Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Fikrên Yehowa li Dilê Te Rûniştine?

Gelo Fikrên Yehowa li Dilê Te Rûniştine?

“Bi nûbûna hişê xwe werin guhertin” (ROM. 12:2).

KILAM: 56, 123

1, 2. Gava em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçin, em çi hîn dibin? Mîsalekê bide.

ZAROKEKÎ biçûk hediyeyekê distîne. Diya wî dibêje: “Bibêje ‘Spas dikim’!” Zarok guh dide – ne ji dil, lê tenê ji bo ku diya wî wisa dixwaze. Bi zeman re, zarok zêdetir fehm dike ku şikurdarî çima muhîm e. Niha ew êdî ji dil spas dike, çimkî şikurdarî êdî ketiye dilê wî.

2 Mîna vê, gava me rastiya Kitêba Pîroz nû bihîstibû, em hîn bûn ku gerek em guh bidin qanûnên Yehowa yên temelî. Lê paşê, me hêdî hêdî fehm kir ku Yehowa çi difikire, yanî ku ew ji çi hez dike an ji çi hez nake û ku ew li hin meseleyan çawa dinêre. Gava em îzin didin ku fikrên Yehowa li ser kirin û qerarên me tesîr bikin, em nîşan didin ku fikrên Yehowa li dilê me rûniştine.

3. Dibe ku ji me re çima zor bê ku fikrên Yehowa li dilê me rûnin?

3 Em her çi qas ji fikrên Yehowa kêfê distînin jî, ji me re carinan zor tê ku em wek wî bifikirin, çimkî em qisûrdar in. Mesela, em dizanin ku Yehowa li meseleyên wek exlaq, mal û milk, belavkirina mizgînê û bikaranîna xwînê çawa dinêre, lê dibe ku em sebebên nêrînên wî rind fehm nakin. Hingê gerek em çi bikin ku fikrên Xwedê li dilê me zêdetir rûnin? Ev yek wê çawa alî me bike ku em tiştên rast bikin?

EM ÇAWA DIKARIN BIBIN XWEDIYÊ FIKRÊN XWEDÊ?

4. Ji bo ku em “bi nûbûna hişê xwe werin guhertin”, gerek em çi bikin?

4 Romayî 12:2 bixwîne. Li vê ayetê, Pawlosê şandî rêyî me dide ku gerek em çi bikin da ku em wek Yehowa bifikirin. Wek me li meqaleya berê dîtibû, ji bo ku em “li gor vê dinyayê nekin”, lazim e ku em nêrîn û fikrên dinyayê red bikin. Wekî din, Pawlos got ku gerek em “bi nûbûna hişê xwe werin guhertin”. Ji bo vê, gerek em Peyva Xwedê lêkolîn bikin ku em fikrên wî fehm bikin, li ser wan kûr bifikirin û fikrên xwe li gor fikrên Xwedê eyar bikin.

5. Ferqa navbera xwendin û lêkolînê çi ye?

5 Lêkolînkirin ne tenê ev e ku em weşanan zû bi zû bixwînin û cewaban îşaret bikin. Gava em lêkolîn dikin, gerek em bala xwe bidin ku malzeme der heqê Yehowa de û li ser kirinên wî û fikrên wî çi dibêje. Gerek em fehm bikin ku Xwedê çima dixwaze ku em hin tiştan bikin û hin tiştan nekin. Wekî din, gerek em bala xwe bidin ku em çawa dikarin hal û hereketên xwe û fikrên xwe biguherînin. Dibe ku em nikarin di her lêkolînê de li ser hemû nuqteyan bifikirin. Dîsa jî, wê baş be ku em hinek wext veqetînin – belkî nîvê wexta lêkolînê – ji bo ku em li ser malzemeyê kûr bifikirin (Zeb. 119:97; 1. Tîm. 4:15).

6. Eger em li ser fikrên Yehowa kûr bifikirin, çi wê biqewime?

6 Eger em her tim li ser Peyva Xwedê kûr bifikirin, emê fehm bikin ku nêrîna Yehowa bêqisûr e. Emê nêrîna wî hêdî hêdî qebûl bikin û wek wî li meseleyan binêrin. Bi vî awayî, hiş û fikrên me wê ‘bên guhertin’. Fikrên Yehowa wê her ku diçe li dilê me rûnin.

