Here Naverokê

Here naverokê

“Rastiyê Bikire û Nefiroşe”

“Rastiyê Bikire û Nefiroşe”

“Rastiyê bikire û nefiroşe, aqil, zaniyarî û perwerde jî” (MTL. 23:23).

KILAM: 94, 96

1, 2. (a) Li gor te, tiştê herî biqîmet çi ye? (b) Em qîmetê didin kîjan rastiyan, û çima? (Li resmên ewilî binêre.)

LI GOR TE, tiştê herî biqîmet çi ye? Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, em dostiya Yehowa wek tiştê herî biqîmet dibînin, û em naxwazin vê dostiyê winda bikin. Wekî din, em qîmetê didin rastiya Kitêba Pîroz jî, çimkî bi saya gotinên wê, em bûne dostên Yehowa (Kol. 1:9, 10).

2 Bi navgîniya Kitêba Pîroz, Yehowa me hîn dike. Mesela, ew rêyî me dide ku navê wî çi qas muhîm e û sifatên wî çi qas xweş in. Yehowa ji me ew qas hez dike ku wî canê Kurê xwe Îsa Mesîh ji bo me qurban kir. Ji xeynî vê, Yehowa der heqê Padîşahiya Îsa Mesîh de melûmatê dide û riya jiyana herheyî vedike. Ji Kitêba Pîroz, em hîn bûne ku kesên hilbijartî wê herin ezmanan, û “miyên din” wê heta bi hetayê di Ceneta li ser erdê de bijîn (Yûh. 10:16). Bi ser de, Xwedê nîşanî me dide ku gerek em çawa bijîn. Em qîmetê didin van rastiyan, çimkî bi saya wan, em dikarin nêziktirî Xwedê bibin. Belê, rastiya Kitêba Pîroz, ji bo me pir bifeyde ye.

3. Gelo Yehowa dixwaze ku em rastiyê bi pere bikirin?

3 Xwedayê me Yehowa pir comerd e. Ew her tim xêra me dixwaze. Ji ber vê yekê, wî Kurê xwe di oxira me de feda kir. Xwedê helbet naxwaze ku em ji bo rastiyê pere bidin. Carekê, zilamekî bi navê Şimûn pere teklîfî şandiyan kir ku ew qudretê bidin wî ku ew jî bikaribe ruhê pîroz bide kesên din. Lê belê Petrûs ji wî re wisa got: “Bila perê te bi te re helaq bibe! Ji ber ku te got qey ez ê xelata Xwedê bi peran ve bi dest bixim!” (Kar. 8:18-20, KP). Lê madem ku wisa ye, gotina “rastiyê bikire” tê çi maneyê?

EM ÇAWA DIKARIN ‘RASTIYÊ BIKIRIN’?

4. Li vê meqaleyê, emê der heqê çi de şêwir bikin?

4 Methelokên Silêman 23:23 bixwîne. Ji bo ku em rastiyê ji Kitêba Pîroz hîn bin, xîret û fedakarî lazim e. Piştî ku em rastiyê dikirin, gerek em hay ji xwe hebin ku em wê ‘nefiroşin’, yanî winda nekin. Em çawa dikarin ‘rastiyê bikirin’? Berdêla rastiyê çi ye? Niha emê bibînin ku gerek em di oxira rastiyê de çi feda bikin. Bi saya vê, emê zelaltir fehm bikin ku qîmeta rastiya Xwedê ji hemû tiştên din çi qas mezintir e, û emê biqerar bin ku tu caran dev ji rastiyê bernedin.

5, 6. (a) Em çawa dikarin rastiyê bêpere bikirin? (b) Feydeyên rastiyê çi ne?

5 Eger tiştek bêpere be jî, ev nayê maneya ku berdêla wî tune. Peyva Îbranî, ya ku li Methelokên Silêman 23:23 wek “bikire” hatiye wergerandin, dikare bê maneya “bi dest bixe”. Yanî, ji bo ku mirov bibe xwediyê tiştekî, gerek ew xîret bike an tiştekî feda bike. Mesela, bîne ber çavê xwe ku li bazarê, zebeşên belaş hene. Gelo ew zebeş wê xwe bi xwe bên mala te? Helbet na! Zebeş her çi qas bêpere bin jî, xîret lazim e ku tu wan bînî mala xwe. Mîna vê, rastiya Kitêba Pîroz bêpere ye, lê dîsa jî xîret lazim e ku em wê bi dest bixin.

