Here Naverokê

Here naverokê

Dilovanî – Sifateke ku bi Gotin û Kirinan Tê Eyan Kirin

Dilovanî – Sifateke ku bi Gotin û Kirinan Tê Eyan Kirin

KIRINEKE dilovan bi rastî jî dilê me xweş dike! Gava kesek xema me dixwe, ma em dilşad nabin? Madem ku dilovanî li me xweş tê, em çawa dikarin vê sifatê pêk bînin?

Dilovanî ev e ku mirov bi dil û can xema kesên din bixwe, û vêya bi gotin û kirinên xwe eyan bike. Ji ber vê yekê, ne bes e ku em tenê ji ser ve nazik bin. Dilovaniya rastîn ev e ku em ji mirovan hez bikin û tevî wan hemdil bin. Bi ser de, dilovanî pareke berê ruhê pîroz e, û şagirtên Îsa gerek wê zêde bikin (Gal. 5:22, 23). Gerek em xîret bikin ku em vê sifatê bi pêş bixin. Niha bila em bala xwe bidin ku Yehowa û Îsa dilovaniya xwe çawa eyan dikin û em çawa dikarin wan ji xwe re bikin nimûne.

YEHOWA JI HER KESÎ RE DILOVAN E

Yehowa ji her kesî re – ji “nankoran û xeraban” re jî – nazik û xatirgir e (Lûqa 6:35). Mesela, Yehowa “tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne” (Met. 5:45). Kesên ku Yehowa wek Afirandêrê xwe qebûl nakin jî ji tedarekên wî feyde dibînin û dikarin heta dereceyekê dilşad bin.

Yehowa ji Adem û Hewayê re dilovaniyeke mezin eyan kir. Pîştî ku Adem û Hewayê guneh kir, wan “pelê hêjîran dirûtin û ji xwe re kirin pêşmal”. Lê belê, ji ber ku li derveyî Edenê “kelem û qirş” tije bûn, Yehowa bi dilovanî “ji çerm kinc çêkir û li wan kir” (1. Mû. 3:7, 17, 18, 21).

Her çi qas Yehowa hem ji “xeraban” re hem jî ji “qencan” re dilovan e, ew dilovaniya xwe bîlhesa ji xizmetkarên xwe yên dilsoz re eyan dike. Mesela, li dema Zekerya pêxember, melekek ber xwe ket gava wî dît ku avakirina perestgeha li Orşelîmê hatibû sekinandin. Yehowa “bi gotinên qenc, bi gotinên ku xemrevîniyê didin ve bersivê da” wî melekî (Zek. 1:12, 13). Wekî din, Yehowa dilovaniya xwe ji Êlyas pêxember re jî eyan kir. Carekê, Êlyas pir dilşikestî bû, û ji Yehowa mirinê xwest. Yehowa hal û rewşa Êlyas fehm kir û melekek şand ba wî ku ew cesaretê bide Êlyas û jê re bibêje ku ew ne tenê ye. Bi saya van gotinên dilovan û alîkariya Xwedê, Êlyas êdî dikaribû wezîfeya xwe berdewam bikira (1. Qra. 19:1-18). Di nav xizmetkarên Xwedê de, yê ku dilovaniya Xwedê herî zêde eyan kiriyê, kî ye?

ÎSA MESÎH – ZILAMÊ HERÎ DILOVAN

Gava Îsa li ser erdê dijiya, wî bi dilovanî û xatirgiriya xwe dihat nas kirin. Ew tu caran sert an zordar nebû. Îsa bi dilovanî wisa got: “Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we. ... Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e” (Met. 11:28-30). Ji ber ku Îsa dilovan bû, mirov li pey wî diçûn. Belê, “dilê [Îsa] bi wan şewitî”, wî ew têr kirin, kesên nexweş kirin û der heqê Bavê xwe de “gelek tişt hînî wan kir” (Mar. 6:34; Met. 14:14; 15:32-38).

