Here Naverokê

Here naverokê

Bi Ronahiya Xwe Pesnê Yehowa Bide

Bi Ronahiya Xwe Pesnê Yehowa Bide

“Bila ronahiya we jî li ber mirovan wusa şewq bide, da ku ... pesnê Bavê we yê li ezmanan bidin” (MET. 5:16).

KILAM: 77, 59

1. Em çima pir şa ne?

RONAHIYA xizmetkarên Yehowa li her derê xuya dibe. Sala par, Şahidên Yehowa zêdetirî 10 milyon kursên Kitêba Pîroz îdare kirin. Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, bi milyonan kesên eleqedar elimîn ku fîdye çawa hezkirina Xwedê eyan dike (1. Yûh. 4:9).

2, 3. (a) Kîjan asteng nikare yekîtiya xizmetkarên Xwedê xera bike? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

2 Li seranserê dinyayê, xizmetkarên Yehowa bi gelek zimanên cuda dipeyivin. Dîsa jî, em di yekîtiye de pesnê Yehowa didin (Pey. 7:9). Ziman û welatê me çi be jî, em dikarin ‘ronahiyê bidin’ (Flp. 2:15).

3 Bi saya xizmeta xwe, yekîtiya xwe û hişyarbûna xwe, em pesnê Yehowa didin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin li van waran ronahiya xwe eyan bikin (Metta 5:14-16 bixwîne).

MIZGÎNÊ BELAV BIKE

4, 5. (a) Ji xeynî belavkirina mizgînê, em çawa dikarin ronahiya xwe eyan bikin? (b) Eger em bi rûkenî silavan bidin mirovan, dibe ku netîce bibe çi? (Li resmê ewilî binêre.)

4 Gava em mizgînê belav dikin û mirovan dikin şagirtên Îsa, em ronahiya xwe eyan dikin (Met. 28:19, 20). Li sala 1925an, meqaleya bi temaya “Di Tariyê de Ronahî” wisa gotibû: “Bêyî ku em ronahiya xwe eyan bikin ... em nikarin li van rojên dawîn ji Xwedê re dilsoz bimînin. Loma gerek em mizgînê bidin hemû miletan û li ser riya ronahiyê bimeşin” (The Watch Tower, 1 Hezîran 1925). Ji xeynî belavkirina mizgînê, em dikarin bi hal û hereketên xwe pesnê Yehowa bidin. Wexta ku em li xizmetê ne, gelek mirov me dibînin. Eger em bi rûkenî silavan bidin mirovan, ewê hem der heqê me de hem jî der heqê Xwedayê me de baş bifikirin.

5 Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Gava ku hûn ketin malekê, silavê lê bikin” (Met. 10:12). Di herêma Îsa de, mirovan kesên xerîb li mala xwe mêvan dikirin. Li gelek deran, ev adet êdî winda bûye. Gava mirov kesekî nenas dibînin, ew carinan ditirsin an aciz dibin. Lê belê eger em bi rûkenî û bi nezaket bi wan re bipeyivin, dibe ku ew xwe rihettir hîs bikin. Mesela, gava em bi dezgehê weşanan ve derdikevin xizmeta umûmî, îfadeya rûyê me pir muhîm e. Eger em bi rûkenî silavan bidin mirovan, dibe ku zêdetir kes weşanan bixwazin û bi me re sohbet bikin.

6. Jin û mêrekî extiyar bi kîjan metodê xizmet dikin?

6 Li Îngilistanê, jin û mêrekî extiyar seba nexweşiyê êdî nikarin herin xizmeta mal bi mal. Loma wan li ber mala xwe weşanan datînin li ser maseyekê. Nêzikî mala wan mektebek heye, û gava dê û bav zarokên xwe ji mektebê dibin malê, hinek li ber maseya wan disekinin û weşanan dixwazin, mesela broşûr an kitêbên ji bo zarok û ciwanan. Xwişkeke pêşeng carinan tevî wan xizmet dike. Bi saya nezaketa wê û xîreta jin û mêrê extiyar, bavekî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir.

7. Em çawa dikarin alî xerîban bikin?

7 Di van salan de, gelek kes ji welatê xwe reviyan û çûn welatên din. Em çawa dikarin alî wan bikin ku ew Yehowa nas bikin û mexseda wî bielimin? A yekê, wê baş be ku em bielimin ku bi zimanê wan “Rojbaş!” çawa tê gotin. Bi saya sepana JW Language, em dikarin hin cimleyên bi zimanê wan bielimin. Wekî din, em dikarin bala wan bikişînin ser malpera jw.org û nîşanî wan bidin ku bi zimanê wan kîjan weşan û vîdeo hene (5. Mû. 10:19).

