Here Naverokê

Here naverokê

Wî Karibû Bibûya Dostê Xwedê

Wî Karibû Bibûya Dostê Xwedê

EM JI Yehowa re xîzmet dikin û em dixwazin bibin dostên wî, ne wisa ye? Lê belê, Xwedê ji kê razî ye û bereketa xwe dide kê? Di zemanên berê de, hin kesan gunehên giran kiribûn, lê ew paşê dîsa bûn dostên Xwedê. Hinek her çi qas xwediyê hin sifatên baş bûn jî, wan rizaya Xwedê paşê winda kir. Loma ev pirs tê meydanê: “Ez çawa dikarim bibim dostê Yehowa?” Serpêhatiya padîşahê Cihûda Rehoboam dikare alî me bike ku em cewaba vê pirsê bistînin.

HALEKÎ ZOR

Rehoboam kurê Silêman Padîşah bû, yê ku li Îsraêl 40 sal hikumdarî kiribû (1. Qra. 11:42). Piştî ku Silêman li sala 997an a B.M. mir, Rehoboam çû Şekemê, bajarekî li bakurê Orşelîmê, ji bo ku bibe padîşah (2. Dîr. 10:1). Silêman, padîşahekî pir bihîkmet bû. Gelo Rehoboam wê padîşahekî çawa bibûya? Gelo Rehoboam wê bikaribûya meseleyên tevlihev bi hunermendî safî bikira?

Gava Rehoboam bû padîşah, halê Îsraêl ne baş bû, û pir wext derbas nebû ku temsîlkarên xelkê hatin ba wî û got: “Bavê te nîrê me dijwar kir û xizmeta bavê te yî dijwar û nîrê wî yê giran ê ku daniye ser me, niha tu sivik bike û em ê ji te re koletiyê bikin” (2. Dîr. 10:3, 4).

Rehoboam wê çi bikira? Eger wiyê daxwaza xelkê bianiya cih, dibe ku Rehoboam, malbata wî û berdestiyên wî êdî wek berê dewlemend nebûna, çimkî xelk wê êdî bi qasî berê bac nedaya. Ji aliyê din ve, eger wî ew red bikirana, dibe ku xelk wê li hemberî wî rabûya. Wî çi kir? Serê pêşîn, Rehoboam ji zilamên extiyar, ên ku şîretkarên Silêman bûbûn, şîret xwest. Lê paşê, Rehoboam ji hemsalên xwe şîret xwest. Mixabin, wî guh da şîretên ciwanan, û wî barê xelkê girantir kir. Wî got: “Bavê min nîrê we giran kir; lê belê ez ê bi ser wê ve bixim; bavê min we bi qamçiyan perwerde kir; lê belê ez ê we bi tûpişkan ve perwerde bikim!” (2. Dîr. 10:6-14).

Ji vê serpêhatiyê em dikarin çi bielimin? Wê baş be ku em guh bidin mezinan, ên ku ji aliye ruhî ve gihiştî ne. Ji ber ku ew pir bitecrûbe ne, ew dikarin netîceya hin qeraran ji berê de bibînîn û şîretên baş bidin me (Eyûb 12:12).

WAN GUHDARIYA YEHOWA KIR

Gava xelk serê xwe hilda, Rehoboam ordiya xwe hazir kir. Lê Yehowa bi navgîniya Şemaya pêxember wisa got: “Hûn ê dernekevin û li dijî birayên xwe lawên Îsraêl cengê mekin; vegerin, bila her kes here mala xwe! Ji ber ku ev tîşt ji min bû!” (1. Qra. 12:21-24). *

Rehoboam wê çawa dev ji planê şerkirinê berdaya? Rehoboam seba van gotinan bêguman pir aciz bû. Xelk wê li Rehoboam çawa binêriya? Wî gotibû “ez ê we bi tûpişkan ve perwerde bikim”. Niha wiyê stuyê xwe çawa li hemberî vê serhildanê xwar bikira? (Li 2. Dîrokan 13:7 jî binêre). Dîsa jî, Rehoboam û ordiya wî “gotina XUDAN guhdarî kirin û li gor gotina XUDAN vegeriyan û bi rêya xwe ve çûn”.

Ji vê em çi dielimin? Eger em guhdariya Xwedê bikin, dibe ku mirov qerfên xwe bi me bikin. Dîsa jî, eger em guh bidin Xwedê, ewê ji me razî bibe û bereketa xwe bide me (5. Mû. 28:2).

