Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 48

“Vî Karî Bînin Sêrî”

“Vî Karî Bînin Sêrî”

“Vî karî bînin sêrî” (2. KOR. 8:11).

KILAM 35 Kîjan Here Qenc e Em wê Bijbêrin

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa îznê dide ku em çi bikin?

YEHOWA îznê dide ku em riya xwe hilbijêrin. Ew rêyî me dide ku em çawa dikarin qerarên baş bidin. Gava em qerarên baş didin, ên ku dilê Xwedê şa dikin, ew alî me dike ku em bi ser bikevin (Zeb. 119:173). Her ku em hîkmeta Kitêba Pîroz dixebitînin, qerarên me baştir dibin (Îbr. 5:14).

2. Piştî ku me qerarek daye, em carinan rastî kîjan problemê tên?

2 Qerarên me her çi qas baş bin jî, dibe ku li me zor bê ku em wan bînin sêrî. Van mîsalan bîne ber çavê xwe: Birayekî ciwan qerarê dide ku temamiya Kitêba Pîroz bixwîne. Xwendina wî di destpêkê de baş bi pêş ve diçe, lê paşê, ew dev ji xwendinê ber dide. Xwişkek dixwaze bibe pêşenga daîmî, lê ew qerara xwe her tim paş dixe. Koma kalên civatê qerarê dide ku zêdetir şivantiyê bikin. Gelek meh derbas dibin, lê ew dîsa jî dest bi vî îşî nakin. Li van mîsalan, problem yek e: Qerarên baş tên dayîn, lê paşê nayên anîn sêrî. Li sedsala yekê, xwişk û birayên ku li bajarê Korîntê dijiyan rastî eynî problemê dihatin. Niha emê bibînin ku em ji wan dikarin çi bielimin.

3. Civata Korîntê çi qerar dabû, lê paşê çi qewimî?

3 Weke sala 55an a P.M., xwişk û birayên li Korîntê qerareke muhîm da. Wan bihîstibû ku xwişk û birayên li Orşelîmê û li Cihûstanê di tengasî û feqîriyê de ne û ku civatên din ji bo desteka wan pere top dikin. Xwişk û birayên li Korîntê jî xwest piştgiriya wan bikin, loma wan ji Pawlosê şandî pirsî ka ew çawa dikarin alîkariyê bidin. Pawlos ji civatê re got ku gerek ew çi bikin, û wî Tîtos tayîn kir ku destek bide îşê topkirina bexşan (1. Kor. 16:1; 2. Kor. 8:6). Lê belê çend meh bi şûn de, Pawlos bihîst ku civata Korîntê qerara xwe hê neanîbû sêrî. Di netîceyê de, bexşên wan wê bi îhtimaleke mezin hazir nebûna ku tevî bexşên civatên din ji Orşelîmê re bên şandin (2. Kor. 9:4, 5).

4. Wek 2. Korîntî 8:7, 10, 11 nîşan dide, Pawlos xwişk û birayên li Korîntê ji bo çi teşwîq kirin?

4 Xwişk û birayên li Korîntê qerareke baş dabû, û Pawlos seba bawerî û comerdiya wan pesnê wan da. Dîsa jî, ew hewceyî teşwîqê bûn ku qerara xwe bînin sêrî (2. Korîntî 8:7, 10, 11 bixwîne). Serpêhatiya wan nîşan dide ku li xwişk û birayên dilsoz jî carinan zor tê ku ew qerareke baş bînin sêrî.

5. Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

5 Belkî li me jî carinan zor tê ku em qerarên xwe bînin sêrî. Çima? Ji ber ku em qisûrdar in, em îşên xwe belkî carinan davêjin paş. Yan jî dibe ku em seba problemên nehêvîkirî nikarin qerarên xwe bînin sêrî (Waiz 9:11; Rom. 7:18). Em çawa dikarin qerarekê ji nû ve binirxînin û fehm bikin ka lazim e ku em qerara xwe biguherînin yan na? Wekî din, em çawa dikarin qerarên xwe bînin sêrî?

BERÎ KU EM QERARAN BIDIN

6. Carinan çima lazim e ku em qerareke xwe biguherînin?

6 Hin qerarên muhîm hene, yên ku gerek em tu caran neguherînin. Mesela, gerek em tu caran ji qerara xwe ku ji Yehowa re xizmet bikin, venegerin. Wekî din, gerek em tu caran ji qerara xwe ku ji jin yan mêrê xwe re dilsoz bimînin, venegerin (Met. 16:24; 19:6). Lê belê, gava şertên me diguherin, wê belkî lazim be ku em hin qerarên xwe biguherînin. Em çawa dikarin vêya bi awayekî baş bikin?

