Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 42

Yehowa wê Te Çawa Bixebitîne?

Yehowa wê Te Çawa Bixebitîne?

“Xwedê ... dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê” (FLP. 2:13).

KILAM 104 Ruhê Pîroz Pêşkêşa Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1. Ji bo pêkanîna armanca xwe, Yehowa çi dikare bike?

LI GOR hin zanyaran, navê “Yehowa” tê maneya “Ew pêk tîne”. Li demên berê, Yehowa ji bo pêkanîna armanca xwe bû Mamoste, Teselîker û Mizgînvan. Belê, Yehowa dikare cure cure rolan bigire (Îşa. 48:17; 2. Kor. 7:6; Gal. 3:8). Wekî din, Xwedê gelek caran însanan dixebitîne ku ew armanca wî pêk bînin (Met. 24:14; 28:19, 20; 2. Kor. 1:3, 4). Ji bo vê, Yehowa dikare hîkmet û qewetê bide me ku em armanca wî pêk bînin.

2. (a) Carinan, em belkî çima guman dikin ka Yehowa me dixebitîne yan na? (b) Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin?

2 Em gişk dixwazin ku Yehowa me bixebitîne, lê hin kes guman dikin ka Yehowa wan bi rastî dixebitîne yan na. Gelo çima? Ji ber ku ew êdî kal û pîr bûne, jiyana wan bizehmet e yan hunerên wan kêm in, hin kes difikirin ku ew nikarin xizmeteke baş bikin. Ji aliyê din ve, hin kes ji halê xwe razî ne û difikirin ku ne lazim e ku ew zêdetir bi pêş ve herin. Li vê meqaleyê, emê muzakere bikin ku Yehowa çawa dikare alî her yek ji me bike ku em armanca wî bînin cih. Paşê, emê bibînin ku di demên berê de, Yehowa çawa daxwaz û qewet dabû hin xizmetkarên xwe – hem jinan hem mêran – ku ew armanca wî pêk bînin. Di dawiyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin îznê bidin ku Yehowa me bixebitîne.

YEHOWA ÇAWA ALÎ ME DIKE?

3. Li gor Filîpî 2:13, Yehowa çawa dikare daxwaza me zêde bike ku em armanca wî pêk bînin?

3 Filîpî 2:13 bixwîne. * Yehowa dikare daxwaza me zêde bike ku em armanca wî pêk bînin. Gelo çawa? Mesela, dibe ku em rojekê bibihîzin ku di civata me de hewcedariyek heye. Yan jî dibe ku kalên civatê nameyeke ji buroyê bixwînin, a ku behsa hewcedariyeke li cihekî din dike. Hingê dibe ku em ji xwe wisa bipirsin: “Ez çawa dikarim alîkariyê bikim?” Yan dibe ku mesûliyeteke giran ji me re hatibe dayîn, lê em şik dibin ka em dikarin vî îşî bi awayekî baş bikin yan na. Wekî din, piştî xwendina çend ayetên Kitêba Pîroz, em belkî wisa difikirin: “Ez çawa dikarim bi alîkariya van ayetan alî kesên din bikim?” Yehowa wê me bi darê zorê nexebitîne, lê gava ew dibîne ku em hazir in ku xwe analîz bikin, ew dikare daxwaza me zêde bike ku em armanca wî bînin cih.

4. Yehowa çawa dikare qewetê bide me ku em armanca wî pêk bînin?

4 Wekî din, Yehowa dikare qewetê bide me ku em armanca wî pêk bînin (Îşa. 40:29). Ew dikare hunerên me yên xwezayî bi destê ruhê pîroz zêde bike (2. Mû. 35:30-35). Bi navgîniya teşkîlata xwe, Yehowa dikare me hîn bike ku gerek em hin îşan çawa bînin cih. Loma, eger tu nizanî ku îşekî çawa bikî, alîkariyê bixwaze. Wekî din, ji Bavê meyî ezmanî re dua bike, yê ku dikare bi comerdî “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” bide te (2. Kor. 4:7, WDN; Lûqa 11:13). Gelek serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku Yehowa çawa daxwaz û qewet dida pîrek û zilaman da ku ew armanca wî pêk bînin. Li vê meqaleyê, emê li hin ji van serpêhatiyan binêrin. Gava em wana muzakere bikin, bifikire ku Yehowa çawa dikare te jî bixebitîne.

YEHOWA HIN ZILAM ÇAWA DIXEBITANDIN?