Di netîceyê de çi hat serê Rehoboam? Li şûna ku ew li dijî miletê nû şer bike, wî li herêmên Cihûda û Benyamîn – ên ku li bin hikumdariya wî man – dest bi avakirina bajaran kir. Wî çend bajarên li wê derê “bî zêdeyî zeximand” (2. Dîr. 11:5-12). Bi ser de, wî heta demekê guhdariya qanûnên Yehowa kir. Wexta ku padîşahiya Yeroboam bû pûtperest, gelek kesan piştgiriya Rehoboam dikir û ji bo îbadeta Yehowa dihatin Orşelîmê (2. Dîr. 11:16, 17). Belê, îtaeta Rehoboam padîşahiya wî xurt kir.

GUNEH Û TOBE

Lê belê gava padîşahiya Rehoboam xurt bû, wî tiştekî xerab kir: Wî dev ji qanûna Yehowa berda û bû pûtperest! Gelo ew ketibû ber bayê diya xwe, ya ku ji miletê Ammon bû? (1. Qra. 14:21). Seba gunehê wî, milet gişt guneh kir. Loma Yehowa îzin da padîşahê Misrê Şîşak ku ew gelek bajarên Cihûda – yên ku Rehoboam zeximandibûn – bixe bin destê xwe (1. Qra. 14:22-24; 2. Dîr. 12:1-4).

Gava Şîşak gihîşt Orşelîmê, Şemaya pêxember ji Rehoboam û serokên Cihûda re wisa got: “XUDAN wusa dibêjê: We min berdan, ji ber vêya ye ku min jî we bi destê Şîşak ve berda.” Gelo Rehoboam terbiyeya Yehowa qebûl kir? Belê! Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Serokên Îsraêlê û qiral xwe nizm kirin.” Ji ber vê yekê, Yehowa Rehoboam û bajarê Orşelîmê ji wêranbûnê filitandin (2. Dîr. 12:5-7, 12).

Pîştî vê, Rehoboam hikumdariya xwe li ser padîşahiya başûr berdewam kir. Berî mirina xwe, wî bi comerdî hediye dan kurên xwe. Wisa tê fehmkirin ku bi vî awayî, Rehoboam riya birayên Abiya girt ku ew serê xwe li ber wî ranekin gava ew bibe padîşah (2. Dîr. 11:21-23). Ev yek nîşan dide ku Rehoboam êdî biaqiltir bûbû.

GELO REHOBOAM BAŞ BÛ AN NA?

Rehoboam her çi qas tiştên baş kirin jî, Xwedê ji wî razî nebû. Kitêba Pîroz dibêje ku kirinên wî xerab bûn. Çima? Çîmkî ew bi dil û can li rêberiya Yehowa nedigeriya (2. Dîr. 12:14).

Rehoboam wek Dawid xîret nedikir ku bibe dostê Yehowa

Belê, Rehoboam carinan guh dida Yehowa, û wî ji bo xizmetkarên Yehowa tiştên baş dikirin. Lê belê, wî dostiya xwe bi Yehowa re xurt nekir û ji dil xîret nekir ku dilê Yehowa şa bike. Loma wî şaşî kirin û bû pûtperest. Dibe ku tu wisa bifikirî: “Rehoboam terbiyeya Yehowa çima qebûl kir? Seba tobeya jidil an tenê seba bandora kesên din?” (2. Dîr. 11:3, 4; 12:6). Gava Rehoboam kal bû, ew vegeriya ser riya xerab. Ew ji kalê xwe Dawid çi qas cuda bû! Belê, Dawid şaşiyên giran kiribûn, lê wî dîsa jî di emrê xwe de her tim eyan kiribû ku ew ji Yehowa pir hez dike. Dawid qet dev ji riya rastiye bernedabû, û ew seba gunehên xwe ji dil poşman bûbû (1. Qra. 14:8; Zeb. 51:1, 17; 63:1).

Serpêhatiya Rehoboam çi rêyî me dide? Gava mirov ji bo malbata xwe dişixule û xîret dike ku qenciyê bike, ev yek helbet tiştekî baş e. Lê ji bo ku Xwedê ji me razî be û me qebûl bike wek dostên xwe, tiştê herî muhîm ev e ku em li ser riya rastiyê bimînin û dev jê bernedin.

Ji bo vê, gerek em hezkirina Yehowa xurttir bikin. Çawa ku êzing lazim e ku agir gur bimîne, gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin, li ser wê kûr bifikirin û bi sebat dua bikin ku hezkirina Yehowa di dilê me de gur bimîne (Zeb. 1:2; Rom. 12:12). Paşê, hezkirina Yehowa wê bibe sebeb ku emê bixwazin di her îşê xwe de dilê wî şa bikin. Hezkirina Yehowa wê alî me bike ku em seba şaşiyên xwe ji dil tobe bikin û dev ji riya rastiyê qet bernedin (Chd. 20, 21).

^ par. 9 Ji ber ku Silêman dilsoz nema, Xwedê ji berê de nişan dabû ku padîşahiya wî wê du par bibûya (1. Qra. 11:31).