Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 45

Ruhê Pîroz Çawa Alî Me Dike?

Ruhê Pîroz Çawa Alî Me Dike?

“Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim” (FLP. 4:13).

KILAM 104 Ruhê Pîroz Pêşkêşa Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Çi alî me dike ku em serî bi tengasiyan re derxînin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin?

“GAVA ez tiştên ku hatin serê min tînim ber çavê xwe, ez dizanim ku minê xwe bi xwe nikaribûya serî bi van tengasiyan re derxista.” Gelek ji me rastî tecrûbeyên wisa hatine. Mesela, gelek xwişk û bira şaş dimînin ku ew çawa li hemberî nexweşiyeke giran yan mirina hezkiriyekî xwe sebir kiriye. Wan ancax bi alîkariya ruhê pîroz sebir kiriye, yê ku “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” da wan (2. Kor. 4:7-9, WDN).

2 Ji xeynî vê, ruhê pîroz alî me dike ku em nekevin ber bayê vê dinyaya xerab (1. Yûh. 5:19). Wekî din, em hewceyî ruhê pîroz in ku em karibin li dijî “ordiyên ruhî yên xerabiyê” micadele bikin (Ef. 6:12). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku li hemberî tengasiyên wisa, ruhê pîroz bi kîjan du awayan alî me dike. Paşê, emê muzakere bikin ku gerek em çi bikin ku em ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin.

RUHÊ PÎROZ HÊZÊ DIDE ME

3. Yehowa çawa alî me dike ku em li hemberî tengasiyan dilsoz bimînin?

3 Ruhê pîroz hêz yan qewetê dide me ku em karibin mesûliyetên xwe bînin cih gava em rastî tengasiyan tên. Pawlosê şandî got ku bi saya “hêza Mesîh”, wî dikaribû îşê xwe li gel tengasiyan berdewam bike (2. Kor. 12:9). Li seyahata xwe ya diduyan, Pawlos hem mizgîn belav dikir hem jî ji bo debara xwe dixebitî. Li bajarê Korîntê, ew li mala Akîlas û Prîskîlayê ma, yên ku kon çêdikirin. Ji ber ku Pawlos jî ev îş dikir, ew carinan tevî wan dixebitî (Kar. 18:1-4). Ruhê pîroz hêz dida Pawlos ku ew karibe hem debara xwe bike hem jî xizmeta xwe bîne sêrî.

4. Li gor 2. Korîntî 12:7b-9, çi problema Pawlos hebû?

4 2. Korîntî 12:7b-9 bixwîne. Li van ayetan, Pawlos dixwest çi bigota gava wî got “di bedenê de ji min re stiriyek ... hat dayîn”? Eger di bedena me de striyek hebûya, meyê pir êş bikişanda. Loma em fehm dikin ku Pawlos dixwest bigota ku problemeke şexsî êş dida wî. Wî ev problem wek “milyaketekî Îblîs” bi nav dikir, a ku lê dixist. Kitêba Pîroz nabêje ku problema Pawlos rasterast ji Îblîs yan ji cinan bû. Dîsa jî, gava melekên xerab striya Pawlos didît, wan belkî dixwest ew bi kar bianiya ku êşa wî zêde bikira. Hingê Pawlos çi kir?

5. Yehowa çawa cewab da duayên Pawlos?

5 Di serî de, Pawlos dixwest ji vê striyê bifilite. Wî wisa got: “Min sê caran ... ji Xudan hêvî kir, da ku ji min dûr bixe.” Lê belê ev strî derneket. Gelo ev yek tê maneya ku Yehowa cewab neda duayên Pawlos? Helbet na! Yehowa her çi qas problema Pawlos hel nekir jî, wî qewet da wî ku ew karibe dilsoz bimîne. Yehowa wisa got: “Hêza min di bêhêziyê de temam dibe” (2. Kor. 12:8, 9). Bi alîkariya Xwedê, Pawlos dikaribû dilşadî û hizûra xwe biparêze (Flp. 4:4-7).

6. (a) Yehowa çawa dikare cewabê bide duayên te? (b) Kîjan ayetên nîşankirî qewetê didin te?