8, 9. (a) Civîna Jiyan û Xizmetê çawa alî me dike? (b) Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew li civînan cewaban bidin?

8 Bi saya Civîna Jiyan û Xizmetê, em dikarin hunera xwe ji bo xizmetê zêde bikin. Melûmatên ku di vê civînê de tên dayîn cesareta me zêde dikin ku em mirovan dîsa ziyaret bikin û kursên Kitêba Pîroz îdare bikin.

9 Gelek kesên ku nû tên civînên me ji cewabên zarokên me re heyran dimînin. Loma wê baş be ku dê û bav alî zarokên xwe bikin ku ew cewabên hêsan bidin, ên ku ji dil tên. Cewabên zarokên me dikarin bibin sebeb ku rastiya Kitêba Pîroz bikeve dilê mirovan (1. Kor. 14:25).

YEKÎTIYA ME BI PÊŞ BIXE

10. Îbadeta malbatê ji bo yekîtiya malê çima muhîm e?

10 Ji bo ku em ronahiya xwe eyan bikin, gerek em yekîtiya malbata xwe û yekîtiya civatê bi pêş bixin. Ji bo malbatan, wê baş be ku îbadeta malbatê her hefte pêk bê. Mesela, gelek malbat li bernameya JW Broadcasting temaşe dikin û paşê li ser nuqteyên muhîm şêwir dikin. Ji bîr neke ku hewcedariyên zarokan û hewcedariyên ciwanan ji hev cuda ne. Loma ji bo îbadeta malbatê malzemeyeke wisa hilbijêre ku her kes feyde bistîne (Zeb. 148:12, 13).

Wê baş be ku em bi xwişk û birayên extiyar re eleqedar bibin (Li paragrafa 11an binêre)

11-13. Em çawa dikarin yekîtiya civatê bi pêş bixin û alî kesên din bikin ku ew ronahiya xwe eyan bikin?

11 Zarok û ciwanno, hûn çawa dikarin yekîtiya civatê bi pêş bixin û kesên din teşwîq bikin ku ew ronahiya xwe eyan bikin? Mesela, wê baş be ku hûn bi xwişk û birayên extiyar re eleqedar bibin. Ji wan bipirsin ku ew çawa bi salan ji Yehowa re dilsoz mane. Hûn dikarin ji serpêhatiyên wan gelek dersan bistînin. Ev yek hem ji bo we hem jî ji bo wan pir bifeyde ye. Wekî din, gava mêvanên nû tên civînên me, hûn dikarin ji wan re bibêjin “Bi xêr hatin!” û alî wan bikin ku ew ji xwe re cihekî rûniştinê bibînin. Wan bi xwişk û birayan bidin nas kirin û alî wan bikin ku ew xwe xerîb nehesibînin.

12 Birayên ku civînên xizmetê îdare dikin dikarin alî kesên extiyar bikin ku ew ronahiya xwe eyan bikin. Mesela, ew dikarin kesên extiyar ji bo xizmetê bişînin warên hêsan û nêzik. Wekî din, mizgînvanên ciwan dikarin tevî wan herin û piştgiriya wan bikin. Xwişk û birayên extiyar an nexweş carinan xemgîn dibin ji ber ku ew êdî nikarin wek berê derkevin xizmetê. Bi kesên wisa re eleqedar bibe û cesaret bide wan. Belê, fehmdarî û nezaketa te wê alî her kesî – kesên ciwan û extiyar û kesên nû û bitecrûbe – bike ku ew mizgînê bi xîret belav bikin (3. Mû. 19:32).

13 Zebûrbêj wisa got: “Çiqas qenc e, çiqas xweş e, di yekîtiyê de jiyana biratî!” (Zebûr 133:1, 2 bixwîne). Xizmetkarên Yehowa yên berê bi hev re îbadet dikir. Tesîra yekîtiya wan wek rûnê bêhnxweş bû, yê ku çermê mirov nerm dike. Ma tu naxwazî tesîreke wisa bikî û yekîtiya xwişk û birayan xurttir bikî? Eger tu jixwe wisa dikî, ev tiştekî baş e. Dîsa jî, gelo tu dikarî dilê xwe hê firehtir bikî, yanî bi zêde xwişk û birayan re hevaltiyê bikî? (2. Kor. 6:11-13).

