Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 46

Cesûr Be, Yehowa Alîkarê Te ye

Cesûr Be, Yehowa Alîkarê Te ye

“Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim” (ÎBR. 13:5).

KILAM 55 Ji Wan Netirsin

PÊŞGOTIN *

1. Gava em xwe tenê hîs dikin yan gava ku problemên me pir in, çi dikare me teselî bike? (Zebûr 118:5-7).

GELO tu xwe carinan tenê hîs dikî û difikirî ku tu kes alî te nake? Hin xizmetkarên Yehowa yên dilsoz jî xwe wisa hîs dikir (1. Qra. 19:14). Li demên wisa, vê soza Yehowa bîne bîra xwe: “Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim.” Loma em dikarin bi bawerî wisa bibêjin: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim” (Îbr. 13:5, 6). Pawlosê şandî ev gotin weke sala 61ê ya P.M. ji xwişk û birayên li Cihûstanê re nivîsîbûn. Gotinên Pawlos ayetên Zebûr 118:5-7 (bixwîne) tînin bîra me.

2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

2 Wek zebûrbêj, Pawlos jî ji Yehowa alîkarî distend. Mesela, weke du sal berî ku wî nameya xwe ya ji Îbraniyan re nivîsî, gemiya ku Pawlos lê siwar bû, ket firtoneyeke mezin (Kar. 27:4, 15, 20). Hem li dema vê firtoneyê hem jî gelek carên din, Yehowa ji Pawlos re bû Alîkar. Niha emê bala xwe bidin sê serpêhatiyên Pawlos, ên ku nîşan didin ku Yehowa çawa bi destê Îsa Mesîh û melekan, bi destê kesên biotorîte û bi destê xwişk û birayan alî Pawlos kir. Ev yek wê baweriya me qewîtir bike ku eger em ji Xwedê alîkariyê bixwazin, ewê bê hawara me.

ALÎKARIYA ÎSA Û MELEKAN

3. Dibe ku Pawlos çi difikirî, û çima?

3 Pawlos hewceyî alîkariyê bû. Weke sala 56an a P.M., xelk ew ji perestgehê derxist û dixwest wî bikuje. Rojek bi şûn de, gava Pawlos li ber civîna giregiran sekinî, dijminên wî dixwest wî perçe bikin (Kar. 21:30-32; 22:30; 23:6-10). Dibe ku Pawlos wisa difikirî: “Ezê heta kengê karibim li ber vê zilmê ber xwe bidim?”

4. Yehowa çawa bi destê Îsa alî Pawlos kir?

4 Pawlos çi alîkarî stend? Şeva piştî ku Pawlos hat girtin, Îsa ji wî re xuya bû û got: “Bi zirav be! Te çawa li Orşelîmê ji bo min şahidî da, divê tu wisa li Romayê jî ji bo min şahidiyê bidî” (Kar. 23:11). Pawlos bê guman ji vê sozê pir cesaret distend. Îsa Mesîh pesnê Pawlos da ji ber ku wî li Orşelîmê şahidî dabû. Wekî din, wî soz da Pawlos ku ewê bi saxî û selametî bigihîje Romayê, û ku ewê li wê derê dîsa şahidiyê bide. Gava Pawlos ev soz bihîst, wî xwe bêguman emîn hîs dikir, wek zarokekî ku xwe di paşila bavê xwe de emîn hîs dike.

Li dema firtoneyekê, melekek ji Pawlos re dibêje ku her kesê ku li ser gemiyê ye, wê bifilite (Li paragrafa 5an binêre)

5. Yehowa çawa bi destê melekekî alî Pawlos kir? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

5 Pawlos rastî kîjan tengasiyên din hat? Weke du sal piştî teşqeleya li Orşelîmê, Pawlos bi gemiyekê diçû Îtalyayê. Hingê firtoneyeke ew qas mezin rabû ku gemîvan û rêwî difikirîn ku ewê bimirin. Lê belê, Pawlos netirsiya. Gelo çima? Wî ji mirovên li gemiyê re wisa got: “Şeva din milyaketekî wî Xwedayê ku ez yê wî me û xizmetê ji wî re dikim, li ba min rawesta, û got: ‘Netirse Pawlos; divê tu li ber Qeyser rawestî û hemû yên ku bi te re di gemiyê de ne, va ye, Xwedê ew dan xatirê te.’” Bi destê melekekî, Yehowa soza ku wî berê bi navgîniya Îsa dabû wî, dubare kir. Bi rastî jî, Pawlos bi saxî û selametî gihîşt Romayê (Kar. 27:20-25; 28:16).

