Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 21

Bi “Şehrezayiya vê Dinyayê” Neyê Xapandin

Bi “Şehrezayiya vê Dinyayê” Neyê Xapandin

“Şehrezayiya vê dinyayê li ba Xwedê bêaqilî ye” (1. KOR. 3:19).

KILAM 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1. Kitêba Pîroz çawa alî me dike?

BI SAYA perwerdeya Yehowa, em dikarin serî bi hemû çetinahiyan re derxînin (Îşa. 30:20, 21). Kitêba Pîroz me “ji bo her karê qenc” hazir dike (2. Tîm. 3:17). Eger em li gor hîndariyên Kitêba Pîroz bijîn, emê ji kesên ku xwe dispêrin “şehrezayiya vê dinyayê” bihîkmettir bibin (1. Kor. 3:19; Zeb. 119:97-100).

2. Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin?

2 “Şehrezayiya vê dinyayê” gelek caran li xwestekên mirovan xweş tê. Ji ber vê yekê, dibe ku li me carinan zor bê ku em nekevin ber bayê însanên vê dinyayê. Loma Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire” (Kol. 2:8). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku mirov çawa bi du derewên Îblîs tên xapandin. Emê bielimin ku “şehrezayiya vê dinyayê” çima bêaqilî ye û hîkmeta Kitêba Pîroz çawa ji her tiştê ku dinya pêşkêşî me dike, bilindtir e.

NÊRÎNA DINYAYÊ YA LI SER EXLAQÊ

3-4. Li destpêka sedsala 20an, nêrîna li ser exlaqê li Amerîkayê çawa guherî?

3 Li destpêka sedsala 20an, nêrina mirovên li Amerîkayê ya li ser exlaqê pir guherî. Berê, gelek kes bawer bûn ku tenê jin û mêrên zewicî gerek bi hev re rakevin. Wekî din, mirov di heqê vê temayê de li ber her kesî nedipeyivîn. Lê bi zeman re, mirovan dev ji van standardan berda, û nêrînên serbest belav bûn.

4 Li salên 1920an, guhartinên mezin çêbûn. Lêkolînerek wisa dibêje: “Fîlm, lîstikên tiyatroyê, stran, roman û reklaman bala mirovan dikişand ser cinsîtiyê.” Li wan salan, stîlên dansê zêdetir eyb bûn, û stîlên kincan êdî ne mutewazî bûn. Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku mirov wê bi zêdeyî “ji kêfê hez bikin”, û bi rastî jî wisa ye (2. Tîm. 3:4).

Li warê exlaqê, xizmetkarên Yehowa nakevin ber bayê dinyayê (Li paragrafa 5an binêre) *

5. Ji salên 1960an û pê ve, nêrîna dinyayê ya li ser cinsîtiyê çawa guheriye?

5 Li salên 1960an, bihevrebûna bê zewacê, homoseksuelî û hevberdana bêsebeb êdî wek tiştên normal dihatin dîtin. Cinsîtî êdî li gelek fîlm û kovaran bi eşkereyî dihat xuyanî kirin. Li van salan, bandora xerab a exlaqa serbest li gelek waran tê dîtin. Nivîskarekî got ku sebeba xerabûna malbatan, malbatên bê dê an bê bav, dilşikestîbûn, bengîbûna pornografiyê û belayên din ev e ku “civakê êdî dev ji standardên cinsîtiyê berdaye”. Zêdebûna AIDS û nexweşiyên din, ên ku bi minasebetên cinsî belav dibin, nîşan dide ku “şehrezayiya vê dinyayê” bi rastî jî bêaqilî ye (2. Ptr. 2:19).

6. Nêrîna dinyayê ya li ser cinsîtiyê çima tam li gor daxwaza Îblîs e?

6 Nêrîna dinyayê ya li ser cinsîtiyê tam li gor daxwaza Îblîs e. Ew pir kêfê distîne gava mirov cinsîtiyê bi awayekî xerab bi kar tînin an zewacê bêqîmet dibînin (Ef. 2:2). Kesên ku qîmetê nadin van hediyeyên Yehowa û bêexlaqiyê dikin, wê nikaribin jiyana bêdawî bistînin (1. Kor. 6:9, 10).

NÊRÎNA KITÊBA PÎROZ A LI SER EXLAQÊ

7-8. Nêrîna Kitêba Pîroz a li ser cinsîtiyê çi ye?

7 Kesên ku “şehrezayiya vê dinyayê” qebûl dikin standardên exlaqê yên Kitêba Pîroz kêm dibînin û bawer nakin ku mirov dikare li gor van standardan bijî. Mesela, hinek wisa difikirin: “Xwedê çima xwesteka cinsî daye me, lê paşê cinsîtî qedexe kiriye?” Ev pirs bi vê baweriya şaş ve girêdayî ye ku mirov gerek her xwesteka xwe bîne cih. Lê belê Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em li gor her xwesteka xwe hereket nekin û ku em dikarin xwestekên nerast kontrol bikin (Kol. 3:5). Wekî din, Yehowa hediyeya zewacê daye me. Di zewacê de, xwestekên cinsî dikarin bi awayekî minasib bên cih (1. Kor. 7:8, 9). Di zewacê de, jin û mêr dikarin bi hev re bin bêyî ku ew bikevin xem û poşmaniyên ku gelek caran ji bêexlaqiyê tên meydanê.

