Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19

Hezkirin û Edalet – li hemberî Xerabiyê

Hezkirin û Edalet – li hemberî Xerabiyê

“Çimkî tu ne ew Xweda yî ku ji xerabiyê hez dike, xerabî li ba te cih nake” (ZEB. 5:4).

KILAM 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

PÊŞGOTIN *

1-3. (a) Li gor Zebûr 5:4-6, Yehowa li xerabiyê çawa dinêre? (b) Îstismara zarokan çima sûcekî li dijî qanûna Mesîh e?

YEHOWA ji her cure xerabiyê nefret dike (Zebûr 5:4-6 bixwîne). Yek ji tiştên ku bi zêdeyî xerab in, îstismara cinsî ya zarokan e. Wek Yehowa, Şahidên Yehowa jî ji îstismara zarokan nefret dikin, û ew nahêlin ku xerabiyeke wisa di civatê de hebe (Rom. 12:9; Îbr. 12:15, 16).

2 Îstismara zarokan sûcekî li dijî qanûna Mesîh e (Gal. 6:2). Wek me li meqaleya berê dîtibû, hemû tiştên ku Îsa bi gotin û kirinên xwe hîn kirin, bi hezkirin û edaletê ve girêdayî ne. Şagirtên Îsa guh didin vê qanûnê û alî zarokan dikin ku ew xwe di hezkirin û emniyetê de hîs bikin. Lê belê, îstismara zarokan xerabiyeke giran e, ya ku dibe sebeb ku zarok xwe bêqîmet û bêxwedî hîs bikin.

3 Li seranserê dinyayê, îstismara zarokan bûye problemeke mezin. Çi heyf e ku ev problem li ser şagirtên Îsa jî tesîr dike. Çima? “Kesên xerab û sextekar” pir in, û hin ji wan bi niyeteke xerab dikevin civatê (2. Tîm. 3:13, KP). Wekî din, hin kesên ku xwe wek ferdên civatê nîşan didin, bi xwestekên pîs û anormal zarokan îstismar dikin. A pêşîn, emê bibînin ku îstismara zarokan çima gunehekî ew qas giran e. Paşê, emê bibînin ku kalên civatê çi dikin gava îstismara zarokan diqewime, û ku dê û bav çawa dikarin zarokên xwe biparêzin. *

GUNEHEKÎ GIRAN

4-5. Îstismara zarokan çima sûcekî giran e?

4 Tesîra îstismarê zû derbas nabe. Îstismar hem li ser mexdûran hem jî li ser kesên ku xema wan dixwin – yanî li ser merivên wan û li ser xwişk û birayên li civatê – tesîr dike. Belê, îstismara zarokan gunehekî giran e.

5 Sûcekî li dijî zarok: Zilm û zordarî guneh e. Wek emê li meqaleya din bibînin, kesekî ku zarokan îstismar dike, bi vî awayî li wan zilm û zordariyê dike. Ew ewletiya zarokan xera dike û tiştên pir xerab tîne serê wan. Zarok gerek ji vê xerabiyê bên parastin. Wekî din, mexdûrên * vê xerabiyê hewceyî teselî û alîkariyê ne (1. Sel. 5:14).

6-7. Îstismara zarokan çima hem sûcekî li dijî civatê hem jî sûcekî li dijî dewletê ye?

6 Sûcekî li dijî civatê: Ferdekî civatê, yê ku zarokan îstismar dike, leke tîne ser civatê (Met. 5:16; 1. Ptr. 2:12). Ev yek ji bo milyonan şagirtên Îsa yên dilsoz, ên ku ji bo baweriyê micadele dikin, neheqiyeke giran e (Chd. 3). Em nahêlin ku kesên ku xerabiyê dikin û tobe nakin û bi vî awayî navê civatê reş dikin, di nav me de bimînin.

7 Sûcekî li dijî dewletê: Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike” (Rom. 13:1). Ji ber vê yekê, em guhdariya qanûnên dewletê dikin. Gava ferdekî civatê qanûnê xera dike, mesela gava ew zarokekî îstismar dike, ev yek sûcekî li dijî dewletê ye (li Karên Şandiyan 25:8 jî binêre). Kalên civatê her çi qas qanûna dewletê înfaz nekin jî, ew kesên ku zarokan îstismar dikin ji netîceyên sûcên xwe naparêzin (Rom. 13:4). Belê, “mirov çi biçîne, wê wî bidirû” (Gal. 6:7).

