Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 22

Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bibîne

Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bibîne

“Ya herî qenc hilbijêrin” (FLP. 1:10).

KILAM 35 Kîjan Here Qenc e Em wê Bijbêrin

PÊŞGOTIN *

1. Li hinekan çima zor tê ku lêkolînê bikin?

ÎRO gelek mirov pir dixebitin ku debara xwe bikin. Gelek xwişk û birayên me jî bi gelek saetan dixebitin ku xwarin, kinc û hewcedariyên malbata xwe tedarek bikin. Hin kes ji bo çûn û hatina cihê xebata xwe gelek saetan li ser rê xerc dikin. Wekî din, hin kes xebateke giran dikin ku debara xwe bikin. Li dawiya rojê, ev xwişk û bira pir westiyayî dibin! Ji ber vê yekê, carinan halê wan tune ku lêkolînê bikin.

2. Tu kengê lêkolînê dikî?

2 Dîsa jî, lazim e ku em Peyva Xwedê û weşanên me baş lêkolîn bikin. Dostaniya me bi Yehowa û jiyana meye herheyî bi vê yekê ve girêdayî ye (1. Tîm. 4:15). Hin kes her roj zû radibin ku lêkolînê bikin, gava ferdên malbatê hê razayî ne û hişê wan jî rihet e. Hinek jî êvarê çend deqeyan vediqetînin ku Kitêba Pîroz û weşanan lêkolîn bikin û li ser wan kûr bifikirin.

3-4. Hejmara weşanan çima hatiye kêm kirin?

3 Bêguman pir muhîm e ku em ji bo lêkolînê wext veqetînin. Lê gerek em çi lêkolîn bikin? Dibe ku tu wisa bifikirî: “Ev qas weşanên me hene ku ez pê re nagihîjim ku wan hemûyan bixwînim.” Wexta hin xwişk û birayên me heye ku ji hemû tedarekên ruhî feyde bibînin, lê ev yek ji bo gelek kesan pir zor e. Koma Rêberiyê vêya baş dizane. Loma, rêberî hatiye dayîn ku hejmara weşanên çapkirî û elektronîk bê kêm kirin.

4 Mesela, kitêba Yearbook êdî nayê weşandin, çimkî gelek serpêhatiyên xweş êdî li ser malperên jw.org® û JW Broadcasting® hene. Wekî din, çapa kovarên umûmî ya Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin! niha di salekê de tenê sê caran tên weşandin. Ev guhartin ne ji bo vê ye ku em zêdetir bi îşên din ve mijûl bibin, lê ji bo ku em baştir bala xwe bidin tiştên “herî qenc” (Flp. 1:10). Bila em bibînin ku em çawa dikarin tiştên herî muhîm bixin cihê pêşîn û ji lêkolîna şexsî zêdetir feyde bibînin.

TIŞTÊN MUHÎM BIXE CIHÊ PÊŞÎN

5-6. Gerek em kîjan weşanan lêkolîn bikin?

5 Ji bo me, tiştên herî muhîm çi ne? Helbet gerek em her roj ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz wext veqetînin. Beşên ku gerek em her hefte ji bo xwendina Kitêba Pîroz a civatê bixwînin hatine kêm kirin. Bi saya vê, em dikarin zêdetir li ser van beşan kûr bifikirin û lêkolînê bikin. Mexseda me gerek ne tenê ev be ku em malzemeyê zû bi zû bixwînin, lê gerek em îzin bidin ku gotinên Kitêba Pîroz li ser dilê me tesîr bikin ku em nêziktirî Yehowa bibin (Zeb. 19:14).

6 Gerek em kîjan malzemeyên din rind lêkolîn bikin? Wê helbet baş be ku em ji bo Lêkolîna Birca Çavdêriyê, ji bo Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê û ji bo qismên din ên civîna Jiyan û Xizmetê haziriyê bikin. Wekî din, wê baş be ku em hemû kovarên Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin! bixwînin.

7. Eger em nikaribin xwe bigihînin hemû weşanên elektronîk, gelo lazim e ku em dilteng bibin?

7 Dibe ku tu wisa bifikirî: “Baş, lê ji xeynî van tiştan li ser malperên jw.org û JW Broadcasting jî gelek weşan hene. Ez çawa dikarim xwe bigihînim ew qas tiştan!” Bala xwe bide vê mîsalê: Li bufeya restoranekê cure cure xwarin hene. Muşterî tu caran nikarin hemûyan tehm bikin. Loma ew tenê hin cureyan hildibijêrin. Mîna vê, eger tu nikarî xwe bigihînî hemû weşanên elektronîk, dilteng nebe! Çi ku ji destê te tê, wê bixwîne an lê temaşe bike. Niha emê bibînin ku lêkolîn bi rastî çi ye û em çawa dikarin ji lêkolînê zêdetir feyde bibînin.

