Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 43

Tenê ji Yehowa re Îbadetê Bike

Tenê ji Yehowa re Îbadetê Bike

“Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike” (MET. 4:10).

KILAM 51 Me Xwe Tesmîlî Xwedê Kiriye!

PÊŞGOTIN *

1. Çima lazim e ku em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin?

JI BER KU Yehowa em afirandine û jiyan daye me, gerek em tenê ji wî re îbadetê bikin (Pey. 4:11). Lê belê ev yek carinan hêsan nîne. Em her çi qas ji Yehowa hez bikin û qedrê wî bigirin jî, hin tişt dikarin ji me re bibin asteng ku em bi hemû dilê xwe ji wî re îbadetê bikin. Gerek em vê talûkeyê rind bizanibin. Gelo ev yek ku gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin tê çi maneyê?

2. Li gor Metta 4:10, gerek em çi bikin?

2 Li gor Kitêba Pîroz, ev yek ku em ji Xwedê re îbadetê dikin tê maneya ku em ji wî pir hez dikin. Ji bo ku em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin, gerek em îznê nedin ku di dilê me de kesek yan tiştek cihê wî bigire (Metta 4:10 bixwîne).

3. Esasa dilsoziya me çi ye?

3 Esasa dilsoziya me çi ye? Em heyrana sifatên Xwedê yên xweş in. Em dizanin ku ew ji çi hez dike û ji çi hez nake, û em jî wek wî difikirin. Em armanca wî fehm dikin, û em piştgiriya vê armancê dikin. Em gelek serbilind in ji ber ku ew me wek dostên xwe qebûl dike (Zeb. 25:14). Belê, tiştên ku em di heqê Xwedê de dielimin me nêziktirî wî dikin (Aqûb 4:8).

4. (a) Îblîs çi metodê dixebitîne ku dilsoziya me sist bike? (b) Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin?

4 Îblîs dinyayê dixebitîne ku bala me bikişîne ser xwestekên şexsî û xwestekên nerast (Ef. 2:1-3; 1. Yûh. 5:19). Ew dixwaze ku em ji tiştên din ew qas hez bikin ku em êdî bi hemû dil ji Yehowa hez nekin. Niha emê bibînin ku Îblîs mal, milk û mijûliyên me çawa dixebitîne ku bigihîje armanca xwe.

XWE JI HEZKIRINA PERE BIPARÊZE

5. Çima lazim e ku em xwe ji hezkirina pere biparêzin?

5 Em helbet hewceyî xwarin, kinc û malekê ne. Dîsa jî, gerek em xwe ji hezkirina pere biparêzin. Li dinyaya Îblîs, gelek kes “perehez” in, yanî ji mal û milk hez dikin (2. Tîm. 3:2). Îsa dizanibû ku hezkirina pere di dilê şagirtên wî de jî dikare mezin bibe. Loma wî wisa got: “Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin” (Met. 6:24). Kesekî ku hem ji Yehowa re îbadetê dike hem jî pir wext û qewetê xerc dike ku zengîn bibe ‘ji du axayan re xulamtiyê’ dike. Bi eslê xwe, kesekî wisa ‘tenê ji Yehowa re’ îbadetê nake.

Hin xwişk û birayên li Lawdikyayê xwe çawa didîtin ... lê Yehowa û Îsa ew çawa didîtin (Li paragrafa 6an binêre)

6. Şîreta ku Îsa dabû civata Lawdikyayê çi rêyî me dide?

6 Li nêzikî dawiya sedsala yekê ya P.M., hin xwişk û birayên li bajarê Lawdikyayê wisa pesnê xwe dida: “Ez dewlemend im, ez gelek dewlemend bûme û qet hewcedariya min tune.” Lê belê di çavê Yehowa û Îsa de, ew “reben, jar, belengaz, kor û tazî” bûn. Îsa ji wan re şîret da, ne ji ber ku ew dewlemend bûn, lê ji ber ku wan bi zêdeyî ji mal û milk hez dikir û bi vî awayî dostaniya xwe bi Yehowa xera dikir (Pey. 3:14-17). Eger em têderxin ku hezkirina mal û milk di dilê me de mezin dibe, gerek em nêrîna xwe zû rast bikin (1. Tîm. 6:7, 8). Eger em vêya nekin, emê nikaribin bi hemû dilê xwe ji Yehowa re îbadetê bikin, û Yehowa wê îbadeta me qebûl neke. Ew dixwaze ku em “bi hemû dilê xwe” ji wî hez bikin (Mar. 12:30). Gelo hezkirina pere çawa dikare bikeve dilê me?