Dilovaniya Îsa, ji vêya eyan dibû ku wî hîsên mirovan fehm dikirin û bi dil û can bi wan eleqadar dibû. Gava Îsa dixwest îstirhet bike jî, wî kesên ku li wî digeriyan bi dilovanî qebûl dikirin (Lûqa 9:10, 11). Carekê, jinikekê dest avêt kirasê Îsa ji bo ku qenc bibe. Li gor Qanûna Mûsa, kirina wê ne caîz bû. Dîsa jî, Îsa bi wê hêrs nebû (3. Mû. 15:25-28). Bi dilgermî, Îsa ji vê jinika ku zêdetirî 12 salan nexweş bû, wisa got: “Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe” (Mar. 5:25-34). Belê, Îsa pir dilovan bû!

DILOVANIYA RASTÎN ÇAWA TÊ EYAN KIRIN?

Mîsalên jorîn rêyî me didin ku dilovanî bi hal û hereketan tê eyan kirin. Di mesela Sameriyê dilpak de, Îsa nîşan da ku gerek em dilovaniya xwe bi kirinên xwe eyan bikin. Di vê meselê de, zilamekî Cihû ketibû destê rêbiran. Wî ew tazî kir, lê xist û nîvkuştî hişt. Gava mirovê Samerî ew dît, dilê wî pê şewitî – her çi qas di nav Samerî û Cihûyan de dijminahî hebû jî. Bi saya dilovaniyê, mirovê Samerî birînên zilamê Cihû bi zeyt û şerab pêçandin û ew bir mêvanxaneyekê. Mirovê Samerî pere da xwediyê mêvanxaneyê û ji bo mesrefên zêde jî soz da ku ewê dîsa pere bide (Lûqa 10:29-37).

Dilovanî gelek caran bi kirinan tê eyan kirin. Wekî din, dilovanî dikare bi gotinên teşwîqdar jî bê eyan kirin. Her çi qas “dilê bi xem mirov dixîne” jî, Kitêba Pîroz dibêje ku “gotina xweş kêfxweş dike” (Mtl. 12:25). Eger em ji kesên din re dilovan û qenc bin, em dikarin wan bi peyvên teşwîqdar dilxweş bikin. * Bi saya peyvên me yên xweş, ewê fehm bikin ku em xema wan dixwin. Ev yek wê cesareta wan zêde bike ku ev serî bi problêmên xwe re derxînin (Mtl. 16:24).

EM ÇAWA DIKARIN DILOVANIYA XWE ZÊDE BIKIN?

Ji ber ku Xwedê mirov “di sûretê xwe de afirand”, hemû mirov dikarin dilovan bin (1. Mû. 1:27). Mesela, Yûlyos, memûrê Romayî yê ku Pawlos bir Romayê, li bajarê Saydayê “qencî bi Pawlos kir û destûr dayê ku here ba dostên xwe, da ku lê binêrin” (Kar. 27:3). Paşê, mirovên Maltayê “camêriyeke nedîtî” nîşanî Pawlos û kesên din da gava gemiya wan noq bû. Mirovên giravê ji wan re agir dada ku ew xwe germ bikin (Kar. 28:1, 2). Belê, kirinên wan hêjayî pesnan e, lê dilovaniya rastîn tenê bi yek kirina xweş nayê eyan kirin.

Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em dilovaniya xwe bi dewamî zêde bikin û wê bikin pareke şexsiyeta xwe. Ji ber vê yekê, Yehowa ji me re dibêje ku gerek em dilovaniyê “li xwe bikin” (Kol. 3:12). Ev yek carinan li me hêsan nayê. Çima? Eger em şermok, nexwebawer an di kûrahiya dilê xwe de xwehez bin, dibe ku ji me re zor bê ku em dilovaniya xwe eyan bikin. Ji bo ku em serî bi astengên wisa re derxînin, divê em xwe bispêrin Yehowa û wî ji xwe re bikin nimûne (1. Kor. 2:12).