8. Yehowa li gunehên ku li dijî mirovan tên kirin, çawa dinêre?

8 A herî xerab, sûcekî li dijî Xwedê: Gava kesek li dijî kesekî din guneh dike, ew bi vî awayî li dijî Yehowa jî guneh dike (Zeb. 51:4). Li gor Qanûna Mûsa, dizî û sextekarî wek gunehên li dijî Yehowa dihatin hesab kirin (3. Mû. 6:2-4). Mîna vê, ferdekî civatê yê ku zarokekî îstismar dike bi vî awayî li dijî Xwedê nedilsoziyê dike û leke tîne ser navê Xwedê. Gava kesek zarokekî îstismar dike û bi vî awayî ewletiya vî zarokî xera dike, Xwedê vê yekê wek sûcekî li dijî xwe hesab dike.

9. Bi gelek salan, teşkîlata Yehowa çi cure rêberî daye, û çima?

9 Bi gelek salan, teşkîlata Yehowa li ser temaya îstismara zarokan gelek rêberî daye. Mesela, hin meqaleyên ku li kovarên me derketine nîşan didin ku kesên ku rastî îstismarê hatine çawa dikarin serî bi êşa xwe re derxînin, kesên din çawa dikarin alîkarî û teseliyê bidin wan û dê û bav çawa dikarin zarokên xwe biparêzin. Kalên civatê perwerdeya hûr û kûr stendiye ku eger yekî zarokan îstismar bike, gerek ew çi bikin. Teşkîlat bi dewamî dinirxînin ku gerek civat çi bike eger tiştekî wisa qewimîbe. Çima? Çimkî em dixwazin emîn bin ku em li gor qanûna Mesîh dest bavêjin vê meseleyê.

GAVA KESEK GUNEHEKÎ GIRAN DIKE, KALÊN CIVATÊ ÇI DIKIN?

10-12. (a) Gava kalên civatê dest davêjin meseleyên cidî, ew bala xwe didin çi? (b) Li gor Aqûb 5:14, 15, armanca kalên civatê çi ye?

10 Gava kalên civatê dest davêjin sûcên giran, ew tînin bîra xwe ku li gor qanûna Mesîh, gerek ew keriya Xwedê bi hezkirinê xwedî bikin û li ber çavê Xwedê edaletê bînin cih. Ji ber vê yekê, gava xebera sûcekî giran dikeve guhê wan, gerek ew bala xwe bidin çend nuqteyan. Xema wan a herî mezin ev e ku pîroziya navê Xwedê bê parastin (3. Mû. 22:31, 32; Met. 6:9). Ji xeynî vê, ew ji dil bi siheta ruhî ya xwişk û birayan eleqedar dibin û dixwazin alîkariya kesên mexdûr bikin.

11 Wekî din, eger kesê sûcdar ferdê civatê ye, kalên civatê wê lêkolîn bikin ka ew tobe dike an na. Eger mumkin be, ewê alî wî bikin ku ew dostaniya xwe bi Yehowa ji nû ve qazanc bike (Aqûb 5:14, 15 bixwîne). Eger şagirtekî Îsa seba xwesteka xerab gunehekî giran kiribe, ev tê maneya ku ew ji aliyê ruhî ve nexweş e, û dostaniya wî bi Yehowa xera bûye. * Kalên civatê wek hekîmên ruhî ne. Armanca wan ev e ku “yê nexweş” – yanî kesê sûcdar – qenc bikin. Eger ew ji dil tobe bike, ew dikare dostaniya xwe bi Xwedê bi alîkariya şîretên Kitêba Pîroz serrast bike (Kar. 3:19; 2. Kor. 2:5-10).

12 Mesûliyeta kalên civatê giran e. Ew bi dil û can xema keriyê dixwin, a ku Xwedê emanetî wan kiriye (1. Ptr. 5:1-3). Daxwaza wan ev e ku her kes xwe li civatê di emniyetê de hîs bike. Loma, gava ew dibihîzin ku sûcekî giran wek îstismara zarokan hatiye kirin, ew zû dest davêjin vê meseleyê. Lê çawa? Bala xwe bide pirsên ku li destpêka  paragrafên 13,  15 û  17an tên nîşan dayîn.

13-14. Gelo kalên civatê qanûnên li ser îxbarkirina îdîayên îstîsmara zarokan pêk tînin?

 13 Gelo kalên civatê guh didin qanûnên li ser îxbarkirina îdîayên îstismara zarokan? Belê. Eger qanûnên wisa hebin, kalên civatê wê guh bidin van qanûnan û îdîayên îstismara zarokan ji dewletê re îxbar bikin (Rom. 13:1). Qanûnên wisa li dijî qanûnên Xwedê nînin (Kar. 5:28, 29). Loma, gava îdîayeke wisa dikeve guhê kalên civatê, gerek ew hema li rêberiyê bigerin ku gerek ew çawa qanûnên li ser îxbarkirina tiştên wisa pêk bînin.

