Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Destên Min Sist Nebûne

Destên Min Sist Nebûne

“BAVO,” “APO,” “XALO”. Li Beytelê, gelek ciwan ji min re wisa dibêjin. Ez niha 89 salî me, û gava ciwan ji min re wisa dibêjin, ez pir kêfxweş dibim. Ev yek ji min re wek xelateke Yehowa ye, ji ber ku min 72 sal di xizmeta tamrojî de ji wî re xizmet kiriye. Ez bawer im ku eger ev xwişk û birayên ciwan îzin nedin ku destên wan sist bibin, ewê jî bên xelat kirin! (2. Dîr. 15:7).

DÊ, BAV Û XWIŞK Û BIRAYÊN MIN

Dê û bavê min ji Ûkraynayê koçî Kanadayê kir. Ew li herêma Manitobayê, li bajarê Rossburnê cihwar bûn. Diya min yek bi yek 8 kur û 8 keçik anîn dinyayê – di nav wan de cêwî tune bûn. Ez zarokê 14an bûm. Bavê min ji Kitêba Pîroz hez dikir û roja Yekşemê, sibehê ji me re Kitêba Pîroz dixwend. Lê belê wî ji dêran hez nedikir û gelek caran bi henekan wisa digot: “Gelo kê pere da Îsa ku ew mizgînê belav bike û hîn bike?”

Çar xwişk û çar birayên min bi zeman re bûn Şahidên Yehowa. Xwişka min Rose heta mirinê pêşengî kir. Berî mirina xwe, wê her kes teşwîq dikir ku ew bala xwe bidin Kitêba Pîroz, û wê wisa digot: “Ez dixwazim we li dinyaya nû bibînim.” Berî ku birayê min ê mezin Ted bû Şahidê Yehowa, wî her roja Yekşemê sibehê li radyoyê ji guhdarvanan re digot ku kesên gunehkar wê heta bi hetayê li cehenemê bişewitin. Lê paşê, ew jî bû Şahidê Yehowa, û wî bi xîret û bi dilsozî xizmet kir.

XIZMETA MIN A TAMROJÎ

Rojekê, li meha Hezîranê ya sala 1944an, gava ez ji mektebe hatim malê, li maseyê broşûreke bi navê The Coming World Regeneration * hebû. Gava min dest bi xwendinê kir, min nikaribû bisekiniyama. Piştî ku min ev broşûr xelas kir, min dixwest wek Îsa ji Yehowa re xizmet bikim.

Ev broşûr çawa ketibû mala me? Birayê min ê mezin Steve got ku du “kitêbfiroş” hatibûn mala me. Wî got: “Min ev broşûr kirî çimkî pir erzan bû.” Li roja Yekşemê, ev du zilam dîsa hatin mala me. Wan got ku ew Şahidên Yehowa ne û bi alîkariya Kitêba Pîroz cewaba pirsên mirovan didin. Ev yek li me xweş hat, çimkî dê û bavê me em wisa perwerde kirin ku em qedrê Kitêba Pîroz bigirin. Van du zilaman ji me re got ku li bajarê Winnipegê civîna mezin a Şahidên Yehowa wê hebe. Xwişka min Elsie jî li wê derê dijiya. Min qerar da ku herim vê civîna mezin.

Ez bi bisîklêtê 320 km heta bajarê Winnipegê rê çûm. Li ser rê, ez li bajarê Kelwood sekinîm, warê du Şahidên Yehowa yên ku hatibûn mala me. Gava ez li wir bûm, ez çûm civînekê û min cara pêşîn dît ku civat çi ye. Bi ser de, min fehm kir ku gerek her zilam, pîrek û ciwan wek Îsa mal bi mal mizgînê belav bike.

Li Winnipegê, ez rastî birayê xwe yê mezin Jack hatim, ê ku ji bakurê Ontarioyê hatibû civîna mezin. Roja pêşîn, birayekî îlan kir ku binavbûn heye. Ez û Jack, me qerar da ku em li vê civîna mezin bên bin av kirin. Me qerar da ku piştî binavbûnê, emê zû bi zû bibin pêşeng. Jack hema piştî civîna mezin bû pêşeng, lê ji ber ku ez hê 16 salî bûm, gerek min mekteb xilas bikira û ez ancax piştî salekê bûm pêşeng.

