MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 23
‘Bila Tu Kes We Dîl Negire!’
“Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire” (KOL. 2:8).
KILAM 96 Xebera Xwedê, Xizne ye
PÊŞGOTIN *
1. Li gor Kolosî 2:4, 8, Îblîs çi dike ku hişê me dîl bigire?
ÎBLÎS dixwaze ku em li hemberî Yehowa serî hildin. Ji bo ku ew bigihîje vê armancê, ew dixwaze fikrên me biguherîne ku em wek wî bifikirin. Ji bo ku me bixapîne, Îblîs hin tiştên ku li me xweş tên bi kar tîne (Kolosî 2:4, 8 bixwîne).
2-3. (a) Gotinên Kolosî 2:8 ji bo me çima muhîm in? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?
2 Gelo bi rastî talûke heye ku Îblîs me bixapîne? Belê! Pawlos tembîha li Kolosî 2:8 ne ji bo kesên nebawermend, lê ji bo şagirtên Îsa yên meshkirî nivîsandibû (Kol. 1:2, 5). Li wê demê, ji bo şagirtên Îsa talûke hebû. Îro, em ber bi talûkeyeke hê jî mezintir in (1. Kor. 10:12). Çima? Îblîs hatiye avêtin ser rûyê erdê, û armanca wî ya sereke ev e ku xizmetkarên Xwedê bixapîne (Pey. 12:9, 12, 17). Wekî din, li rojên me “mirovên xerab û derewîn ... di xerabiyê de hê bêtir pêşve” diçin (2. Tîm. 3:1, 13).
3 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îblîs çawa “xapandina pûç” bi kar tîne ku li ser fikrên me tesîr bike. Ji bo vê, emê bala xwe bidin 3 “hîleyên Îblîs” (Ef. 6:11). Li meqaleya din, emê bielimin ku em çawa dikarin fikrên xwe ji tesîra stratejiya wî bifilitînin. A yekê, bila em bibînin ku Îsraêliyên berê çawa ji aliyê Îblîs ve hatin xapandin piştî ku ew ketibûn Welatê Sozdayî.
DAFIKA PÛTPERESTIYÊ
4-6. Li gor 5. Mûsa 11:10-15, çima lazim bû ku Îsraêlî di îşê cotkariyê de hînî metodên nû bibûna gava ew li Welatê Sozdayî cihwar bûn?
4 Li demên berê, Îblîs xizmetkarên Xwedê bi kîjan hîleyan dixapandin ku ew pûtperestiyê bikin? Îblîs dizanibû ku Îsraêlî hewceyî xwarinê ne. Piştî ku ew ketibûn Welatê Sozdayî, lazim bû ku ew metodên xwe yên cotkariyê biguherînin. Çima? Gava ew li welatê Misrê dijiyan, wan ava Çemê Nîlê dikişand ser zeviyan. Lê belê li Welatê Sozdayî, av ji çemekî mezin nedihat kişandin. Li şûna vê, mirov li bendê diman ku baran û xunav bibare ser zeviyan (5. Mûsa 11:10-15 bixwîne; Îşa. 18:4, 5). Ji ber vê yekê, lazim bû ku Îsraêlî di îşê cotkariyê de hînî metodên nû bibûna. Ev yek ne hêsan bû, çimkî piraniya kesên ku îşê cotkariyê dizanibû, li çolê miribûn.
5 Yehowa ji xizmetkarên xwe re got ku şertên wan êdî guherîne. Paşê, wî wisa got: “Bila dilê we nexape û çewt nebin û ji îlahên wekî din re qûlitiyê nekin û ji wan re secde nekin” (5. Mû. 11:16, 17). Gava Yehowa ji wan re behsa metodên nû yên cotkariyê kir, wî ew çima tembîh kirin ku bila ew pûtperestiyê nekin?
