Here Naverokê

Here naverokê

“Padîşahiya Min Ne ji Vê Dinyayê ye”

“Padîşahiya Min Ne ji Vê Dinyayê ye”

“Ji bo vê yekê hatime dinyayê, da ku ez ji rastiyê şahidiyê bikim” (YÛH. 18:37).

KILAM: 15, 74

1, 2. (a) Halê dinyayê îro çawa ye? (b) Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

XWIŞKEKE me ji Ewropaya başûr wisa dibêje: “Di biçûktiya xwe de, min her tim bêedaletî didît. Loma min dixwest sîstema siyasî biguherînim, û min piştgiriya fikrên radîkal dida. Bi gelek salan, min bi zilamekî terorîst hevaltî dikir.” Birayekî me ji Afrîkaya başûr jî berê difikirî ku şidet carinan lazim e. Ew wisa dibêje: “Min bawer dikir ku qebîleya min ji hemû qebîleyên din bilindtir e, û ez diketim partiyeke siyasî. Ji me dixwestin ku em dijminan – û kesên ji qebîleya me yên ku piştgiriya partiyên din dikin jî – bi riman bikujin.” Xwişkeke me, ya ku li Ewropaya navendî dijî, wisa dibêje: “Pêşhikumên min hebûn, û min ji dîn û miletên din nefret dikir.”

2 Fikrên wisa îro her ku diçe zêde dibin. Gelek tevgerên siyasî dest diavêjin darê zorê ku bigihîjin serxwebûnê. Wekî din, gelek mirov li ser siyasetê şer dikin, û li gelek welatan, mirov ji xerîban zêdetir nefret dikin. Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku li rojên dawîn, mirov wê li hev nekin (2. Tîm. 3:1, 3, KP). Di vê dinyaya perçebûyî de, şagirtên Îsa çawa dikarin yekîtiya xwe biparêzin? Wê baş be ku em di vî warî de Îsa ji xwe re bikin nimûne. Di rojên Îsa de, welat ji aliyê siyasî ve tev li hev bû. Niha emê bala xwe bidin sê pirsên muhîm: Îsa çima xwe ji tevgerên parveker dûr dixist? Wî çawa nîşan da ku lazim e ku xizmetkarên Xwedê ji aliyê siyasî ve bêteref bimînin? Îsa çawa rêyî me da ku gerek em dest neavêjin darê zorê?

ÎSA LI TEVGERÊN SERXWEBÛNÊ ÇAWA DINÊRÎ?

3, 4. (a) Di rojên Îsa de, daxwaza Cihûyan çi bû? (b) Fikrên wisa li ser şagirtên Îsa çawa tesîr kir?

3 Di rojên Îsa de, Cihûyan dixwest ji hikumdariya Romayê bifilitin û ser bi xwe bibin. Welatparêzên Cihû agirê dilê mirovan gur dikir. Gelek ji wan ketibûn pey zilamekî bi navê Cihûdayê Celîlî. Li sedsala yekê, gelek kes ji aliyê vî mesîhê sexte ve hatin xapandin. Li gor tarîxzan Josephus, Cihûdayê Celîlî dixwest ku Cihû serê xwe li ber dewleta Romayê hildin. Wan got ku kesên ku bacê didin Romayîyan “tirsonek” in. Di netîceyê de, mesîhê sexte Cihûdayê Celîlî ji aliyê Romayiyan ve hat îdam kirin (Kar. 5:37). Ji bo ku ew bigihîjin armancên xwe, hin welatparêzên Cihû destê xwe diavêt darê zorê.

4 Piraniya Cihûyan li benda Mesîh bûn. Wan dixwest ku Mesîh were û welatê wan ji Romayiyan rizgar bike û azadiyê bide wan (Lûqa 2:38; 3:15). Gelek ji wan bawer dikir ku Mesîh wê li welatê Îsraêl padîşahiyekê saz bike û bi milyonan Cihû, yên ku li xerîbiyê belav bûn, wê vegerin welatê xwe. Yehya jî carekê ji Îsa wisa pirsî: “Ma yê ku wê bihata tu yî, an divê em li benda yekî din bimînin?” (Met. 11:2, 3). Dibe ku Yehya dixwest zanibe ku qey kesekî din wê Cihûyan bifilitîne. Piştî ku Îsa ji miriyan rabû, du şagirtên wî yên ku li riya gundê Emwasê rastî wî hatin “hêvî dikir, ku yê Îsraêl xilas bike, ew e” (Lûqa 24:21 bixwîne). Demeke kin piştî vê, şandiyên Îsa ji wî wisa pirsîn: “Ya Xudan, ma tê di vê demê de padîşahiyê bi şûn de bidî Îsraêl?” (Kar. 1:6).