5. Ev yek ku Yehowa Mûsa çawa û kengê dixebitand, çi rêyî me dide?

5 Yehowa xizmetkarê xwe Mûsa kir xelaskarê Îsraêliyan. Gelo Yehowa ew kengê dixebitand? Gelo Mûsa hazir bû piştî ku ew “di hemû şehrezayiya Misriyan de hat perwerdekirin”? (Kar. 7:22-25). Na! Yehowa ancax piştî ku wî ew kiribû mirovekî dilnizm û sernerm wezîfe da wî (Kar. 7:30, 34-36). Yehowa cesaret da Mûsa ku ew li ber hikumdarê herî mezin ê welatê Misrê bisekine (2. Mû. 9:13-19). Ev yek ku Yehowa Mûsa çawa û kengê dixebitand, çi rêyî me dide? Yehowa kesên ku hunerên wî eyan dikin û xwe dispêrin qudreta wî, dixebitîne (Flp. 4:13).

6. Ev yek ku Yehowa Barzîllay çawa dixebitand ku alî Dawid Padîşah bike, çi rêyî me dide?

6 Çend sedsal bi şûn de, Yehowa Barzîllay dixebitand ku ew alî Dawid Padîşah û hevalên wî bike. Gava ew ji kurê Dawid Abşalom direviyan, ew ‘birçî, westiyayî û tî’ bûn. Ji bo ku hewcedariyên Dawid û hevalên wî tedarek bikin, Barzîllay – ê ku li wê demê êdî kal bû – tevî çend kesên din canê xwe avêt talûkeyê. Barzîllay nedifikirî ku ji ber ku ew êdî kal bû, ew êdî ji bo Yehowa bêkêr bû. Li şûna vê, wî bi comerdî alî xizmetkarên Xwedê yên hewcedar kir (2. Sam. 17:27-29). Ev yek çi rêyî me dide? Emrê me çi qas be jî, Yehowa dikare me bixebitîne ku em hewcedariyên xwişk û birayên li herêma me yan li welatekî din tedarek bikin (Mtl. 3:27, 28; 19:17). Her çi qas em belkî nikarin rasterast li hewcedariyên wan binêrin jî, dibe ku em bi bexşên xwe piştgiriya îşê cîhanî bikin. Bi vî awayî, gava hewcedarî çêdibe, teşkîlat wê bikaribê alî xwişk û birayên me bike (2. Kor. 8:14, 15; 9:11).

7. Yehowa Şimûn çawa dixebitand, û serpêhatiya wî çawa dikare cesaretê bide me?

7 Yehowa soz dabû Şimûn, zilamekî extiyar û dilsoz, ê ku li Orşelîmê dijiya ku ewê nemire heta ku Mesîh nebîne. Şimûn bê guman ji vê sozê pir cesaret distend, çimkî ew bi gelek salan li benda Mesîh bûbû. Bawerî û sebra wî hatin xelat kirin. Rojekê, “bi rêberiya Ruh ew hat Perestgehê”. Li wê derê, wî Îsayê zarok dît, û Yehowa bi navgîniya Şimûn pêxembertiyeke li ser Mesîh da (Lûqa 2:25-35). Bi îhtimaleke mezin, Şimûn mir berî ku Îsa dest bi xizmeta xwe kir. Dîsa jî, ew ji bo kerema ku wî stend şikurdar bû. Wekî din, Şîmûn wê li dinyaya nû xelateke hê jî mezintir bistîne: Ewê bibîne ku bi destê hikumdariya Îsa, hemû malbatên dinyayê wê çawa bên bibereket kirin (1. Mû. 22:18). Em jî dikarin ji bo her kerema xizmetê şikurdar bin, a ku em ji Yehowa distînin.

8. Yehowa çawa dikare me bixebitîne wekî ku wî Barnabas dixebitand?

8 Li sedsala yekê, zilamekî comerd ê bi navê Ûsiv îzin da ku Yehowa wî bixebitîne (Kar. 4:36, 37). Wisa tê fehm kirin ku Ûsiv kesên din bi awayekî pir baş teselî dikirin, loma wan ew wek “Barnabas” bi nav dikir. Ev nav tê maneya “kurê teseliyê”. Mesela, piştî ku Şawûl baweriya xwe bi Îsa anî, gelek şagirt dîsa jî ditirsiyan ku nêzikî wî bibin, çimkî wî berê zilm li civatan kiribû. Lê belê, Barnabas bi dilgermî alî Şawûl kir, û Şawûl seba dilovaniya wî bêguman şikurdar bû (Kar. 9:21, 26-28). Paşê, kalên civata Orşelîmê qerar da ku gerek şagirtên li Entakyayê bên teşwîq kirin. Wan kî şand? Barnabas! Xuya ye ku ev yek qerareke baş bû. Kitêba Pîroz dibêje ku wî her kes teşwîq kirin ku ew bi Xwedê ve girêdayî bimînin (Kar. 11:22-24). Îro jî, Yehowa dikare alî me bike ku em ji xwişk û birayan re bibin “kurê teseliyê”. Mesela, Xwedê dikare me bixebitîne ku em kesekî ku hezkiriyekî xwe winda kiriye, teselî bikin. Yan jî, ew dikare me bixebitîne ku em kesekî ku nexweş e yan ketiye depresyonê, ziyaret bikin yan jê re telefon bikin. Gelo tuyê îznê bidî ku Yehowa te bixebitîne wekî ku wî Barnabas dixebitand? (1. Sel. 5:14).