14 Kalên civatê wê ji mexdûran, ji dê û bavên wan û ji kesên din ên ku ji meseleyê agahdar in re bibêjin ku eger ew dixwazin, ew dikarin îdîaya îstismarê ji dewletê re îxbar bikin. Lê belê, eger ferdekî civatê gerek bê îxbar kirin û paşê kesên din jî bibihîzin ku çi qewimiye, ma lazim e ku kesê ku ev mesele îxbar kiriye bifikire ku wî leke aniye ser navê Xwedê? Na! Kesê ku leke aniye ser navê Xwedê ew e, yê ku sûc kiriye.

15-16. (a) Li gor 1. Tîmotêyos 5:19, ji bo sazkirina heyeteke edlî çima herî kêm du şahid lazim in? (b) Gava kalên civatê dibihîzin ku ferdekî civatê bi îstismara zarokan tê sûcdar kirin, gerek ew çi bikin?

 15 Berî ku kalên civatê heyeteke edlî saz bikin, çima lazim e ku herî kêm du şahid hebin? Li gor standarda edaletê ya Kitêba Pîroz, ev yek şert e. Eger kesek sûcê xwe înkar bike, du şahid lazim in ku sûc bê îsbat kirin. Paşê, kalên civatê dikarin heyeta edlî saz bikin (5. Mû. 19:15; Met. 18:16; 1. Tîmotêyos 5:19 bixwîne). Ji bo ku îdîayeke îstismarê ji dewletê re bê îxbar kirin, ma lazim e ku du şahid hebin? Na! Ji bo ku kalên civatê an kesên din ji dewletê re îxbar bikin ku îhtimal heye ku neqanûnîtî hatiye kirin, şerteke wisa tune.

16 Gava kalên civatê dibihîzin ku ferdekî civatê bi îstismara zarokan tê sûcdar kirin, gerek ew qanûnên li ser îxbarkirina sûcan pêk bînin û paşê meseleyê li gor Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Eger mirovê ku tê sûcdar kirin sûcê xwe înkar bike, kalên civatê gerek pê bihesin ka şahid hene an na. Eger herî kêm du şahid hebin – yanî hem kesê ku wî sûcdar dike hem jî kesekî din, ê ku dikare tesdîq bike ku vî kesî bi rastî ev zarok an zarokekî din îstismar kiriye – heyeta edlî wê bê saz kirin. * Eger şahidekî din tune be jî, ev yek nayê maneya ku kesê ku gilî dike, derewan dike. Eger du şahid tune bin jî, kalên civatê wê fehm bikin ku gunehekî giran, ê ku kesên din pir diêşîne, dibe ku hatiye kirin. Lazim e ku kalên civatê bi dewamî piştgiriya kesên êşandî bikin. Wekî din, gerek ew li dijî kesê sûcdarkirî hişyar bimînin ji bo ku civatê ji talûkeyê biparêzin (Kar. 20:28).

17-18. Wezîfeya heyeta edlî çi ye?

 17 Wezîfeya heyeta edlî çi ye? Peyva “edlî” nayê maneya ku kalên civatê dikarin qerarê bidin ka gerek fail ji aliyê dewletê ve bê ceza kirin an na. Kalên civatê qanûnan înfaz nakin, çimkî ev yek mesûliyeta dewletê ye (Rom. 13:2-4; Tît. 3:1). Kalên civatê tenê qerarê didin ka kesek dikare wek ferdê civatê bimîne an na.

18 Gava kalên civatê di heyeteke edlî de li hev top dibin, ew mesûliyeteke ruhî û dînî tînin cih. Bi rêberiya Kitêba Pîroz, ewê binêrin ka fail tobe dike an na. Eger ew tobe neke, ewê ji civatê bê derxistin, û ev yek wê ji civatê re bê îlan kirin (1. Kor. 5:11-13). Eger ew tobe bike, dibe ku ewê ji civatê neyê derxistin. Dîsa jî, kalên civatê wê ji wî re bibêjin ku dibe ku ewê tu caran nikaribe îmtiyazeke bistîne an bibe alîkarê xizmetê an kalê civatê. Ji bo ku zarok bên parastin, dibe ku kalên civatê dê û bavê zarokan hişyar bikin ku gerek çavê wan li ser zarokên wan be gava ew kes li wê derê ye. Wexta ku kalên civatê dê û bavan hişyar dikin, ew helbet ji wan re nabêjin ku kîjan zarok hatiye îstismar kirin.