DERSÊN MUHÎM

Tevî Stan Nicolson, min li Sourisê, bajarekî li herêma Manitobayê, dest bi pêşengiyê kir. Min zû fehm kir ku jiyana pêşengan carinan hêsan nîne. Pereyê me her ku diçû kêm dibû, lê me dîsa jî dev ji xizmetê berneda. Carekê, piştî ku me ji sibehê heta êvarê xizmet kir û vegeriyan malê, di bêrîka me de qet pere nemabû û em birçî bûn. Gava em gihîştin malê, surprîzeke mezin li benda me bû: Li ber derî, çewalekî tijî xwarin hebû! Heta îro, em nizanin kê ev çewal anîbû mala me. Wê êvarê, me têr xwarin xwar. Ji ber ku destên me sist nebûn, Yehowa em bi rastî xelat kirin! Bi ser de, di emrê xwe de, ez tu caran bi qasî wê demê bikîlo nebûm!

Piştî çend mehan, teşkîlatê em şandin bajarê Gilbert Plains, 240 km li bakurê Sourisê. Wê çaxê, rapora xizmetê meh bi meh di her civatê de li ser sehneyê dihat darde kirin. Gava saetên xizmetê kêm dibûn, min gotar pêşkêş dikir ku xwişk û bira xizmeta xwe zêde bikin. Piştî civînê, pêşengeke extîyar, ku zilamê wê ne şagirtê Îsa bû, bi hêstiran ji min re got: “Min xîret kir, lê min nikaribû zêdetir xizmet bikira.” Gotina wê dilê min girt û ez jî giriyam, û min ji wê efû xwest.

Mîna min, birayên ciwan carinan bê hemdî şaşiyan dikin û paşê jî ber xwe dikevin. Dîsa jî, gerek em nehêlin ku destên me sist bibin. Li şûna vê, gerek em ji şaşiyên xwe dersan bigirin û van dersan ji bîr nekin. Eger em xizmeta xwe bi dilsozî berdewam bikin, Yehowa wê me bê guman xelat bike.

CENGA QUEBECÊ

Gava ez 21 salî bûm, min îmtiyazeke mezin stand: Ez hatim dawet kirin ji bo sinifa 14an a Mekteba Gîleadê. Li meha Sibatê ya sala 1950an, min ev mekteb xilas kir. Teşkîlatê nêzikî çaryeka hevaldersên min şandin Quebecê, herêmeke Kanadayê ku li wê derê zimanê Fransî tê peyivîn. Li wê demê, Şahidên Yehowa li Quebecê pir zilm didît. Ez çûm Val-d’Or, bajarekî madenvaniya zêr. Rojekê, em ji bo belavkirina mizgînê çûn Val-Senneville, gundekî li nêzikî me. Keşîşê vî gundî em tehdîd kirin ku eger em zû bi zû ji gund dernekevin, ewê zorê bidin me. Seba tehdîdên wî, min ew da mehkemeyê, û di netîceyê de wî ceza stand.

Mucadeleya me wek “Cenga Quebecê” dihat bi nav kirin. Herêma Quebecê zêdetirî 300 sal li bin kontrola dêra Katolîk mabû. Alimên dînî û alîgirên wan ên polîtîk li Şahidên Yehowa zilm dikir. Jiyana me li wê demê ne hêsan bû, û hejmara me hindik bû. Dîsa jî, destên me sist nebûn. Li wê derê, gelek kesên dilpak jî hebûn, ên ku rastiya Kitêba Pîroz qebûl kir. Çend xwendekarên min hatin bin av kirin. Malbata xwendekarekî min 10 nefer bû. Paşê, ew gişt bûn Şahidên Yehowa. Bi saya cesareta wan, kesên din jî ji dêra Katolîk derketin. Me dev ji belavkirina mizgînê bernedida, û di netîceyê de, em di wê cengê de serkeftî bûn!

PERWERDEKIRINA XWIŞK Û BIRAYAN BI ZIMANÊ HERÊMÎ

Li sala 1956an, teşkîlatê ez şandim Haîtiyê. Piraniya mizgînvanên wezîfedar, ên ku nû hatin Haîtiyê, zimanê Fransî rind nedizanî, lê xelk dîsa jî rind guh dida wan. Yek ji wan mizgînvanên wezîfedar ê bi navê Stanley Boggus wisa got: “Em ecêbmayî man ku mirovan çi qas alî me dikir ku em fikrên xwe rind bînin zimên.” Serê pêşîn, ziman ji bo min hêsan bû, çimkî ez li Quebecê zimanê Fransî elimîbûm. Lê paşê, me fehm kir ku piraniya xwişk û birayên me tenê bi zimanê Kreyola Haîtiyê dizanin. Ji bo ku em bi pêş ve herin, lazim bû ku em zimanê herêmî bielimin. Ji ber vê yekê, em vî zimanî elimîn, û ev yek pir baş bû.

