Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Îsa bi Rastî ji bo Min Mir?

Gelo Îsa bi Rastî ji bo Min Mir?

NIVÎSKARÊN Kitêba Pîroz mirovên “wek me” bûn (Aqûb 5:17). Mesela, ma em jî carinan wek Pawlos nafikirin, ê ku li Romayî 7:21-24 wisa gotibû: “Gava ku ez dixwazim ya qenc bikim, ya xerab li ber min amade ye. ... Ez çi mirovekî reben im.” Gotinên wisa cesaretê didin me gava em bi kêmasiyên xwe micadele dikin.

Wekî din, li Galatî 2:20, Pawlos baweriya xwe wisa anî zimên: “[Îsa] ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir.” Gelo tu jî wisa hîs dikî? Belkî ev yek carinan li te zor tê.

Eger em xwe seba gunehên berê bêqîmet hesab dikin, dibe ku li me zor bê ku em hezkirin û efûkirina Yehowa qebûl bikin û fîdyeyê wek hediyeyeke şexsî bibînin. Gelo Îsa bi rastî dixwaze ku em li fîdyeyê bi vî awayî binêrin? Çi dikare alî me bike ku em nêrîna xwe serrast bikin? Niha emê van du pirsan muzakere bikin.

ÎSA LI QURBANA XWE ÇAWA DINÊRE?

Belê, Îsa dixwaze ku em qurbana wî wek hediyeyeke şexsî bibînin. Em vêya ji ku dizanin? Gotinên Lûqa 23:39-43 bîne ber çavê xwe. Zilamek li kêleka Îsa hat darde kirin. Sûcê wî bi îhtimaleke mezin sûcekî giran bû, çimkî ev cure ceza tenê ji bo sûcên giran dihat dayîn. Zilam sûcê xwe qebûl kir û ji Îsa re wisa niyaz kir: “Çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!”

Îsa çi cewab da? Bîne ber çavê xwe ku li gel êşa xwe ya mezin, Îsa serê xwe zivirand û li vî zilamî nêrî. Bi dilgermî, Îsa ji wî re wisa got: “Îro bi rastî ez ji te re dibêjim ku tuyê bi min re di cenetê de bî” (Lûqa 23:43, WDN). Îsa ji vî zilamî re tenê negot ku ew “hatiye ku ... di ber gelekan de canê xwe berdêl bide” (Met. 20:28). Li şûna vê, Îsa bi dilovanî bala vî mirovî kişand li ser vê ku qurbana wî tiştekî şexsî ye. Ji bo vê, wî peyvên “tu” û “min” bi kar anîn. Wekî din, Îsa soz da vî zilamî ku ewê li ceneta li ser rûyê erdê bijî.

Belê, Îsa dixwest ku ev zilam qurbana wî wek hediyeyeke şexsî qebûl bike. Madem ku Îsa ew qas qîmet da sûcdarekî ku hê ji Xwedê re xizmet nekiribû, ew bêguman qîmetê dide xizmetkarên Xwedê. Çi dikare alî me bike ku em jî li gel gunehên xwe yên berê li xwe rast binêrin?

ÇI ALÎ PAWLOS KIR?

Seba wezîfeya ku Pawlos ji Îsa stendibû, wî fehm kir ku Îsa canê xwe di oxira wî de feda kiribû. Wî got: “Ez ji Xudanê me Mesîh Îsa re şikir dikim ê ku hêz daye min, çimkî wî ez dilsoz hesab kirim û ez danîm ser vê xizmetê. Bi ser ku min berê çêrî wî dikir, ez cefaker û kustax bûm, rehm li min hat kirin” (1. Tîm. 1:12-14). Wezîfeya ku Pawlos stendibû ew dida bawer kirin ku Îsa qîmetê dide wî û ji wî hez dike. Mîna vê, me jî ji Îsa wezifeyeke şexsî stendiye (Met. 28:19, 20). Ma ev yek rêyî me nade ku Îsa qîmetê dide me û ji me hez dike?

Albert, ê ku ji civatê hatibû derxistin û nêzikî 34 sal bi şûn de vegeriya ba Yehowa, wisa dibêje: “Gunehên min her tim ber çavê min in. Lê belê gava ez derdikevim xizmetê, ez wek Pawlosê şandî hîs dikim ku Îsa wezîfeyeke şexsî daye min. Ev yek cesaretê dide min û alî min dike ku ez li xwe, li jiyana xwe û li axiriya xwe pozîtîf binêrim” (Zeb. 51:3).

Gava tu tevî her cure mirovan kursa Kitêba Pîroz îdare dikî, rêyî wan bide ku Îsa çi qas birehm e û ji wan hez dike

Allan, ê ku yekî zordar bû berî ku ew rastiyê hîn bûbû, wisa dibêje: “Gava tê bîra min ku min çi qas zerar dida însanan, ez pir xemgîn dibim. Lê belê ez ji Yehowa re şikur dikim ku li gel vê ku ez gunehkar im, ew îznê dide ku ez mizgînê bidim kesên din. Wexta ku ez dibînim ku mirov ji mizgînê çawa feyde distînin, ez fehm dikim ku qencî û dilovaniya Yehowa çi qas mezin e. Ez şa me ku ew min dixebitîne ku ez alî kesên din bikim, ên ku wek min xerabî dikir.”

Di xizmetê de, em dikarin wext û qeweta xwe ji bo fikir û kirinên pozîtîf bi kar bînin. Wezîfeya me rêyî me dide ku Îsa birehm e, ji me hez dike û baweriya xwe bi me tîne.

YEHOWA JI DILÊ ME MEZINTIR E

Heta ku dinyaya Îblîs bê helak kirin, dibe ku dilê me seba şaşiyên me yên berê lome li me bike. Em çawa dikarin bi hîsên wisa micadele bikin?

Xwişka me Jean di ciwantiya xwe de jiyaneke durû ajotibû. Heta îro, wijdanê wê carinan wê aciz dike. Dîsa jî, ew wisa dibêje: “Ez şa me ku ‘Xwedê ji dilê me mezintir e’” (1. Yûh. 3:19, 20). Wê baş be ku em jî bînin bîra xwe ku Yehowa û Îsa halê meyî gunehkar ji me baştir fehm dikin. Wan fîdye daye – ne ji bo mirovên bêqisûr, lê ji bo mirovên qisûrdar, ên ku tobe dikin (1. Tîm. 1:15).

Ji bo ku ev rastiya biqîmet li dilê me rind rûne, gerek em li ser vê kûr bifikirin ku Îsa li mirovên qisûrdar çawa dinêrî û ewê li me çawa binêre eger em wezîfeya xwe bi awayekî baş bînin cih. Bi vî awayî, tuyê karibî wek Pawlos wisa bibêjî: “Kurê Xwedê ... ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir.”