6 Yehowa dizanibû ku Îsraêliyan wê bixwesta ji miletên pûtperest, ên ku li derdora wan dijiyan, hin metodên cotkariyê hîn bibin. Miletên din helbet di warê cotkariyê de ji wan hunermendtir bûn, û Îsraêliyan wê bikaribûya hin hunerên bifeyde ji wan 4. Mû. 25:3, 5; Ser. 2:13; 1. Qra. 18:18). Niha emê bibînin ku Îsraêliyên wê demê çawa ji aliyê Îblîs ve hatibûn dîl girtin.
hîn bibûna. Lê belê talûkeyek hebû: Cotkarên Kenanî ji xwedayekî bi navê Baal re îbadet dikir, û fikrên wan li bin bandora vê baweriyê mabû. Mesela, wan Baal wek xwediyê ezmanan didît, ê ku baranê dibarînê. Yehowa dixwest xizmetkarên xwe ji derewên wisa biparastana. Lê çi heyf e ku Îsraêliyan çend caran ji Baal re îbadet kir (SÊ METODÊN KU ÎBLÎS LI DEMÊN BERÊ BI KAR DIANÎN
7. Gava miletê Îsraêl ket Welatê Sozdayî, dilsoziya wan çawa hat ceribandin?
7 A yekê, Îblîs dixwest Îsraêlî bi xwestekên xwezayî bixapandana. Xwesteka wan ev bû ku têra xwe baran bibare. Lê belê li Welatê Sozdayî, ji meha Nîsanê heta meha Îlonê hindik baran dibarî. Ji bo berdarî û bereketê, mirov li benda baranê diman, ya ku li meha Cotmehê dest pê dikir. Îblîs xizmetkarên Xwedê dan bawer kirin ku ji bo baranê, gerek ew urf û adetên ciranên xwe yên pûtperest pêk bînin. Kenaniyan bawer dikir ku hin ayîn gerek bên pêk anîn ku xwedayên wan baranê bibarînin. Kesên ku xwe nedispart Yehowa difikirîn ku ji bo ku ziwayî dirêj nebe, gerek ew jî adetên pûtperest bînin cih. Loma wan dest bi îbadeta Baal kir.
8. Îblîs kîjan metoda din bi kar dianî?
8 A diduyan, Îblîs xwestekên bêexlaq bi kar dianîn. Pûtperestiya miletên din bi bêexlaqiya giran ve girêdayî bû. Mesela, li perestgehên wan hem jin hem jî mêran fahîşetî dikir. Ew homoseksueltî û bêexlaqiyên din ne tenê ji nedîtî ve dihatin, lê kirinên wisa wek tiştên normal didîtin (5. Mû. 23:17, 18; 1. Qra. 14:24). Pûtperestan bawer dikir ku bi saya ayînên bêexlaq, xwedayên wan wê erd berdar bikira. Ev yek li gelek Îsraêliyan xweş dihat, û wan jî dest bi pûtperestiyê kir. Bi eslê xwe, ew ji aliyê Îblîs ve hatibûn dîl girtin.
9. Li gor Hoşêya 2:16, 17, Îblîs nêrîna Îsraêliyan a li ser Yehowa çawa tev li hev kiribû?
9 A sisêyan, Îblîs nêrîna Îsraêliyan a li ser Yehowa tev li hev kir. Li rojên Yêremya pêxember, pêxemberên sexte bûn sebeb ku mirov “di oxra Baal de” navê Xwedê ji bîr bikin (Yêr. 23:27). Wisa tê fehm kirin ku xizmetkarên Xwedê li şûna “Yehowa” ji Xwedê re digot “Baal”. Ev peyv tê maneya “xwedî” an “efendî”. Bi vî awayî, ji ber ku di hişê wan de ferqa nav Yehowa û Baal êdî winda bûbû, wan îbadeta Baal û îbadeta Yehowa tev li hev dikir (Hoşeya 2:16, 17 û jêrenotê bixwîne).
METODÊN KU ÎBLÎS ÎRO BI KAR TÎNE
10. Îblîs îro kîjan metodan bi kar tîne?
10 Îro, Îblîs eynî metodan bi kar tîne. Ji bo ku mirovan bixapîne, ew îro jî xwestekên xwezayî û bêexlaqiyê bi kar tîne û nêrîna mirovan a li ser Yehowa tev li hev dike. Bila em ewilî li metoda sisêyan binêrin.