9. Ev yek ku Yehowa çawa alî Vasîliy kir ku ew bibe şivanekî baş, çi rêyî me dide?

9 Yehowa alî birayekî bi navê Vasîliy kir ku ew bibe şivanekî baş. Gava Vasîliy wek kalekî civatê hat tayîn kirin, ew 26 salî bû, û ew ditirsiya ku ewê nikaribe ji aliyê ruhî ve alî xwişk û birayan bike – bi xisûsî, yên ku di tengasiyê de ne. Lê belê wî ji kalên ceribandî û ji Kursa Xizmeta Padîşahiyê perwerdeyeke baş stend. Vasîliy pir xîret kir ku bi pêş ve here. Mesela, wî hin hedefên biçûk li lîsteyekê nivîsîn. Her ku ew digihîşt van hedefan, ew her ku diçû ji tirsên xwe difilitî. Niha ew wisa dibêje: “Tiştên ku ez berê tirsandim niha kêfê didin min. Gava Yehowa alî min dike ku ez ayeteke baş bibînim ku xwişk yan birayekî teselî bikim, dilê min pir şa dibe.” Birano, eger hûn jî wek Vasîliy îznê bidin ku Yehowa we bixebitîne, ew dikare hunerên we zêde bike ku hûn li civatê mesûliyetên hê girantir bar bikin.

YEHOWA HIN PÎREK ÇAWA DIXEBITANDIN?

10. Abîgaîlê çi kir, û serpêhatiya wê çi rêyî me dide?

10 Gava Saûl Padîşah diket pey Dawid û hevalên wî, ji wan re alîkarî lazim bû. Mirovên Dawid ji Îsraêliyekî dewlemend ê bi navê Nabal hinek xwarin xwest. Ji ber ku wan keriyên Nabal li çolê parastibûn, wan şerm nedikir ku daxwaza xwe bînin zimên. Lê belê Nabalê xwehez tu tişt neda wan. Dawid pir bihêrs bû û dixwest Nabal û hemû zilamên li mala wî bikuştana (1. Sam. 25:3-13, 22). Abîgaîl, pîreka Nabal, hem bedew bû hem jî serwext bû. Bi cesareteke mezin, ew li ber Dawid çû ser çokan û ji wî re got ku bila ew heyfa xwe nestîne û xwînê nerijîne. Abîgaîlê bi zarşîrînî şîret da wî ku ew xwe bispêre Yehowa. Gotinên dilnizm û kirinên serwext ên Abîgaîlê dilê Dawid girt. Wî fehm kir ku Yehowa ew şandibû ba wî (1. Sam. 25:23-28, 32-34). Seba hunerên wê yên baş, Abîgaîl ji bo Yehowa bikêr bû. Wekî ku Yehowa Abîgaîl xebitandibû, ew dikare xwişkên me yên zarşîrîn û serwext jî bixebitîne ku ew hem malbatên xwe hem jî xwişk û birayên din teşwîq bikin (Mtl. 24:3; Tît. 2:3-5).

11. Qîzên Şallûm çi kir, û îro, kî wan ji xwe re dikin emsal?

11 Çend sedsal bi şûn de, Yehowa qîzên Şallûm di îşê tamîrkirina sûrên Orşelîmê de xebitandin (Nhy. 2:20; 3:12). Bavê wan her çi qas serok bû jî, qîzên Şallûm hazir bûn ku vî îşê zor û bitalûke bikin (Nhy. 4:15-18). Ew ji “pêşhatiyên” Tekoayiyan, ên ku pişta xwe ji bo vî îşî xwar nedikir, çi qas cuda bûn! (Nhy. 3:5). Bîne ber çavê xwe ku qîzên Şallûm çi qas kêfxweş bûn gava projeya avakirinê di 52 rojan de xelas bû! (Nhy. 6:15). Di rojên me de jî, xwişkên dilxwaz bi kêfxweşî xizmeteke xisûsî tînin cih: Ew avahiyên ku ji Yehowa re hatine weqf kirin, ava dikin û tamîr dikin. Bi saya hostetî, coşî û dilsoziya wan, ev îş bi awayekî baş bi pêş ve diçe.