6 Wek Pawlos, gelo tu jî ji Yehowa re dua dikî ku ew te ji tengasiyekê bifilitîne? Eger problema te dîsa jî berdewam dike yan hê jî xerabtir dibe, dibe ku tu ji xwe bipirsî ka Yehowa hê ji te razî ye yan na. Li demên wisa serpêhatiya Pawlos bîne bîra xwe. Çawa ku Yehowa cewab dida duayên wî, ewê cewabê bide duayên te jî! Yehowa wê belkî problema te hel neke, lê bi navgîniya ruhê pîroz, ewê qewetê bide te ku tu karibî dilsoz bimînî (Zeb. 61:3, 4). Halê te çi qas xerab be jî, Yehowa wê tu caran te tenê nehêle (2. Kor. 4:8, 9; Flp. 4:13).

RUHÊ PÎROZ ALÎ ME DIKE KU EM BI PÊŞ VE HERIN

7-8. (a) Ruhê pîroz çawa dişibe ba? (b) Petrûs tesîra ruhê pîroz çawa anî zimên?

7 Ruhê pîroz bi kîjan awayên din alî me dike? Wekî ku qeyîkek di firtoneyê de bi alîkariya ba digihîje hedefê, ruhê pîroz jî alî me dike ku em li hemberî firtoneyên vê dinyayê bigihîjin dinyaya nû.

8 Ji ber ku Petrûsê şandî masîgir bû, wî di heqê qeyîkan de gelek tişt dizanibûn. Gava wî behsa tesîra ruhê pîroz kir, wî peyveke wisa bi kar anî ku bi îhtimaleke mezin bi îşê qeyîkvanan ve girêdayî ye. Wî wisa got: “Ji ber ku peyxambertî, tu carî bi viyana mirovan ve nehatiye; lê belê mirovên Xwedê yên pîroz, ji aliyê Ruhê Pîroz ve hatin birêvebirin û gotin” (2. Ptr. 1:21, KP).

9. Bi peyva “birêvebirin”, Petrûs dixwest çi bigota?

9 Ev yek ku Petrûs peyva “birêvebirin” bi kar anî çima balkêş e? Lûqa, nivîskarê kitêba Karên Şandiyan, formeke din a vê peyva Yewnanî bi kar anî gava wî got ku qeyîkek ji aliyê ba ve dihat “herikandin” (Kar. 27:15, KP). Li gor zanyarekî Kitêba Pîroz, gava Petrûs got ku nivîskarên Kitêba Pîroz dihatin “birêvebirin”, wî mîsaleke ji warê gemîvaniyê bi kar dianî. Bi vî awayî, Petrûs nîşan da ku çawa ku gemiyek ji aliyê ba ve tê “birêvebirin” ku ew bigihîje hedefa xwe, pêxember û nivîskarên Kitêba Pîroz jî ji aliyê ruhê pîroz ve dihatin “birêvebirin” ku ew wezîfeya xwe bînin cih. Zanyar wisa dibêje: “Pêxemberan qey bavanên xwe vedikirin.” Belê, Yehowa “ba”, yanî ruhê pîroz dida, û nivîskarên Kitêba Pîroz jî îşê Xwedê li gor rêberiya vî ruhî dianî cih.

GAV 1: Îşê Yehowa her tim bike

GAV 2: Îşê Yehowa bi dil û can bike (Li paragrafa 11an binêre) *

10-11. Ji bo ku em bi alîkariya ruhê pîroz bi pêş ve herin, gerek em çi bikin?

10 Îro, Yehowa bi ruhê pîroz îlhamê nade tu kesî. Dîsa jî, Yehowa bi destê ruhê pîroz rêberiya xizmetkarên xwe dike. Em çawa dikarin ji ruhê pîroz feyde bistînin?