6. Kîjan soza Îsa Mesîh dikare cesaretê bide me, û çima?

6 Em çi alîkariyê distînin? Çawa ku Îsa Mesîh piştgiriya Pawlos kiribû, ewê piştgiriya me jî bike. Mesela, Îsa Mesîh ji hemû şagirtên xwe re wisa soz daye: “Ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me” (Met. 28:20). Gotinên Îsa cesaretê didin me. Gelo çima? Car caran, em rastî tengasiyên mezin tên. Mesela, gava hezkiriyekî me dimire, êşa me bi îhtimaleke mezin ne tenê bi çend rojan, lê bi gelek salan berdewam dike. Hin ji me êdî kal û pîr bûne yan jî carinan dikevin depresyonê. Dîsa jî, em sebat dikin ji ber ku em dizanin ku problemên me çi qas mezin bin jî, Îsa “herdem” bi me re ye (Met. 11:28-30).

Gava em mizgînê belav dikin, melek rêberiya me dikin (Li paragrafa 7an binêre)

7. Li gor Peyxam 14:6, Yehowa çawa alî me dike?

7 Peyva Xwedê dibêje ku Yehowa bi destê melekan jî alî me dike (Îbr. 1:7, 14). Mesela, gava em mizgîna Padîşahiyê ji mirovên ji cure cure miletan re belav dikin, melek rêberiya me dikin (Met. 24:13, 14; Peyxam 14:6 bixwîne).

ALÎKARIYA KESÊN BIOTORÎTE

8. Yehowa çawa bi destê fermandarekî Romayî alî Pawlos kir?

8 Pawlos çi alîkarî stend? Di sala 56an a P.M. de, Îsa ji Pawlos re gotibû ku ewê here Romayê. Lê belê, li Orşelîmê, hin Cihûyan dixwest Pawlos bikujin. Gava fermandarê Romayî Klawdyos Lûsyos plana wan bihîst, wî Pawlos ji destê wan filitand. Wî Pawlos tevî leşkeran şand bajarê Qeyseriyê, weke 105 km ji Orşelîmê. Li Qeyseriyê, walî Felîks “emir kir ku Pawlos di qesra Hêrodês de girtî bimîne”. Li wê derê, dijminên Pawlos êdî nikaribû zerarê bidin wî (Kar. 23:12-35).

9. Walî Fêstos çawa alî Pawlos kir?

9 Du sal bi şûn de, Pawlos hê li Qeyseriyê girtî bû. Li şûna Felîks, zilamekî bi navê Fêstos êdî bûbû walî. Cihûyan ji Fêstos dixwest ku Pawlos li Orşelîmê bê dîwan kirin, lê Fêstos daxwaza wan red kir. Walî belkî dizanibû ku “armanca wan ew bû ku kemînê deynin û di rê de wî bikujin” (Kar. 24:27–25:5).

10. Gava Pawlos dixwest doza xwe bibe ber Qeyser, walî Fêstos çi got?

10 Paşê, Pawlos li Qeyseriyê hat dîwan kirin. “Ji bo ku dilê Cihûyan xweş bike,” Fêstos ji Pawlos pirsî: “Ma tu dixwazî derkevî Orşelîmê û li wir ... li ber min dîwana te bê kirin?” Pawlos dizanibû ku eger ew here Orşelîmê, ewê bi îhtimaleke mezin bê kuştin. Wekî din, wî dizanibû ku gerek ew çi bike ku sax bimîne, bigihîje Romayê û xizmeta xwe pêk bîne. Wî got: “Ez doza xwe dibim ber Qeyser.” Piştî ku Fêstos bi şêwirmendên xwe re peyivî, wî ji Pawlos re got: “Te doza xwe bir ber Qeyser, tê herî ba Qeyser.” Bi saya qerara Fêstos, Pawlos ji destê dijminên xwe filitî. Bi zeman re, Pawlos çû Romayê – dûrî Cihûyên ku dixwest wî bikujin (Kar. 25:6-12).