Koma Rêberiyê îzin da me ku em Birca Çavdêriyê û weşanên din bi zimanê Kreyola Haîtiyê wergerînin. Her ku diçû zêdetir mirov dihatin civînên me. Li sala 1950yî, li Haîtiyê 99 mizgînvan hebûn, lê li sala 1960î, zêdetirî 800 mizgînvan hebûn! Wê demê, ez li Beytelê dixebitîm. Li sala 1961ê, min Kursa Xizmeta Padîşahiyê îdare kir. Li wê kursê, me 40 nazirên civatê û pêşengên mexsûs perwerde kirin. Li sala 1962an, li meha Çileyê, me li civîneke mezin hin birayên hunermend teşwîq kirin ku ew xizmeta xwe zêde bikin, û hinek ji wan bûn pêşengên mexsûs. Ev qerarekî baş bû, çimkî pir wext derbas nebû ku muxalefetê dest pê kir.

Li 23yê Çileyê ya sala 1962an, piştî civata mezin, mizgînvanê wezîfedar Andrew D’Amico û ez, em li buroyê hatin binçav kirin, û kovarên Hişyar be! (8 Çile 1962, bi zimanê Fransî) hatin hêcz kirin. Kovara Hişyar be! behsa rojnameyên Fransî kiribû, ên ku gotibû ku li Haîtiyê cindarî heye. Hinekan digot ku me ev meqale li buroyê nivîsandibû. Loma çend hefte bi şûn de, mizgînvanên wezîfedar ji welêt hatin derxistin. Lê birayên herêmî, yên ku hatibûn perwerde kirin, li wê derê man û îşê xwe bi xîret berdewam kir. Ez şa me ku wan sebir kiriye û ji aliyê ruhî ve pêş ve çûne. Niha Wergera Dinyaya Nû bi zimanê Kreyola Haîtiyê jî heye.

AVAKIRINA LI KOMARA AFRÎKAYA NAVEND

Piştî Haîtiyê, teşkîlatê ez şandim Komara Afrîkaya Navend. Bi zeman re, ez li vî welatî bûm nazirê rêwî û paşê jî nazirê buroyê.

Wê çaxê, Salonên Îbadetê pir mutewazî bûn. Min ji bo avakirina salonan li çolê ka top dikir û ban çêdikir. Gava min ev îş dikir, kesên din li min temaşe dikir. Bi saya vê teşwîqê, gelek xwişk û birayan dixwest bi avakirin û tamîrkirina Salonên Îbadetê ve zêdetir mijûl bin. Alimên dînî qerfên xwe bi me re dikir, çimkî baniyên dêrên wan metal bûn û yên me jî ka bûn. Ne xema me bû! Me dîsa jî Salonên Îbadetê bi baniyên ka ava dikirin. Gava firtoneyeke xurt li serbajarê Haîtiyê Banguiyê rabû, dengê wan hat birîn. Firtoneyê baniyê dêrê rakir û avêt kolanê. Lê belê baniyên Salonên Îbadetê di cih de man. Ji bo ku îşê Padîşahiyê baştir bi pêş ve here, me buroyeke nû û maleke ji bo mizgînvanên wezîfedar ava kir. Îşê me di pênc mehan de xelas bû!

HEVALEKE BIXÎRET

Daweta me

Li sala 1976an, îşê Padîşahiyê li Komara Afrîkaya Navend hat qedexe kirin, û teşkîlatê ez şandim bajarê N’Djamenayê, serbajarê Çadê. Li wê derê, min Happy nas kir, pêşengeke mexsûs ji welatê Kamerûnê. Li 1ê Nîsanê ya sala 1978an, em zewicîn. Wê mehê, şerê hundirîn dest pê kir, û wek gelekan, em jî reviyan başûrê Çadê. Gava şer xelas bû, em vegeriyan malê, lê belê mala me bûbû qerargeha komeke çekdar. Hemû weşan, kirasê bûkantiyê û hediyeyên dawetê tune bûn. Dîsa jî, me îzin neda ku destên me sist bibin. Me piştgiriya hev dikir, û me bala xwe da xizmetê.

