Here Naverokê

Here naverokê

Tê Bîra Te?

Tê Bîra Te?

Gelo te rind bala xwe da van pirs û cewabên balkêş, ên ku li Birca Çavdêriyê derketibûn?

Kîjan çar metod dikarin alî me bikin ku em xweştir bistêrin?

Rast bisekine û kitêba xwe ya kilaman bilind bigire. Bêhna xwe rast bide û bistîne. Eger tu dev û qirika xwe rind vekî, tuyê bikaribî bi dengê bilind bistêrî. (w17.11, rûp. 5)

Em ji cih û riyên bajarên îlticayê çi dielimin?

Li welatê Îsraêl şeş bajarên îlticayê hebûn, û riyên ku diçûn wê derê, baş bûn. Loma hêsan bû ku mirov bireve wê derê. (w17.11, rûp. 14)

Fîdye çima hediyeya Xwedê ya herî biqîmet e?

Bi saya fîdyeyê em dikarin bigihîjin jiyana heta bi hetayê û ji fermana guneh û mirinê bifilitin. Xwedê ji zarokên Adem ew qas hez dikir ku gava em hê gunehkar bûn, wî Îsa şand ku di oxira me de canê xwe bide.(wp17.6-RDU, rûp. 6-7)

Zebûr 118:22 çawa rabûna Îsa ji berê de eyan kiribû?

Mesîh hat red kirin û kuştin. Ji bo ku ew bibe “kevirê sere rikin”, lazim bû ku ew bê rakirin. (w17.12, rûp. 9-10)

Gelo lazim bû ku hemû bav û bapîrên Mesîh xwediyê heqê nûxuriyê bin?

Hin bav û bapîrên Îsa nûxurî bûn, hin jî na. Mesela, Dawid ne nûxuriyê Yêşa bû, lê dîsa jî bû bapîrê Mesîh. (w17.12, rûp. 14-15)

Di Kitêba Pîroz de kîjan prensîpên bijîşkî hene?

Li gor Qanûna Mesîh, hin kesên nexweş dihatin karantîna kirin. Piştî ku mirov destê xwe da laşekî, lazim bû ku ew serê xwe bişo. Gava mirov diçû derve, lazim bû ax bavêje ser pîsiyê. Sinet li roja heştan dihat kirin. Ev yek tiştekî baş bû, çimkî roja heştan, xwîn zû disekine. (wp18.1-RDU, rûp. 7)

Şagirtên Îsa gerek çi qas ji xwe hez bikin?

Gerek em wekî ku em ji xwe hez dikin, ji cîranê xwe jî hez bikin (Mar. 12:31). Lazim e ku zilam “wek bedena xwe, jina xwe hez bike” (Ef. 5:28). Lê belê muhîm e ku mirov hay ji xwe hebe ku bi zêdeyî ji xwe hez neke. (w18.01, rûp. 23)

Gerek em çi bikin ji bo ku em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin?

Gerek em Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, li ser wê kûr bifikirin û gotinên wê pêk bînin. Wekî din, gerek em hem îzin bidin ku ruhê pîroz bikeve hiş û dilê me hem jî alîkariya kesên din qebûl bikin. (w18.02, rûp. 26)

Stêrnasî û falbazî çima tiştên pûç in?

Gelek sebeb hene, lê sebeba herî muhîm ev e ku Kitêba Pîroz vana qedexe dike. (wp18.2-RDU, rûp. 4-5)

Eger me dawetek qebûl kiribe, gerek em çi bikin?

Eger me dawetek qebûl kiribe, gerek em sozê xwe xera nekin (Zeb. 15:4). Gerek em vê dawetê bêsebep îbtal nekin. Bi îhtimaleke mezin, mazûvan bi dil û can hazirî kiriye û pir zehmet kişandiye. (w18.03, rûp. 18)

Kalên civatên û alîkarên xizmetê çawa dikarin Tîmotêyos ji xwe re bikin nimûne?

Tîmotêyos bi dil û can xema mirovan dixwar. Wî îşên ruhî dixistin cihê pêşîn. Tîmotêyos di xizmeta pîroz de gelek bixîret bû. Wî her tim xwe perwerde dikir û xwe dispart ruhê Yehowa. Tîmotêyos ji bo kalên civatê û ji bo kesên din emsaleke baş e. (w18.04, rûp. 13-14)