8 Li gel “şehrezayiya vê dinyayê”, Kitêba Pîroz di heqê cinsîtiyê de nêrîneke maqûl nîşan dide. Kitêba Pîroz dibêje ku cinsîtî dikare kêfê bide (Mtl. 5:18, 19). Ji aliyê din ve, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ne wek miletên ku Xwedê nas nakin di xwestekên şehwetê de, lê bila her yek ji we bizane ku di paqijî û şîrhelaliyê de li bedena xwe bibe xwey” (1. Sel. 4:4, 5).

9. (a) Li destpêka sedsala 20an, xizmetkarên Yehowa çawa hatin teşwîq kirin ku ew li pey hîkmeta Kitêba Pîroz herin? (b) Li 1. Yûhenna 2:15, 16, çi şîreta bihîkmet heye? (c) Wek Romayî 1:24-27 nîşan dide, gerek em li dijî kîjan cure bêexlaqiyê bisekinin?

9 Li destpêka sedsala 20an, xizmetkarên Yehowa neketin ber bayê kesên ku her hîsa exlaqê winda kiribû (Ef. 4:19). Ew bi qanûnên Yehowa ve girêdayî man. Kovara Watch Tower a 15 Gulan 1926 got ku “jin an mêrek gerek bi fikir û kirinên xwe binamûs û pak bimîne”. Dinya her ku diçû xera dibû, lê xizmetkarên Yehowa li pey hîkmeta bilind a Kitêba Pîroz diçûn (1. Yûhenna 2:15, 16 bixwîne). Em şikurdar in ku di destê me de Kitêba Pîroz heye! Wekî din, em şikurdar in ku Yehowa di wextê de xwarina ruhî tedarek dike ku em li dijî “şehrezayiya vê dinyayê” ya li ser exlaqê bisekinin * (Romayî 1:24-27 bixwîne).

NÊRÎNA DINYAYÊ YA LI SER XWEHEZIYÊ

10-11. Li gor Kitêba Pîroz, li rojên dawîn çi wê biqewimiya?

10 Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku li rojên dawîn, “mirov wê bibin xwehez” (2. Tîm. 3:1, 2). Bi rastî jî, dinya îro xweheziyê pir teşwîq dike. Li gor çavkaniyekê, li salên 1970an, gelek kitêban digot ku ne lazim e ku mirov xwe biguherîne an şaşiyên xwe rast bike. Mesela, yek ji van kitêban wisa digot: “Ji xwe hez bike. Mirovê herî xweşik, herî baş û herî hêja tu yî.” Vê kitêbê digot ku bila mirov tenê “li gor wijdanê xwe û li gor qanûnên kultura xwe, yên ku li wî xweş tên, bijî”.

11 Gelo ev fikir ji te re nas e? Îblîs jî ji Hewayê re gotibû ku ew li gor dilê xwe hereket bike. Wî gotibû ku mirov dikarin “bi zanîna qencî û xerabiyê ve bibin mîna Xwedê” (1. Mû. 3:5). Îro, gelek kes xwe ew qas muhîm dibînin ku tu kes – heta Xwedê jî – nikare ji wan re bibêje ku çi rast e û çi ne rast e. Mesela, bala xwe bide ku îro, mirov li zewacê çawa dinêrin.

Şagirtên Îsa herî zêde bala xwe didin hewcedariyên kesên din, bi xisûsî hewcedariyên jin an mêrên xwe (Li paragrafa 12an binêre) *

12. Nêrîna dinyayê ya li ser zewacê çi ye?

12 Kitêba Pîroz dibêje ku jin û mêr gerek qedrê hev bigirin û qîmetê bidin sonda zewacê. Li gor Kitêba Pîroz, lazim e ku jin û mêr bi hev ve girêdayî bimînin: “Mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek” (Met. 19:5). Kesên ku li bin bandora “şehrezayiya vê dinyayê” mane wisa nafikirin. Ew dibêjin ku gerek her kes bala xwe bide hewcedariyên xwe. Kitêbek li ser hevberdanê wisa dibêje: “Li sonda zewacê, hinek êdî nabêjin ‘heta ku em bijîn’. Li şûna vê, ew tenê dibêjin ‘heta ku em hev du hez bikin.’” Ji ber ku gelek kes zewacê wek girêdaneke daîm nabînin, gelek malbat xera dibin û gelek mirov seba vê êşê dikişînin. Belê, nêrîna dinyayê ya li ser zewacê bi rastî jî bêaqilî ye.