7-9. Serpêhatiya David çi rêyî me dide?

7 Serpêhatiya kalekî civatê yê bi navê David bîne ber çavê xwe. Ji ber ku ew di îşê xwe de pir serkeftî bû, ji wî re zêdetir mesûliyet û pere hat dayîn, û hostetiya wî di temamiya welêt de bi nav û deng bû. David wisa dibêje: “Li wê demê, ez difikirîm ku Yehowa ez bibereket dikirim.” Ma ev rast bû?

8 David hêdî hêdî didît ku îşê wî li ser dostaniya wî bi Yehowa xerab tesîr dikir. David wisa tîne bîra xwe: “Li civînan û li xizmetê, ez dîsa jî li ser problemên xebatê difikirîm. Min gelek pere qazanc dikir, lê ez her ku diçû diketim stresê, û di zewaca min de problem hebûn.”

9 David fehm kir ku gerek ew ji nû ve hesab bike ku tiştê herî muhîm bi rastî çi ye. Ew wisa dibêje: “Min qerar da ku ezê rewşa xwe rast bikim.” David dixwest bernameya xebata xwe biguheranda, loma wî ji patronê xwe re behsa planên xwe kir. Netîce bû çi? David îşê xwe winda kir! Hingê wî çi kir? David wisa dibêje: “Roja din, min formek tije kir ku ez bi dewamî bibim pêşengê alîkar.” Ji bo debara xwe, David û pîreka wî dest bi îşê paqijkirinê kir. Demeke kin bi şûn de, ew bû pêşengê daîmî, û bi zeman re, pîreka wî jî bû pêşeng. Îşê wan her çi qas ji aliyê gelek kesan ve nizm tê dîtin jî, lê David û pîreka wî seba vê aciz nabin, çimkî ew îşê xwe wek tiştê herî muhîm nabînin. Pereyê ku ew qazanc dikin 10 qat hindiktir bûye, lê dîsa jî ji bo mesrefên wan bes e. Ew dixwazin îşê Yehowa bixin cihê pêşin, û wan xwe bi xwe dîtiye ku Yehowa bi kesên ku herî zêde li menfaetên Padîşahiyê digerin, eleqedar dibe (Met. 6:31-33).

10. Em çawa dikarin dilê xwe biparêzin?

10 Mal û milkê me çi qas pir yan kêm be jî, gerek em dilê xwe ji hezkirina dewlemendiyê biparêzin. Gerek em tu caran îznê nedin ku xebata me ji xizmeta me muhîmtir bibe. Em çawa dikarin dilê xwe kontrol bikin? Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gava ez li civînê yan li xizmetê me, gelo hiş û aqlê min gelek caran li ser xebatê ye? Gelo ez her tim ji bo tiştên madî xemê dikişînim? Gelo di zewaca min de seba mal û milk problem çêdibin? Gelo minê îşekî nizmtir qebûl bikira ku xizmeta xwe zêde bikira?” (1. Tîm. 6:9-12). Gava em li ser van pirsan difikirin, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa ji me hez dike û ji kesên dilsoz re wisa soz dide: “Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim.” Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be” (Îbr. 13:5, 6).

MIJÛLIYÊN XWE RIND HILBIJÊRE

11. Mijûliyên vê dinyayê çawa dikarin li ser mirovan tesîr bikin?

11 Yehowa dixwaze ku em ji jiyanê kêfê bistînin. Kitêba Pîroz dibêje ku “ji vê tiştekî çêtir tune ku mirov bixwe û vexwe û ji keda xwe kêfê bistîne” (Waiz 2:24, WDN). Lê belê, çi heyf e ku gelek mijûliyên vê dinyayê dikarin bi awayekî xerab li ser me tesîr bikin. Gelek kêf û şahiyên dinyayê exlaqa mirovan xera dikin û dibin sebeb ku ew tiştên ku Kitêba Pîroz qedexe dike, qebûl bikin yan ji van tiştan hez bikin.

