Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin – li Myanmarê
“DEXIL gelek e, lê pale hindik in. Loma ji xwediyê dexlê lava bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne” (Lûqa 10:2). Ev gotinên Îsa, ku nêzikî 2.000 sal berê hatibûn gotin, bi rastî jî hal û rewşa Myanmarê rind tarîf dike. Çima? Li Myanmarê tenê weke 4.200 mizgînvan hene, lê nifûs 55 milyon e.
Çi baş e ku “xwediyê dexlê”, yanî Yehowa, li ser dile gelek xwişk û birayên ji cure cure welatan tesir kiriye ku ew ji bo belavkirina mizgînê derbasî Myanmarê bibin. Çi li ser van xwişk û birayan tesir dikir ku ew herin xeribiyê? Wan çawa karibû derbasî Myanmarê bibin? Û wan çi nîmet stendine? Hela em binêrin.
“WERIN, JI ME RE PIR PÊŞENG LAZIM IN!”
Çend sal berê, birayê me Kazûhîro, yê ku li Japonyayê pêşeng bû, seba krîza epîlepsiyê ketibû nexweşxaneyê. Hekîm ji wî re got ku gerek ew du sal erebeyê neajo. Kazûhîro gelek li ber xwe ket. Ew ji xwe wisa pirsî: “Ez ji pêşengiyê pir hez dikim. Niha ezê çawa berdewam bikim?” Wî bi kela dilê xwe ji Yehowa re dua kir ji bo ku ew karibe pêşengiya xwe berdewam bike.
Kazûhîro wisa dibêje: “Mehek bi şûn de, hevalekî min ê ku li Myanmarê xizmet dikir, der heqê halê min de bihîst. Wî ji min re telefon kir û got: ‘Li Myanmarê her kes bi otobusê diçe û tê. Eger tu bêyî vira, tuyê karibî bê erebe xizmeta xwe berdewam bikî!’ Min ji hekîm pirsî ku ka ez dikarim derbasî Myanmarê bibim. Hekîm wisa got: ‘Norologekî ji Myanmarê niha li Japonyayê ye. Ezê te bi wî re bidim nas kirin. Eger krîza epîlepsiyê dîsa dest pê bike, ev doktor dikare li te binêre.’ Gotinên hekîm ji bo min wek cewaba Yehowa bû.”
Kazûhîro ji buroya Myanmarê re e-peyam şand û got ku ew dixwaze tevî pîreka xwe derbasî wî welatî bibe û li wê derê pêşengiyê bike. Pênc roj bi şûn de, buroyê wisa cewab da: “Werin, ji me re pir pêşeng lazim in!” Kazûhîro û pîreka wî Marî erebeyên xwe firotin, vîze stendin û bilêtên teyarê kirîn. Niha, ew li bajarê Mandalayê li koma zimanê îşaretan xizmet dikin. Kazûhîro wisa dibêje: “Baweriya me bi sozê Xwedê ku li Zebûr 37:5 nivîsî ye xurttir buyê: ‘Riya xwe ji wî re bihêle xwe bispêre Xudan, Ewê bîne cih hemû pêwistiyan.’”
YEHOWA RÊ VEDIKE
Li sala 2014an, li Myanmarê civîneke mexsûs çêbû. Gelek Şahidên Yehowa ji cure cure welatan hatin vê civînê. Yek ji wan Monique bû, xwişkeke ji Amerîkayê ya ku 34 salî bû. Ew wisa dibêje: “Piştî ku ez ji vê civînê vegeriyam malê, min ji Yehowa re dua kir û pirsî ku gerek ez niha çi bikim. Wekî din, ez bi dê û bavê xwe re li ser armancên min ên ruhî peyivîm. Em hemfikir bûn ku wê baş be ku ez vegerim Myanmarê. Dîsa jî, min zû bi zû qerar neda, û min pir dua dikir.” Çima ji wê re hêsan nehat ku ew derbasî Myanmarê bibe? Ew wisa dibêje:
“Îsa ji şagirtên xwe re got ku gerek ew ‘mesrefê hesab bikin’. Loma min ji xwe pirsî: ‘Gelo mecala min heye ku ez derbasî wê derê bibim? Gelo ez dikarim li wî welatî debara xwe bikim bêyî ku ez zêdetir bixebitim?’” Wî zû fehm kir ku pereyê wê ne bes e ku derbasî cihekî ew qas dûr bibe. Îcar wêyê çawa bikaribûya mala xwe bar bikira? (Lûqa 14:28).
Monique wisa dibêje: “Rojekê, midûra min dixwest min bibîne. Ez tirsiyam ku ew min ji xebatê derxîne. Lê belê wisa nebû. Midûrê ji bo xebata mine baş spas kir. Wê ji min re got ku ewê meaşê min zêde bike. Bi saya vî pereyî, min deynê xwe xelas kir!”