13. Yehowa çima ji pozbilindiyê nefret dike?

13 Li gor Kitêba Pîroz, Xwedê ji pozbilindiyê nefret dike (Mtl. 16:5). Çima? Yek ji sebeban ev e ku kesên ku ji xwe bi zêdeyî hez dikin, wek Îblîs qure ne. Îblîs ew qas pozbilind bû ku ew difikirî ku gerek Îsa – yê ku di îşê afirandinê de alî Xwedê kiribû – li ber wî here ser çokan û ji wî re îbadetê bike! (Met. 4:8, 9; Kol. 1:15, 16). Halê kesên ku xwe bi zêdeyî muhîm dibînin îsbat dike ku “şehrezayiya vê dinyayê li ba Xwedê bêaqilî ye”.

NÊRÎNA KITÊBA PÎROZ A LI SER XWEHEZIYÊ

14. Li gor Romayî 12:3, gerek em li xwe çawa binêrin?

14 Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku gerek em li xwe çawa binêrin. Helbet gerek em heta dereceyekê ji xwe hez bikin. Îsa wisa got: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.” Li gor van gotinan, gerek em bi awayekî maqûl li hewcedariyên xwe binêrin (Met. 19:19). Lê belê Kitêba Pîroz nabêje ku gerek em xwe ji kesên din bilindtir bibînin. Li şûna vê, ew wisa dibêje: “Tu tiştî bi ezîtiyê û bi pesnahiya vala ve mekin; lê belê bi dilnizmiyê ve, bila her yek yê din ji xwe sereta bihesibîne” (Flp. 2:3, KP; Romayî 12:3 bixwîne).

15. Bi dîtina te, şîretên Kitêba Pîroz ên li ser xweheziyê çima bifeyde ne?

15 Îro, gelek kesên ku wek kesên şehreza tên dîtin, şîretên Kitêba Pîroz kêm dibînin. Li gor wan, eger tu kesên din ji xwe bilindtir bibînî, ewê pêlî serê te bikin. Gelo netîceyên nêrîna xwehez çi ne? Tu çi difikirî? Gelo mirovên xwehez bextewar in? Gelo malbatên wan bextewar in? Gelo dostên wan ên rastîn hene? Gelo ew nêzikî Xwedê ne? Bi dîtina te, netîceyên herî baş ji “şehrezayiya vê dinyayê” an ji hîkmeta Kitêba Pîroz tên?

16-17. Em ji bo çi şikurdar in, û çima?

16 Mirovên ku li gor şehrezayiya dinyayê dijîn mîna tûrîstekî ne, yê ku riya xwe winda kiriye û ji tûrîstekî din, ê ku wek wî riya xwe winda kiriye, rê dipirse. Îsa li ser mirovên ku li rojên wî wek “şehreza” dihatin dîtin, wisa got: “Rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê” (Met. 15:14). Belê, “şehrezayiya vê dinyayê li ba Xwedê bêaqilî ye”.

Kesên ku emrê xwe di xizmeta Yehowa de derbas kiriye pir dilşad in (Li paragrafa 17an binêre) *

17 Şîreta bihîkmet a Kitêba Pîroz her tim “ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê” (2. Tîm. 3:16). Em gelek şikurdar in ku Yehowa me bi destê teşkîlata xwe ji “şehrezayiya vê dinyayê” diparêze! (Ef. 4:14). Xwarina ruhî, ya ku Xwedê dide, qewetê dide me ku em bi prensîpên Kitêba Pîroz ve girêdayî bimînin. Çi keremeke mezin e ku Yehowa bi hîkmeta bêemsal a Kitêba Pîroz rêberiya me dike!

KILAM 54 “Eva ye Rê”

^ par. 5 Ev meqale wê baweriya me xurttir bike ku rêberiya rast tenê ji Yehowa tê. Wekî din, emê bibînin ku şehrezayiya vê dinyayê dibe sebeba netîceyên xerab, lê hîkmeta Kitêba Pîroz pir bifeyde ye.

^ par. 9 Mesela, li kitêba Gençler Soruyor: Sorular ve Pratik Cevaplar, Cîld 1, beş 24, beş 25 û beş 26, û Cîld 2, beş 4 û beş 5, (bi zimanê Tirkî) binêre.

^ par. 50 RESIM: Hin sehneyên ji jiyana xwişk û birayekî zewicî. Xwişk û bira li salên 1960an mizgîne belav dikin.

^ par. 52 RESIM: Li salên 1980an, bira li pîreka xwe dinêre, ya ku nexweş e. Keçika wan jî li cem wan e.

^ par. 54 RESIM: Îro, ew bi kêfxweşî tînin bîra xwe ku salên xizmetê çi qas xweş derbas bûn. Keçika wan êdî mezin bûye û malbata wê heye.