6 Îşaya 55:1-3 bixwîne. Gotinên Yehowa, yên ku li kitêba Îşaya nivîsandî ne, rêyî me didin ku em çawa dikarin rastiyê bikirin. Li van ayetan, Yehowa dibêje ku gotinên wî mîna av, şîr û şerab in. Mîna ava sar û zelal, gotinên rastiyê canê me xweş dikin. Wekî din, mîna ku şîr alî zarokan dike ku ew mezin bibin, gotinên Yehowa qewetê didin me û alî me dikin ku em ji aliyê ruhî ve mezin bibin. Ji xeynî vê, gotinên Yehowa mîna şerabê ne. Çawa? Li gor Kitêba Pîroz, şerab kêfê dide mirovan (Zeb. 104:15). Mîna vê, gava Yehowa ji xizmetkarên xwe re dibêje ku bila ew şerabê bikirin, ev yek tê maneya ku eger em li gor rêberiya wî bijîn, emê kêfê bistînin (Zeb. 19:8). Bi vê mîsalê, Yehowa nîşan dide ku feydeyên hînbûn û pêkanîna rastiyê çi qas mezin in. Lê ji bo ku em van feydeyan bistînin, gerek em hin tiştan feda bikin. Niha emê li ser van tiştan şêwir bikin.

TE DI OXIRA RASTIYÊ DE ÇI FEDA KIRIYE?

7, 8. (a) Ji bo ku em rastiyê bikirin, çima lazim e ku em wexta xwe xerc bikin? (b) Xwendekareke ciwan di oxira rastiyê de çi feda kir, û netîce bû çi?

7 Wext. Ji bo ku em guh bidin mizgîna Padîşahiyê, Kitêba Pîroz û weşanên li ser Kitêba Pîroz bixwînin, kursa Kitêba Pîroz bistînin, ji bo civînan haziriyê bikin û herin civînan, wext lazim e. Gerek em vê wextê “bikirin”, yanî ji îşên nemuhîm veqetînin (Efesî 5:15, 16 û jêrenotê bixwîne, KP). Çi qas wext lazim e ku em hîndariyên temelî yên Kitêba Pîroz rind bielimin? Her kes ne wek hev e. Hîkmeta Yehowa ew qas mezin e û kirinên wî ew qas pir in ku em tu caran nikarin der heqê wî de her tiştî bielimin (Rom. 11:33). Zêdetirî sed sal berê, kovara Watch Tower rastiya Kitêba Pîroz dişiband “kulîlkeke biçûk” û wisa got: “Tenê bi yek kulîlka rastiyê debar neke. Eger tenê yek kulîlka rastiyê bes bibûya, Xwedê wê ew qas kulîlkên rastiyê nedana me. Loma li van kulîlkan bigere û wan top bike.” Ji xwe wisa bipirse: “Min çi qas kulîlkên rastiyê top kirine?” Emê heta bi hetayê der heqê Yehowa de zêdetir melûmatê bistînin. Îro, ji bo ku em rastiyê bikirin, gerek em wexta xwe bi aqilmendî bi kar bînin. Niha emê li serpêhatiya jinikekê binêrin, a ku ji bo rastiyê birçî bû.

8 Keçikeke Japonî ya bi navê Marîko * ji bo xwendinê çûbû bajarê New Yorkê (DYA). Li wê demê, ew aîdî dînekî bû, yê ku li salên 1950yan li Japonê nû dest pê kiribû. Xwişkeke pêşeng li xizmeta mal bi mal rastî Marîkoyê hat. Wê ji rastiya Kitêba Pîroz pir kêf distend. Loma Marîkoyê dixwest di heftiyê de du caran kursa Kitêba Pîroz bistîne. Marîko seba mekteb û îşê xwe pir mijûl bû, lê ew dîsa jî diçû civînan. Wekî din, wê dev ji hin çalakiyên sosyal berda da ku ji bo hînbûna rastiyê zêdetir wext çêbe. Bi saya van fedakariyan, Marîko ji aliyê ruhî ve zû bi pêş ve çû. Di hundirê salekê de, ew hat bin av kirin. Şeş meh bi şûn de, li sala 2006an, wê dest bi xizmeta pêşengiyê kir, û ew îro jî pêşengiyê dike.

9, 10. (a) Gava em rastiyê dikirin, nêrîna me li ser mal û milk çawa diguhere? (b) Jinikeke ciwan dev ji kîjan armancê berda, û netîce bû çi?

