Gelo Tu li Aliyê Yehowa yî?
“Ji Xwedayê xwe Yehowa bitirse, jê re xizmet bike û pê ve girêdayî bimîne” (5. MÛ. 10:20, WDN).
KILAM: 28, 32
1, 2. (a) Wê çima baş be ku em li aliyê Yehowa bin? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?
WÊ BAŞ be ku em li aliyê Yehowa bin, çimkî ew çavkaniya qudret, hîkmet û hezkirina herî mezin e. Kî ji me naxwaze li aliyê wî be? (Zeb. 96:4-6). Dîsa jî, hin xizmetkarên Xwedê carinan alî Yehowa nedigirt.
2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin hin kesên ku digot ku ew li aliyê Yehowa ne, lê bi hal û hereketên xwe dilê wî diêşand. Ji van serpêhatiyan, em dikarin dersên muhîm bistînin, ên ku dikarin alî me bikin ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin.
YEHOWA DILAN LÊKOLÎN DIKE
3. Yehowa çawa Qayîn hişyar kir?
3 Bîne ber çavê xwe ku Qayîn çi kir. Rast e, wî ji pûtan re îbadet nedikir, lê belê Yehowa îbadeta wî dîsa jî qebûl nekir. Yehowa didît ku di dilê wî de xerabî mezin dibû (1. Yûh. 3:12). Loma Yehowa ji Qayîn re wisa got: “Heger tu ya rast bikî, ma ezê te qebûl nekim? Lê heger tu ya rast nekî, guneh li ber deriyê te, di kozikê de li benda te ye. Lê divê tu bi ser guneh bikevî” (1. Mû. [Destpêkirin] 4:6, 7). Eger Qayîn tobe bikira û aliyê Yehowa bigirta, Yehowa jî wê li aliyê wî bibûya.
4. Yehowa çi fersend da Qayîn, lê Qayîn çi kir?
4 Eger Qayîn fikrên xwe rast bikira, Yehowa wê ji wî razî bibûya. Lê belê Qayîn guhdariya Xwedê nekir. Di netîceyê de, Qayîn seba fikrên nerast û xwestekên xweperest guneh kir (Aqûb 1:14, 15). Dibe ku Qayîn ji berê de qet texmîn nedikir ku ewê rojekê li hemberî Yehowa serî hilde. Çi heyf e ku wî paşê şîreta Xwedê red kir û birayê xwe kuşt!
5. Em çawa dikarin rizaya Yehowa winda bikin?
5 Wek Qayîn, hinek îdîa dikin ku ew ji Yehowa re îbadetê dikin, lê bi eslê xwe tiştên xerab jî dikin (Chd. 11). Mesela, her çi qas em her tim diçin xizmet û civînan jî, dibe ku di dilê me de çavbirçîtî, nefret an fikrên bêexlaq hebin (1. Yûh. 2:15-17; 3:15). Fikrên wisa dikarin bibin sebeba gunehan. Dibe ku mirovên din fikir û kirinên me nizanibin, lê belê Yehowa her tiştî dibîne, û ew dizane ku ka em bi hemû dilê xwe li aliyê wî ne an na (Yêremya 17:9, 10 bixwîne).
6. Yehowa çawa alî me dike ku em serî bi xwestekên nerast re derxînin?
6 Gava em şaşiyan dikin, Yehowa dîsa jî zû ji me aciz nabe. Gava mirov hêdî hêdî ji rê derdikevin, Yehowa ji wan re wisa dibêje: “Vegerin min, ez ê jî vegerim we” (Malx. 3:7). Yehowa dizane ku îradeya me carinan zeîf e, lê ew dixwaze ku em li dijî xerabiyê micadele bikin (Îşa. 55:7). Eger em wisa bikin, ewê li aliyê me be û qewetê bide me ku em karibin serî bi xwestekên xwe yên nerast re derxînin (1. Mû. 4:7).
