Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 26

Alî Kesên Dilteng Bike

Alî Kesên Dilteng Bike

“Hûn hemû hemfikir bin, derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin” (1. PTR. 3:8).

KILAM 107 Mesela Hizkirina Xwedê

PÊŞGOTIN *

1. Em çawa dikarin dilovaniya Yehowa ji xwe re bikin nimûne?

YEHOWA ji me pir hez dike (Yûh. 3:16). Em dixwazin Yehowa ji xwe re bikin nimûne û ji herkesî re, “bi taybetî jî ji xwişk û birayên bawermend re” dilovan û dilrehm bin (Gal. 6:10; 1. Ptr. 3:8). Gava ferdên malbata me ya ruhî dikevin tengasiyê, em dixwazin alî wan bikin.

2. Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

2 Wek Îsa gotibû, hemû kesên ku dixwazin bikevin malbata Yehowa wê rastî tengasiyan bên (Mar. 10:29, 30). Her ku em nêziktirî dawiya vê sîstemê bibin, dibe ku tengasiyên me zêde bibin. Em çawa dikarin alî hevdû bikin? Ji bo cewaba vê pirsê, emê niha li serpêhatiyên Lût, Eyûb û Naomiyê binêrin. Wekî din, emê bala xwe bidin hin tengasiyên îroyîn û bişêwirin ku em çawa dikarin alî xwişk û birayên xwe bikin ku ew serî bi van tengasiyan re derxînin.

SEBIR BIKE

3. Li gor 2. Petrûs 2:7, 8, Lût çi qerara xerab da, û netîce bû çi?

3 Lût li bajarê Sodomê cihwar bû. Ev yek qerareke xerab bû, çimkî mirovên Sodomê pir bêexlaq bûn (2. Petrûs 2:7, 8 bixwîne). Herêma Sodomê pir berdar bû, lê belê li wê derê tiştên pir xerab hatin serê Lût û malbata wî (1. Mû. 13:8-13; 14:12). Wisa tê fehm kirin ku pîreka Lût ji bajarê Sodomê an ji hin kesên ku li wê derê dijiyan ew qas hez dikir ku wê gotinên Yehowa avêt pişt guhê xwe. Seba bêîtaetiya xwe, ew mir gava Xwedê agir û kukurt barand ser wê herêmê. Wekî din, dergistiyên qîzên Lût jî mirin. Lût hemû mal û milkê xwe winda kir. Bi ser de, wî hem pîreka xwe jî winda kir (1. Mû. 19:12-14, 17, 26). Di nav vê tengasiyê de, Yehowa sebra xwe çawa nîşan da?

Ji dilrehmiya xwe, Yehowa melekên xwe şand ku ew Lût û malbata wî bifilitînin (Li paragrafa 4an binêre).

4. Yehowa sebra xwe çawa nîşan da? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

4 Lût her çi qas xwe bi xwe qerar dabû ku li Sodomê cihwar be, Yehowa bi dilovanî melekên xwe şandin ku Lût û malbata wî bifilitînin. Dîsa jî, li şûna ku ew guh bide melekan û ji Sodomê zû derkeve, Lût xwe egle dikir. Îcar melekan destê wî girt û alî wî kir ku ew tevî malbata xwe ji bajêr bireve (1. Mû. 19:15, 16). Melekan emir da wî ku ew bireve çiyayan. Lê belê Lût nedixwest guh bidaya Yehowa, lê dixwest biçûya bajarekî nêzik (1. Mû. 19:17-20). Yehowa bi sebir guh da wî û îzin da ku ew here wî bajarî. Lê paşê, Lût tirsiya ku li wî bajarî bimîne û çû çiyayan, yanî cihê ku Yehowa di serî de ji wî re gotibû (1. Mû. 19:30). Yehowa çi sebreke mezin eyan kir! Em çawa dikarin sebra wî ji xwe re bikin nimûne?

5-6. Em çawa dikarin Xwedê ji xwe re bikin nimûne û şîreta ji 1. Selanîkî 5:14 bînin cih?

5 Wek Lût, dibe ku xwişk an birayekî me qerarên xerab bide û bela bîne serê xwe. Eger wisa be, emê çi bikin? Belkî emê bifikirin ku wî çi çand, wî ew çinî (Gal. 6:7). Dibe ku bi rastî jî wisa be, lê ne lazim e ku em vêya bibêjin. Li şûna vê, em dikarin dilovaniya Yehowa ji xwe re bikin nimûne. Lê çawa?