Monique’ê li sala 2014an, li meha Kanûnê li Myanmarê dest bi xizmeta xwe kir. Ew der heqê xizmeta xwe de çi difikire? Monique wisa dibêje: “Li vir ez pir kêfxweş im. Niha ez tevî sê kesan kursa Kitêba Pîroz îdare dikim. Yek ji xwendekarên min, pîrekeke 67 salî ye. Her ku ez diçim ba wê, ew pir kêfxweş dibe û min hembêz dike. Gava ew elimî ku navê Xwedê Yehowa ye, çavê wê tijî hêstir bû. Wê got: ‘Cara pêşîn ez niha dibihîzim ku navê Xwedê Yehowa ye. Tu ji min pir biçûktir î, lê te tiştê herî muhîm rêyî min da.’ Gava wê wisa got, çavê min jî tijî hêstir bû. Serpêhatiyên wisa nîşan didin ku xizmeta li xeribiyê pir xweş e.” Bi ser de, Monique çendek berê çû Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê.
Yearbook’a sala 2013an behsa Myanmarê kiribû, û hinek seba vê qeydê derbasî Myanmarê bûn. Lî Şîao, xwişkeke weke 30 salî ye, ya ku jixwe li Asyaya Başûrê Rojhilat dijiya. Li wê demê, ew li îşekî tamrojî dixebitî, lê piştî xwendina Yearbook’ê, wê êdî dixwest li Myanmarê xizmet bike. Lî Şîao wisa dibêje: “Li sala 2014an, gava ez çûm civîna mexsûs li Yangonê, ez rastî jin û mêrekî hatim, ên ku li Myanmarê li warê bi zimanê Çînî xizmet dikir. Ji ber ku ez jî bi zimanê Çînî dizanim, ez derbasî Myanmarê bûm ji bo ku piştgiriya koma Çînî bikim. Ez û Monique, em li Mandalayê dijîn. Bi kerema Yehowa, em li mektebekê bûn mamosteyên nîvrojî, û me nêzikî mektebê ji xwe re malek dît. Li vir hewa germ e û jiyan carinan hêsan nîne, lê ez dîsa jî di xizmeta xwe de kêfxweş dibim. Xelkê Myanmarê ne dewletî ne, lê ew dilgerm in û guh didin mizgînê. Yehowa niha îşê belavkirina mizgînê pir bilez dike. Ez ji dil bawer im ku Yehowa dixwaze ku ez li Mandalayê bimînim.”
YEHOWA DUAYAN DIBIHÎZE
Gelek xwişk û birayên ku ji bo belavkirina mizgînê çûne welatên din, qudreta duakirinê li ser xwe
dîtiye. Serpêhatiya birayê me Cûmpey, ê ku 37 salî ye, û pîreka wî Nao, ya ku 35 salî ye, vêya îsbat dike. Li Japonyayê, wan li civateke bi zimanê îşaretan xizmet dikir. Ew çima derbasî Myanmarê bûn? Cûmpey wisa dibêje: “Min û pîreka min, me her tim dixwest li welatekî din xizmet bikin. Birayekî ji civata me ji Japonyayê çû Myanmarê. Her çi qas pereyê ku me ber hev kiribû hindik bû jî, em jî li sala 2010an, li meha Gulanê derbasî Myanmarê bûn. Gava em gihîştin Myanmarê, xwişk û birayên wira pir şa bûn.” Xizmeta wan niha çawa diçe? Cûmpey wisa dibêje: “Gelek mirov dixwazin rastiyê bielimin. Gava em vîdeoyên bi zimanê îşaretan nîşanî mirovên ker dikin, ew gelek şa dibin. Em pir dilşad in ku em ji bo xizmetê derbasî Myanmarê bûne!”Ji aliyê ekonomîk ve, Cûmpey û Nao çawa debar dikin? Cûmpey wisa dibêje: “Piştî sê salan, pereyê ku me ber hev kiribû êdî xelas dibû, û me nikaribû ji bo saleke din kirêya malê bidin. Min û pîreka min, me pir dua dikir. Rojekê, me ji buroyê nameyek stend. Buroyê dixwest ku ji bo demekê bibin pêşengên mexsûs! Belê, me baweriya xwe bi Yehowa dianî û wî em tu caran tenê nehiştine. Ew her tim alî me dike!” Çendek berê, Cûmpey û Nao çûn Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê.