11. Îblîs nêrîna mirovan a li ser Yehowa çawa tev li hev kiriye?
11 Îblîs nêrîna mirovan a li ser Yehowa tev li hev dike. Piştî mirina şandiyên Îsa, hin kesên ku xwe wek şagirtên Îsa Kar. 20:29, 30; 2. Sel. 2:3). Serê pêşîn, wan rastiya li ser Xwedê tev li hev kir. Mesela, wan navê “Yehowa” ji tercûmeyên Kitêba Pîroz derxistiye û li şûna vî navî peyvên wek “Xudan” bi kar tînin. Gava navê Xwedê ji Kitêba Pîroz tê derxistin û bi peyva “Xudan” tê guhastin, li mirovan zor tê ku Yehowa ji ‘xudanên’ din cihê bikin, ên ku li Kitêba Pîroz derbas dibin (1. Kor. 8:5). Ji ber ku gelek mirov hem ji bo Yehowa hem ji bo Îsa dibêjin “Xudan”, ew fehm nakin ku Yehowa û Îsa ji hev cuda ne (Yûh. 17:3). Ev tevlihevî yek ji sebebên pêkhatina doktrîna Teslîsê ye – yanî hîndariya ku bav, kur û ruhê pîroz yek in. Ev doktrîn di Kitêba Pîroz de qet derbas nabe. Seba vê derewê, gelek kes difikirin ku Xwedê yekî mîstîk e û ku em nikarin wî ji nêzik ve nas bikin (Kar. 17:27).
nîşan dida, hêdî hêdî hîndariyên sexte belav kirin (12. (a) Dînê sexte çi dike? (b) Li gor Romayî 1:28-31, netîceya bêexlaqiyê çi ye?
12 Îblîs xwestekên bêexlaq bi kar tîne. Li demên berê, Îblîs bêexlaqiya cinsî bi destê dînê sexte bi pêş dixist. Îro jî, Îblîs vê metodê bi kar tîne. Dînê sexte gelek caran çavê xwe li ser bêexlaqiyê digire an jî rasterast piştgiriya bêexlaqiyê dike. Ji ber vê yekê, gelek kesên ku xwe dîndar hesab dikin êdî dev ji qanûnên Xwedê yên li ser exlaqê berdaye. Li nameya ji Romayiyan re, Pawlosê şandî nîşan da ku netîceya vê çi ye (Romayî 1:28-31 bixwîne). Hin ji “tiştên ne li ser rê”, homoseksueltî û bêexlaqî ne (Rom. 1:24-27, 32; Pey. 2:20). Çi qas muhîm e ku em bi qanûnên Kitêba Pîroz ve girêdayî bimînin!
13. Îblîs kîjan metoda din bi kar tîne?
13 Îblîs xwestekên xwezayî bi kar tîne. Ji bo ku em debara xwe bikin û malbata xwe xwedî bikin, helbet lazim e ku em hin hunerên meslekî hîn bibin (1. Tîm. 5:8). Eger em li mektebê jîr û jêhatî bin, em dikarin hin hunerên wisa bi dest bixin. Lê belê gerek em hay ji xwe hebin. Li gelek welatan, sîstema perwerdeyê ne tenê hunerên bifeyde, lê felsefeya dinyayê jî hîn dike. Li hin deran, ji xwendekaran re tê gotin ku bila ew guman bikin ka Xwedê bi rastî heye û ku ne lazim e ku ew qedrê Kitêba Pîroz bigirin. Dibêjin ku jiyanê bi peresanê dest pê kiriye (Rom. 1:21-23). Hîndariyên wisa ne “li gor şehrezayiya Xwedê” ne (1. Kor. 1:19-21; 3:18-20).