“NEYÊN XAPANDIN”
7. Silêman dostiya Xwedê çawa winda kir?
7 Em dikarin ji serpêhatiya Silêman Padîşah gelek tiştan bielimin. Gava Silêman ciwan bû, wî li rêberiya Yehowa digeriya. Xwedê hîkmeteke mezin da wî û emir da wî ku ew li Orşelîmê perestgeheke bedew ava bike. Lê belê bi zeman re, Silêman dostiya Yehowa winda kir (1. Qra. 3:12; 11:1, 2). Qanûna Xwedê digot ku “bona ku dilê wî çewt nebe”, gerek padîşah “bona xwe jinan zêde neke” (5. Mû. 17:17). Silêman guh neda û ji xwe re 700 jin û 300 cêrî anîn (1. Qra. 11:3). Wekî din, Qanûna Xwedê zewicîna bi jinên pûtperest qedexe kiribû. Lê belê Silêman, ji xwe re gelek jinên pûtperest anîn (5. Mû. 7:3, 4).
8. Silêman dilê Yehowa çawa êşand?
8 Silêman gav bi gav ji qanûnên Yehowa dûr diket. Bi zeman re, ew ket gunehên giran. Mesela, wî ji bo pûtên bi navên Astartî û Kemoş gorîgeh ava kirin. Li wê derê, Silêman tevî pîrekên xwe pûtperestî dikir. Bi ser de, wî ev gorîgeh li ser çiyayekî li ber Orşelîmê ava kir – bajarê ku Silêman berê li wê 1. Qra. 11:5-8; 2. Qra. 23:13). Ji ber ku Silêman li perestgehê ji Yehowa re jî qurban pêşkêş dikirin, dibe ku ew difikirî ku Yehowa wê bêîtaetiya wî ji nedîtî ve bê.
derê perestgeha Yehowa ava kiribû! (9. Netîceya bêîtaetiya Silêman bû çi?
9 Lê belê Yehowa gunehên mirovan ji nedîtî ve nayê. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yehowa li hemberî Silêman bi hêrs bû, çimkî dilê wî ji Yehowa dûr ketibû ... ê ku du caran ji wî re xuya bûbû û ew hişyar kiribû ku ew wisa neke, yanî ku ew li pey xwedayên din neçe. Lê belê wî guhdariya emrê Yehowa nekir.” Di netîceyê de, Xwedê êdî ji wî razî nebû û piştgiriya wî nekir. Di dema xelefên Silêman de, padîşahiya Îsraêl pareve bû, û gelek felaket hatin meydanê (1. Qra. 11:9-13, WDN).
10. Çi dikare dostiya me bi Yehowa re xera bike?
10 Wek ji serpêhatiya Silêman tê dîtin, dostiya tevî kesên ku qanûnên Yehowa fehm nakin an pêk naynin dikare siheta me ya ruhî xera bike – mesela dostiya tevî kesên ku tên civînan, lê belê ji aliyê ruhî ve zeîf in, an jî dostiya tevî cîran, hevalkar, hevalders an merivên me, ên ku xizmetkarên Yehowa nînin. Eger em bi kesên ku qedrê qanûnên Yehowa nagirin re hevaltiyê bikin, ewê bi zeman re dikarin dostiya me bi Xwedê re xera bikin.
11. Çi cure heval ji bo me ne baş in?
11 1. Korîntî 15:33 bixwînê. Piraniya mirovan xwediyê hin sifatên baş in. Gelek kes hene ku Şahidên Yehowa nînin, lê dîsa jî xerabiyê nakin. Gelo em dikarin bi kesên wisa re hevaltiyê bikin? Hevalên wisa wê li dostiya te bi Yehowa re çawa tesîr bikin? Gelo ewê alî te bikin ku tu nêziktirî Yehowa bibî? Dilê wan li ser çi ye? Mesela, gelo ew bi zêdeyî li ser moda, pere, cîhazên elektronîk, kêf û şahî an armancên madî dipeyivin? Gelo ew bi peyvên xwe kesên din nizm dikin an henekên pîs dikin? Îsa wisa got: “Dev ji tijebûna dil dibêje” (Met. 12:34). Eger tu dibînî ku hevalên te dostiya te bi Yehowa re davêjin talûkeyê, bi wan re bi zêdeyî wext derbas neke an jî bi wan re hevaltiyê neke (Mtl. 13:20).
