Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Xwedê Her Tim Teselî Daye Min

Xwedê Her Tim Teselî Daye Min

Ez li sala 1929an, li 9ê Mijdarê, li Sukkurê – bajarekî kevn ê li kêleka çemê Îndusê – hatim dinyayê. Wê demê, dê û bavê min ji mizgînvanekî wezîfedar kitêbên reng bi reng stendin. Wan kitêbên li ser Kitêba Pîroz alî min kir ku ez bibim Şahidê Yehowa.

EW KITÊB, wek “rêza keskesor” dihatin bi nav kirin. Min ji resmên ku di wan kitêban de hebûn pir hez dikir. Di netîceyê de, ji zarotiya xwe ve, hewesa min li ser zanîna Kitêba Pîroz dest pê kir.

Gava Şerê Cîhanî yê Duyem li ser Hindistanê bandor kir, jiyana min tev li hev bû. Dê û bavê min ji hev cihê bûn. Min fehm nedikir ku çima du hezkiriyên min ji hev veqetiyan. Loma min xwe aciz û bêkes hîs dikir. Xwişk û birayên min tune bûn, û min besa xwe teselî û destek nedistend.

Ez û diya min, em li bajarê Keraçiyê dijiyan. Rojekê, Fred Hardaker – hekîmekî extiyar ê ku Şahidê Yehowa bû – li deriyê me xist. Dînê wî û dînê mizgînvanê wezîfedar, ê ku rêza keskesor dabû me, eynî bûn. Wî ji diya min re kursa Kitêba Pîroz teklîf kir. Diya min qebûl nekir, lê belê wê got: “Dibe ku kurê min bixwaze.” Heftiya din, ez û birayê Hardaker, me dest bi kursa Kitêba Pîroz kir.

Çend hefte bi şûn de, ez êdî diçûm civînan, ên ku di klînîka birayê Hardaker dihatin saz kirin. Li wê derê, nêzikî 12 Şahidên extiyar ji bo îbadetê top dibûn. Wan ez teselî dikirim û ez wek kurê xwe xwedî dikirim. Tê bîra min ku ew çawa tevî min rûdiniştin û bi min re wek hevalekî dipeyivîn. Wê çaxê hewcedariya min pir hebû ku mirov bi min re eleqedar bibin.

Pir wext derbas nebû ku birayê Hardaker gazî min kir ku ez tevî wî derkevim xizmetê. Wî rêyî min da ku ez çawa dikarim gramofonê bişixulînim ji bo ku em gotarên kin ên Kitêba Pîroz ji mirovan re pêşkêş bikin. Hin xwediyên malê ji rastbêjiya hin gotaran aciz dibûn, lê min ji xizmetê pir kêf distend. Ez pir bixîret û bicoş bûm, û min ji belavkirina mîzgînê pir hez dikir.

Gava ordiya Japon berê xwe da Hindistanê, dewleta Brîtanyayê zêdetir zor li Şahidên Yehowa kir. Li sala 1943an, li meha Tîrmehê, zora wan li ser min ket. Midûrê mektebê alimê Anglîkan bû, û wî ez ji mektebê derxistim ji ber ku şexsiyeta min ne baş e. Wî ji diya min re got ku hevaltiya min tevî Şahidên Yehowa li ser xwendekarên din bandoreke xerab dike. Diya min bi hêrs ket û hevaltiya min bi Şahidên Yehowa re qedexe kir. Paşê, diya min ez şandim ba bavê min. Bavê min li Peşawerê dijiya, bajarekî nêzikî 1.370 km dûrî Keraçiyê. Ji ber ku li wê derê xwarina ruhî û xwişk û bira tune bûn, ez ji aliyê ruhî ve gelek zeîf bûm.

QENCBÛNA JI ALIYÊ RUHÎ VE

Di sala 1947an de, ez vegeriyam Keraçiyê ji bo ku ji xwe re xebatekê bibînim. Li wê derê, ez çûm klînîka birayê Hardaker. Gava wî ez dîtim, ew pir şa bû.

Wî ji min pirsî: “Ka bêje, derdê te çi ye?” Ew fikirî ku ez ji bo nexweşiyê hatim ba wî.

Min jî got: “Hekîmê hêja, nexweşiya min nexweşiya ruhî ye. Ji min re kursa Kitêba Pîroz lazim e.”

Wî got: “Tu kengê dixwazî dest bi kursê bikî?”

Min got: “Hema niha.”