Mijûliyên te ji aliyê kê ve tên hazir kirin? (Li paragrafên 11 heta 14an binêre) *

12. Li gor 1. Korîntî 10:21, 22, çima lazim e ku em mijûliyên xwe rind hilbijêrin?

12 Ji ber ku em dixwazin tenê ji Yehowa re îbadetê bikin, em nikarin “hem ji sifra Xudan û hem ji sifra cinan parê bistînin” (1. Korîntî 10:21, 22 bixwîne). Gava em bi yekî re xwarinê dixwin, ev yek tê maneya ku em bi wî re hevaltiyê dikin. Eger mijûliyên me bi zordarî, cindarî, bêexlaqî yan xwestek û nêrînên nefsê ve girêdayî bin, ev yek bi eslê xwe tê maneya ku em ji destê dijminên Xwedê xwarinê qebûl dikin. Eger em wisa bikin, emê zerarê bidin xwe û dostaniya xwe bi Yehowa re.

13-14. Li gor Aqûb 1:14, 15, gerek em çima hay ji xwe hebin ku em xwestekên nerast di dilê xwe de mezin nekin? Mîsalekê bide.

13 Mijûliyên kêf û şahiyê çawa dişibin xwarinê? Gava em xwarinê dixwin, em dikarin kontrol bikin ku em çi dikin devê xwe. Lê piştî ku em xwarinê daqultînin, em êdî nikarin kontrol bikin ku xwarin wê li ser bedena me çawa tesîr bike. Xwarinên baş dikarin siheta me baştir bikin. Xwarinên xerab jî dikarin me nexweş bikin. Netîceyên xwarinê wê belkî di hundirê rojekê de xuya nebin, lê bi zeman re, tesîra xwarinê wê eşkere bibe.

14 Mîna vê, gava em mijûliyên xwe hildibijêrin, em dikarin kontrol bikin ku em çi dixin hişê xwe. Lê piştî ku em tiştekî dixin hişê xwe, em nikarin kontrol bikin ku ev tişt wê li ser hiş û dilê me çawa tesîr bike. Mijûliyên baş dikarin ji bo me bifeyde bibin, lê mijûliyên xerab wê zerarê bidin me (Aqûb 1:14, 15 bixwîne). Dibe ku netîceyên mijûliyên xerab di hundirê rojekê de xuya nebin, lê belê bi zeman re, tesîra wan wê eşkere bibe. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz me hişyar dike: “Neyên xapandin! Tinaz bi Xwedê nayê kirin. Çimkî, mirov çi biçîne, wê wî bidirû. Yê ku li nefsa xwe biçîne, wê ji nefsê rizîbûnê bidirû” (Gal. 6:7, 8). Yehowa ji xerabiyê nefret dike. Ji ber vê yekê, gerek em xwe ji hemû mijûliyên ku bi tiştên xerab ve girêdayî ne, dûr bigirin (Zeb. 97:10).

15. Yehowa kîjan hediyeya xweş daye me?

15 Li seranserê dinyayê, gelek xwişk û birayên me ji bernameyên JW Broadcastingê® kêfê distînin. Xwişkeke bi navê Marilyn di heqê van bernameyên bifeyde de wisa dibêje: “Ez ji JW Broadcastingê pir kêfê distînim, çimkî tê de tiştên xerab qet tune. Gava ez xwe tenê yan bêcesaret hîs dikim, ez li gotarekê yan li bernameyeke Îbadeta Sibehê temaşe dikim. Bi saya vê, ez xwe hê nêziktirî Yehowa û teşkîlata wî hîs dikim. Bi alîkariya JW Broadcastingê, jiyana min bi temamî guheriye.” Gelo tu jî ji vê hediyeya Yehowa feyde distînî? Ji xeynî bernameyên nû, yên ku meh bi meh derdikevin, li ser JW Broadcastingê gelek vîdeo, qeydên deng û stranên xweş hene.

