Here Naverokê

Here naverokê

Bila Em Bibin Yek, Çawa ku Yehowa û Îsa Yek in

Bila Em Bibin Yek, Çawa ku Yehowa û Îsa Yek in

“Ez ... dua dikim, da ku hemû bibin yek. Ya Bavo, çawa tu bi min re yî û ez bi te re me, bila ew jî bi me re bin” (YÛH. 17:20, 21).

KILAM: 24, 99

1, 2. (a) Gava Îsa cara paşîn tevî şandiyên xwe dua kir, wî çi xwest? (b) Dibe ku Îsa çima bala xwe da yekîtiyê?

GAVA Îsa tevî şandiyên xwe şîva dawîn xwar, wî behsa yekîtiyê kir. Di duaya xwe de, wî xwest ku hemû şagirtên wî bibin yek, çawa ku ew û Xwedê yek in (Yûhenna 17:20, 21 bixwîne). Yekîtiya wan wê îsbat bikira ku Îsa ji aliyê Yehowa ve hatiye şandin dinyayê. Eger di nav wan de hezkirin hebe, mirovên din wê fehm bikira ku ew bi rastî jî şagirtên Îsa ne (Yûh. 13:34, 35).

2 Îsa çima bala xwe da yekîtiyê? Wî dîtibû ku şandiyên wî bi temamî ne di yekîtiyê de ne. Mesela, wê şevê şandiyên Îsa muneqeşe kir “ka kî ji wan wê yê mezin bê hesibandin” (Lûqa 22:24-27; Mar. 9:33, 34). Careke din, Aqûb û Yûhenna xwestibû ku Îsa di Padîşahiya xwe de mertebeyên bilind bide wan (Mar. 10:35-40).

3. Ji bo yekîtiya şagirtên Îsa kîjan talûke hebûn? Emê niha li ser kîjan pirsan bişêwirin?

3 Ji xeynî xwesteka şan û şohretê, ji bo yekîtiya şagirtên Îsa talûkeyên din jî hebûn. Li wê demê, di welatê wan de gelek dijminahî û pêşhikum hebûn. Wê lazim bibûya ku şagirtên Îsa tiştên wisa ji dilê xwe derxînin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin van pirsan: Îsa li hemberî pêşhikuman çi dikir? Wî çawa alî şagirtên xwe dikir ku ew mirovan ji hev cihê nekin û bi rastî di yekîtiyê de bin? Kirin û gotinên Îsa çawa dikarin alî me bikin ku em yekîtiya xwe biparêzin?

PÊŞHIKUMÊN LI HEMBERÎ ÎSA Û ŞAGIRTÊN WÎ

4. Îsa rastî kîjan pêşhikuman dihat?

4 Îsa jî rastî pêşhikuman dihat. Gava Filîpos ji Natanyêl re got ku wî Mesîh dîtiye, Natanyêl wisa got: “Ma ji Nisretê tiştekî qenc dikare derkeve?” (Yûh. 1:46). Xuya ye ku Natanyêl dizanibû ku li gor Mîka 5:2, Mesîh wê li Beytlehemê bê dinyayê. Loma dibe ku ew difikirî ku Mesîh nikare ji Nisretê bibe. Wekî din, Cihûyên bi nav û deng Îsa qebûl nedikir ji ber ku ew ji xelkê Celîlê bû (Yûh. 7:52). Gelek Cihûyan xelkê Celilê kêm didîtin. Hinekan jî ji wî re digot: “Tu ji Sameryayê yî” (Yûh. 8:48). Ji aliyê dîn û kokê ve, xelkê Sameryayê ji Cihûyan ji hev cuda bûn. Hem Cihûyan hem jî Celîliyan qîmet nedida xelke Sameryayê û ji wan dûr disekinîn (Yûh. 4:9).

5. Şagirtên Îsa rastî kîjan pêşhikuman dihatin?

5 Alimên Cihû jî şagirtên Îsa kêm didîtin. Fêrisiyan ew wek kesên “nifirlêbûyî” didîtin (Yûh. 7:47-49, Pirtûka Pîroz [Zebûr û Încîl]). Belê, wan mirovên ku medreseyên wan xelas nekirine an li gor urf û adetên wan hereket nakin, bêqîmet dihesibandin (Kar. 4:13). Îsa û şagirtên wî rastî pêşhikuman dihatin ji ber ku mirovên din xwe ji aliyê dîn, kok û rewşa civakî ve bilindtir didît. Pêşhikumên wisa li ser dilê şagirtan jî bandor dikir. Ji bo ku ew bibin yek, lazim bû ku ew fikrên xwe biguherînin.