9 Menfaetên madî. Hin xwişk û bira di oxira rastiyê de dev ji îşekî baş an kariyera xwe berdidin. Gava Îsa gazî Petrûs û Endrawis kir ku ew dev ji îşê masîgirtinê berdin û li pey wî bimeşin, wan “torên xwe hiştin” (Met. 4:18-20). Piraniya kesên ku rastiyê hîn dibin helbet nikarin bi temamî dev ji îşê xwe berdin. Divê ew bişixulin û li mala xwe binêrin (1. Tîm. 5:8). Dîsa jî, carinan lazim dibe ku ew nêrîna xwe li ser mal û milk biguherînin. Îsa wisa got: “Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ... lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin” (Met. 6:19, 20). Niha bila em li serpêhatiya jinikeke ciwan binêrin, a ku qerarên aqilmend dane.

10 Maria ji biçûktiya xwe ve golf dilîst. Li lîseyê, hunera wê hê jî bi pêş ve diçû, û wê ji bo zanîngehê burs stend. Armanca Mariayê ev bû ku lîstikvaneke profesyonel bibe û pir pere qezenc bike. Lê paşê, Mariayê dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Rastiya Kitêba Pîroz lê pir xweş hat, û wê jiyana xwe hêdî hêdî guherand. Maria wisa dibêje: “Gava min nêrîn û jiyana xwe li gor standardên Kitêba Pîroz diguherand, dilê min her ku diçû xweş dibû.” Mariayê fehm kir ku ewê nikaribe hem li pey dewlemendiya ruhî hem jî li pey dewlemendiya madî here (Met. 6:24). Loma wê dev ji armanca şan û şohretê berda. Niha ew pêşengiyê dike û pir dilşad e.

11. Gava em rastiyê dikirin, dibe ku reaksiyona hin dost û merivên me çi be?

11 Minasebeta bi kesên din re. Gava em dixwazin li gor rastiya Kitêba Pîroz bijîn, dibe ku minasebeta me bi dost û merivan re biguhere. Çima? Îsa ji bo şagirtên xwe wisa dua kir: “Wan bi rastiyê pîroz bike û veqetîne; peyva te rastî ye” (Yûh. 17:17). Gava em rastiyê qebûl dikin, em ji dinyayê ‘vediqetin’ ji ber ku em êdî li gor standardên Kitêba Pîroz dijîn. Em her çi qas xîret bikin ku em dilê tu kesî neşikînin, dibe ku hin dost û merivên me xwe ji me dûr bigirin an li dijî baweriya me muxalefetê bikin. Em seba reaksiyonên wisa şaş namînin, çimkî Îsa jixwe wisa gotibû: “Dijminê mirov wê maliyên mala wî bi xwe bin” (Met. 10:36). Lê belê, em di oxira rastiyê de çi qas tişt feda bikin jî, xelata me wê pir mezin bibe (Marqos 10:28-30 bixwîne).

12. Zilamekî Cihû di oxira rastiyê de çi feda kir?

12 Ji ciwantiya xwe ve, zilamekî Cihû yê bi navê Aaron bawer bû ku gerek mirov navê Xwedê neyne zimên. Dîsa jî, wî dixwest rastiyê bielime. Gava Şahidekî Yehowa rêyî wî da ku gava li nav çar herfên dengdar ên navê Xwedê hereke tên danîn, ev nav dikare wek “Yehowa” bê telafûz kirin. Aaron pir biheyecan bû û çû kinîştê ku ji mamosteyên dînî re behsa vê bike. Ew difikirî ku ewê jî dilxweş bibin gava ew rastiya der heqê navê Xwedê de bibihîzin, lê wisa nebû. Wan tif kir rûyê wî û ew qewirand. Malbata wî jî bi wî hêrs ket. Dîsa jî, wî tu caran dev ji rastiyê berneda, û wî heta dawiya emrê xwe bi mêrxasî ji Yehowa re xizmet kir. Gava em rastiyê hîn dibin, dibe ku dost û merivên me jî bi me hêrs bikevin.

13, 14. Ji bo ku em rastiyê bikirin, gerek em fikir û kirinên xwe çawa biguherînin? Mîsalekê bide.