FIKRÊN ME LI SER KIRINÊN ME TESÎR DIKIN

7, 8. (a) Yehowa li mal û milk çawa dinêre? (Li resmên ewilî binêre.) (b) Eger nêrîna Yehowa li dilê me rûniştibe, emê her tim herî zêde bala xwe bidin çi?

7 Fikir û kirinên me bi hev ve girêdayî ne (Mar. 7:21-23; Aqûb 2:17). Çend mîsalên Kitêba Pîroz vêya nîşan didin. Mesela, Încîl rêyî me dide ku Yehowa li mal û milk çawa dinêre. Ûsiv û Meryem ne dewlemend bûn. Dîsa jî, Xwedê ew hilbijartin ku ew Kurê wî mezin bikin (3. Mû. 12:8; Lûqa 2:24). Gava Îsa çêbû, Meryem ew “di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû” (Lûqa 2:7). Eger Yehowa bixwesta, wiyê bikaribûya malbateke dewlemendtir hilbijarta ku Kurê wî li xaniyekî baştir bê dinyayê. Lê ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ev bû ku Îsa li malbeteke ku ji aliyê ruhî ve xurt e mezin bibe.

8 Ji vê qeyda li ser çêbûna Îsa, em fehm dikin ku Yehowa li mal û milk çawa dinêre. Hin dê û bav ew qas dixwazin ku zarokên wan bibin xwediyê mal û milk ku ew siheta ruhî ya zarokên xwe davêjin talûkeyê. Lê belê aşîkar e ku ji bo Yehowa, rewşa me ya ruhî ji her tiştî zêdetir muhîm e. Gelo nêrîna Yehowa li dilê me rûniştiye? Bi eslê xwe, kirinên me nîşan didin ku di dilê me de çi heye (Îbranî 13:5 bixwîne).

9, 10. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em naxwazin kesên din ji rê derxînin?

9 Mîsaleke din ev e ku Yehowa li mirovên ku kesên din ji rê derdixînin, çawa dinêre. Îsa got: “Kî ku yekî ji van biçûkên ku baweriyê bi min tînin ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê girêdan û bê avêtin deryayê” (Mar. 9:42). Çi xebereke giran! Lê belê em dizanin ku fikrên Îsa Mesîh bi temamî dişibin fikrên Xwedê. Loma, ev ayet nîşan dide ku Yehowa jî bi hêrs dibe gava kesek şagirtekî Îsa ji rê derdixîne (Yûh. 14:9).

10 Gelo em jî nêrîna Yehowa û Îsa qebûl dikin? Gelo ev nêrîn li dilê me rûniştiye? Di vî warî de, kirinên me çi eyan dikin? Mesela, dibe ku kincek li me xweş bê, lê belê kesên din aciz bike an wan tehrîk bike. Gelo emê tercîhên xwe di oxira xêra xwişk û birayên xwe de feda bikin? (1. Tîm. 2:9, 10).

11, 12. Ji bo ku em xerabiyê nekin, gerek em çi bikin?

11 Mîsaleke din: Yehowa ji xerabiyê nefret dike (Îşa. 61:8). Xwedê helbet dizane ku seba qisûrdariyê, ji me re carinan zor tê ku em tiştên rast bikin. Dîsa jî, ew dixwaze ku em wek wî ji xerabiyê nefret bikin (Zebûr 97:10 bixwîne). Eger em kûr bifikirin ku Yehowa çima ji xerabiyê nefret dike, ev yek wê alî me bike ku nêrîna wî têkeve dilê me. Bi saya vê, emê ji xerabiyê dûr bisekinin.

12 Kitêba Pîroz rasterast behsa her tiştê xerab nake. Dîsa jî, eger em wek Yehowa li xerabiyê binêrin, emê ji tiştên wisa jî nefret bikin. Mesela, li hin deran, keçik an xortên tazî an nîv tazî li ser çokên muşteriyên xwe reqs dikin. Hinek difikirin ku reqseke wisa ne xerab e, çimkî minasebeta cinsî nayê meydanê. * Ma nêrîneke wisa bi fikrên Xwedê ve hevgirtî ye? Ji bîr neke ku Xwedê ji her cure xerabiyê nefret dike. Bila em ji aliyê xwegirtinê ve bi pêş ve herin û xwe ji her cure xerabiyê dûr bigirin! Belê, em dixwazin ji hemû tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, nefret bikin (Rom. 12:9).