5. (a) Xelkê Celîlê çima dixwest ku Îsa bibe padîşahê wan? (b) Îsa fikrên wan çawa rast kirin?

5 Cihûyan li bendê bûn ku Mesîh derdên wan safî bike. Bi îhtimaleke mezin, xelkê Celîlê ji bo vê dixwest ku Îsa bibe padîşahê wan. Ew bêguman difikirîn ku Îsa wê serokekî baş bûya. Wî pir xweş xeber dida, wî kesên nexweş qenc dikirin û wî kesên birçî têr dikirin. Piştî ku Îsa xwarin dabû nezikî 5.000 zilamî, wî fehm kir ku niyeta wan çi bû. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Îsa têgihîşt ku ewê bên û ji bo ku wî bikin padîşah bi zorê bibin; dîsa ew bi serê xwe hilkişiya çiyê” (Yûh. 6:10-15). Roja din, dibe ku agirê dilê xelkê êdî hebekî temirîbû, û Îsa ji wan re got ku mexseda wî ev e ku mizgîna Padîşahiyê bide wan, ne ku tiştên madî bide wan. Wî wisa got: “Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin” (Yûh. 6:25-27).

6. Gava Îsa li ser erdê bû, wî çawa nîşan da ku wî nedixwest bibe padîşah? (Li resmê ewilî binêre.)

6 Berî mirina xwe, Îsa fehm kir ku hin şagirtên wî li bendê bûn ku ew li bajarê Orşelîmê padîşahiyekê saz bike. Bi mesela zêran, wî fikra wan rast kir. Li gor vê meselê, “mirovekî esîlzade”, yanî Îsa, wê ji bo demeke dirêj biçuya welatekî dûr (Lûqa 19:11-13, 15). Îsa ji Pontiyos Pîlatosê walî re got ku ew ji aliyê siyasetê ve bêteref e. Pîlatos ji Îsa wisa pirsî: “Nexwe tu padîşah î?” (Yûh. 18:33). Dibe ku walî ditirsiya ku Îsa bibe sebeba tevliheviya siyasî, çimkî Pîlatos her tim ji vê ditirsiya. Îsa wisa cewab da: “Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûh. 18:36). Belê, Îsa tev li siyasetê nebû, çimkî Padîşahiya wî, hikumdariyeke ezmanî ye. Wî ji Pîlatos re wisa got: “Ji bo vê yekê hatime dinyayê, da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim” (Yûhenna 18:37 bixwîne).

Gelo tu bala xwe didî derdên dinyayê an Padîşahiya Xwedê? (Li paragrafa 7an binêre)

7. Dibe ku ji me re çima zor bê ku em di dilê xwe de jî piştgiriya tevgereke siyasî nekin?

7 Îsa doza xwe rind fehm dikir. Eger em jî rind fehm bikin ku doza me çi ye, emê jî ji siyasetê dûr bisekinin û di dilê xwe de jî piştgiriya tevgereke siyasî nekin. Helbet ev yek carinan zor e. Nazirekî herêmî wisa dibêje: “Mirovên li herêma me her ku diçe radîkaltir dibin. Miletperestî êdî pir belavbûyî ye, û gelek kes difikirin ku jiyana wan wê bi saya serxwebûna siyasî çêtir bibe. Em şa ne ku xwişk û birayên me yekîtiya xwe diparêzin û bala xwe didin belavkirina mizgîna Padîşahiyê. Ew dizanin ku tenê Xwedê dikare bêedaletiyê û problemên din safî bike.”

ÎSA ÇAWA XWE JI SIYASETÊ DÛR DIXIST?

8. Li sedsala yekê, barê xelkê çima giran bû?

8 Gelek kes seba bêedaletiyê dikevin siyasetê. Li rojên Îsa, mirov seba bacê diketin siyasetê. Mesela, wexta ku hejmartina nifûsê dest pê kir ji bo ku xelk bacê bide Romayê, serhildana Cihûdayê Celîlî hat meydanê. Li wê demê, dewleta Romayê ji welatiyên xwe bi zêdeyî bac distandin. Lazim bû ku mirov ji bo eşya, erd û xaniyan bacê bide. Bi ser de, bacgirên dewletê kesên xerab bûn, ên ku barê xelkê hê jî girantir dikir. Bacgiran wezîfeya xwe ji dewletê dikirî û paşê pereyê xelkê dixwar. Zexayos, serekê bacgiran ê bajarê Erîhayê, bi neheqî pereyê xelkê dixwar û wisa dewlemend bûbû (Lûqa 19:2, 8). Bi îhtimaleke mezin, gelek bacgir mîna wî bûn.