14. Felsefeya dinyayê çi teşwîq dike?
14 Felsefeya dinyayê qanûnên Yehowa an ji nedîtî ve tê an jî bi temamî red dike. Li şûna berê ruh, felsefe “kirinên nefsê” teşwîq dike (Gal. 5:19-23). Felsefeya vê dinyayê quretiyê bi pêş dixe û dibe sebeb ku mirov “bibin xwehez” (2. Tîm. 3:2-4). Sifatên wisa ne li gor dilê Xwedê ne, yê ku dibêje ku gerek em dilnizm û nefsbiçûk bin (2. Sam. 22:28). Li şûna fikrên Xwedê, hin şagirtên Îsa, yên ku çûn zanîngehê, êdî fikrên dinyayê qebûl kirine. Niha emê li serpêhatiyekê binêrin, a ku nîşan dide ku çi dikare biqewime.
15-16. Serpêhatiya xwişkekê çi rêyî me dide?
15 Xwişkeke ku zêdetirî 15 salan xizmeta tamrojî dike, wisa dibêje: “Piştî binavbûnê, min di heqê talûkeyên perwerdeya zanîngehê de gelek tişt xwendibûn û bihîstibûn, lê min şîretên wisa nedikir hesabê.” Gava ev xwişk çû zanîngehê, ew rastî kîjan tengasiyan hat? Xwişka me wisa dibêje: “Dersên min ew qas wext û qeweta min dixwar ku min êdî wek berê ji Yehowa re dua nedikir. Ez pir dibetilîm, û qeweta
min nedima ku bi kesên din li ser Kitêba Pîroz sohbetan bikim an ji bo civînan haziriyê bikim. Şikur ji Xwedê re ku gava min fehm kir ku perwerdeya bilind dostaniya min bi Yehowa xera dike, min dev ji vê perwerdeyê berda.”16 Perwerdeya zanîngehê li ser fikrên xwişka me çawa tesîr dikir? Ew wisa dibêje: “Çi heyf e ku seba perwerdeya zanîngehê, min lome li kesên din dikir, bi xisûsî li xwişk û birayan. Ji ber vê yekê, ez ji kirinên wan razî nedibûm, û min xwe ji wan dûr digirt. Ji min re pir wext lazim bû ku ez ji van fikran bifilitim. Ez êdî rind fehm dikim ku tembîhên ku Xwedê bi destê teşkîlata xwe dide me, çi qas bifeyde ne. Bi eslê xwe, Yehowa ji min rindtir dizanibû ku ji bo min çi xêr e. Xwezî ku min guh bidaya wî!”
17. (a) Gerek em çi bikin? (b) Li meqaleya din, emê li çi binêrin?
17 Belê, hay ji xwe hebe ku dinyaya Îblîs te “bi felsefe û xapandina pûç ... dîl negire”. Li hemberî dek û dolabên Îblîs hişyar bimîne (1. Kor. 3:18; 2. Kor. 2:11). Îzin nede ku Îblîs nêrîna te ya li ser Yehowa tev li hev bike. Li gor qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê bijî. Wekî din, îzin nede ku Îblîs te bixapîne ku tu guh nedî şîretên Yehowa. Lê eger tu fehm bikî ku tu jixwe ketiyî bin tesîra fikrên dinyayê, gerek tu çi bikî? Meqaleya din wê nîşan bide ku em çawa dikarin bi alîkariya Peyva Xwedê li dijî fikir û kirinên ku wek “kelehan” zexm in, ser bikevin (2. Kor. 10:4, 5).
KILAM 49 Şa ke Dilê Yehowa
^ par. 5 Îblîs mirovan bi hostetî dixapîne. Gelek kesên ku difikirin ku ew azad in, bi eslê xwe bûne êsîrên wî. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îblîs mirovan bi kîjan metodan dixapîne.
^ par. 48 RESIM: Mirovên Kenanî Îsraêliyan dawet dikin ku tevî wan pûtperestî û bêexlaqiyê bikin.
^ par. 51 RESIM: Postera dêrekê homoseksueltiyê wek tiştekî normal nîşan dide.
^ par. 53 RESIM: Xwişkeke ciwan li zanîngehê dixwîne. Mamoste dibêje ku ilm û teknolojî dikarin hemû problemên dinyayê hel bikin. Ev fikir li xwişka me û hevaldersên wê xweş tên. Paşê, li Salona Îbadetê, ew rind guh nade û ji bernameyê aciz dibe.