JI BO LÊKOLÎNÊ XÎRET LAZIM E

8. Wê baş be ku em Birca Çavdêriyê çawa lêkolîn bikin, û ev yek çima bifeyde ye?

8 Lêkolîn ev e ku mirov bala xwe bide tiştê ku ew dixwîne da ku ew tiştekî hîn bibe. Lêkolîn ne tenê ev e ku mirov malzemeyê zû bi zû bixwîne û cewaban îşaret bike. Mesela, gava tu ji bo Lêkolîna Birca Çavdêriyê haziriyê dikî, serê pêşîn pêşgotina li serê meqaleyê bixwîne. Paşê, li temaya meqaleyê, li sernivîsan û li pirsên dubarekirinê binêre. Pişt re, meqaleyê hêdî hêdî bixwîne. Bala xwe bide cimleya sereke, ya ku bi gelemperî cimleya ewilî ya her paragrafê ye. Cimleya ewilî gelek caran nîşan dide ku armanca paragrafê çi ye. Gava tu meqaleyê dixwînî, bifikire ku her paragraf bi sernivîsê ve û bi temaya sereke ve çawa girêdayî ye. Peyvên nenas û nuqteyên ku tu dixwazî li ser van zêdetir lêkolînê bikî, îşaret bike.

9. (a) Gava em Birca Çavdêriyê lêkolîn dikin, çima lazim e ku em bala xwe bidin ayetan, û em çawa dikarin vêya bikin? (b) Li gor Yêşû 1:8, ji xeynî vê ku em ayetan bixwînin, gerek em çi bikin?

9 Lêkolîna Birca Çavdêriyê lêkolîna Kitêba Pîroz e. Ji ber vê yekê, bala xwe bide ayetan, bîlhesa ayetên ku li civatê wê bên xwendin. Bifikire ku peyv an cimleyên sereke yên ayetan çawa bi paragrafê ve girêdayî ne. Wekî din, li ser ayetên ku tu dixwînî kûr bifikire û bîne ber çavê xwe ku tu çawa dikarî van ayetan di jiyana xwe de bi kar bînî (Yêşû 1:8 bixwîne).

Dê û bavno, zarokên xwe hîn bikin ku gerek ew çawa lêkolînê bikin (Li paragrafa 10an binêre) *

10. Li gor Îbranî 5:14, dê û bav çima gerek li Îbadeta Malbatê zarokên xwe hîn bikin ku çawa lêkolîn û lêgerînê bikin?

10 Dê û bav helbet dixwazin ku zarokên wan ji Îbadeta Malbatê kêfê bistînin. Lê belê, her çi qas lazim e ku dê û bav bizanibin ku ewê li Îbadeta Malbatê çi lêkolîn bikin, ne hewce ye ku ew her hefte projeyên xisûsî û heyecandar çêkin. Helbet, dê û bav dikarin ji bo Îbadeta Malbatê li ser JW Broadcasting li bernameya mehê temaşe bikin an projeyeke xisûsî wek modeleke gemîya Nûh çêkin, lê ji xeynî vê, lazim e ku zarok hîn bibin ku çawa lêkolînê bikin. Mesela, gerek ew hîn bibin ku çawa ji bo civînan haziriyê bikin an ji bo pirs an problemeke ku li mektebê derketiye, çawa lêgerînê bikin (Îbranî 5:14 bixwîne). Eger ew ji berê de li malê lêkolînê bikin, ewê li civînan bala xwe baş bidin ne tenê vîdeoyan, lê gotaran jî. Helbet, gerek dê û bav li gor emir û şexsiyeta zarokan qerarê bidin ku Îbadeta Malbatê çi qas wext bikişîne.

11. Çima muhîm e ku em hînî xwendekarên xwe bikin ku ew xwe bi xwe lêkolînê bikin?

11 Xwendekarên me jî gerek hînî lêkolînê bibin. Gava ew nû dest bi kursa Kitêba Pîroz dikin, em kêfxweş dibin gava ew ji bo kursê an ji bo civînan cewaban îşaret dikin. Lê gerek em wan hîn bikin ku ew çawa dikarin xwe bi xwe hûr û kûr lêkolîn û lêgerînê bikin. Bi vî awayî, eger problemek derkeve, li şûna ku ji kesekî bipirsin, ewê karibin xwe bi xwe di weşanên teşkîlatê de lêgerînê bikin û şîretên hewce bibînin.