ZAROKÊN XWE BIPARÊZIN

Ji bo ku zarok ji îstismara cinsî bên parastin, dê û bav bi alîkariya weşanên teşkîlatê melûmata di heqê cinsîtiyê de didin wan (li meqaleya lêkolînê ya 19an, li paragrafên 19 heta 22yan binêre).

19-22. Dê û bav çawa dikarin zarokên xwe biparêzin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

19 Dê û bav mesûl in ku zarokên xwe ji talûkeyan biparêzin. * Zarokên we emaneteke pîroz in, çimkî ew “ji Xudan mîras in” (Zeb. 127:3). Gerek hûn vê emanetê rind xwedî bikin. Hûn çawa dikarin zarokên xwe ji îstismarê biparêzin?

20 A yekê, di heqê îstismarê de melûmatê bistînin. Hîn bin ku çi cure mirov zarokan îstismar dikin û wan bi kîjan metodan dixapînin. Hay ji talûkeyan hebin (Mtl. 22:3; 24:3). Ji bîr nekin ku gelek caran, kesên ku zarokan îstismar dikin, kesên nas û nêzik in.

21 A diduyan, bi zarokên xwe bi awayekî vekirî sohbet bikin (5. Mû. 6:6, 7). Rind guh bidin wan (Aqûb 1:19). Li piraniya zarokan zor tê ku behsa îstismarê bikin. Dibe ku ew bitirsin ku dê û bavê wan bi gotinên wan bawer nekin, an jî dibe ku fail ew dan tirsandin ji bo ku ew îstismarê veşêrin. Eger hûn texmîn dikin ku derdek heye, pirsên nazik bipirsin û bi sebir guh bidin cewabên wan.

22 A sisêyan, zarokên xwe perwerde bikin. Li gor emrê wan, di heqê cinsîtiyê de melûmatê bidin wan. Hînî wan bikin ku gerek ew çi bibêjin û çi bikin eger kesek bixwaze bi awayekî xerab dest bide wan. Bala xwe bidin agahdariya ku teşkîlata Xwedê li ser parastina zarokan hazir kiriye (li çarçoveya “ Xwe û Zarokên Xwe Perwerde Bikin” binêrin).

23. Em li îstismara zarokan çawa dinêrin? Meqaleya din wê cewaba kîjan pirsê bide?

23 Şahidên Yehowa, îstismara zarokan wek sûcekî giran û xerabiyeke mezin dibînin. Em li gor qanûna Mesîh dijîn, û em kesên ku zarokan îstismar dikin ji netîceyên vê sûcê naparêzin. Lê belê em çawa dikarin alî mexdûrên îstismarê bikin? Meqaleya din wê cewaba vê pirsê bide.

KILAM 103 Şivanên Me Pêşkêş in

^ par. 5 Ev meqale nîşan dide ku zarok çawa dikarin ji îstismara cinsî bên parastin. Emê bielimin ku mesûliyeta kalên civatê çi ye û dê û bav çawa dikarin zarokên xwe biparêzin.

^ par. 3 NOT: Îstismara cinsî ya zarokan ev e ku mezinek ji bo xwestekên xwe yên cinsî zarokan bi kar tîne. Mesela, minasebeta cinsî, minasebeta oral an anal, mistdayîna organên cinsî, memik an qûnê an hereketên din ên pîs gişt îstismara cinsî ne. Piraniya mexdûran keçik in, lê gelek lawik jî tên îstismar kirin. Fail bi gelemperî mêr in, lê hin jin jî zarokan îstismar dikin.

^ par. 5 NOT: Li vê meqaleyê û li meqaleya din, peyva “mexdûr” tê maneya kesekî ku di zaroktiya xwe de ji aliyê cinsî ve hatibû îstismar kirin. Em vê peyvê bi kar tînin ji bo ku bê fehm kirin ku zarok hatiye êşandin û ku ew bêsûc e.

^ par. 11 Nexweşiya ruhî mazeret nîne ku mirov gunehên giran bike. Kesekî ku sûcê dike ji kirinên xwe yên xerab bi temamî mesûl e, û ewê hesabê bide Yehowa (Rom. 14:12).

^ par. 16 Ji bo ku zarok hê jî zêdetir aciz nebe, ne lazim e ku zarok li wê derê hazir be gava kalên civatê tevî kesê sûcdarkirî dipeyivin. Dê, bav an kesekî din, ê ku zarok pê baweriyê tîne, dikare ji kalên civatê re bibêje ku çi qewimiye.

^ par. 19 Şîretên vê meqaleyê hem ji bo dê û bavan hem jî ji bo weliyên qanûnî an kesên din, ên ku ji xwedîkirina zarokan mesûl in, tên dayîn.