Here Naverokê

Here naverokê

Bila Qanûn û Prensîpên Xwedê Wijdanê Te Perwerde Bikin

Bila Qanûn û Prensîpên Xwedê Wijdanê Te Perwerde Bikin

“Şîretên te di fikra min de ne” (ZEB. 119:99).

KILAM: 127, 88

1. Li nav heywan û însanan, ferqeke mezin çi ye?

LI NAV heywan û însanan, ferqeke mezin ev e ku Xwedê wijdan daye însanan. Ji destpêka tarîxê ve, tesîra wijdan tê dîtin. Mesela, piştî ku Adem û Hewayê serê xwe li hemberî Xwedê rakir, wan xwe seba şerma xwe ji Yehowa veşart. Ev yek nîşan dide ku wijdanê wan ne rihet bû.

2. Wijdan çawa dişibe pisûleyekê? (Li resmê ewilî binêre.)

2 Li gemiyan, cîhazek heye ku rê nîşan dide. Ji vê cîhazê re “pisûle” an “kompas” tê gotin. Eger pisûle baş nexebite, dibe ku gemî seba ba û pêlan ji riya rast derkeve. Bi saya pisûleyeke ku rind hatiye eyarkirin, kaptan dikare gemiyê li ser riya rast bimeşîne. Wijdanê me jî wek pisûleyekê ye. Wijdan ji me re dibêje ku çi rast e û çi nerast e û dikare rêberiya me bike. Ji bo ku em ji rê dernekevin, lazim e ku wijdanê me rind bê eyar kirin.

3. Dibe ku wijdanekî ku rind nehatiye perwerde kirin bibe sebeba çi?

3 Wijdanekî ku rind nehatiye perwerde kirin nikare mirov ji şaşiyan dûr bigire (1. Tîm. 4:1, 2). Bi ser de, wijdanekî wisa dikare bibe sebeb ku em ‘ji xerab re bibêjin qenc’ (Îşa. 5:20). Îsa şagirtên xwe wisa hişyar kir: “Wextekî wisa tê, her kesê ku we bikuje wê guman bike ku xizmetê ji Xwedê re dike” (Yûh. 16:2). Mesela, zilamên ku Steyfan kuştin, ew jî wisa difikirîn (Kar. 6:8, 12; 7:54-60). Di tarîxê de, gelek kesên dîndar tiştên pir xerab kirin û gelek însan kuştin. Ew difikirîn ku Xwedê ji wan razî ye, lê belê bi eslê xwe, wan qanûnên Xwedê xera dikirin (2. Mû. 20:13). Xuya ye ku wijdanê wan riya rast nîşanî wan nedida.

4. Ji bo ku wijdanê me bêkêr nebe, gerek em çi bikin?

4 Ji bo ku wijdanê me bêkêr nebe, gerek em çi bikin? Qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz “ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê” (2. Tîm. 3:16). Ji bo ku wijdanê me rêberiya me bike, gerek em Kitêba Pîroz bi dewamî lêkolîn bikin, li ser wê kûr bifikirin û gotinên wê di jiyana xwe de pêk bînin. Bi vî awayî, fikrên me wê her ku diçe bişibin fikrên Xwedê. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin wijdanê xwe bi alîkariya qanûn û prensîpên Yehowa perwerde bikin.

BILA QANÛNÊN XWEDÊ TE PERWERDE BIKIN

5, 6. Qanûnên Xwedê çawa alîkariya me dikin?

5 Ji bo ku em ji qanûnên Xwedê feyde bistînin, ne bes e ku em wan tenê bixwînin an bizanin. Gerek em ji wan hez bikin û qîmetê bidin wan. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji xerabiyê bikerihin û ji qenciyê hez bikin” (Amos 5:15). Em çawa dikarin vêya bikin? Lazim e ku em wek Yehowa li meseleyan binêrin. Mesela, bifikire ku şevan xew nakeve çavê te. Hekîm ji te re dibêje ku gerek tu çi bixwî û çi nexwî, zêdetir spor bikî û xwe ji tiştên bizerar dûr bigirî. Tu bi gotinên wî dikî û xewa te êdî baş dibe. Ma tu seba şîretên hekîmê xwe şikurdar nebûyayî?

6 Mîna vê, qanûnên ku Xwedê dane me dikarin me ji bandora guneh biparêzin û jiyana me xweştir bikin. Mesela, qanûnên Kitêba Pîroz ên li ser derew, sextekarî, dizî, bêexlaqî, şidet û cindarî pir bifeyde ne, ne wisa ye? (Methelokên Silêman 6:16-19 bixwîne; Pey. 21:8). Gava em feydeyên guhdarîkirina qanûnên Yehowa dibînin, em ji Yehowa û qanûnên wî zêdetir hez dikin û qîmetê didin wan.

