mirovan bikin şagirtên Îsa. Lê belê li wê demê, dibe ku xebera ku emê belav bikin wê bibe mîna “teyrok” yan zîpikê (Pey. 16:21). Emê belkî îlan bikin ku helakbûna dinyaya Îblîs nêzik e. Gava wext bê, emê bielimin ku gerek xebera me wê çi be û ku gerek em vê xeberê çawa îlan bikin. Gelo emê dîsa metodên ku em zêdetirî 100 salî di xizmeta xwe de bi kar tînin, bixebitînin? Yan gelo emê metodên din bi kar bînin? Emê bibînin. Metodên me çi bin jî, wisa tê fehm kirin ku emê fermana Yehowa bi mêrxasî îlan bikin (Hêz. 2:3-5).

9. Serokên dinyayê wê belkî çi bikin gava ewê xebera me bibihîzin, lê em dikarin bawer bin ku Xwedê wê çi bike?

9 Seba xebera ku emê îlan bikin, serokên dinyayê wê bi îhtimaleke mezin xîret bikin ku xizmeta me bi temamî bidin sekinandin. Çawa ku niha em xwe dispêrin Yehowa ku ew di xizmetê de piştgiriya me bike, li wê demê jî emê hewceyî alîkariya wî bibin. Em dikarin bawer bin ku Xwedê wê qewetê bide me ku em daxwaza wî bînin cih (Mîka 3:8).

JI BO HICÛMA LI DIJÎ XIZMETKARÊN XWEDÊ HAZIR BE

10. Li gor Lûqa 21:25-28, halê piraniya mirovan wê çi be gava tengahiya mezin dest pê bike?

10 Lûqa 21:25-28 bixwîne. Li dema tengahiya mezin, însanên dinyayê wê şaş û metal bimînin gava hemû starên wan wê hilweşin. Ewê “bibizdin” û ji bo canê xwe bitirsin gava dinya bikeve tariya herî mezin a hemû tarîxê (Tsf. 1:14, 15). Bi îhtimaleke mezin, jiyana xizmetkarên Yehowa jî wê zortir bibe. Ji ber ku emê xwe ji dinyayê cihê bigirin, belkî emê jî zehmetê bikişînin û ji hin hewcedariyên xwe mehrûm bimînin.

11. (a) Mirov wê çima bala xwe bidin Şahidên Yehowa? (b) Çima ne lazim e ku em ji tengahiya mezin bitirsin?

11 Li tengahiya mezin, mirovên ku dînên wan hatine helak kirin wê belkî bihêrs bibin ji ber ku dînê Şahidên Yehowa nehatiye helak kirin. Bifikire ku li wê demê, teşqeleyeke çi qas mezin wê derkeve! Mirov wê bê guman hêrsa xwe li ser înternetê jî bînin zimên. Miletên dinyayê û serokê wan Îblîs wê ji me nefret bikin, çimkî tenê dînê me wê nehatibe helak kirin. Armanca wan ku hemû dîn û baweriyan ji holê rakin wê nehatibe cih. Ji ber vê yekê, ewê êdî bala xwe bidin me. Li wê demê, milet wê êdî rola Gogê ji Magogê bilîzin. * Ewê destê hev bigirin ku bi hemû qeweta xwe hicûmî xizmetkarên Yehowa bikin (Hêz. 38:2, 14-16). Ji ber ku em hûr û kûr nizanin ku çi wê biqewime, dibe ku tirs bikeve dilê me. Lê belê gerek em vêya ji bîr nekin: Ne lazim e ku em ji tengahiya mezin bitirsin, çimkî Yehowa wê rêberiya me bike ku em sax bimînin (Zeb. 34:19). Emê “li jor binêrin û serê xwe hildin”, çimkî emê bizanibin ku “xilasiya [me] nêzîk dibe.” *

12. “Xulamê dilsoz û şehreza” me çawa ji bo axiriyê hazir dike?

12 “Xulamê dilsoz û şehreza” me bi gelek awayan hazir dike ku em li tengahiya mezin dilsoz bimînin (Met. 24:45). Mesela, bernameyên civînên mezin ên salên 2016 heta 2018an em teşwîq kirine ku em hin sifatên muhîm zêde bikin ku em dilsoz bimînin. Niha emê bi kurtasî li van sifatan binêrin.