9, 10. (a) Dijminên Îsa çawa dixwest wî bikişînin hundirê siyasetê? (b) Em ji cewaba Îsa çi dielimin? (Li resmê ewilî binêrin.)

9 Dijminên Îsa dixwest ku ew fikra xwe ya der heqê bacê de bibêje û bi vî awayî tev li siyasetê bibe. Li wê demê, dewleta Romayê ji her Cihû zîvek distand (Metta 22:16-18 bixwîne). Cihûyan ji vê bacê nefret dikir, çimkî vê bacê dianî bîra wan ku ew li bin destê Romayê ne. “Alîgirên Hêrodês”, ên ku ev mesele derxist meydanê, hêvî dikir ku Îsa li dijî vê bacê bipeyive. Eger Îsa wisa bikira, wanê bikaribuya ew wek dijminê dewleta Romayê sûcdar bikira. Lê belê eger Îsa bigota ku bac normal e, dibe ku şagirtên Îsa wê dev ji wî berdaya.

10 Di vê meseleyê de, Îsa aliyê tu kesî negirt. Wî wisa got: “Tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê” (Met. 22:21). Îsa helbet dizanibû ku bacgiran neheqî dikir. Lê belê Îsa dixwest bala xwe bide çareya rastîn, yanî Padîşahiya Xwedê. Bi vî awayî, ew ji bo hemû şagirtên xwe bû emsal. Dozeke siyasî her çi qas rast an nerast xuya be jî, lazim e ku şagirtên Îsa tev li siyasetê nebin. Eger neheqî hebe jî, gerek ew nebin xwediyê nêrînekê û fikrên xwe neynin zimên. Li şûna vê, lazim e ku şagirtên Îsa “li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin” (Met. 6:33).

11. Em çawa dikarin hezkirina edaletê bi awayekî baş bi kar bînin?

11 Şahidên Yehowa tev li siyasetê nabin. Ên ku berê tev li siyasetê dibûn jî êdî xwe ji siyasetê dûr xistiye. Li Îngilistanê, xwişkeke me ye çermereş wisa dibêje: “Piştî ku min li zanîngehê dersên civakî stendibûn, nêrîna min radîkal bû. Min dixwest ji bo heqên mirovên çermereş mucadele bikim, çimkî me pir neheqî dîtiye. Rast e, ez di mineqeşeyan de serkeftî dibûm, lê ez dîsa jî li ber xwe diketim. Li wê demê min fehm nedikir ku lazim e ku nefreta li nav miletan ji dilê mirovan bê derxistin. Gava min dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, min fehm kir ku berî her tiştî, gerek ez dilê xwe paqij bikim. Bi ser de, xwişka ku bi sebir alî min kir, xwişkeke çermespî bû. Niha ez di civateke bi zimanê îşaretan de pêşengiyê dikim, û ez bi mirovên ji hemû miletan re eleqedar dibim.”

“ŞÛRÊ XWE BIXE KALANÊ WΔ

12. Îsa ji şagirtên xwe re got ku gerek ew ji çi cure “hevîrtirşk” dûr bisekinin?

12 Li rojên Îsa, dîn û siyaset tev li hev bûn. Kitêba Daily Life in Palestine at the Time of Christ dibêje ku “terîqetên Cihûyan wek partiyên siyasî bûn”. Demeke kin piştî ku mirovan dixwest Îsa bikin padîşah, wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Hay ji xwe hebin, xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiyan û ji hevîrtirşkê Hêrodês biparêzin” (Mar. 8:15). Bi îhtimaleke mezin, Îsa li vir behsa alîgirên Hêrodês kir. Wekî din, Fêrisî hebûn, ên ku serxwebûna Cihûyan dixwest. Li gor kitêba Metta, Îsa behsa Sadûqiyan jî kir. Sadûqiyan dixwest ku hikumdariya Romayê dewam bike, çimkî ew bi saya vê bûn xwediyê hêza siyasî. Îsa şagirtên xwe hişyar kir ku ew ji “hevîrtirşkê” wan – yanî ji hîndariyên Fêrisî, alîgirên Hêrodês û Sadûqiyan – dûr bisekinin (Met. 16:6, 12).

13, 14. (a) Meseleyên siyasî û dînî çawa dibûn sebeba şidet û neheqiyê? (b) Neheqî çima şidetê meşrû nake? (Li resmê ewilî binêre.)