7. Serpêhatiyên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî me bikin?

7 Ji bo ku em bielimin ku çi rast e û çi nerast e, ne lazim e ku em serê xwe têxin belayê. Li şûna vê, em dikarin ji şaşiyên kesên din, ên ku di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin, dersan bistînin. Methelokên Silêman 1:6 dibêje ku kesekî aqilmend wê “guhdarî bike û feraseta xwe zêde bike”. Belê, bi saya xwendin û fikirîna li ser serpêhatiyên Kitêba Pîroz, em dikarin ji Xwedê perwerdeyê bistînin. Mesela, bîne ber çavê xwe ku Dawid Padîşah çi qas êş kişand ji ber ku wî bi Batşebayê zinê kir (2. Sam. 12:7-14). Gava em vê serpêhatiyê dixwînin û li ser wê kûr difikirin, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Dawid Padîşah wê çawa bikaribûya xwe ji vê problemê dûr bigirta? Eger tiştekî wisa bihata serê min, minê çi bikira? Gelo ezê wek Ûsiv bireviyama an wek Dawid biketama bin xwesteka xwe?” (1. Mû. 39:11-15). Belê, eger em rind bifikirin ku netîceyên guneh çi qas xerab in, emê ji xerabiyê zêdetir nefret bikin.

8, 9. (a) Mexseda wijdanê me çi ye? (b) Prensîpên Yehowa çawa dikarin li ser wijdanê me tesîr bikin?

8 Dibe ku em xwe ji tiştên ku Xwedê ji wan nefret dike, dûr bigirin. Lê belê Kitêba Pîroz ji bo her tiştî qanûnan nade. Em çawa dikarin fehm bikin ku Xwedê li tiştên wisa çawa dinêre? Eger wijdanê me li gor Kitêba Pîroz hatibe perwerde kirin, emê li warên wisa qerarên baş bidin.

9 Ji ber ku Yehowa ji me hez dike, ew ji me re bi alîkariya prensîpan rêberiyê dike. Yehowa wisa dibêje: “Ê ku tiştê qenc fêrî te kiriye, di rêya ku tuyê bimeşe de te ajotiye ez im” (Îşa. 48:17, 18). Ji ber ku em wijdanê xwe terbiye û telîm bikin, gerek em li ser prensîpên Kitêba Pîroz kûr bifikirin. Bi vî awayî, em dikarin qerarên baş bidin.

BILA PRENSÎPÊN XWEDÊ RÊBERIYA TE BIKIN

10. (a) Prensîp çi ye? (b) Îsa çawa bala şagirtên xwe dikişand li ser prensîpan?

10 Prensîp, rastiyên temelî ne, yên ku dikarin rêberiya me bikin ku em qerarên baş bidin. Bi saya prensîpên Yehowa, em dikarin fikrên wî û niyetên qanûnên wî rind fehm bikin. Îsa rastiyên temelî rêyî şagirtên xwe didan ji bo ku ew fehm bikin ku netîceyên fikir û hereketan çi ne. Mesela, wî got ku nefret dikare bibe sebeba şidetê, û şehwet dikare bibe sebeba zinê (Met. 5:21, 22, 27, 28). Ji bo perwerdekirina wijdanê xwe, gerek em pey rêberiya prensîpên Xwedê herin. Eger em wisa bikin, hal û hereketên me wê rûmetê bidin Xwedê (1. Kor. 10:31).

Şagirtên Îsa yên gihîştî wijdanê kesên din jî dixin hesab (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

11. Dibe ku wijdanê hin kesan çawa ji hev cuda be?

11 Lazim e ku hemû şagirtên Îsa wijdanê xwe li gor Kitêba Pîroz perwerde bikin. Dîsa jî, dibe ku di hin waran de, qerarên wan ji hev cuda bin. Mesela, Kitêba Pîroz alkolê bi temamî qedexe nake, lê belê ew dibêje ku gerek em bi zêdeyî alkolê venexwin û serxweş nebin (Mtl. 20:1; 1. Tîm. 3:8). Gelo ev tê maneya ku heta ku em bi zêdeyî venexwin, em dikarin li gor dilê xwe vexwin? Na! Wijdanê me her çi qas rihet be jî, gerek em wijdanê kesên din jî têxin hesab.

12. Romayî 14:21 çawa dikare alî me bike ku em wijdanê kesên din jî têxin hesab?

12 Gerek em bala xwe bidin wijdanê kesên din jî. Li ser vê yekê, Pawlos wisa got: “Ya qenc ew e ku tu goşt nexwî, şerabê venexwî û tu tiştê ku birayê te pê diterpile nekî” (Rom. 14:21). Eger wijdanê xwişk an birayekî tiştekî qebûl neke, gelo tu hazir î ku tu dev ji heqê xwe berdî? Helbet gerek tu wisa bikî. Mesela, hin kesan bi zêdeyî alkol vedixwar berî ku ew bûbûn Şahidên Yehowa. Dibe ku niha ew dixwazin xwe bi temamî ji alkolê dûr bigirin. Bêguman em naxwazin bibin sebeb ku xwişk an birayekî me vegere adetên xerab (1. Kor. 6:9, 10). Loma lazim e ku mazûvan zorê li mêvanên xwe nede ku alkolê vexwin.