DILSOZÎ, SEBIR Û CESARETA XWE XURT BIKE

Xwe ji niha ve hazir bike ku tu li “tengahiya mezin” sax bimînî (Li paragrafên 13 heta 16an binêre) *

13. Em çawa dikarin dilsoziya xwe ya ji Yehowa re xurt bikin, û çima muhîm e ku em vêya bikin?

13 Dilsozî: Temaya civîna mezin a sala 2016an ev bû: “Ji Yehowa re Dilsoz Bimîne.” Vê bernameyê rêyî me dabû ku eger dostaniya me bi Yehowa xurt be, emê ji wî re dilsoz bimînin. Ji me re hatibû gotin ku em dikarin bi destê duayên jidil û lêkolîna Kitêba Pîroz nêziktirî Yehowa bibin. Bi vî awayî, em dikarin serî bi her astengê re derxînin. Her ku em nêzikî dawiya vê dinyayê dibin, dilsoziya me ya ji Xwedê û Padîşahiya wî re dikare zêdetir bê ceribandin. Gerek em şaş nemînin eger mirov qerfên xwe bi me bikin (2. Ptr. 3:3, 4). Yek ji sebebên van tengasiyan ev e ku em piştgiriya vê dinyayê nakin. Gerek em dilsoziya xwe ji niha ve xurt bikin da ku em li tengahiya mezin dilsoz bimînin.

14. (a) Piştî ku kesên meshkirî herin ezmanan, kî wê rêberiya xizmetkarên Xwedê bike? (b) Li wê demê, çima muhîm e ku em dilsoz bimînin?

14 Li tengahiya mezin, hemû kesên meshkirî, yên ku hê li rûyê erdê ne, wê herin ezmanan ku li cenga Harmegedonê şer bikin (Met. 24:31; Pey. 2:26, 27). Li wê demê, endamên Koma Rêberiyê jî wê herin ezmanan. Li şûna meshkiriyan, birayên jêhatî yên ji miyên din wê êdî rêberiya elaleta mezin bikin. Gerek em bi dilsozî piştgiriya wan bikin û guh bidin rêberiya ku ew ji Xwedê distînin. Ev yek pir muhîm e ku em sax bimînin.

15. Em çawa dikarin sebra xwe zêde bikin, û çima muhîm ku em vê yekê ji niha ve bikin?

15 Sebir: Temaya civîna mezin a sala 2017an ev bû: “Neweste!” Vê bernameyê nîşanî me dabû ku em çawa dikarin li hemberî tengasiyan sebir bikin. Me dîtibû ku sebra me bi şertên me ve girêdayî nîne. Eger em xwe bispêrin Yehowa, sebra me wê zêde bibe (Rom. 12:12). Bila em vê soza Îsa tu caran ji bîr nekin: “Yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe” (Met. 24:13). Li gor vê ayetê, lazim e ku çi dibe bila bibe, em dilsoz bimînin. Eger em li hemberî çetinahiyên îroyîn sebir bikin, baweriya me wê qewîtir bibe berî ku tengahiya mezin dest pê bike.

16. Cesareta rastîn çi ye, û em çawa dikarin cesareta xwe ji niha ve zêde bikin?

16 Cesaret: Temaya civîna mezin a sala 2018an ev bû: “Mêrxas Be!” Vê bernameyê anîbû bîra me ku cesaret bi şexsiyeta me ve girêdayî nîne. Wek sebir, cesareta rastîn jî ji vê pêk tê ku em xwe bispêrin Yehowa. Em çawa dikarin hê zêde xwe bispêrin wî? Gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û li ser vê yekê kûr bifikirin ku Yehowa di demên berê de xizmetkarên xwe çawa xelas dikirin (Zeb. 68:20; 2. Ptr. 2:9). Li dema hicûma miletan, wê pir muhîm be ku em mêrxas bin û xwe bispêrin Yehowa (Zeb. 112:7, 8; Îbr. 13:6). Eger em ji niha ve xwe bispêrin Yehowa, emê li dema hicûma Gog mêrxas bin. *