YEHOWA GAZÎ GELEK KESAN DIKE
Simone, birayekî ji Îtalyayê, yê ku 43 salî ye, û pîreka wî Anna, xwişkeke ji Zelandaya Nû ya ku 37 salî ye, çima mala xwe bar kir û çûn Myanmarê? Anna wisa cewab dide: “Seba nivîsa der heqê Myanmarê de, ya ku di Yearbook’a sala 2013an derketibû!” Simone wisa dibêje: “Em zehf dilşad in ku em li Myanmarê ne. Jiyana vir pir tev li hev nîne, loma ez dikarim zêdetir wexta xwe di îşê Yehowa de derbas bikim. Gava em diçin cihekî ku mizgînvan hindik in, Yehowa bi rastî jî li me dinêre” (Zeb. 121:5). Anna jî wisa dibêje: “Li van rojan, ez pir bextewar im. Jiyana me mutewazî ye. Ez tevî zilamê xwe zêdetir wext derbas dikim, û em bi hev re pir nêzik bûne. Gelek hevalên me yên nû jî hene. Li vir, gelek kes guh didin Şahidên Yehowa!”
Anna wisa dibêje: “Rojekê, min li sûkê mizgîn da xwendekareke zanîngehê, û me dixwest hevdû dîsa bibînin. Gava me dîsa hev dît, ew tevî hevaleke xwe hat. Cara din, dîsa çend hevalên wê hatin. Paşê, hê jî zêdetir hevalên wê hatin. Niha ez tevî pênc hevalên wê kursa Kitêba Pîroz îdare dikim.” Simone wisa dibêje: “Mirovên vira dilgerm û bimeraq in. Gelek kes dixwazin Kitêba Pîroz bielimin. Çi heyf e ku wext tune ku em bi her kesî re sohbet bikin.”
Hin xwişk û birayan çi kir ji bo ku ew karibin mala xwe bar bikin û herin Myanmarê? Xwişkeke me Mîzûho, ya ku ji Japonyayê ye, wisa dibêje: “Min û zilamê min Saçyo, me her tim dixwest derbasî welatekî bibin, ku li wê derê mizgînvan hindik in. Piştî ku me li Yearbook’a sala 2013an der heqê Myanmarê de xwendibû, serpêhatiyên xweş dilê me ew qas girt ku me dixwest biçûna Myanmarê.” Saçyo jî wisa dibêje: “Em ji bo heftiyekê çûn Yangonê, bajarê herî mezin ê Myanmarê. Me fehm kir ku wê baş be ku em derbasî Myanmarê bin.”
GELO TU DIKARÎ BÊYÎ?
Rodney û pîreka wî Jane ji Awistralyayê, yên ku weke 50 salî ne, kurê wan Jordan û qîza wan Danica ji sala 2010an û vir de li Myanmarê xizmet dikin. Rodney wisa dibêje: “Gava me dît ku mirovên vira çi qas hewceyî rastiyê ne, me ji dil dixwest alîkariya wan bikin. Wê baş be ku malbatên din jî li cihekî wek Myanmarê xizmet bikin.” Rodney çima wisa difikire? Ew wisa dibêje: “Ji aliyê ruhî ve, malbata me pir feyde stend! Gelek ciwan tenê bi telefon, erebe, xebat û tiştên din ve mijûl dibin. Lê belê zarokên me bi xizmet û hînbûna zimên ve mijûl in. Ew dielimin ku ew çawa dikarin tevî kesên ku Kitêba Pîroz nizanin, sohbet bikin û li civînan bi zimanê nû cewaban bidin. Wekî din, ew bi cure cure îşên ruhî ve mijûl in.”
Oliver, birayekî ji Amerîkayê, yê ku 37 salî ye, behsa nîmetên vê xizmetê dike: “Gelek feydeyên fedakariyê hene. Ji ber ku ez ji welatê xwe dûr ketim, lazim e ku ez xwe her tim bispêrim Yehowa. Gava ez xwişk û birayên nû nas dikim, ez rind fehm dikim ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare yekîtiyeke wisa bîne meydanê.” Oliver û pîreka wî Anna niha mizgînê bi zimanê Çînî bi xîret belav dikin.
Trazel, xwişkeke ji Awistralyayê, ya ku 52 salî ye, ji sala 2004an û vir de li Myanmarê xizmet dike: “Eger ji destê te bê, here cihekî hewcedar. Eger tu bi rastî dixwazî xizmet bikî, Yehowa wê xîreta te bibereket bike. Min qet texmîn nedikir ku ezê rojekê bêm vira. Jiyana min pir xweş e, û ez gelek bextewar im.”
Ji kerema xwe re li ser gotinên van xwişk û birayan bifikire, ên ku niha li Myanmarê xizmet dikin. Belkî tu jî dikarî ji bo belavkirina mizgînê herî cihekî din. Belê, mizgînvanên ku li Myanmarê xizmet dikin, wisa dibêjin: “Derbasî vira bibin û alîkariya me bikin!”