JI BERÊ DE QERAR BIDE KU TUYÊ ÇI BIKÎ

13. Wê çima baş be ku em nêrîna Yehowa ji berê de bizanibin?

13 Gava em lêkolîn dikin, wê baş be ku em ji berê de bielimin ku Yehowa li hin meseleyan çawa dinêre. Bi vî awayî, emê hazir bibin eger ji nişka ve lazim bibe ku em qerarekê bidin (Mtl. 22:3). Niha emê li ser hin serpêhatiyan şêwir bikin, ên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin.

14. Cewaba ku Ûsiv da pîreka Potîfar çi rêyî me dide?

14 Gava pîreka Potîfar dixwest Ûsiv ji rê derxîne, Ûsiv ew hemen red kir. Ev yek nîşan dide ku Ûsiv ji berê de kûr fikirîbû ku Yehowa li zewacê çawa dinêre (1. Mûsa 39:8, 9 bixwîne). Ûsiv ji wê re wisa got: “Çawa ez ê xerabiyek ûsa mezin bikim û li dijî Xwedê gunehan bikim?” Gotinên wî nîşan didin ku nêrîna Xwedê li dilê wî rûniştibû. Gelo di dilê me de çi heye? Mesela, eger hevalkarekî te ji te re cîlwe bikira, teyê çi bikira? An jî, eger kesekî mesaj an resmekî bêexlaq bişanda telefona te, teyê çi bikira? * Eger nêrîna Yehowa ji berê de li dilê me rûniştiye û me qerar daye ku emê çi bikin, wê ji me re hêsantir bê ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin û tiştên rast bikin.

15. Em çawa dikarin wek sê ciwanên Îbranî ji Yehowa re dilsoz bimînin?

15 Wekî din, serpêhatiya Şadrak, Meşak û Abed-Nego bîne ber çavê xwe. Van sê xortên Îbranî li ber heykelê zêr, ê ku Nebûkadnetsar Padîşah çêkiribû, îbadet nekir. Cewaba wan a zelal nîşan dide ku wan ji berê de anîbû ber çavê xwe ku gerek ew çi bikin ji bo ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin (2. Mû. 20:4, 5; Dan. 3:4-6, 12, 16-18). Em çawa dikarin wan ji xwe re bikin nimûne? Mesela, eger midûrê te bixwesta ku tu ji bo cejneke pûtperest bexşekê bidî, teyê çi bikira? Li şûna ku em li bendê bimînin heta ku tiştên wisa bên serê me, wê baş be ku em ji berê de bînin ber çavê xwe ku Yehowa li meseleyên wisa çawa dinêre. Hingê, emê wek sê ciwanên Îbranî hazir bin ku tiştên rast bikin.

Gelo te lêkolîn kiriye, belgeya tibî tije kiriye û bi doktor re xeber daye? (Li paragrafa 16an binêre)

16. Eger em fikrên Yehowa bi zelalî fehm bikin, ev yek çawa dikare alî me bike ku em ji bo problemên tibî haziriyê bikin?

16 Wekî din, ji bo ku em dilsoz bimînin, wê baş be ku em ji berê de bifikirin ku emê çi bikin eger problemeke tibî ji nişka ve derkeve. Em helbet neqla xwînê û çar parên sereke yên xwînê qebûl nakin. Dîsa, ji bo hin prosedûrên ku bi xwînê ve girêdayî ne, gerek em li gor prensîpên Kitêba Pîroz qerareke şexsî bidin (Kar. 15:28, 29). Gava em dikevin nexweşxaneyê, dibe ku êşa me hebe û doktor zorê li me bide ku em qerara xwe zû bidin. Loma gerek em ji berê de lêkolîn bikin, belgeya tibî tije bikin, a ku daxwazên me nîşan dide, û bi doktor re bipeyivin. *

17-19. Çima muhîm e ku fikrên Yehowa niha li dilê me rûnin? Mîsalekê bide.

17 Bîne ber çavê xwe ku Îsa çi qas zû cewab da gava Petrûs got: “Ev ji te dûr be, ya Xudan!” Xuya ye ku Îsa ji berê de pir fikirîbû ku daxwaza Xwedê ji bo wî çi ye û Nivîsarên Pîroz der heqê jiyan û mirina wî de çi dibêjin. Bi saya vê melûmatê, ew hazir bû ku li ber Xwedê dilsoz bimîne û canê xwe di oxira me de feda bike (Metta 16:21-23 bixwîne).