13 Gava dîn û siyaset tevlihev dibin, ev yek gelek caran dibe sebeba şidetê. Îsa ji şagirtên xwe re got ku gerek ew aliyê tu kesî negirin. Ji ber vê yekê, serokkahîn û Fêrisiyan dixwest Îsa bikujin. Ew ditirsiyan ku mirov li pey wî herin û êdî piştgiriya wan nekin. Wan wisa got: “Eger em wî weha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî wê bên, cihê me yê pîroz û miletê me ji holê rakin” (Yûh. 11:48). Loma Qeyafayê Serokkahîn plan çêkir ku Îsa bê kuştin (Yûh. 11:49-53; 18:14).

14 Li tariya şevê, Qeyafa leşker şandin ku Îsa bigirin. Îsa dizanibû ku wan dixwest wî bikujin. Loma gava wî şîvê dawîn tevî şandiyên xwe xwar, wî ji wan re got ku bila ew şûran bînin. Bi alîkariya du şûrên ku li cem wan hebûn, wî dixwest derseke muhîm bide wan (Lûqa 22:36-38). Wê şevê, gava serserî hatin ku Îsa bigirin, Petrûs bihêrs bû û bi şûrê xwe li yek ji wan xist (Yûh. 18:10). Lê belê Îsa ji Petrûs re wisa got: “Şûrê xwe bixe kalanê wî. Çimkî her kesê ku şûr bikişîne, ewê bi şûr bê kuştin” (Met. 26:52, 53). Ev dersa muhîm bi duaya Îsa re hevgirtî ye, ku gerek şagirtên wî ne ji vê dinyayê bin (Yûhenna 17:16 bixwîne). Belê, tunekirina neheqî û bêedaletiyê îşê Xwedê ye.

15, 16. (a) Kitêba Pîroz çawa alî hin xwişk û birayên me kiriye ku ew ji siyasetê dûr bikevin? (b) Halê dinyayê çawa ye, lê belê halê xizmetkarên Yehowa çawa ye?

15 Xwişka meye ji Ewropaya başûr, ya ku me berê behsa wê kiribû, ev yek fehm kiriye. Ew wisa dibêje: “Min dîtiye ku şidet edaletê nayne meydanê. Gelek kesên ku dest davêjin darê zorê dimirin. Gelek kes jî dilkevir dibin. Ez pir şa bûm gava ez ji Kitêba Pîroz elimîm ku tenê Xwedê dikare edaleta rastîn pêk bîne. Niha 25 sal e ku ez vê mizgînê belav dikim.” Li şûna riman, birayê meyî ji Afrîkaya başûr êdî “şûrê Ruh” bi kar tîne. Niha ew mizgîna aştiyê dide mirovên ji hemû qebîleyan (Ef. 6:17). Piştî ku ew bû Şahideke Yehowa, xwişka me ji Ewropaya navendî birayekî ji miletekî ku wê berê jê nefret dikir, mêr kir. Her sisê jî jiyan û fikrên xwe guhertin ji ber ku wan dixwest mîna Îsa Mesîh bibin.

16 Bi rastî jî pir muhîm e ku em jiyan û fikrên xwe rast bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku mirovên vê dinyayê wek behrê ne, ya ku diçelqe û rihet nasekine (Îşa. 17:12; 57:20, 21; Pey. 13:1). Siyaset mirovan dihejîne, vediqetîne û dibe sebeba şideta bêmane. Lê belê em di aştî û yekîtiyê de dimînin. Gava Yehowa dibîne ku mirovên vê dinyayê çi qas ji hev veqetîne, ew bêguman seba yekîtiya xizmetkarên xwe pir dilxweş dibe (Tsêfanya 3:17 bixwîne).

17. (a) Em çawa dikarin yekîtiya xwe bi pêş bixin? (b) Li meqaleya din, emê li ser çi bişêwirin?

17 Ji bo ku em yekîtiya xwe bi pêş bixin, gerek em sê tiştan bikin: (1) Gerek em li benda Padîşahiya Xwedê bimînin ku ew neheqiyê ji holê rake, (2) gerek em ji siyasetê dûr bisekinin û tu alî negirin û (3) gerek em destê xwe neavêjin darê zorê. Lê belê, tiştekî din heye ku dikare yekîtiya me xera bike. Çi ye? Pêşhikum! Meqaleya din wê rêyî me bide ku em çawa dikarin wek şagirtên Îsa yên li sedsala yekê serî bi vê pirsgirêkê re derxînin.