11 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe. Ji bo ku qeyîk bi alîkariya ba bi pêş ve here, gerek qeyîkvan du gavan bavêje. A yekê, gerek ew qeyîka xwe ber bi ba bizivirîne, çimkî eger ew ji ba dûr bimîne, qeyîka wî wê bi pêş ve neçe. A diduyan, gerek ew bavanên xwe rake û veke, çimkî eger bavan ba negire, qeyîk wê nikaribe bi pêş ve here. Mîna vê, ji bo ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin, ji me re ruhê pîroz lazim e. Ji bo ku em ji vî ruhî feyde bistînin, gerek em du gavan bavêjin: A yekê, gerek em bikevin ber bi rêberiya ruhê pîroz. Ji bo vê, lazim e ku em îşên ku Xwedê emir kiriye bikin ku em bikevin bin tesîra vî ruhî. A diduyan, gerek em bavanên xwe rakin û vekin, yanî van îşan bi dil û can bikin (Zeb. 119:32). Eger em van du gavan bavêjin, ruhê pîroz wê alî me bike ku em li hemberî pêlên muxalefet û tengasiyê bi pêş ve herin û dilsoz bimînin heta ku em bigihîjin dinyaya nû.

12. Niha emê çi muzakere bikin?

12 Heta vira, me dîtiye ku ruhê pîroz bi kîjan du awayan alî me dike. Ruhê pîroz hêzê dide û alî dike ku em dilsoz bimînin gava em rastî tengasiyan tên. Wekî din, ruhê pîroz alî me dike ku em bi pêş ve herin û ji riya jiyana herheyî dernekevin. Niha emê bala xwe bidin çar tiştên ku gerek em bikin ku em ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin.

JI RUHÊ PÎROZ ZÊDETIR FEYDE BISTÎNE

13. Li gor 2. Tîmotêyos 3:16, 17, Nivîsarên Pîroz dikarin li ser me çawa tesîr bikin, lê ji bo vê, gerek em çi bikin?

13 A yekê, Kitêba Pîroz lêkolîn bike (2. Tîmotêyos 3:16, 17 bixwîne). Nivîskarên Xwedê “ji bîhna Xwedê”, yanî ji ruhê pîroz îlham distend ku ew fikrên Xwedê binivîsin. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser wê kûr difikirin, fikrên Xwedê dikevin hiş û dilê me. Ev fikrên îlhamkirî alî me dikin ku em li gor daxwaza Xwedê bijîn (Îbr. 4:12). Ji bo ku em ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin, gerek em ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz û ji bo fikirîna kûr her roj wext veqetînin. Eger em wisa bikin, Kitêba Pîroz wê li ser hemû gotin û kirinên me tesîr bike.

14. (a) Em çima dikarin bibêjin ku li civînên me, “bayê” ruhê pîroz heye? (b) Em çawa dikarin bi “bavanên vekirî” herin civînan?

14 A diduyan, here civînan (Zeb. 22:22). Li civînên me, “bayê” ruhê pîroz heye (Pey. 2:29). Em çima wisa dibêjin? Gava em ji bo îbadetê li hev top dibin, em dua dikin ku Yehowa ruhê pîroz bide me, em kilamên ji bo pesnê Yehowa distrên û em guh didin melûmatên Kitêba Pîroz, ên ku birayên ku ji aliyê ruhê pîroz ve hatine tayîn kirin, pêşkêş dikin. Ruhê pîroz alî xwişkên me jî dike ku ew wezîfeyên xwe hazir bikin û pêşkêş bikin. Ji xeynî vê, ji bo ku em ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin, gerek em hazir bin ku li civînan cewaban bidin. Bi vî awayî, gava em diçin civînan, “bavanên” me wê “vekirî” bin.

15. Ruhê pîroz çawa piştgiriya belavkirina mizgînê dike?

15 A sisêyan, mizgînê belav bike. Gava em di xizmeta xwe de Kitêba Pîroz bi kar tînin, em îznê didin ku ruhê pîroz alî me bike (Rom. 15:18, 19). Ji bo ku em ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin, lazim e ku em bi dewamî herin xizmetê û Kitêba Pîroz gelek caran bi kar bînin. Mesela, em dikarin sohbetên emsal ên Bernameya Jiyan û Xizmetê bi kar bînin ku xizmeta me hê bitesîr be.