18 Îro Xwedê dixwaze ku em bibin dostên wî û îşê wî bi xîret pêk bînin (Met. 6:33; 28:19, 20; Aqûb 4:8). Lê wek Petrûs, dibe ku îro jî hin kes bi niyeta pak bixwazin me ji qerara xwe vegerînin. Mesela, eger midûrê te îşekî baştir û maeşeke bilindtir teklîfî te bikira, lê ev îş ji bo xizmet û civînan bibûya asteng, teyê çi bikira? An jî, eger ji bo xwendinê fersend derketa ku tu biçûyayî bajarekî din, teyê çi bikira? Li şûna ku tu dua bikî, lêkolîn bikî û bi kalên civatê û bi malbata te re bişêwirî gava tiştekî wisa derdikeve, wê baştir be ku tu niha lêkolîn bikî ku Yehowa çi difikire, û xîret bikî ku fikrên wî li dilê te rûnin. Eger tu wisa bikî, teklîfên wisa wê ji te re cazîb neyên. Eger tu ji berê de qerar bidî ku tuyê ji Yehowa re xizmet bikî, tuyê rind bizanibî ku gerek tu çi bikî.

19 Gelek rewşên din jî hene, ên ku dikarin dilsoziya me biceribînin. Helbet em nikarin xwe ji bo her tiştî hazir bikin, ê ku dikare ji nişka ve derkeve. Lê belê eger em di lêkolîna şexsî de li ser nêrînên Yehowa kûr bifikirin, emê bikaribin fikrên Yehowa bi hêsanî bînin bîra xwe gava tiştek derdikeve, û emê bikaribin li gor daxwaza Yehowa qeraran bidin. Loma pir muhîm e ku em bala xwe bidin fikrên Yehowa, xîret bikin ku fikrên Yehowa li dilê me rûnin û bifikirin ku ev yek çawa dikare alî me bike ku em qerarên aqilmend bidin.

FIKRÊN YEHOWA Û ÎSTIQBALA TE

20, 21. (a) Li dinyaya nû, emê bibin xwediyê azadiyeke çawa? (b) Em niha çawa dikarin bextewar bin?

20 Em gişt hesreta dinyaya nû û jiyana bêdawî ne. Li bin hikumdariya Padîşahiyê, emê êdî ji hemû kul û derdên vê dinyaya xerab bifilitin. Helbêt, li wê demê jî emê bibin xwediyê îradeya azad. Her kes wê dîsa li gor daxwaz û tercîhên xwe qeraran bide.

21 Li dinyaya nû, emê helbet nebin xwediyê azadiya bêsînor. Kesên dilnizm wê qerarên xwe li gor qanûn û fikrên Yehowa bidin. Di netîceyê de, dinya wê bi selamet û dilşadiyê ve tije bibe (Zeb. 37:11). Lê belê niha jî, eger fikrên Yehowa li dilê me rûnin, em dikarin bextewar bin.

^ par. 12 Eger şagirtekî Îsa tev li fealiyeteke wisa bûye, gerek ew alîkariya kalên civatê bixwaze, çimkî dibe ku bêexlaqiya cinsî çêbûye û lazim e ku heyeteke edlî li vê meseleyê binêre (Aqûb 5:14, 15).

^ par. 14 Hin kes mesaj, resim an vîdeoyên bêexlaq dişînin. Dibe ku heyeteke edlî divê bê saz kirin. Li hin deran, hin kesên ku ji 18 salan biçûktir in seba mesajên wisa wek sûcdarên cinsî hatine mehkûm kirin. Ji bo zêdetir melûmatê, li ser malpera jw.org li meqaleya “Young People Ask—What Should I Know About Sexting?” binêre (here BIBLE TEACHINGS > TEENAGERS). An jî li meqaleya “How to Talk to Your Teen About Sexting” li kovara Awake!, Mijdar 2013, rûp. 4-5, binêre.

^ par. 16 Prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku fikrên Yehowa eyan dikin û dikarin alî me bikin ku em qerareke baş bidin, li weşanên me hatine muzakere kirin. Mesela li kitêba Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke (bi Kurmanciya Qafkasyayê), rûp. 215-218, binêre.