14. Tu çawa dikarî ronahiya xwe li ber cîranên xwe eyan bikî?

14 Em dikarin ronahiya xwe li her derê eyan bikin. Mesela, bi saya hal û hereketên xwe yên nazik, dibe ku hin cîranên me bixwazin Yehowa nas bikin. Ji xwe wisa bipirse: “Cîranên min der heqê min de çi difikirin? Gelo mal û baxçeyê min bi rêk û pêk e? Gelo ez hazir im ku alî cîranên xwe bikim?” Ji xwişk û birayên din bipirsin ku hal û hereketên wan ên baş li ser meriv, cîran, hevalkar an hevaldersên wan çawa tesîr kiriye (Ef. 5:9).

HIŞYAR BIMÎNE

15. Çima muhîm e ku em hişyar bimînin?

15 Eger em dixwazin ronahiya xwe şewq bidin, gerek em rind fehm bikin ku dawiya vê dinyayê êdî nêzik e. Îsa çend caran ji şagirtên xwe re wisa got: “Hişyar bimînin” (Met. 24:42; 25:13; 26:41). Eger em bifikirin ku “tengahiya mezin” hê dûr e, dibe ku em di xizmetê de xîreta xwe winda bikin (Met. 24:21). Li şûna ku tu ronahiya xwe eyan bikî, dibe ku ronahiya te kêm bibe û bitemire.

16, 17. Ji bo ku em hişyar bimînin, gerek em çi bikin?

16 Dinya her ku diçe xerabtir dibe. Loma lazim e ku em hişyar bimînin. Em rind dizanin ku li wexta minasib, Yehowa wê vê dinyayê helak bike (Met. 24:42-44). Heta ku ew roj bê, gerek em sebir bikin û her tim hişyar bimînin. Kitêba Pîroz her roj bixwîne û her tim dua bike (1. Ptr. 4:7). Xwişk û birayên ku bi salan ji aliyê ruhî ve hişyar mane, ji xwe re bike nimûne. Weşanên me behsa gelek xwişk û birayên dilsoz dikin.

17 Her tim bi îşê Yehowa mijûl bibe û tevî xwişk û birayan hevaltiyê bike. Eger tu wisa bikî, wext wê zû derbas bibe (Ef. 5:16). Sed sal berê, xwişk û birayên me pir îş dikir. Lê belê niha, em bi rêberiya Yehowa hê jî zêdetir îş dikin, û ronahiya me geş bûye.

Ziyaretên şivantiyê derfetê didin me ku em hîkmeta Xwedê bistînin (Li paragrafên 18 û 19an binêre)

18, 19. Kalên civatê çawa dikarin alî me bikin ku em hişyar bimînin?

18 Em hemû gunehkar in, lê Yehowa xizmeta me dîsa jî qebûl dike. Yehowa bi destê kalên civatê alî me dike (Efesî 4:11, 12 bixwîne). Kalên civatê hediyeyên Yehowa ne. Loma gava kalên civatê bên ba te, guh bide hîkmet û şîretên wan.

19 Li Îngilistanê, jin û mêrekî ji du kalên civatê alîkarî xwestibû. Xwişka me xemgîn bû ji ber ku zilamê wê ji aliyê ruhî ve rind rêberî nedikir. Birayê me qebûl kir ku ew mamosteyekî baş nîne, û wî ji bo îbadeta malbatê bernameyeke bidewamî çênekiribû. Kalên civatê bala jin û mêr kişand li ser nimûneya Îsa, yê ku her tim li hewcedariyên şagirtên xwe dinêrî. Wan şîret da birayê me ku ew Îsa ji xwe re bike nimûne. Wekî din, wan ji xwişka me re got ku gerek ew sebir bike. Ji xeynî vê, kalên civatê rêyî wan da ku ew çawa karibin tevî zarokên xwe îbadeta malbatê îdare bikin (Ef. 5:21-29). Birayê me pir hewl da ku van şîretan bîne cih û ji malbata xwe re baştir rêberiyê bike. Kalên civatê ew teşwîq kir ku ew dev ji xîreta xwe bernede û xwe bispêre ruhê Yehowa. Di netîceyê de, vê malbatê ji hezkirin û alîkariya kalên civatê pir feyde dît.

20. Eger tu ronahiya xwe eyan bikî, netîce wê bibe çi?

20 Zebûrbêj wisa strand: “Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin” (Zeb. 128:1). Belê, eger tu ronahiya xwe eyan bikî, dilê te wê şa bibe. Loma ji kesên din re behsa Xwedê bike, yekîtiya malbata xwe û yekîtiya civata xwe bi pêş bixe û hişyar bimîne. Bi saya hal û hereketên te yên baş, kesên din jî wê bixwazin pesnê Bavê me Yehowa bidin (Met. 5:16).