12. Yehowa çawa dikare me bixebitîne wekî ku wî Tabîta dixebitand?

12 Bi alîkariya Yehowa, Tabîta bi “kirinên qenc û xêran” mijûl bû, bi xisûsî ji bo jinebiyan (Kar. 9:36). Tabîta xwişkeke comerd û dilovan bû, û gava ew mir, hemû xwişk û bira pir xemgîn bûn. Wexta ku Petrûsê şandî ew ji mirinê rakir, ew pir dilxweş bûn (Kar. 9:39-41). Serpêhatiya Tabîtayê çi rêyî me dide? Ciwan yan extiyar, jin yan mêr – halê me çi be jî, em dikarin bi cure cure awayan alî xwişk û birayên xwe bikin (Îbr. 13:16).

13. Yehowa xwişkeke şermok çawa dixebitand, û vê xwişkê çi got?

13 Xwişkeke şermok a bi navê Ruth dixwest bibe mizgînvana wezîfedar. Gava ew biçûk bû, wê belavokên çapkirî zû zû mal bi mal belav dikirin. Ruthê wisa got: “Min ji vî îşî pir kêf distend.” Dîsa jî, li Ruthê zor dihat ku li deriyan sohbetê bike û ji mirovan re rasterast behsa Padîşahiya Xwedê bike. Her çi qas Ruth şermok bû jî, ew bû pêşenga daîmî gava ew 18 salî bû. Li sala 1946an, ew çû Mekteba Gîleadê û paşê li Hawaiiyê û li Japonê xizmet kir. Yehowa ew bi awayekî baş dixebitand ku ew mizgînê li van welatan belav bike. Piştî ku Ruthê nêzikî 80 sal xizmet kiribû, wê wisa got: “Yehowa her tim qewet daye min. Wî alî min kiriye ku ez serî bi şermoktiya xwe re derxînim. Ez ji dil bawer im ku Yehowa dikare her kesê ku xwe dispêre wî, bixebitîne.”

ÎZNÊ BIDE KU YEHOWA TE BIXEBITÎNE

14. Li gor Kolosî 1:29, gerek em çi bikin eger em dixwazin ku Yehowa me bixebitîne?

14 Di tarîxê de, Yehowa xizmetkarên xwe bi cure cure awayan dixebitand. Gelo ewê te çawa bixebitîne? Cewaba vê pirsê bi xîreta te ve girêdayî ye (Kolosî 1:29 bixwîne). Belê, eger tu îznê bidî ku Yehowa te bixebitîne, Yehowa dikare te bike mizgînvanekî bixîret, mamosteyekî tesîrdar, çavkaniya teseliyê, karkerekî hoste yan hevalekî baş, yan jî ew dikare roleke din bide te da ku armanca xwe pêk bîne.

15. Wek 1. Tîmotêyos 4:12, 15 dibêje, wê baş be ku birayên ciwan ji bo çi dua bikin?

15 Ya hûn, xortno, hûnê çi bikin? Li civatê, xortên ku dikarin zêdetir mesûliyetan bistînin û bibin alîkarên xizmetê pir hewce ne. Li hin civatan, kalên civatê ji alîkarên xizmetê zêde ne. Gelo hûn dikarin daxwaza xwe zêde bikin ku hûn li civatê zêdetir îş bikin? Hin birayên ciwan wisa dibêjin: “Ev yek ku ez mizgînvan im, ji bo min bes e.” Eger hûn jî wisa difikirin, dua bikin ku Yehowa daxwaza we zêde bike û qewetê bide we ku hûn bibin alîkarên xizmetê û ji wî re zêdetir xizmetê bikin (Waiz 12:1). Em hewceyî alîkariya we ne! (1. Tîmotêyos 4:12, 15 bixwîne).

16. Gerek em ji bo çi dua bikin, û çima?

16 Yehowa dikare te bixebitîne ku tu daxwaza wî pêk bînî. Loma jê re dua bike ku ew daxwaz û qeweta te zêde bike ku tu îşê wî bikî. Emrê te çi qas be jî, bi wext, qewet û derfetên xwe hurmet û rûmetê bide Yehowa (Waiz 9:10). Gava fersend çêdibe ku tu zêdetir ji Yehowa re xizmetê bikî, nefikire ku tu nikarî vêya bikî. Para me her çi qas biçûk be jî, em gişk dikarin Bavê xweyî dilovan birûmet bikin. Çi îmtiyazeke mezin!

KILAM 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

^ par. 5 Gelo tu difikirî ku tu hindik xizmetê dikî? Belkî tu meraq dikî ka Yehowa te hê dixebitîne yan na. Yan jî, belkî tu difikirî ku ne lazim e ku tu ji bo Yehowa zêdetir xizmetê bikî? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çawa dikare daxwaz û hunera me zêde bike ku em armanca wî bînin cih.

^ par. 3 Pawlos nameya xwe her çi qas ji şagirtên li sedsala yekê re nivîsandibû jî, hikmê gotinên wî ji bo hemû xizmetkarên Yehowa yên îroyîn jî heye.