LI HÊVIYA XELASIYÊ BE

Di demeke nêzik de, Îsa û ordiyên wî yên ezmanî wê dijminên Xwedê li cenga Harmegedonê helak bikin (Li paragrafa 17an binêre)

17. Çima ne lazim e ku em ji Harmegedonê bitirsin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

17 Wek meqaleya berê gotibû, emrê piraniya me li rojên dawîn derbas bûye. Lê belê em hêvîdar in ku em li tengahiya mezin sax bimînin. Ev sîstema xerab wê li cenga Harmegedonê helak bibe. Ev cenga Xwedê ye, loma ne lazim e ku em bitirsin (Mtl. 1:33; Hêz. 38:18-20; Zek. 14:3). Bi emrê Yehowa, Îsa Mesîh wê dest bi cengê bike. Li cem wî, 144.000 kesên hilbijartî û bi milyonan melek wê hebin. Bi hev re, ewê li dijî Îblîs, cinên wî û ordiyên wî yên li rûyê erdê şer bikin (Dan. 12:1; Pey. 6:2; 17:14).

18. (a) Yehowa çi soz daye? (b) Gotinên Peyxam 7:9, 13-17 çi hêviyê didin me?

18 Yehowa soz daye: “Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, dê ji tu karî re nebe” (Îşa. 54:17). “Elaleteke mezin” a xizmetkarên Yehowa yên dilsoz wê ji tengahiya mezin sax derkevin. Paşê, ewê xizmeta pîroz li ber wî berdewam bikin (Peyxam 7:9, 13-17 bixwîne). Kitêba Pîroz dilê me çi qas rihet dike! Em dizanin ku “Xudan yên dilsoz diparêze” (Zeb. 31:23). Her kesê ku ji Yehowa hez dike û pesnê wî dide, wê şa bibe gava ew navê xweyî pîroz paqij bike (Hêz. 38:23).

19. Li ber me çi hêviya bêemsal heye?

19 Bifikire ku 2. Tîmotêyos 3:2-5 wê çi bigota eger van ayetan behsa wan kesan bikira, yên ku li dinyaya nû dijîn û ne di bin tesîra Îblîs de ne (li çarçoveya “ Mirovên li Dinyaya Nû” binêre). Birayê me George Gangas, ê ku endamê Koma Rêberiyê bû, wisa got: “Wexta ku hemû însan wê bibin xwişk û birayên hev, dinya wê pir xweş be! Di demeke nêzik de, hûnê li sîstemeke nû bijîn. Hûnê bi qasî Yehowa bijîn. Belê, emê heta bi hetayê bijîn!” Çi hêviyeke bêemsal!

KILAM 122 Qewî Bisekinin!

^ par. 5 Em dizanin ku “tengahiya mezin” nêzik e. Li wê demê, çi wê biqewime? Yehowa wê bixwaze ku em çi bikin? Ji bo ku em li dema tengahiya mezin dilsoz bimînin, gerek em ji niha ve kîjan sifatan zêde bikin? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

^ par. 11 NOT: Gogê ji Magogê (yan jî tenê Gog) tê maneya koalîsyoneke miletên ku wê li tengahiya mezin hicûmî xizmetkarên Yehowa bikin.

^ par. 11 Ji bo muzakereyeke berfirehtir a li ser bûyerên berî cenga Harmegedonê, li beşa 21ê ya kitêba bi navê Tanrı’nın Krallığı Hüküm Sürüyor! (bi zimanê Tirkî) binêre. Ji bo melûmata li ser hicûma Gogê ji Magogê û li ser vê ku li Harmegedonê, Yehowa wê xizmetkarên xwe çawa biparêze, li kovara Birca Qerewiliyê (bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê) ya 1 Tîrmeh 2015, rûpelên 16 heta 21ê binêre.

^ par. 16 Bernameya civîna mezin a sala 2019an a bi temaya “Dawiya Hezkirinê Qet Nayê” alî me kir ku em xwe bispêrin stara Yehowa (1. Kor. 13:8).

^ par. 63 RESIM: Li tengahiya mezin, çend Şahidên Yehowa bi cesaret li daristanê ji bo civînekê li hev top dibin.

^ par. 65 RESIM: Elaleteke mezin a xizmetkarên Yehowa wê bi dilşadî ji tengahiya mezin sax derkevin.