13. Tîmotêyos di oxira menfeatên Padîşahiya Xwedê de çi fedakarî kir?

13 Ji ber ku Cihûyan sinet wek tiştekî muhîm didît, Tîmotêyos di xortaniya xwe de sinet bû. Çima? Tîmotêyos dixwest mizgînê bide Cihûyan, û wek Pawlos, wî nedixwest wijdanê tu kesî biêşîne (Kar. 16:3; 1. Kor. 9:19-23). Gelo tu jî wek Tîmotêyos hazir î ku ji bo xêra kesên din fedakariyê bikî?

“BER BI BÊKÊMAHÎTIYÊ VE PÊŞVE HERIN”

14, 15. (a) Em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin? (b) Hezkirin çawa bi gihîştîbûnê ve girêdayî ye?

14 Lazim e ku hemû şagirtên Îsa ne tenê “hîndariya pêşî ya li ser Mesîh” bielimin, lê belê “ber bi bêkêmahitiyê ve pêşve herin” (Îbr. 6:1). Ev yek bi otomatîk nabe. Gerek em bi “pêşve herin”, yanî xîret bikin. Ji bo ku em ji aliyê ruhî ve bibin kesên gihîştî, gerek em melûmat û fehmdariya xwe zêde bikin. Loma lazim e ku em Kitêba Pîroz her roj bixwînin (Zeb. 1:1-3). Eger tu wisa bikî, tuyê qanûn û prensîpên Yehowa hê rind fehm bikî.

15 Ji bo me, qanûna herî muhîm kîjan e? Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûh. 13:35). Kitêba Pîroz hezkirinê wek “Şerîeta Padîşahiyê” bi nav dike û dibêje ku “hezkirin pêkanîna Şerîetê ye” (Aqûb 2:8; Rom. 13:10). Belê, hezkirin pir muhîm e, çimkî li gor Kitêba Pîroz, “Xwedê hezkirin e” (1. Yûh. 4:8). Yehowa hezkirina xwe ne tenê di dilê xwe de xwedî dike, lê belê bi kirinên xwe jî nîşan dide. Yûhenna wisa nivîsî: “Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû: Xwedê Kurê xwe yê yekta şand dinyayê, da ku em bi wî bijîn” (1. Yûh. 4:9). Gava em ji Yehowa, ji Kurê wî, ji xwişk û birayên xwe û ji kesên din hez dikin, em nîşan didin ku em bi rastî bûne şagirtên gihîştî (Met. 22:37-39).

Ji bo ku wijdanê me rêberiya me bike, gerek em li ser prensîpên Kitêba Pîroz bifikirin (Li paragrafa 16an binêre)

16. Gava em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçin, prensîp ji me re çima muhîmtir dibin?

16 Her ku em bi pêş ve herin, emê zêdetir bala xwe bidin prensîpan. Hikmê qanûnan tenê ji bo hin hal, rewş û wextan heye, lê belê hikmê prensîpan her dem heye. Mesela, eger zarok fehm neke ku bandora hevalên xerab çi qas bitalûke ye, dibe ku dê û bav rasterast qedexe bikin ku zarok bi kesên wisa re hevaltiyê bike (1. Kor. 15:33). Lê belê gava zarok mezintir dibe, ew êdî dikare prensîpên Kitêba Pîroz fehm bike û xwe bi xwe hevalên baş hilbijêre (1. Korîntî 13:11; 14:20 bixwîne). Belê, ji bo ku wijdanê me rêberiya me bike, gerek em li ser prensîpên Kitêba Pîroz bifikirin.

17. Em çawa dikarin qerarên baş bidin?

17 Bi saya qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz, em dikarin “ji bo her karê qenc bêkemahî û rapeçandî” bin û bi qerarên xwe dilê Yehowa şa bikin (2. Tîm. 3:16, 17). Gerek em li prensîpên Kitêba Pîroz bigerin da ku em “fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye” (Ef. 5:17). Ji bo lêkolînê, em dikarin çavkaniyên wek Watch Tower Publications Index, Research Guide for Jehovah’s Witnesses, Watchtower Library, Watchtower ONLINE LIBRARY û JW Library bi kar bînin. Bi saya van hacetan, em dikarin ji lêkolîna şexsî û ji lêkolîna tevî malbatê pir feyde bistînin.

WIJDANEKÎ PERWERDEKIRÎ NÎMETAN TÎNE

18. Eger em li gor qanûn û prensîpên Yehowa hereket bikin, emê kîjan nîmetan bistînin?

18 Eger em qanûn û prensîpên Yehowa pêk bînin, emê nîmetan bistînin. Zebûr 119:97-100 wisa dibêje: “Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te! Tevahiya rojê li ser wê difikirim. Emrên te, min ji dijminên min şehrezatir kirin, çimkî ew hergav bi min re ne. Ez ji hemû mamosteyên xwe bêtir şehreza me, çimkî şîretên te di fikra min de ne. Ez ji pîran bêtir şehreza me, çimkî li ser şertên te me.” Eger qanûn û prensîpên Xwedê ‘di fikra me de’ bin, hîkmet û fehmdariya me wê her ku diçe zêdetir bibe. Belê, eger em bi dil û can xîret bikin, qanûn û prensîpên Xwedê wê wijdanê me perwerde bikin, û emê “bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije” (Ef. 4:13).