11. Dibe ku Pawlos kîjan gotinên Îşaya anîn bîra xwe?

11 Gava Pawlos li bendê bû ku here Îtalyayê, wî belkî ev gotinên Îşaya anîn bîra xwe: “De planan bikin, lê planên we wê vala derkevin! Hûn çi dixwazin bibêjin, bêjin, lê hûnê serkeftî nebin, çimkî Xwedê bi me re ye” (Îşa. 8:10, NWT). Pawlos dizanibû ku Xwedê wê alî wî bike, û vê yekê bêguman cesaret dida wî û alî wî dikir ku ew li hemberî tengasiyan sebat bike.

Wek li demên berê, Yehowa îro jî dikare kesên biotorîte bixebitîne ku ew xizmetkarên wî biparêzin (Li paragrafa 12an binêre)

12. Yûlyos çi kir, û dibe ku Pawlos çi fehm kir?

12 Di sala 58an a P.M., Pawlos bi rê ket. Ji ber ku ew girtî bû, ew ji fermandarekî Romayî yê bi navê Yûlyos hat teslîm kirin. Ji wê wextê û pê ve, jiyana Pawlos êdî di destê Yûlyos de bû. Gelo Yûlyos otorîteya xwe çawa bi kar anî? Rojek bi şûn de, gava ew ji gemiyê peya bûn, “Yûlyos qencî bi Pawlos kir û destûr dayê ku here ba dostên xwe”. Çend roj bi şûn de, Yûlyos otorîteya xwe bi kar anî ku Pawlos ji mirinê xelas bike. Gelo çawa? Leşkeran dixwest hemû girtiyên ku li gemiyê bûn, bikujin, lê Yûlyos ji wan re bû asteng. Bi îhtimaleke mezin, Pawlos fehm kir ku Yehowa bi destê vî fermandarê dilrehm alî wî dikir (Kar. 27:1-3, 42-44).

Li paragrafa 13an binêre

13. Yehowa çawa dikare kesên biotorîte bixebitîne?

13 Em çi alîkariyê distînin? Eger bi dîtina Yehowa minasib be, ew dikare bi destê ruhê pîroz kesên biotorîte bixebitîne ku ew daxwaza wî bînin cih. Silêman Padîşah wisa gotibû: “Dilê qiral di destê XUDAN de ye; mîna ava di qenalê de berê wê, li gor xwestina xwe duguherîne” (Mtl. 21:1). Ev metelok tê çi maneyê? Mîna ku cotkar dikare kanalekê bikole û riya avê li gor daxwaza xwe biguherîne, Yehowa jî dikare bi destê ruhê pîroz fikrên hikumdaran li gor daxwaza xwe biguherîne. Di netîceyê de, kesên biotorîte dikarin alî xizmetkarên Xwedê bikin (li Esra 7:21, 25, 26 jî binêre).

14. Li gor Karên Şandiyan 12:5, em dikarin di heqê kê de dua bikin?

14 Em dikarin çi bikin? Em dikarin “ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran” dua bikin, da ku qerarên wan ji bo xizmet û îbadeta me bifeyde bin (1. Tîm. 2:1, 2; Nhy. 1:11). Wek şagirtên Îsa, yên ku li sedsala yekê dijiyan, em jî ji dil ji bo xwişk û birayên me yên girtî dua dikin (Karên Şandiyan 12:5 bixwîne; Îbr. 13:3). Wekî din, em dikarin ji bo gardiyanan dua bikin, ên ku ji xwişk û birayên me mesûl in. Em dikarin ji Yehowa re niyaz bikin ku ew li ser fikrên wan bandor bike, da ku ew wek Yûlyos li xwişk û birayên me yên girtî qenciyê bikin.

ALÎKARIYA XWIŞK Û BIRAYAN

15-16. Yehowa çawa bi navgîniya Arîstarko û Lûqa alî Pawlos kir?

15 Pawlos çi alîkarî stend? Gava Pawlos diçû Romayê, wî çend caran bi destê xwişk û birayan ji Yehowa alîkarî stend. Niha emê li çend mîsalan binêrin.

16 Du hevalên Pawlos – Arîstarko û Lûqa – tevî wî çûn Romayê. * Kitêba Pîroz nabêje ku Îsa soz dabû wan ku ewê bi saxî û selametî bigihîjin Romayê. Loma, gava ew bi rê ketin, wan jiyana xwe diavêt talûkeyê. Dîsa jî, ew hazir bûn ku tevî Pawlos seyahatê bikin. Ancax gava ew êdî li gemiyê bûn, wan bihîst ku ewê jî sax bimînin. Loma, gava Arîstarko û Lûqa li Qeyseriyê li gemiyê siwar bûn, Pawlos bêguman ji bo alîkariya van du birayên mêrxas ji Yehowa re şikur kir (Kar. 27:1, 2, 20-25).