7. Gerek em ji bo çi dua bikin, û çima?

7 Dua bike ku Yehowa hîkmetê bide te. Bi îlhama Yehowa, Aqûb wisa nivîsî: “Eger şehrezayiya [hîkmeta, WDN] yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze” (Aqûb 1:5). Ji hin aliyan ve, hîkmeta me giştan kêm e. Ji ber vê yekê, gerek em xwe bispêrin Yehowa gava em qerarekê didin yan gava em qerarekê ji nû ve dinirxînin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê alî me bike ku em riyeke baş hilbijêrin.

8. Berî ku em qerarekê bidin, gerek em çawa lêkolînê bikin?

8 Rind lêkolînan bike. Li Kitêba Pîroz binêre, weşanên teşkîlata Yehowa bixwîne û bi kesên bitecrûbe re bipeyive (Mtl. 20:18). Pir muhîm e ku em lêkolînan bikin berî ku em qerarekê bidin – mesela berî ku em îşê xwe biguherînin, berî ku em mala xwe bar bikin û herin cihekî din yan jî berî ku em qerarê bidin ku çi cure perwerde wê ji bo me baş be ku em hem debara xwe bikin hem jî ji Yehowa re xizmetê bikin.

9. Çima lazim e ku em li hemberî xwe durist bin?

9 Niyeta xwe analîz bike. Yehowa niyeta me dibîne (Mtl. 16:2). Ew dixwaze ku em di her tiştî de durist bin. Loma gava em qeraran didin, gerek em hem li hemberî xwe hem jî li hemberî kesên din durist bin. Eger niyeta me bi temamî durist nebe, wê belkî zor be ku em qerara xwe bînin sêrî. Mesela, birayekî ciwan, yê ku bûye pêşengê daîmî, bîne ber çavê xwe. Di serî de, xizmeta wî baş diçe, lê paşê, li wî zor tê ku saetên pêşengiyê temam bike, û ew êdî wek berê ji xizmetê kêfê nastîne. Gava ew bû pêşeng, niyeta wî bi rastî çi bû? Gelo wî dixwest dilê Yehowa şa bike, yan jî wî bi eslê xwe dixwest dilê dê û bavê xwe yan kesekî din şa bike?

10. Çi lazim e ku mirov xwe biguherîne?

10 Kesekî ku Kitêba Pîroz lêkolîn dike û dixwaze dev ji cixareyê berde bîne ber çavê xwe. Ew 1-2 hefte ji cixareyê dûr disekine, lê paşê, ew dîsa dest bi kişandina cixareyê dike. Lê belê bi zeman re, ew serkeftî dibe. Ji ber ku ew ji Yehowa hez dike û dixwaze dilê wî şa bike, ew bi temamî dev ji cixareyê berdide (Kol. 1:10; 3:23).

11. Çima lazim e ku em ji xwe re armancan deynin?

11 Ji xwe re armancan deyne. Eger em rind dizanin ku armanca me çi ye, wê hêsantir be ku em qerarên xwe bînin sêrî. Mesela, me belkî qerar daye ku em Kitêba Pîroz zêdetir bixwînin. Lê belê, eger me ji xwe re bername çênekiribe, dibe ku emê nikaribin qerara xwe bînin sêrî. * Yan jî, kalên civatekî belkî qerar daye ku ew zêdetir şivantiyê bikin, lê paşê, ew vêya nakin. Ji bo ku kalên civatê bi ser bikevin, wê baş be ku ew ji xwe wisa bipirsin: “Gelo em dizanin ku ziyareta şivantiyê wê bi xisûsî ji bo kîjan xwişk û birayan bifeyde bibe? Gelo me wexta ziyaretan plan kiriye?”

12. Dibe ku lazim be ku em çi bikin, û çima?

12 Maqûl be. Wext û qeweta tu kesî nagihîje ku hemû daxwazên xwe bîne cih. Ji ber vê yekê, gerek em maqûl bin. Eger em dibînin ku em nikarin bigihîjin armancekê, wê belkî lazim be ku em qerara xwe biguherînin (Waiz 3:6). Piştî ku me qerara xwe nirxand û guhertinên hewce kirine, em çawa dikarin qerara xwe êdî bînin sêrî? Niha emê bala xwe bidin 5 gavên ku dikarin alî me bikin ku em qerarên xwe bînin sêrî.

EM ÇAWA DIKARIN QERARÊN XWE BÎNIN SÊRÎ?

13. Em çawa dikarin qewetê bistînin ku em qerarên xwe bînin sêrî?

13 Dua bike ku Yehowa qewetê bide de. Xwedê dikare qewetê bide te ku tu karibî qerara xwe bînî sêrî (Flp. 2:13). Loma ji Yehowa re dua bike ku ew bi destê ruhê pîroz qewetê bide te. Eger tu difikirî ku cewaba duaya te dereng maye, dev ji duakirinê bernede. Îsa wisa got: “Bixwazin, [ruhê pîroz] wê ji we re bê dayîn” (Lûqa 11:9, 13).