16-17. Çima lazim e ku em wexta ku em bi mijûliyên kêf û şahiyê derbas dikin, kontrol bikin, û em çawa dikarin vêya bikin?

16 Ji xeynî vê ku em hay ji xwe hebin ku em çi cure mijûliyan hilbijêrin, pir muhîm e ku em dîqat bikin ku em bi wan çi qas wext derbas bikin. Gelo em bi zêdeyî ji bo kêfa xwe yan ji bo xizmeta Yehowa wext derbas dikin? Li gelek kesan zor tê ku bi zêdeyî bi kêf û şahiyan mijûl nebin. Mesela, xwişkeke 18 salî ya bi navê Abigail wisa dibêje: “Piştî rojeke dirêj, ez li ber televîzyonê wext derbas dikim. Lê belê gava ez dîqat nakim, ez carinan bi gelek saetan li ber ekranê dimînim.” Birayekî ciwan ê bi navê Samuel wisa dibêje: “Carinan, vîdeoyên kin ên li ser înternetê gelek wexta min dixwin. Carinan, ez bi vîdeoyekê dest pê dikim, lê di netîceyê de, ez 3-4 saetan li ser înternetê vir de wê de digerim.”

17 Tu çawa dikarî wexta ku tu bi mijûliyên kêf û şahiyê derbas dikî, kontrol bikî? Ji bo vê, gerek tu fehm bikî ku mijûliyên te çi qas wext dixwin. Belkî tu dikarî binivîsî ku tu di hundirê heftiyekê de ji bo televîzyon, înternet û lîstikên cîhaza mobîl çi qas wext derbas dikî. Eger tu bibînî ku tu bi van tiştan bi zêdeyî mijûl dibî, planekê çêke. Ewilî ji bo tiştên hê muhîmtir û paşê ji bo kêf û şahiyê wext veqetîne. Ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu bi plana xwe ve girêdayî bimînî. Bi vî awayî, wext û qeweta te wê bigihîje lêkolîna şexsî, îbadeta malbatê, xizmet û civînan. Belê, herî zêde bi îşên Yehowa mijûl be. Eger tu wisa bikî, tuyê ji mijûliyên din jî zêdetir kêfê bistînî.

JI YEHOWA RE DILSOZ BIMÎNE

18-19. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em tenê ji Yehowa re îbadetê dikin?

18 Piştî ku Petrûsê şandî behsa dinya nû û dawiya dinyaya Îblîs kir, wî got: “Madem ku hûn li hêviya van tiştan in, xîretkêşiyê bikin ku hûn li ber wî bêleke, bêkêmahî û di aştiyê de bin” (2. Ptr. 3:14). Gava em guh didin vê şîretê û xîret dikin ku em ji aliyê exlaqî û ruhî ve pak bimînin, em îsbat dikin ku em bi rastî tenê ji Yehowa re îbadetê dikin.

19 Îblîs û dinyaya wî dixwazin ku em ne bi îşên Yehowa, lê herî zêde bi tiştên din mijûl bibin (Lûqa 4:13). Çi qas zor be jî, bila em tu caran îznê nedin ku kesek yan tiştek di dilê me de cihê Yehowa bigire. Çi dibe bila bibe, em her tim dixwazin tenê ji Yehowa re îbadetê bikin û jê re dilsoz bimînin!

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dost

^ par. 5 Em ji Yehowa pir hez dikin. Gelo em bi temamiya dilê xwe bi wî ve girêdayî ne? Hal û hereketên me cewaba vê pirsê eyan dikin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin du warên jiyanê, yên ku nîşan didin ka em bi Yehowa ve çi qas girêdayî ne.

^ par. 53 RESIM: Em naxwazin xwarinên ku di mutbexeke pîs de hatine hazir kirin, bixwin. Ma em dixwazin li fîlmên ku bi zordarî, cindarî yan bêexlaqî hatine pîs kirin, temaşe bikin?