Em çawa dikarin fehm bikin ku gerek em di kîjan waran de zêdetir dilovan bin? Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Ma ez bi dil û can guh didim mirovan? Ma ez bala xwe baş didim hewcedariyên wan? Cara dawîn, min kengê dilovaniya xwe ji kesekî din re eyan kir?” Paşê, em dikarin ji xwe re hin armancan çêkin. Mesela, em dikarin xîret bikin ku em kesên li derdora xwe zêdetir nas bikin, bîlhesa xwişk û birayên li civata me. Bi vî awayî, em dikarin hewcedariyên wan û hal û rewşa wan fehm bikin. Wekî din, wê baş be ku em dilovaniyê ji wan re wisa eyan bikin, çawa ku meyê bixwesta eger em li şûna wan bûna (Met. 7:12). Eger em ji Yehowa alîkariyê bixwazin, ewê xîreta me xelat bike ku em zêdetir dilovan bin (Lûqa 11:13).

DILOVANÎ JI BO BELAVKIRINA MIZGÎNÊ MUHÎM E

Pawlosê şandî ji aliyê qenciyê ve emsaleke baş bû (2. Kor. 6:3-6). Pawlos bi gotin û kirinên dilovan bi mirovan eleqedar dibû. Ji ber vê yekê, mirovan dixwest bên ba wî (Kar. 28:30, 31). Mîna vê, em dikarin bi hal û hereketên dilovan bala mirovan bikişînin ser rastiya Kitêba Pîroz. Eger em ji her kesî re dilovan bin, dibe ku dilê muxalifan li dijî me nermtir bibe (Rom. 12:20). Bi zeman re, ewê belkî bixwazin der heqê Kitêba Pîroz de zêdetir melûmatê bistînin.

Li dinyaya nû, gelek kesên ku wê ji miriyan rabin, wê dilovaniya rastîn tam bikin. Hin ji wan wê belkî cara pêşîn dilovaniyê bibînin. Seba şikûrdariyê, ewê jî ji kesên din re dilovan bibin. Wê demê, kesên ku dilovan nînin wê heta bi hetayê bên helak kirin. Lê kesên ku Xwedê ji wan razî ye wê heta bi hetayê di nav hezkirin û dilovaniyê de bijîn (Zeb. 37:9-11). Li wê demê, dinya wê bi ewlehî û aştiyê ve tije bibe. Lê belê, heta ku ew roj bê, em çawa dikarin ji eyankirina dilovaniyê feyde bistînin?

FEYDEYÊN DILOVANIYÊ

Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dilovaniya rindîxwaz ji xwe re ye” (Mtl. 11:17). Gelek mirov dixwazin nêzikî kesên dilovan bin, û ew jî li hemberî wan dilovan dibin. Îsa got: “Hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin” (Lûqa 6:38). Kesên dilovan bi rihetî ji xwe re hevalên baş dibînin.

Pawlosê şandî ji civata Efesosê re wisa şîret da: “Li hember hev keremdar û dilovan bin û ... li hevdû bibihûrin” (Ef. 4:32). Eger xwişk û bira bi dil û can bi hevdû eleqedar bibin û ji hevdû re hemdil û dilovan bin, civat wê ji vê pir feydê bistîne. Xwişk û birayên wisa wê tu caran peyvên sert nabêjin, hevdû tenkîd nekin û qerfên xwe bi kesên din nekin. Li şûna paşgotiniyê, ewê xîret bikin ku bi gotinên xwe alîkariyê bidin hevdû (Mtl. 12:18). Bi vî awayî, civat wê ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here û bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bike.

Belê, dilovanî hem bi gotin hem jî bi kirinan tê eyan kirin. Gava em dilovan dibin, em dilgermî û comerdiya Yehowa eyan dikin (Ef. 5:1). Di netîceyê de, civata me wê xurttir bibe, û kesên din wê bên ser riya rastiyê. Bila em dilovaniya xwe daîm bikin!

^ par. 13 Sifata qenciyê wê li meqaleyeke din bê şêwir kirin.