YEHOWA DILSOZIYA MEXSÛS TELEB DIKE
12. (a) Piştî ku Îsraêlî ji Misrê derketin, Yehowa ji wan re çi got? (b) Gava Xwedê got ku ew dilsoziya mexsûs teleb dike, Îsraêliyan çi got?
12 Piştî ku miletê Îsraêl ji Misrê filitîn, ew ber bi Çiyayê Sînayê li hev top bûn. Li wê derê, Yehowa qudreta xwe bi ewrekî reş, guregura ezmanan, brûsk, xwelî û dengê bilind mîna dengê boriyê ji wan re eyan kir (2. Mû. 19:16-19). Yehowa ji Îsraêliyan re got ku ew dilsoziya mexsûs teleb dike. Wî soz da ku eger ew ji wî hez bikin û guhdariya qanûnên wî bikin, ewê jî ji wan re dilsoz be (2. Mûsa 20:1-6 bixwîne). Yehowa dixwest ku xizmetkarên wî li aliyê wî bin, û ewê jî li aliyê wan bibûya. Eger tu li wê derê bibûyayî, teyê çi bigota? Bi îhtimaleke mezin, teyê jî wek Îsraêliyan cewab bidaya: “Em ê hemû gotinên ku XUDAN gotiye bikin!” (2. Mû. 24:3). Lê belê pir wext derbas nebû ku dilsoziya Îsraêliyan hat ceribandin.
13. Dilsoziya Îsraêliyan çawa hat ceribandin?
13 Gava Yehowa qudreta xwe bi ewrê reş, brûsk û îşaretên din eyan kir, Îsraêlî tirsiyan. Loma, wan dixwest ku Mûsa li şûna wan bi Yehowa re bipeyive (2. Mû. 20:18-21). Ji ber vê yekê, Mûsa hilkişiya Çiyayê Sînayê. Lê piştî ku pir wext derbas bû û Mûsa ji çiyê daneket, Îsraêlî aciz bûn û tirsiyan ku ew li çolê bê rêber mane. Xuya ye ku wan xwe bi zêdeyî dispart rêberiya Mûsa. Loma wan ji Harûn re wisa got: “Bona me îlahek çêbike, bila ji pêşiya bimeşe! ji ber ku em nizanin ji Mûsa re, ji zilamê ku me ji Misirê derxistine çi bûye” (2. Mû. 32:1, 2).
14. Îsraêlî xwediyê kîjan fikra şaş bûn, lê Yehowa çi kir?
14 Xelk dizanibû ku pûtperestî guneheke giran e (2. Mû. 20:3-5). Dîsa jî, ew çi zû ketin pûtperestiyê! Îsraêliyan ji xwe re golikekî zêrîn çêkir û jê re îbadet kir. Ligel vê, ew fikirîn ku ew hê li aliyê Yehowa ne. Bi ser de, Harûn perestina golik wek ‘cejneke ji bo Yehowa’ bi nav kir! Hingê Yehowa çi kir? Wî ji Mûsa re got ku xelk “xera bû” û “ji rêya ku [Xwedê] ji wan re emir kiribû, zû şaş bûn”. Seba gunehê wan, hindik mabû ku Yehowa hemû miletê Îsraêl helak bikira (2. Mû. 32:5-10).
15, 16. Mûsa û Harûn çawa nîşan da ku ew li aliyê Yehowa ne? (Li resmê ewilî binêre.)
15 Yehowa dîsa jî miletê Îsraêl helak nekir, lê wî fersend da xizmetkarên xwe yên dilsoz ku ew aliyê wî bigirin (2. Mû. 32:14). Gava Mûsa ji çiyê daket, wî dît ku xelk pûtperestî dike. Loma Mûsa golikê zêrîn şikênand. Paşê, wî got: “Yê ku li aliyê XUDAN e, bila werin cem min!” Hemû “lawên Lêwî li cem wî civiyan” (2. Mû. 32:17-20, 26).