6. Pêşhikum çawa dikare li ser me bandor bike?

6 Îro, di dinyayê de gelek pêşhikum hene. Dibe ku mirov li hemberî me bibin xwediyê pêşhikuman, an jî dibe ku em jî bibin xwediyê pêşhikuman. Xwişkeke me, ya ku niha li Awistralyayê pêşeng e, wisa dibêje: “Gava min bala xwe da ku mirovên eslî yên Awistralyayê çi qas neheqî didît û hê jî dibînin, min her ku diçû ji kesên çermespî zêdetir nefret dikir.” Seba zilm û zordarî ku wê dîtibû, nefreta wê hê jî mezintir bûbû. Birayekî meyî ji Kanadayê behsa pêşhikuman dike, yên ku berê di dilê wî de hebûn. Ew wisa dibêje: “Min mirovên ku Fransizî xeber didin, bilindtir didîtin, û min ji kesên ku Îngilîzî xeber didin, hez nedikir.”

7. Îsa li dijî pêşhikuman çi kir?

7 Wek di rojên Îsa de, pêşhikumên îroyîn jî carinan pir xurt in. Îsa li hemberî pêşhikuman çi kir? A yekê, di dilê wî de qet pêşhikum tune bû. Wî tu alî nedigirt. Îsa mizgîn dida her kesî – dewlemend û belengaz, Fêrisî û Sadûqî, û bacgir û gunehkaran. A diduyan, Îsa bi gotin û kirinê xwe rêyî şagirtên xwe dikir ku gerek ew guman û pêşhikuman ji dilê xwe derxînin.

PANZEHÎRA PÊŞHIKUMAN: HEZKIRIN Û DILNIZMÎ

8. Bingeheke muhîm a yekîtiya şagirtên Îsa çi ye?

8 Bingeha yekîtiya me çi ye? Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Hûn hemû bira ne” (Metta 23:8, 9 bixwîne). Helbet, ji ber ku em hemû zarokên Adem in, hemû mirov xwişk û birayên hev in (Kar. 17:26). Ji xeynî vê, Îsa nîşan da ku şagirtên wî xwişk û birayên hev in ji ber ku ew Yehowa wek Bavê xwe qebûl dikin (Met. 12:50). Wekî din, ew ketibûn malbateke mezin, a ku bi saya hezkirin û baweriyê bû xwediyê yekîtiyê. Loma, şandiyên Îsa di nameyên xwe de şagirtên din wek ‘xwişk û bira’ bi nav dikirin (Rom. 1:13; 1. Ptr. 2:17; 1. Yûh. 3:13). *

9, 10. (a) Quretiya Cihûyan çima bêmane bû? (b) Îsa çawa nîşan da ku nîjadperestî tiştekî xerab e? (Li resmê ewilî binêre.)

9 Piştî ku Îsa got ku em xwişk û birayên hev in, wî got ku dilnizmî çi qas muhîm e (Metta 23:11, 12 bixwîne). Wek me berê dîtibû, quretî di nav şandiyan de bû sebeba cihêtiyê. Wekî din, dibe ku ew seba koka xwe qure bûn. Ji ber ku ew zarokên Birahîm bûn, gelek Cihû difikirîn ku ew ji miletên din bilindtir in. Lê belê Yehya ji wan re wisa got: “Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake” (Lûqa 3:8).

10 Li gor Îsa, nîjadperestî tiştekî xerab e. Carekê, Şerîetzanekî wisa pirsî: “Ma cîranê min kî ye?” Îsa rasterast cewab neda, lê mîsalek da wî: Zilamekî Cihû ji aliyê rêbiran ve hat birîndar kirin. Çend zilamên Cihû derbasî wî bûn, lê alî wî nekir. Paşê, zilamekî Samerî hat. Gava wî ev zilam dît, dilê wî pê şewitî. Paşê, Îsa ji Şerîetzan re got ku gerek ew jî wek vî zilamê Samerî bike (Lûqa 10:25-37). Bi vê çîrokê, Îsa nîşan da ku zilamekî Samerî dikare ji aliyê hezkirina cîranan ve ji Cihûyan re bibe emsal.

11. Çima lazim bû ku şagirtên Îsa mirovan ji hev cihê nekin, û Îsa çawa alî wan kir ku ew vêya fehm bikin?

11 Ji bo ku ew îşê xwe pêk bînin, lazim bû ku şagirtên Îsa hemû pêşhikum û quretiyê ji dilê xwe derxînin. Berî ku Îsa hilkişiya ezmanan, wî emir da wan ku ew mizgînê “li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr” belav bikin (Kar. 1:8). Da ku ew ji bo vî îşî hazir bibin, Îsa bala wan kişandibû li ser sifatên baş ên xerîban. Mesela, wî pesnê baweriya mezin a fermandarekî xerîb dabû (Met. 8:5-10). Li warê xwe, yanî li bajarê Nisretê, Îsa behsa xerîban kiribû, yên ku ji Yehowa alîkarî stendibû – mesela jinebiyeke Kenanî ji Sarêfatê û Nemanê cuzamî ji Sûriyê (Lûqa 4:25-27). Wekî din, Îsa hem mizgîn da jinikeke Samerî hem jî du roj li bajarekî Sameryayê ma ji ber ku xelkê wê derê dixwest guh bidaya wî (Yûh. 4:21-24, 40).