14. Prensîpa ku li Lûqa 14:28 tê nîşan dayîn çawa dikare alî me bike ku em qerarên xwe bînin sêrî?

14 Planeke baş çêke (Lûqa 14:28 bixwîne). Gava em dixwazin projeyekê pêk bînin, ji me re planek lazim e. Paşê, gerek em li gor vê planê hereket bikin. Mîna vê, gava em qerarekê didin, wê baş be ku em tê derxin ku kîjan gav lazim in ku em qerara xwe bînin sêrî. Ji bo ku pêşveçûna me hêsantir be, wê baş be ku em îşên mezin bikin çend parên biçûk. Pawlos ji Korîntiyan re got ku bila ew ji bo topkirina bexşan li benda hatina wî nemînin, lê vî îşî li seriyê her heftiyê bikin (1. Kor. 16:2). Wekî din, gava em îşên mezin dikin çend parên biçûk, emê nefikirin ku em nikaribin bi ser bikevin.

15. Piştî ku me planek çêkir, em dikarin çi bikin?

15 Planeke nivîskî dikare alî me bike ku em li gor qerara xwe hereket bikin (1. Kor. 14:40). Mesela, li gor rêberiya ku ji kalên civatê re hatiye dayîn, lazim e ku yek ji kalan binivîse ku qerarên komê çi ne, kî wê van îşan bike û kengê. Eger lîsteyeke wisa hebe, wê ji bo kalên civatê hêsantir be ku ew qerarên komê bînin sêrî (1. Kor. 9:26). Belkî tu dikarî di warê şexsî de jî wisa bikî. Mesela, tu dikarî îşên xwe li lîsteyekê binivîsî û wan paşê bi rêz bikî. Bi vî awayî, tuyê karibî qerarên xwe bînî sêrî û di wexteke kintir de zêdetir îş xelas bikî.

16. Li gor Romayî 12:11, çi lazim e ku em karibin qerarên xwe bînin sêrî?

16 Xîret bike. Ji bo ku em li gor plana xwe hereket bikin û qerara xwe bînin sêrî, xîret lazim e (Romayî 12:11 bixwîne). Pawlos ji Tîmotêyos re got ku ji bo ku ew bibe mamosteyekî hê baş, gerek ew bi dewamî bixebite. Ev şîret ji bo tiştên din jî bifeyde ye, yên ku em dixwazin ji bo Yehowa bikin (1. Tîm. 4:13, 16).

17. Gotinên Efesî 5:15, 16 çawa dikarin alî me bikin ku em qerarên xwe bînin sêrî?

17 Wexta xwe bi aqilmendî bi kar bîne (Efesî 5:15, 16 bixwîne). Bifikire ku tu kengê dixwazî qerara xwe bînî sêrî. Paşê, vêya bike. Li benda wexta herî baş nemîne, çimkî wexteke wisa gelek caran nayê (Waiz 11:4). Îznê nede ku îşên nehewce wext û qeweta te bixwin, lê bala xwe bide tiştên ku bi rastî muhîm in (Flp. 1:10). Eger mumkin be, wexteke wisa hilbijêre ku tu kes te aciz neke. Bila kesên din bizanibin ku gerek tu bala xwe bidî îşê xwe. Wê baş be ku tu li mesajên li ser înternetê nenêrî û telefona xwe bigirî. *

18-19. Gava em rastî tengasiyan tên, wê baş be ku em çi bikin ku em dev ji qerareke baş bernedin?

18 Bala xwe bide netîceyê. Netîceya qerara me dişibe hedefa seyahatekê. Gava em ber bi hedefa xwe dimeşin, dibe ku kolanek girtî be û gerek em riya xwe biguherînin ku em bigihîjin hedefê. Mîna vê, eger em bala xwe bidin netîceyên qerarên xwe, emê zû newestin eger em rastî tengasiyan bên yan eger lazim be ku em riya xwe biguherînin (Gal. 6:9).

19 Carinan hêsan nîne ku em qerarên baş bidin û wan bînin sêrî. Lê belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin hîkmet û qewetê bistînin ku em qerarên xwe bînin sêrî.

KILAM 65 Timê Pêş!

^ par. 5 Gelo tu qet ji qerarên xwe poşman bûyî? Gelo car caran li te zor tê ku tu qerarên baş bidî û bînî cih? Ev meqale wê alî te bike ku tu serî bi van çetinahiyan re derxînî û qerarên xwe bînî sêrî.

^ par. 11 Ji bo plankirina xwendina Kitêba Pîroz, tu dikarî “Bernameya ji bo Xwendina Kitêba Pîroz” bi kar bînî, ya ku li jw.org® bi gelek zimanan hatiye weşandin.

^ par. 17 Ji bo tewsiyeyên li ser vê ku em çawa dikarin wexta xwe bi aqilmendî bi kar bînin, li meqaleya “Zaman Yaratmak İçin 20 Öneri” binêrin (Uyanış!, Nîsan 2010, bi zimanê Tirkî).