16 Harûn her çi qas golikê zêrîn çêkiribû jî, wî tobe kir û tevî Lêwiyên din derbasî aliyê Yehowa bû. Van kesên dilsoz hem aliyê Yehowa girt hem jî xwe ji pûtperestan dûr xistin. Ev yek qerarekî baş bû, çimkî wê rojê, bi hezaran kes seba 2. Mû. 32:27-29).
pûtperestiyê hatin kuştin. Lê belê yên ku li aliyê Yehowa bûn, sax man, û Yehowa soz da wan ku ewê wan bibereket bike (17. Gotinên Pawlos ên der heqê serpêhatiya golikê zêrîn de çi rêyî me dide?
17 Pawlosê şandî behsa vê serpêhatiyê kir û wisa got: “Ev bûyer ji bo me bûn mînak, da [ku] ... wek hinekan ji wan, hûn nebin pûtperest. ... Ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn. Ji ber vê yekê, yê ku guman dike ku qayîm disekine, bila hay ji xwe hebe, ku nekeve!” (1. Kor. 10:6, 7, 11, 12). Wek Pawlos nîşan da, hin xizmetkarên Yehowa, yên ku dikevin xerabiyê, difikirin ku Yehowa dîsa jî ji wan razî ye. Lê belê ji bo ku Yehowa ji me razî be, ne bes e ku em tenê bixwazin bibin dostên Yehowa; dilsozî tenê bi zimên nabe! (1. Kor. 10:1-5).
18. Çi dikare bibe sebeb ku em ji Yehowa dûr bikevin, û netîceya vê dibe çi?
18 Çawa ku Îsraêlî aciz bûn gava Mûsa dereng ma, dibe ku em jî aciz bibin ji ber ku li gor dîtina me hikmê Yehowa û dinyaya nû dereng ketine. Dibe ku em bifikirin ku pêkhatina van sozan hê dûr e an jî xeyal e. Eger em fikrên wisa ji hişê xwe dernexînin, dibe ku em daxwaza Yehowa ji bîr bikin û bikevin pey xwestekên nefsê. Bi zeman re, dibe ku em ji Yehowa dûr bikevin û şaşiyên hêvînekirî bikin.
19. Gerek em çi ji bîr nekin?
19 Gerek em qet ji bîr nekin ku Yehowa dixwaze ku em ji dil guhdariya wî bikin û tenê ji wî re dilsoz bimînin (2. Mû. 20:5). Çima? Çimkî ew ji me hez dike. Gava em daxwaza Yehowa pêk naynin, ev tê maneya ku em daxwaza Îblîs pêk tînin. Eger em wisa bikin, netîceya vê wê bibe felaket. Loma Pawlos wisa got: “Hûn nikarin hem ji kasa Xudan û hem ji kasa cinan vexwin. Hûn nikarin hem ji sifra Xudan û hem ji sifra cinan parê bistînin” (1. Kor. 10:21).
NÊZIKÎ YEHOWA BIMÎNE!
20. Eger em şaşiyekê bikin jî, Yehowa çawa dikare alî me bike?
20 Serpêhatiyên Qayîn, Silêman û Îsraêliyan ji aliyekî ve dişibin hevdû. Wan dikaribû tobe bikira û riya xwe rast bikira (Kar. 3:19). Eyan e ku Yehowa ji kesên ku şaşiyan dikin re sebir dike. Mesela, Yehowa şaşiya Harûn efû kir. Îro, Yehowa me bi destê serpêhatiyên Kitêba Pîroz, bi alîkariya weşanên li ser Kitêba Pîroz an bi navgîniya şîretên xwişk û birayên me hişyar dike. Eger em guh bidin van îqazan, Yehowa wê me qebûl bike.
21. Eger dilsoziya me bê ceribandin, gerek em çi bikin?
21 Yehowa bi dilovaniya xwe fersendê dide me ku “em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin” (2. Kor. 6:1; Tîtos 2:11-14 bixwîne). Heta ku em “li vê dinyayê bijîn”, dilsoziya me wê bê ceribandin. Bila em her tim li aliyê wî bimînin, çimkî gerek em ‘ji Xwedayê me Yehowa bitirsin, jê re xizmet bikin û pê ve girêdayî bimînin’ (5. Mû. 10:20).