MICADELEYA LI DIJÎ PÊŞHIKUMAN

12, 13. (a) Gava Îsa tevî jinikeke Samerî sohbet kir, reaksiyona şandiyan çawa bû? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Em ji ku dizanin ku Aqûb û Yûhenna ev ders rind fehm nekir?

12 Ji bo şandiyên Îsa hêsan nebû ku ew pêşhikuman ji dilê xwe derxînin. Gava Îsa tevî jineke Samerî sohbet kir, şandiyên wî şaş man (Yûh. 4:9, 27). Alimên Cihû li ber xelkê tevî jinan nedipeyivîn – hela hela eger jin Samerî be û navê wê derketibe. Gava şandiyên Îsa xwarin anî, Îsa bi sohbeta ruhî ew qas mijûl bû ku hişê wî ne li ser xwarinê bû. Ji bo Îsa, belavkirina mizgînê wek xwarinê bû, û wî her tim dixwest daxwaza Bavê xwe bîne cih. Loma wî mizgîn da jina Samerî jî (Yûh. 4:31-34).

13 Aqûb û Yûhenna ev ders rind fehm nekiribû. Carekê, gava ew tevî Îsa derbasî Sameryayê bûn, wan dixwest şevê li gundekî Sameryayê bimînin. Gundiyan ew qebûl nekirin, loma Aqûb û Yûhenna dixwest ku birûsk li mala wan bikeve. Lê belê Îsa nêrîna wan rast kir (Lûqa 9:51-56). Eger ev yek li herêma wan, yanî li Celîleyê, bihata serê wan, dibe ku ewê ew qas bi hêrs nebûna. Wisa xuya dike ku hêrsa wan rabûbû ji ber ku wan ji xelkê Sameryayê hez nedikir. Lê paşê, gava Yûhenna mizgîn da xelkê vî bajarî û gelek ji wan guh da wî, dibe ku wî êdî seba hêrsa xwe ya berê şerm kir (Kar. 8:14, 25).

14. Di sedsala yekê de, çi problem hebû, û ev problem çawa hat safî kirin?

14 Piştî Roja Pentîkostê ya sala 33yan ya P.M., di civatê de problemek derket. Gava xwarin ji jinebiyên belengaz hat belav kirin, li hewcedariyên jinebiyên ku Yewnanî dipeyivin nedihat nêrîn (Kar. 6:1). Dibe ku seba zimanê wan pêşhikum hebû. Şandiyên Îsa ev problem zû safî kir. Wan heft birayên gihîştî hilbijartin ku ew xwarinê bi awayekî adil belav bikin. Navên van heft birayan gişt navên Yewnanî bûn. Bi vî awayî, dilê jinebiyên xeyîdandî hat kirîn.

15. Petrûs çawa serî bi pêşhikumên xwe re derxist? (Li resmê ewilî binêre.)

15 Li sala 36an a P.M., mizgîn êdî ji hemû miletan re dihat belav kirin. Berî vê, Petrûsê şandî tenê bi Cihûyan re hevaltî dikir. Lê piştî ku Petrûs fehm kir ku li ba Xwedê alîgirtin tune, wî mizgîn da leşkerekî Romayî yê bi navê Kornêlyos (Karên Şandiyan 10:28, 34, 35 bixwîne). Loma Petrûs êdî diçû mêvantiya şagirtên ku ne Cihû ne. Lê belê, çend sal bi şûn de, Petrûs li bajarê Entakyayê ji nişka ve dev ji xwarina tevî şagirtên ji miletên din berda (Gal. 2:11-14). Seba vê, Pawlos şîreteke sert da Petrûs, û aşkera ye ku Petrûs fikra xwe rast kir. Gava Petrûs nameya xwe ya pêşîn şand şagirtên Îsa yên li Anatolyayê, wî nîşan da ku çi qas muhîm e ku ew ji hemû xwişk û birayan hez bikin – hem ji yên Cihû hem jî ji yên miletên din (1. Ptr. 1:1; 2:17).