6 Yehowa melekên xwe şandin ba Lût ku ew wî hem hişyar bikin hem jî alî wî bikin ku ew ji Sodomê bireve û xelas bibe. Mîna vê, eger xwişk an birayekî me serê xwe bixe belayê, em dikarin çi bikin? Ji xeynî vê ku em vî kesî hişyar bikin, em belkî dikarin alî wî bikin. Eger ew şîretên Kitêba Pîroz hema pêk neyne jî, gerek em sebir bikin. Çawa ku melekan bi Lût sebir kiribû, gerek em jî zû aciz nebin û xwe ji vî kesî dûr negirin, lê bi gotin û kirinên xwe alîkariyê bidin wî (1. Yûh. 3:18). Wê belkî lazim be ku em “destê wî bigirin” û alî wî bikin ku ew şîreta Kitêba Pîroz pêk bîne (1. Selanîkî 5:14 bixwîne).

7. Yehowa li Lût çawa dinêrî, û em çawa dikarin wek Yehowa bikin?

7 Yehowa bala xwe nedida kêmasiyên Lût. Bi îlhama Xwedê, Petrûs ew wek “mirovê rast” bi nav kir. Em pir dilşad in ku Yehowa şaşiyên me dibaxşîne! (Zeb. 130:3). Gelo em jî dikarin wek Yehowa bikin? Eger em bala xwe bidin sifatên baş ên xwişk û birayên me, emê bi wan zêdetir sebir bikin. Bi saya vê, ewê jî bi îhtimaleke mezin hê hazir bin ku alîkariya me qebûl bikin.

DILREHM BE

8. Em çawa dikarin dilrehmiya xwe nîşan bidin?

8 Eyûb wek Lût qerarên xerab nedabû, lê dîsa jî, wî hemû mal û milkê xwe, îtibara xwe û siheta xwe winda kir. Bi ser de, Eyûb û pîreka wî hemû zarokên xwe winda kirin. Wekî din, sê hevalên sexte yên Eyûb ew sûcdar derxistin. Sebeba bêrehmiya wan ev bû ku wan fehm nedikir ku halê wî bi rastî çi ye. Ji ber vê yekê, wan bi sertî xeber dida. Em çawa dikarin xwe ji vê şaşiyê dûr bigirin? Ji bîr neke ku tenê Yehowa di heqê halê kesekî de her tiştî dizane. Loma rind guh bide gotinên kesê dilteng û xwe têxe şûna wî. Eger tu wisa nekî, tuyê nikaribî halê wî fehm bikî.

9. Eger em dilrehm bin, emê çi nekin, û çima?

9 Kesekî dilrehm di heqê tengasiyên kesên din de paşgotiniyê nake, çimkî paşgotinî zerarê dide civatê (Mtl. 20:19; Rom. 14:19). Kesekî ku paşgotiniyê dike bêxem e, û gotinên wî dikarin dilê kesekî dilteng hê jî zêdetir biêşînin (Mtl. 12:18; Ef. 4:31, 32). Li şûna ku em wisa bikin, bila em bala xwe bidin sifatên baş ên mirovan û bifikirin ku em çawa dikarin alî wan bikin ku ew serî bi tengasiyên xwe re derxînin.

Eger xwişk an birayek bi gotinên “çewtomewto” bipeyive jî, bi sebir guh bide û li wexta minasib teseliyê bide wî (Li paragrafên 10 û 11an binêre) *

10. Gotinên Eyûb 6:2, 3 çi rêyî me didin?

10 Eyûb 6:2, 3 bixwîne. Eyûb carinan bi gotinên “çewtomewto” dipeyivî. Paşê, wî qebûl kir ku hin gotinên wî şaş bûn (Eyûb 42:6). Wek Eyûb, kesên ku rastî tengasiyan tên carinan tiştên nerast dibêjin, lê paşê ji van gotinan poşman dibin. Eger wisa be, gerek em çi bikin? Li şûna vê ku em kesê dilteng rexne bikin, gerek em dilrehm bin. Ji bîr neke ku Yehowa nedixwest ku em rastî derd û tengasiyan bên. Ji ber vê yekê, gava xwişk an birayekî me dikeve tengasiyê, gerek em şaş nemînin eger ew bi gotinên “çewtomewto” bipeyive. Eger kesek li ser Yehowa an li ser me tiştên nerast bibêje jî, gerek em bi wî zû bihêrs nebin û lome li wî nekin (Mtl. 19:11).