Wê êvarê, me Kitêba Pîroz bi hev re lêkolîn kir. Dilê min pir rihet bû, wekî ku ez hatim mala xwe. Diya min dîsa nedixwest ku ez bi Şahidên Yehowa re hevaltiyê bikim. Lê îcar min dev ji riya rastiyê berneda. Li sala 1947an, li 31ê Tebaxê, ez weqf bûm û hatim bin av kirin. Paşê, gava ez 17 salî bûm, ez bûm pêşengê daîmî.

XIZMETA PÊŞENGIYÊ

Tayîna min a pêşîn derket bajarê Kwetayê, yê ku berê qerekoleke leşkerî ya Îngilîzan bû. Li sala 1947an, welat hat parve kirin wek Hindistan û Pakistan. * Wê demê di nav mirovan de zilm û şideta dînî rabû, û nêzikî 14 milyon mirov bûn penaber. Misilmanên Hindistanê derbasî Pakistanê bûn, û Hindû û Sîkhên Pakistanê derbasî Hindistanê bûn. Di nav wê tevliheviyê de, ez li treneke tije siwar bûm, û min heta Kwetayê xwe li derveyî wagonê girt.

Hindistan, 1948: Li civîneke herêmî

Li Kwetayê, ez rastî George Singh hatim, ê ku nêzikî 25 salî bû û pêşengê mexsûs bû. George bisîkleteke kevn da min. Di nav çiyayan de, ez li bisîkletê siwar dibûm (an jî min bisîklet def dida) û bi piranî bi tena serê xwe derdiketim xizmetê. Di hundirê şeş mehan de, 17 xwendekarên min ên Kitêba Pîroz çêbûn, û hinek ji wan bi zeman re bûn Şahidên Yehowa. Yek ji wan, leşkerekî bi navê Sadiq Masih, alî min û George kir ku em hin weşanên Kitêba Pîroz li ser zimanê Urdû (zimanê fermî ya Pakistanê) wergerînin. Bi zeman re, Sadiq bû mizgînvanekî bixîret.

Em bi gemiya Queen Elizabeth diçin Mekteba Gîleadê

Paşê, ez vegeriyam Keraçiyê. Li wê derê, min tevî Henry Finch û Harry Forrest xizmet dikir. Ev mizgînvanên wezîfedar ji Mekteba Gîleadê teze hatibûn. Van birayan ez ji aliyê teokratîk ve rind perwerde kirim! Carekê, ez ji bo xizmetê tevî Henry Finch çûm Pakistana bakur. Di qûntara çiyayên bilind, me gelek mirovên dilnizm dîtin, ên ku bi zimanê Urdu dipeyivîn û hewceyî rastiya Kitêba Pîroz bûn. Du sal piştî vê, ez jî çûm mekteba Gîleadê. Gava ez vegeriyam Pakistanê, min carinan naziriya herêmî dikir. Wê demê, ez tevî sê birayên din li bajarê Lahorê, li maleke ji bo mizgînvanên wezîfedar mam.

PROBLEMEKE RUHÎ

Çi heyf e ku li sala 1954an, li nava mizgînvanên wezîfedar problemên şexsî derketin. Loma teşkîlatê hin ji wan şandin cihên din. Ji ber ku min jî di van probleman de terefek girtibû, ji min re şîreteke sert hat dayîn. Ez tar û mar bûm, û ez fikirîm ku ez ji aliyê ruhî ve yekî bêkêr im. Ez vegeriyam Keraçiyê û paşê çûm Londonê (Îngilistan), ji bo ku ji aliyê ruhî ve ji nû ve dest pê bikim.

Li Londonê, di civata me de gelek endamên Beytelê hebûn. Pryce Hughes, xizmetkarê şubeyê, ez xistim bin baskê xwe. Rojekê, wî ji min re got ku wî çawa ji birayê Joseph Rutherford – ê ku li wê demê berpirsiyarê belavkirina mizgînê ya cîhanî dikir – şîreteke sert stendibû. Gava birayê Hughes dixwest xwe heqdar derxîne, birayê Rutherford ew bi sertî îqaz kir. Ez pir ecêbmayî mam ku Birayê Hudges li ser vê hadîseyê êdî dikeniya. Wî got ku dile wî berê êşiya, lê paşê, wî fehm kir ku ev şîreta sert hem lazim bû hem jî hezkirina Yehowa eyan dikir (Îbr. 12:6). Gotinên wî dilê min girt û alî min kir ku ez dîsa bi şabûnê xizmetê bikim.

Wê demê, diya min jî hat Londonê û tevî John Barr dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, ê ku paşê ket Koma Rêberiyê. Ew zû bi zû ji aliyê ruhî ve pêş ve çû, û li sala 1957an hat bin av kirin. Paşê, min bihîst ku bavê min jî berî mirina xwe kursa Kitêba Pîroz stendibû.