LÊKOLÎNA BI ARMANCEKÊ

12. Gava em lêkolînê dikin, dibe ku armancên me çi bin?

12 Eger tu ji lêkolînê pir hez nakî, tu belkî difikirî ku tu nikarî ji lêkolînê kêfê bistînî. Lê bi eslê xwe, tu dikarî! Mesela, tu dikarî wexta lêkolînê di serî de kin derbas bikî û paşê hêdî hêdî zêde bikî. Ji xwe re armancekê deyne. Helbet, armanca meye herî muhîm ev e ku em nêzikî Yehowa bin. Wekî din, em dikarin armancên biçûk jî deynin. Mesela, em dikarin li cewaba pirsa kesekî din bigerin an li ser problemeke xwe lêgerînê bikin.

13. (a) Ciwan çawa dikarin baweriya xwe li mektebê biparêzin? Mîsalekê bide. (b) Tu çawa dikarî şîreta ji Kolosî 4:6 bi kar bînî?

13 Mesela, dibe ku tu diçî mektebê û hin hevaldersên te bawer nakin ku Xwedê heye. Tu dixwazî rastiya Kitêba Pîroz biparêzî, lê tu nizanî ku gerek tu vêya çawa bikî. Îcar gerek tu dest bi projeyeke lêkolînê bikî. Bi saya vê, tu dikarî bigihîjî du armancan: (1) Tu dikarî baweriya xwe xurttir bikî ku Xwedê bi rastî heye û (2) tu dikarî hunerên xwe zêde bikî ku tu karibî rastiya Kitêba Pîroz biparêzî (Rom. 1:20; 1. Ptr. 3:15). Ji xwe wisa bipirse: “Hevaldersên min çima bawer nakin ku Xwedê heye?” Paşê, di weşanên me de hûr û kûr lêgerînê bike. Tuyê bibînî ku ew qas zor nîne ku tu baweriya xwe biparêzî. Gelek kesên ku bawer nakin ku Xwedê heye tenê di bin tesîra kesên bi nav û deng de ne. Loma bi alîkariya yek du nuqteyên xweş, dibe ku tu karibî cewabeke baş bidî kesên ku ji dil dixwazin melûmatê bistînin (Kolosî 4:6 bixwîne).

XWESTEKA ELIMÎNÊ ZÊDE BIKE

14-16. (a) Tu çawa dikarî di heqê kitêbekê de zêdetir melûmatê bistînî, ya ku tu rind nas nakî? (b) Ayetên nîşankirî çawa dikarin alî te bikin ku tu kitêba Amos zêdetir fehm bikî? (Li çarçoveya “ Serpêhatiyên Kitêba Pîroz Bîne ber Çavê Xwe” jî binêre.)

14 Ferz bike ku li civînê, yek ji kitêbên biçûk ên Kitêba Pîroz wê bê muzakere kirin, lê tu di heqê vê kitêbê de pir tişt nizanî. Tuyê çi bikî? Gava pêşîn, tu dikarî xwesteka xwe zêde bikî ku di heqê nivîsên vî nivîskarî de zêdetir melûmatê bistînî. Lê çawa?

15 A pêşîn, ji xwe wisa bipirse: “Ez di heqê nivîskarê vê kitêbê de çi dizanim? Ew yekî çawa bû, li ku derê dijiya û îşê wî çi bû?” Eger em di heqê nivîskar de zêdetir melûmatê bistînin, emê belkî baştir fehm bikin ku wî çima hin gotin û mîsal bi kar dianîn. Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, bala xwe bide cimleyên ku şexsiyeta nivîskar eyan dikin.

16 A diduyan jî, li ser vê bifikire ku kitêb kengê hat nivîsandin. Ev melûmat li “Cedwela Kitêbên Kitêba Pîroz” li dawiya Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz tê nîşan dayîn, a ku bi gelek zimanan hatiye weşandin. Wekî din, tu dikarî li broşûra Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz, rûpelên 14 heta 17an (bi Kurmanciya Qafkasyayê), binêrî. Eger kitêba ku tu dixwinî di heqê pêxembertiyê de ye, wê baş be ku tu di heqê hal û rewşa wê demê de melûmatê bistînî. Pêxember dixwest kîjan kirin û nêrînên xerab rast bikirana? Hevdemên wî kî bûn? Ji bo ku tu rewş û halê wê demê baştir fehm bikî, dibe ku ji te re lazim be ku tu li çavkaniyên din jî binêrî. Mesela, eger tu dixwazî rind fehm bikî ku di demê Amos de çi qewimîbû, tu dikarî li ayetên ku ji bo Amos 1:1 tên nîşan dayîn, binêrî. Wekî din, tu dikarî kitêba Hoşeya bixwînî, çimkî ew bi îhtimaleke mezin hevdemê Amos bû. Bi saya van çavkaniyan tuyê karibî şertên dema Amos baştir fehm bikî (2. Qra. 14:25-28; 2. Dîr. 26:1-15; Hoş. 1:1-11; Amos 1:1).

