Here Naverokê

Here naverokê

Ji Lêkolîna Kitêba Pîroz Zêdetir Feyde û Kêfê Bistîne

Ji Lêkolîna Kitêba Pîroz Zêdetir Feyde û Kêfê Bistîne

YEHOWA îşekî mezin dabû Yêşû: Lazim bû ku ew miletê Îsraêl derbasî Welatê Sozdayî bikira. Lê belê Yehowa cesaret da wî û jê re got ku eger ew Qanûnê her tim bixwîne û pêk bîne, ewê aqilmend û serkeftî bibe (Yêşû 1:7, 8).

Li van rojên dawîn, em jî rastî tengahiyên mezin tên (2. Tîm. 3:1). Lê belê, eger em jî wek Yêşû li gor rêberiya Yehowa bijîn, emê serkeftî bibin. Ji bo vê, lazim e ku em Kitêba Pîroz her tim bixwînin û prensîpên Xwedê bi kar bînin.

Dibe ku xwendin û lêkolîn ji te re hêsan neyên. Ji bo ku tu ji lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir feyde û kêfê bistînî, ji kerema xwe re li çarçoveya “Pêşniyarên ji bo Lêkolînê” binêre.

Zebûrbêj wisa strand: “Rêberiya min bike li gor emrên xwe, çimkî ez ji wan zewqê distînim” (Zeb. 119:35). Xwendina Peyva Xwedê wê dilşadiya mezin bide te. Gava tu li xezîneyên ruhî digerî, tuyê cewherên pir biqîmet kifş bikî.

Rast e, wezîfeya me ji wezîfeya Yêşû cuda ye, lê belê em jî li tengahiyan rast tên. Loma, wek Yêşû, Kitêba Pîroz lêkolîn bike û gotinên wê pêk bîne. Eger tu wisa bikî, tuyê jî aqilmend û serkeftî bibî!