16. Ji bo ku em ruhê pîroz bistînin, metoda herî bitesîr kîjan e?

16 A çaran, ji Yehowa re dua bike (Met. 7:7-11; Lûqa 11:13). Ji bo ku em ruhê pîroz bistînin, pir muhîm e ku em ji Yehowa re dua bikin ku ew ruhê pîroz bide me. Ne dîwarên hebsê, ne Îblîs – tu tişt nikare bibe sebeb ku duayên me negihîjin Yehowa û ruhê pîroz jî negihîje me (Aqûb 1:17). Gerek em çawa dua bikin ku em ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin? Ji bo vê, bila em bala xwe bidin mîsaleke ku tenê di Încîla Lûqa de derbas dibe. *

BI SEBAT DUA BIKE

17. Mîsala Îsa di heqê duayê de çi rêyî me dide?

17 Lûqa 11:5-9, 13 bixwîne. Ev mîsala Îsa nîşan dide ku gerek em çawa dua bikin ku Yehowa ruhê pîroz bide me. Li vê mîsalê, zilam daxwaza xwe stend ji ber ku wî israr kir. Wî şerm nedikir ku nîvê şevê ji hevalê xwe alîkariyê bixwaze. Bi destê vê mîsalê, Îsa li ser duayê çi hîn kir? Wî got: “Bixwazin, wê ji we re bê dayîn, lê bigerin, hûnê bibînin, li derî bixin, ewê ji we re vebe.” Dersa ji bo me çi ye? Ji bo ku em alîkariya ruhê pîroz bistînin, gerek em bi sebat dua bikin.

18. Li gor mîsala Îsa, em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê ruhê pîroz bide me?

18 Wekî din, mîsala Îsa rêyî me dide ku Yehowa wê çima ruhê pîroz bide me. Zilamê li mîsalê dixwest bibûya mazûvanekî baş. Wî dixwest xwarin bidaya mêvanê xwe, yê ku li nîvê şevê hat mala wî, lê li mala wî xwarin tune bû. Îsa got ku ji ber ku zilam bi israr ji cîranê xwe rica kir, cîran di dawiyê de nan da wî. Îsa dixwest çi bigota? Madem ku însanekî biqisûr hazir e ku alî cîranekî sebatkar bike, Bavê meyî ezmanî çi qas zêdetir hazir e ku alî van kesan bike, yên ku bi sebat ji wî ruhê pîroz dixwazin. Loma, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê duayên me qebûl bike gava em ruhê pîroz dixwazin (Zeb. 10:17; 66:19).

19. Em çima dikarin bawer bin ku emê bi ser bikevin?

19 Em dikarin bawer bin ku Îblîs çi qas jî xîret bike ku me mexlûb bike, emê bi ser bikevin. Çima? Çimkî ruhê pîroz bi du awayan alî me dike. A yekê, ruhê pîroz hêzê dide me ku em serî bi tengasiyan re derxînin. A diduyan, ruhê pîroz alî me dike ku em bi pêş ve herin û ji Yehowa re xizmetê bikin heta ku em bigihîjin dinyaya nû. Bila em çi ji destê me tê bikin ku em ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin!

KILAM 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ par. 5 Ev meqale nîşan dide ku ruhê pîroz çawa dikare alî me bike ku em li hemberî tengasiyan dilsoz bimînin. Wekî din, ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin ji ruhê pîroz zêdetir feyde bistînin.

^ par. 16 Ji çar nivîskarên Încîlê, ê ku herî zêde nîşan kir ku dua ji bo Îsa çi qas muhîm bû, Lûqa bû (Lûqa 3:21; 5:16; 6:12; 9:18, 28, 29; 18:1; 22:41, 44).

^ par. 59 RESIM: GAV 1: Xwişk û birayek tên Salona Îbadetê. Gava ew tevî xwişk û birayan li hev top dibin, ew dikevin bin tesîra ruhê Yehowa. GAV 2: Ew hazir in ku li civînê cewaban bidin. Ev du gav ji bo fealiyetên din jî bifeyde ne, mesela ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz, ji bo belavkirina mizgînê û ji bo duayan.