Li sala 1958an, ez bi Leneyê, xwişkeke ku ji Danîmarkayê hatibû Londonê, zewicîm. Salek bi şûn de, qîza me Jane hat dinyayê. Paşê, dîsa çar zarokên me çêbun. Li civata Fulhamê, îmtiyazên min jî hebûn. Lê bi zeman re, ji ber ku siheta Leneyê ne baş bû, lazim bû ku em biçûna welatekî germ. Ji ber vê yekê, li sala 1967an, em çûn bajarê Adelaide’ê (Awistralya).

ÊŞEKE GIRAN

Li Adelaide’ê, di civata me de 12 xwişk û birayên meshkirî hebûn. Ev xwişk û birayên extiyar di îşê belavkirina mizgînê de pir bixîret bûn. Li wê derê, em zû bi zû bi îşên ruhî mijûl bûn.

Li sala 1979an, zarokê meyî pêncan Daniel bi sendroma Down hat dinyayê. * Nexweşiya wî pir giran bû, û emrê wî wê kin bûya. Li min hê zor tê ku ez behsa wî bikim. Çi ji destê me hat, me ew ji bo Daniel kir, lê belê me helbet zarokên din jî îhmal nedikirin. Rengê Daniel seba kêmahiya oksîjen carinan şîn dibû, çimkî di dilê wî de du qul hebûn, û me ew zû bi zû dibir nexweşxaneyê. Her çi qas siheta wî ne baş bû jî, ew pir biaqil û xwînşêrîn bû. Wî ji Yehowa pir hez dikir. Gava me berî xwarinê dua dikir, wî destên xwe li hev digirtin, serê xwe berjêr dikir û ji dil digot “Amîn!”. Bê dua, wî qet dest bi xwarinê nedikir.

Gava Daniel 4 salî bû, losemiya akût lê girt. Ez û Lene, em ji aliyê fîzîkî û hîsî ve pir betilîn. Hindik mabû ku ezê dîn bibûma. Lê belê gava ku em pir dilteng bûn, nazirê herêmî Neville Bromwich hat mala me. Wê êvarê, çavê wî tijî hêstiran bû, û wî em hembêz kirin. Em gişt giriyan. Ez nikarim bêjim ku gotinên wî em çi qas teselî kirin. Ew heta nîvê şevê, saeta yekê, li cem me ma û paşê derket çû malê. Wê şevê Daniel mir. Di heyata me de, mirina wî ji bo me birîna herî mezin e. Dîsa jî, me serî bi kul û şîna xwe re derxistiye, û em bawer in ku tu tişt – mirin jî – nikare Daniel ji hezkirina Yehowa veqetîne (Rom. 8:38, 39). Em pir bêriya wî dikin û em li bendê ne ku ew li dinyaya nû ji miriyan rabe (Yûh. 5:28, 29).

ALÎKARÎKIRINA KESÊN DIN

Heta niha, ez du caran felc bûm, lê ez hê kalê civatê me. Bi saya tecrûbeyên min, ez kesên din rind fehm dikim û dilê min bi wan dişewite. Ez xîret dikim ku kesên din tenkîd nekim. Li şûna vê, ez ji xwe wisa dipirsim: “Şert û kultura wan çawa li ser fikir û dilê wan tesîr kiriye? Ez çawa dikarim eyan bikim ku ez xema wan dixwim? Ez çawa dikarim cesaretê bidim wan ku ew di riya Yehowa de bimeşin?” Ez ji xizmeta şivantiyê pir hez dikim! Bi eslê xwe, gava ez kesên din ji aliyê ruhî ve teşwîq û teselî dikim, ez bi xwe jî teşwîq û teselî dibim.

Ez hê bi dil û can diçim ziyaretên şivantiyê

Ez xwe wek zebûrbêj hîs dikim, ê ku wisa gotibû: “Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te rihet dike canê min” (Zeb. 94:19). Gava ez ketim li ber tengahiyên malbatê, muxalefeta dînî, problemên sexsî û depresyonê, Yehowa her tim piştgiriya min kiriye û teselî daye min. Bi rastî jî, Yehowa her tim ji min re bûye Bavekî dilovan!

^ par. 19 Pakistan berê du par bû: Pakistana Rojava (niha Pakistan) û Pakistana Rojhilat (niha Bangladeş).

^ par. 29 Li meqaleya “Raising a Child With Down Syndrome—The Challenge and the Reward” binêre (kovara Awake!, Hezîran 2011).