11. Gava kalên civatê şîretê didin, ew çawa dikarin Elîhû ji xwe re bikin nimûne?

11 Kesên ku di tengasiyê de ne carinan hewceyî şîret an terbiyeyê ne (Gal. 6:1). Kalên civatê çawa dikarin bi awayekî rast şîretê bidin wan? Wê baş be ku ew wek Elîhû bin, ê ku bi hevdilî guh dida dostê xwe (Eyûb 33:6, 7). Elîhû ancax piştî ku nêrîna Eyûb fehm kir, şîret da wî. Wek Elîhû, wê baş be ku kalên civatê rind guh bidin û xîret bikin ku halê kesê dilteng fehm bikin. Bi vî awayî, ewê karibin bi şîretên xwe bigihîjin dilê kesê dilteng.

TESELIYÊ BIDE

12. Mirina zilam û du lawikên Naomiyê çawa li ser wê tesîr kir?

12 Naomî jinikeke dilsoz bû, ya ku ji Yehowa hez dikir. Lê piştî mirina zilam û du lawikên wê, Naomiyê dixwest navê xwe bikira “Mara”, yê ku tê maneya “tehl” (Rût 1:3, 5, 20, jêrenot, 21). Rût xwesûya xwe Naomî nedihişt gava ew di tengasiyê de bû. Rûtê hem alî Naomiyê kir hem jî teselî da wê. Rûtê bi gotinên jidil nîşan da ku ew ji Naomiyê çi qas hez dike û li kêleka wê ye (Rût 1:16, 17).

13. Gava kesek jin an mêrê xwe winda dike, ew çima hewceyî alîkariya me dibe?

13 Gava ferdekî malbata me ya ruhî jin an mêre xwe winda dike, ew hewceyî alîkariya me dibe. Cotekî zewicî wek du dar in, ên ku bi gelek salan bi hev re mezin bûne. Bi zeman re, kokên van daran dora hev dipêçînin. Gava yek ji van daran tê rakirin, dara din dikare zerarê bibîne. Mîna vê, gava jin an mêr dimire, kesê din dikare bi gelek salan perîşan bibe. Paula *, ya ku zilamê wê ji nişka ve mir, wisa dibêje: “Heyata min tev li hev bû, û min xwe bêçare hîs kir. Min dostê xweyî herî nêzik winda kir. Ez û zilamê min, me di heqê her tiştî de sohbet dikir. Em bi hev re dikeniyan, û wî piştgiriya min dikir gava ez dilteng bûm. Wî her tim guh dida min gava min behsa derdên xwe dikir. Gava ew mir, mîna ku min nîvê bedena xwe winda kir.”

Em çawa dikarin alîkariyê bidin kesên ku jin an mêrê xwe winda kiriye? (Li paragrafên 14 û 15an binêre) *

14-15. Em çawa dikarin teseliyê bidin kesekî ku jin an mêrê xwe winda kiriye?

14 Em çawa dikarin teseliyê bidin kesekî ku jin an mêrê xwe winda kiriye? Belkî em nizanin ku gerek em çi bibêjin, lê dîsa jî muhîm ku em pê re bipeyivin. Paula wisa dibêje: “Ez dizanim ku xeberdana li ser mirinê mirovan aciz dike. Ew ditirsin ku ewê tiştekî şaş bibêjin. Lê bi eslê xwe, eger kesek qet nepeyive, ev yek hê jî xerabtir e.” Ne lazim e ku em her car tiştekî mezin bibêjin. Paula dibêje: “Ez şa dibûm gava mirovan digot ‘serê te sax be’.”

15 William, ê ku pîreka wî çend sal berê miribû, wisa dibêje: “Gava mirov behsa pîreka min dikin, ez şa dibim, çimkî ev yek nîşanî min dide ku mirovan ji pîreka min hez dikir û qedrê wê digirt. Ev yek pir alî min dike û teseliyê dide min, çimkî min pir qîmet dida pîreka xwe.” Jinebiyeke bi navê Bianca wisa dibêje: “Dilê min rihet dibe gava kesên din tevî min dua dikin û yek-du ayet nîşanî min didin. Li min xweş tê gava ew behsa zilamê min dikin û guh didin gava ez behsa wî dikim.”