16. Li sedsala yekê, şagirtên Îsa ji kîjan alî ve meşhûr bûn?

16 Belê, şandiyên Îsa ji wî elimîn ku gerek ew ji “hemû mirovan” hez bikin (Yûh. 12:32; 1. Tîm. 4:10). Bi zeman re, wan fikrên xwe rast kirin. Li sedsala yekê, hezkirina li nav şagirtên Îsa meşhûr bû. Li gor Tertullian, nivîskarekî ku li sedsala diduyan dijiya, mirovên nebawermend der heqê şagirtên Îsa de wisa digot: “Ew ji hevdû hez dikin ... Ew hazir in ku di oxira hevdû de bimirin.” Bi saya şexsiyeta nû, şagirtên Îsa yên ku di sedsala yekê de dijiyan dizanibû ku di çavê Xwedê de, hemû însan wek hev in (Kol. 3:10, 11).

17. Em çawa dikarin pêşhikuman ji dilê xwe derxînin? Behsa hin mîsalan bike.

17 Îro, dibe ku ji me re wext lazim be ku em pêşhikuman bi temamî ji dilê xwe derxînin. Xwişkeke me, ya ku li Fransayê dijî, wisa dibêje: “Yehowa rêyî min daye ku maneya hezkirinê çi ye, maneya parvekirinê çi ye, û maneya hezkirina her cure mirovan çi ye. Dîsa jî, lazim e ku ez hin pêşhikuman ji dilê xwe derxînim, û ev yek carinan hêsan nîne. Loma ez her tim dua dikim ku Yehowa alî min bike.” Xwişkeke din, ya ku li Spanyayê dijî, wisa dibêje: “Ez xîret dikim ku nefreta li hemberî miletekî din ji dilê xwe derxînim, û ez gelek caran serkeftî dibim. Lê ez dizanim ku gerek ez dev ji mucadeleya xwe bernedim. Şikur ji Yehowa re, ez aîdî malbateke yekbûyî me.” Gerek em xwe bi duristî analîz bikin. Wek van du xwişkan, gelo li dilê me jî hê pêşhikum hene?

HEZKIRIN JI PÊŞHIKUMAN RE CIH NAHÊLE

18, 19. (a) Çima lazim e ku em her kesî qebûl bikin? (b) Em çawa dikarin vêya bikin?

18 Gerek em ji bîr nekin ku em jî berê “xerîb” û ji Xwedê dûr bûn (Ef. 2:12). Lê belê Yehowa em “bi bendên hezkirinê” ji xwe re kişand (Hoş. 11:4, WDN; Yûh. 6:44). Mesîh derî vekir ku em karibin bikevin malbata Xwedê (Romayî 15:7 bixwîne). Belê, em qisûrdar in, lê Îsa em dîsa jî qebûl kirine. Madem ku wisa ye, ma ne lazim e ku em jî kesên din qebûl bikin?

Yekîtiya xizmetkarên Yehowa bi saya hîkmeta wî pêk tê (Li paragrafa 19an binêre)

19 Her ku em nêziktirî dawiya vê dinyaya xerab dibin, pêşhikum, nefret û dijminahî wê bêguman hê jî zêdetir bibin (Gal. 5:19-21; 2. Tîm. 3:13). Lê belê ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, em li hîkmeta wî digerin, a ku aştiyê tîne û mirovan ji hev cihê nake (Aqûb 3:17, 18). Em ji dostî û hevaltiya bi kesên ji miletên cuda re kêfê distînin, kulturên cuda qebûl dikin û belkî jî zimanên din dielimin. Gava em wisa dikin, aştî wê wek çemekî biherike, û edalet wê wek pêlên behrê bibe (Îşa. 48:17, 18).

20. Gava hezkirin dikeve hiş û dilê me, netîce dibe çi?

20 Piştî ku xwişka me ji Awistralyayê dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, nefret û pêşhikumên wê her ku diçû winda dibû. Li şûna van fikrên xerab, hezkirin ket dilê wê. Birayê me ji Kanadayê, yê ku berê ji kesên ku Îngilîzî dipeyivin hez nedikir, wisa dibêje: “Nîjadperestî gelek caran ji nezaniyê pêk tê. Şexsiyeta mirovan bi kok û miletê wan ve girêdayî nîne.” Paşê, ev bira bi xwişkeke ku Îngilîzî dipeyive, zewicî! Serpêhatiyên wisa îsbat dikin ku hezkirina li nav şagirtên Îsa dikare pêşhikuman tune bike. Bi saya vê hezkirinê, em bi rastî dibin yek! (Kol. 3:14).

^ par. 8 Peyva “bira” ji bo jinên li civatê jî tê bi kar anîn. Pawlos nameya xwe ji birayên li Romayê re şand. Di vê nameyê de, wî behsa çend xwişkan jî kir (Rom. 16:3, 6, 12). Birca Çavdêriyê jî şagirtên Îsa wek ‘xwişk û bira’ bi nav dike.