Nêzikî du sal bi şûn de, Komara Afrîkaya Navend dîsa îzin da îşê Şahidên Yehowa. Em vegeriyan wê derê, û ez bûm nazirê rêwî. Em li mînîbusekê dijiyan. Tê de nivîn, bîdoneke ji bo 200 lître av, sarinca propanê û tûpê gazê hebû. Rêwîtî pir bizehmet bû. Li seyahatekê, polîsê em 117 caran dan sekinandin.

Hewa car caran wek 50 derece dibû. Li hin civatên mezin, carinan ji bo binavbûnê bi têra xwe av tune bû. Ji ber vê yekê, birayan çemên ziwa dikolan û ji bo binavbûnê hêdî hêdî av top dikir. Binavbûn gelek caran di hundirê varîlekê de dihat kirin.

XIZMETA LI WELATÊN DIN ÊN AFRÎKAYÊ

Li sala 1980yî, em derbasî Nîjeryayê bûn. Li wir, me du sal û nîv alî haziriya buroya nû kir. Birayên me depoyeke du qatî kirîbû. Gerek ev depo bihata ji hev derxistin û li erdê me ji nû ve bihata ava kirin. Sibehekê, ez hilkişiyam ser avahiyê ku ez alîkariyê bikim. Nîvro, min dixwest ji eynî rê dakevim xwarê. Lê belê hin perçeyên avahiyê hatibûn ji hev derxistin, û wexta ku min gav avêt, ez ketim erdê. Halê min pir xerab xuyanî dikir, le belê piştî ku fîlma rontgenê hat kişandin, hekîm ji Happy’yê re wisa got: “Xem nexwe. Hin benên wî çirîne, lê di hundirê hefteyekê de, ewê qenc bibe.”

Em diçin civîneke mezin

Li sala 1986an, em derbasî Peravê Diranfîl bûn. Li wê derê, ez nazirê rêwî bûm. Bi saya vî îşî, em gihîştin heta Bûrkîna Faso. Min texmîn nedikir ku emê çend sal bi şûn de mala xwe bar bikin wî welatî.

Gava me civat ziyaret dikirin, em li mînîbusekê dijiyan

Ez li sala 1956an ji Kanadayê derketibûm, lê li sala 2003an, yanî 47 sal bi şûn de, ez vegeriyam Beytela Kanadayê. Îcar Happy jî li cem min bû. Em her çi qas welatiyên Kanadayê ne jî, me xwe aîdî Afrîkayê hesab dikir.

Li kursa Kitêba Pîroz, Bûrkîna Faso

Li sala 2007an, gava ez 79 salî bûm, em dîsa çûn Afrîkayê! Teşkîlatê em şandin Bûrkîna Faso. Li wê derê ez bûm endamê Heyeta Welêt. Paşê, ofîsa Bûrkîna Faso bû ofîseke herêmî ya wergerandinê li bin çavdêriya buroya Bênînê, û li meha Tebaxê ya sala 2013an, em hatin şandin Beytela Bênînê.

Ez û Happy, gava me li buroya Bênînê xizmet dikir

Her çi qas siheta min êdî ne baş be jî, dilê min ji xizmetê pir kêfxweş dibe. Di sê salên berê de, bi alikariya kalên civatê û desteka pîreka min, du xwendekarên min, Gédéon û Frégis bin av bûn. Ew niha bi xîret ji Yehowa re xizmet dikin.

Niha em li buroya Afrîkaya Başûr xizmet dikin. Li vir, malbata Beytelê li hewcedariyên siheta min dinêre. Afrîkaya Başûr welatê 7emîn a Afrîkayê ye ku ez lê xizmet dikim. Li meha Cotmehê ya sala 2017an, me nîmeteke pir mezin stand. Em hatin dawet kirin ji bo vekirina merkeza cîhanî ya li Warwickê (New York). Em bi rastî pir kêfxweş bûn!

Yearbook’a sala 1994, rûpela 255an wisa dibêje: “Ji hemû kesên ku bi gelek salan di xizmetê de sebat kirine re, em dibêjin: ‘Mêrxas bin û bila destên we sist nebin, çimkî ji bo şixulê we xelat heye’ (2. Dîr. 15:7, WDN).” Ez û Happy, em dixwazin vê teşwîqê pêk bînin, û em dixwazin alî kesên din bikin ku ew jî wisa bikin.

^ par. 9 Li sala 1944an ji aliyê Şahidên Yehowa ve hatibû weşandin, lê êdî nayê çap kirin.