17. Yehowa çawa bi destê xwişk û birayan alî Pawlos dikir?

17 Pawlos di rêwîtiya xwe de çend caran ji xwişk û birayan destek stend. Mesela, li bajarê Saydayê, Yûlyos îzin da ku Pawlos “here ba dostên xwe, da ku lê binêrin”. Paşê, li bajarê Potiyolê, Pawlos û hevalên wî “xwişk û bira dîtin û ji [wan] hêvî kirin ku [ew] heft rojan li ba wan bimînin”. Xwişk û birayên li van deran hewcedariyên Pawlos û hevalên wî tedarek dikirin, û Pawlos jî bê guman ji wan re behsa serpêhatiyên xwe dikir û bi vî awayî dilê wan xurt dikir (li Karên Şandiyan 15:2, 3 jî binêre). Piştî ku Pawlos û hevalên wî ji xwişk û birayan alîkarî stend, ew dîsa bi rê ketin (Kar. 27:3; 28:13, 14).

Wek Pawlos, em alîkariya Yehowa bi destê xwişk û birayan distînin (Li paragrafa 18an binêre)

18. Pawlos çima “şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand”?

18 Gava Pawlos ber bi Romayê ve dimeşiya, gotinên ku wî 3 sal berê ji civata Romayê re nivîsîbû belkî hatin bîra wî: “Ji gelek salan ve ez dixwazim bêm ba we” (Rom. 15:23). Lê belê, ew nedifikirî ku ewê bi zincîran here wê derê. Bîne ber çavê xwe ku gava wî dît ku birayên ji Romayê li ser rê li benda wî bûn, dilê wî çi qas şa bû! Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gava Pawlos ew dîtin, şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand” (Kar. 28:15). Pawlos ji Xwedê re şikur kir ji bo ku bira hatin ba wî, û wî fehm kir ku Yehowa bi destê van birayan alî wî dikir.

Li paragrafa 19an binêre

19. Wek 1. Petrûs 4:10 dibêje, Yehowa çawa dikare me bixebitîne ku em alî xwişk û birayan bikin?

19 Em dikarin çi bikin? Gelo di civata te de xwişk yan birayên nexweş hene? Gelo problemên wan ên din hene? Gelo ew xemgîn in ji ber ku wan hezkiriyekî xwe winda kiriye? Eger em bibînin ku ji xwişk yan birayekî re alîkarî lazim e, em dikarin dua bikin ku bila Yehowa alî me bike ku em tiştekî baş bikin yan bibêjin. Dibe ku xwişk yan birayê me bi saya gotin û kirinên me cesaretê bistîne (1. Petrûs 4:10 bixwîne). Gava em alî wan dikin, baweriya wan dikare xurttir bibe ku ev soza Yehowa ji bo wan e: “Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim.” Ma vê yekê wê dilê te şa nekira?

20. Em çima dikarin bi bawerî bibêjin: “Xudan alîkarê min e”?

20 Wek Pawlos û hevalên wî, em jî di jiyana xwe de rastî cure cure tengasiyan tên. Lê belê, em dizanin ku Yehowa bi me re ye. Ew bi destê Îsa û melekan alî me dike. Wekî din, eger bi dîtina wî minasib be, ew dikare bi destê kesên biotorîte jî alî me bike. Ji xeynî vê, gelek ji me bi çavê xwe dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe bi destê ruhê pîroz dixebitîne ku ew alî xwişk û birayan bikin. Loma, wek Pawlos, em dikarin bi bawerî bibêjin: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim. Mirov wê çi bi min bike?” (Îbr. 13:6).

KILAM 38 Ewê Te Xurt Bike

^ par. 5 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa bi kîjan sê awayan alî Pawlosê şandî kir ku ew li hemberî zehmetan sebir bike. Çawa ku Yehowa di demên berê de ji xizmetkarên xwe re dibû Alîkar, ew îro jî alî me dike ku em serkeftî bin.

^ par. 16 Arîstarko û Lûqa berê jî tevî Pawlos seyahat kiribû. Gava Pawlos li Romayê girtî bû, ev du birayên pêewle dîsa li ba wî man (Kar. 16:10-12; 20:4; Kol. 4:10, 14).