13 Fikir û kirinên nepak. Gava em rastiyê hîn dibin û dixwazin li gor standardên Kitêba Pîroz bijîn, dibe ku gerek em dev ji hin fikir û kirinên nepak berdin. Petrûsê şandî wisa nivîsî: “Wek zarokên guhdar bin û li pey xwestekên xwe yên dema nezaniyê neçin. Lê belê ... di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin” (1. Ptr. 1:14, 15). Mirovên bajarê Korîntê pir bêexlaq bûn. Loma gava wan dixwest rastiyê bikirin, lazim bû ku ew hal û hereketên xwe bi temamî biguherînin (1. Kor. 6:9-11). Îro jî, gava em dixwazin rastiyê bikirin, eger hal û hereketên me yên nepak hebin, gerek em dev ji wan berdin. Wekî din, Petrûs wisa got: “Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir” (1. Ptr. 4:3).

14 Bi gelek salan, Jasmine û Devynn alkolîk bûn. Devynn muhesîbekî hunermend bû, lê seba alkolê, wî şixulê xwe her tim zû winda dikir. Navê Jasmine’ê jî xerab derketibû ji bo ku ew pir agresîf bû. Rojekê, gava Jasmin dîsa serxweş bû û li kolanê dimeşiya, ew rastî du mizgînvanên wezîfedar hat. Wan ji bo kursa Kitêba Pîroz program çêkir, lê heftiya din, gava ew çûn mala Devynn, hem Jasmine hem jî Devynn serxweş bûn. Ew fikirîbûn ku mizgînvanên wezîfedar wê neyên mala wan. Lê cara din, gava xwişk û birayê me dîsa çûn mala wan, ew êdî hazir bûn. Ji dersa yekê û pê ve, Jasmine û Devynn Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn dikir û dest bi pêkanîna prensîpên Kitêba Pîroz kir. Di hundirê sê mehan de, wan dev ji vexwarina alkolê berda, û paşê, wan nîkaha resmî çêkir. Li gundê wan, gelek kesan didît ku Jasmine û Devynn çawa jiyana xwe guherandiye, û gelek kesan dest bi kursa Kitêba Pîroz kir.

15. Dibe ku berdêla herî giran, a ku mirov gerek di oxira rastiyê de bide, çi be?

15 Urf û adetên nerast. Ji hin kesan re zor tê ku dev ji urf û adetên nerast berdin ku ew rastiye bikirin. Hinek qebûl dikin ku urf û adetên wan li gor Kitêba Pîroz nerast in, lê ji reaksiyona meriv, hevalkar û dostên xwe ditirsin. Mesela, gava merivekî wan dimire, dibe ku ji wan re zor bê ku ew dev ji adetên cenazeyê berdin, ên ku li gor Kitêba Pîroz nerast in (5. Mû. 14:1). Gelo çi dikare alî me bike ku em mêrxas bin û dev ji tiştên nerast berdin? Wê baş be ku em bala xwe bidin serpêhatiyên kesên cesûr, ên ku guhartinên wisa kirine. Mesela, li sedsala yekê, li bajarê Efesê kesên wisa hebûn.

16. Li bajarê Efesê, hinek çi kir ku rastiyê bikirin?

16 Bajarê Efesê seba hunerên sêrbaziyê pir bi nav û deng bû. Ji bo ku ew rastiyê bikirin, şagirtên Îsa çawa dev ji sêrbaziyê berda? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gelek ji wan ên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe civandin û li ber hemûyan şewitandin. Bihayê wan kitêban hat hesabkirin, pêncî hezar zîv digirt. Bi vî awayî peyva Xudan hê bêtir belav dibû û hêzdar dibû” (Kar. 19:19, 20). Bi saya vê fedakariya mezin, xizmetkarên Xwedê bereketên mezin stendin.

17. (a) Me di oxira rastiyê de çi feda kiriye? (b) Li meqaleya din, emê li ser kîjan pirsan bişêwirin?

17 Te di oxira rastiyê de çi feda kiriye? Mesela, me gişt wext xerc kiriye. Wekî din, hinek ji me dev ji menfaetên madî berdaye. An jî, dibe ku seba rastiyê, hin dost û hevalên me xwe ji me dûr digirin. Gelek ji me fikir û kirinên xwe guhertine û urf û adetên nerast hiştine. Berdêl çi qas giran be jî, em bawer in ku rastiya Kitêba Pîroz hêjayî her fedakariyê ye. Gava em rastiyê dikirin, em dibin xwediyê tiştê herî biqîmet – dostiya Yehowa. Madem ku rastî ew qas biqîmet e, hin kes çima ‘rastiyê difiroşin’? Em çawa dikarin xwe ji şaşiyeke wisa dûr bigirin? Li meqaleya din, emê li ser van pirsan bişêwirin.

^ par. 8 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.