BALA XWE BIDE HÛRGILIYAN

17-18. Eger em bala xwe bidin hûrgiliyan, ev yek çawa dikare alî me bike ku em ji lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir kêfê bistînin? Mîsaleke ji paragrafê an mîsaleke xwe bide.

17 Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, wê baş be ku em bala xwe bidin hûrgiliyan jî. Mesela, bifikire ku tu beşa 12an a kitêba Zekerya dixwînî, ya ku ji berê de behsa mirina Mesîh kiribû (Zek. 12:10). Ayeta 12an dibêje ku “eşîra mala Natan” wê seba mirina Mesîh şînê bigire. Li şûna ku em zû bi zû ji vê hûrgiliyê derbas bin, em dikarin ji xwe bipirsin: “Mala Natan çawa bi Mesîh ve girêdayî ye? Li ser vê mijarê, gelo zêdetir melûmat heye?” Gerek em wek “dedektîfan” bixebitin. Yek ji ayetên nîşankirî, 2. Samûyêl 5:13, 14 e, ya ku behsa kurekî Dawid ê bi navê “Natan” dike. Wekî din, Lûqa 3:23, 31 nîşan dide ku Îsa ji aliyê Meryemê ve rasterast ji zuriyeta Natan bû (li nota lêkolînê ya li ser Lûqa 3:23, “Ûsiv, kurê Elî” binêre). Ma ev ne tiştekî balkêş e? Te jixwe zanibû ku Îsa ji zuriyeta Dawid bû (Met. 22:42). Lê belê, zêdetirî 20 kurên Dawid hebûn. Bi rastî jî balkêş e ku Zekerya ji berê de gotibû ku bîlhesa mala Natan wê li ser mirina Îsa şîn bigirta.

18 Bila em li mîsaleke din binêrin. Li beşa yekê ya kitêba Lûqa, em dixwînin ku melek Cibrayîl hat ziyareta Meryem û jê re wisa got: “Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Û ewê her û her li ser mala Aqûb padîşahiyê bike” (Lûqa 1:32, 33). Dibe ku em herî zêde bala xwe bidin ser vê ku Îsa wê wek “Kurê Yê Herî Berz” bihata bi nav kirin. Lê belê, Cibrayîl di heman demê de got ku Îsa wê “padîşahiyê bike”. Gelo peyvên Cibrayîl ji bo Meryemê dihat çi maneyê? Gelo ew difikirî ku kurê wê li şûna Hêrodês an yek ji xelefên wî bibûya padîşah? Eger Îsa bibûya padîşah, Meryem wê bibûya diya padîşah, û malbata Meryemê wê li serayê bimaya. Lê belê Kitêba Pîroz nabêje ku Meryemê ji Cibrayîl re behsa tiştekî wisa kiriye, û wê wek du şandiyên Îsa tu caran nedixwest ku li Padîşahiyê îmtiyazeke xisûsî bistîne (Met. 20:20-23). Ev hûrgilî rêyî me dide ku Meryem yeke pir dilnizm bû!

19-20. Li gor Aqûb 1:22-25 û 4:8, gerek em bi kîjan armancan lêkolînê bikin?

19 Gava em Peyva Xwedê û weşanên Şahidên Yehowa lêkolîn dikin, gerek em ji bîr nekin ku armanca meye herî muhîm ev e ku em nêziktirî Yehowa bibin û dilê wî şa bikin (Aqûb 1:22-25; 4:8 bixwîne). Loma gerek em berî lêkolînê ji Yehowa re dua bikin û ruhê pîroz bixwazin. Gerek em ji wî lava bikin ku em ji malzemeyan feyde bistînin û fehm bikin ku gerek em di jiyana xwe de kîjan guhartinan bikin.

20 Bila em jî wek wî zilamî bibin, ê ku li kitêba Zebûrê wisa tê tarîf kirin: “Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire. ... Her karê ku dike qenc dike” (Zeb. 1:2, 3).

KILAM 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

^ par. 5 Yehowa bi zêdeyî weşanên ji bo temaşekirin, xwendin û lêkolînê dide me. Ev meqale wê alî te bike ku tu ji xwe re weşanên lêkolînê hilbijêrî û ku tu ji lêkolîna şexsî zêdetir feyde bistînî.

^ par. 61 RESIM: Dê û bav rêyî zarokên xwe dikin ku ew çawa dikarin ji bo Lêkolîna Birca Çavdêriyê haziriyê bikin.

^ par. 63 RESIM: Birayekî me li ser Amos lêkolînê dike. Resmên li piştî wî nîşan didin ku ew li ser çi difikire gava ew Kitêba Pîroz dixwîne.