16. (a) Eger yekî jin an mêrê xwe winda kiribe, gerek em çi bikin? (b) Li gor Aqûb 1:27, îmtiyaz û mesûliyeta me çi ye?

16 Çawa ku Rût her tim li kêleka Naomiyê bû, gerek em jî bi dewamî alîkariyê bidin kesên ku hezkiriyên xwe winda kirine. Paula wisa dibêje: “Hema piştî mirina zilamê min, her kesî pir alî min kir. Lê bi zeman re, ew vegeriyan îşê xwe, û heyata wan wek berê berdewam dikir. Lê belê heyata min êdî ne wek berê bû. Wê baş be ku kesên din fehm bikin ku piştî mirina kesekî, bi mehan – carinan jî bi salan – alîkarî lazim e.” Gerek em fehm bikin ku her kes ne wek hev e. Hin kes zû hînî rewşa nû dibin, lê belê ji hinekan re zêdetir wext lazim e. Her ku ew tiştekî dikin, ê ku wan berê bi hev re dikir, ew pir xemgîn dibin. Her kes bi awayekî cuda şînê digire. Gerek em tu caran ji bîr nekin ku Yehowa dixwaze ku em bi kesên ku jin an mêrê xwe winda kiriye, eleqedar bibin (Aqûb 1:27 bixwîne).

17. Kesên ku ji aliyê jin an mêrê xwe ve tên terk kirin çima hewceyî alîkariya me ne?

17 Hin kes dikevin xem û tengasiyên giran gava ew ji aliyê jin an mêrê xwe ve tên terk kirin. Mesela, zilamê xwişkeke me ya bi navê Joyce ew hişt û çû ba jinikeke din. Joyce wisa dibêje: “Êşa hevberdanê ji êşa mirinê xerabtir e. Eger zilamê min seba qeza an nexweşiyê bimira, ev yek wê sûcê wî nebûya. Lê belê wî ez bi qesdî berdam. Loma min xwe pir kêmxistî hîs dikir.”

18. Em çawa dikarin alîkariyê bidin kesên ku seba mirin an hevberdanê tenê mane?

18 Qenciyên me yên biçûk wê ji kesên ku seba mirin an hevberdanê tenê mane re nîşan bide ku em ji wan hez dikin. Ji bo ku ew êdî tenê ne, ew hewceyî hevalên baş in (Mtl. 17:17). Em çawa dikarin nîşanî wan bidin ku em dostên wan in? Mesela, em dikarin wan ji bo xwarineke sivik dawet bikin. An jî em dikarin tevî wan wext derbas bikin an herin xizmetê. Wekî din, em dikarin carinan gazî wan bikin ku ew bên îbadeta malbata me. Eger em wisa bikin, Yehowa wê ji me razî be, çimkî ew “nêzikî dilşikestiyan e” û “xwedanê jinebiyan e” (Zeb. 34:18; 68:5).

19. Li gor 1. Petrûs 3:8, gerek em çi bikin?

19 Di demeke nêzik de, gava Padîşahiya Xwedê wê li ser dinyayê hikum bajo, hemû “tengasiyên berê” wê bên “ji bîr kirin”. Em çi qas hesreta wê wextê ne, gava “tiştên berê” wê êdî neyên bîra me (Îşa. 65:16, 17). Heta wê rojê, bila em piştgiriya hevdû bikin û bi gotin û kirinên xwe nîşan bidin ku em ji hemû xwişk û birayên xwe hez dikin (1. Petrûs 3:8 bixwîne).

KILAM 111 Meniya Şabûnê

^ par. 5 Lût, Eyûb û Naomiyê bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir, lê ew dîsa jî carinan rastî tengasiyan dihatin. Ev meqale nîşan dide ku em dikarin ji serpêhatiyên wan çi dersan bistînin. Wekî din, ev meqale rêyî me dide ku gava xwişk û birayên me rastî tengasiyan tên, çima lazim e ku em bisebir û dilrehm bin û teseliyê bidin wan.

^ par. 13 Navên li meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 57 RESIM: Kalekî civatê bisebir guh dide gava birayekî bihêrs bi gotinên “çewtomewto” dipeyive. Paşê, bira sakîn dibe, û kalê civatê bi awayekî nazik şîretê dide wî.

^ par. 59 RESIM: Jin û mêrekî ciwan tevî birayekî ku pîreka xwe winda kiriye, wext derbas dikin û di heqê wê de sohbet dikin.