Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 48

Rasterast li Pêşiya Xwe Binêre

Rasterast li Pêşiya Xwe Binêre

“Bila çavên te, tim ... rasterast li pêşiya te binêrin!” (MTL. 4:25).

KILAM 77 Ronahiya li Dinyaya Reş û Tarî

PÊŞGOTIN *

1-2. Em çawa dikarin şîreta ji Methelokên Silêman 4:25 pêk bînin?

VAN mîsalan bîne ber çavê xwe: Xwişkeke extiyar rojên xweş tîne bîra xwe. Jiyana wê niha zortir e, lê ew dîsa jî bi dil û can ji Yehowa re xizmet dike (1. Kor. 15:58). Ew her roj xeyal dike ku jiyana li dinyaya nû wê çi qas xweş be. Xwişkeke din tîne bîra xwe ku xwişkeke ji civata wê dilê wê çawa êşandibû, lê ew qerarê dide ku dev ji hêrsê berde (Kol. 3:13). Birayek şaşiyên xwe yên berê ji bîr nekiriye, lê ew xîret dike ku ji niha û pê ve dilsoz bimîne (Zeb. 51:10).

2 Ev sê mîsal çawa bi hev ve girêdayî ne? Her sê kes jî ji bîr nekiriye ku di rojên berê de çi qewimîbû. Dîsa jî, ew ‘rasterast li pêşiya xwe dinêrin’, û hişê wan li ser tiştên berê namîne (Methelokên Silêman 4:25 bixwîne).

3. Çima muhîm e ku em ‘rasterast li pêşiya xwe binêrin’?

3 Çima muhîm e ku em ‘rasterast li pêşiya xwe binêrin’? Mirovekî ku her tim li paş dinêre nikare rasterast bi rê ve here. Mîna vê, eger em her tim di heqê rojên berê de bifikirin, emê nikaribin di xizmeta Yehowa de bi pêş ve herin (Lûqa 9:62).

4. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

4 Li vê meqaleyê, emê di heqê sê dafikan de xeber bidin, ên ku dikarin bibin sebeb ku em bi zêdeyî di heqê rojên berê de bifikirin: (1) Nostaljî, (2) bihêrsbûn û (3) xwesûcdar kirin. Emê bibînin ku prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî me bikin ku em bi zêdeyî li ser “tiştên çûyî” nefikirin, “lê xwe dirêjî yên pêş” bikin (Flp. 3:13).

DAFIKA NOSTALJIYÊ

Çi dikare bibe sebeb ku em rasterast li pêşiya xwe nenêrin? (Li paragrafên 5, 9 û 13an binêre) *

5. Waiz 7:10 behsa kîjan dafikê dike?

5 Waiz 7:10 (Mizgînî) bixwîne. Bala xwe bide ku ev ayet nabêje ku gerek em nepirsin: “Çima rojên berê baş bûn?” Bi eslê xwe, bîranînên xweş hediyeyeke ji Yehowa ne. Lê belê, ayet wisa dibêje: “Nepirse ‘Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?’” Yanî talûke ev e ku em halê xweyî berê bi halê xweyî niha muqayese bikin û bifikirin ku niha, her tişt xerabtir e.

Piştî ku Îsraêlî ji Misrê derketin, wan çi şaşî kir? (Li paragrafa 6an binêre)

6. Gerek em çima nefikirin ku jiyana me ya berê çêtir bû?

6 Gerek em çima nefikirin ku rojên berê “çêtir bûn”? Nostaljî dikare bibe sebeb ku em tenê tiştên xweş bînin bîra xwe. Gava em dikevin nostaljiyê, zehmetên ku me berê kişandibûn dikarin di çavê me de biçûk xuya bikin. Piştî ku Îsraêlî ji welatê Misrê derketin, ew ketin vê dafikê. Wan zû ji bîr kir ku jiyana li Misrê çi qas zor bû. Wan tenê bala xwe da xwarinên xweş, ên ku li wê derê hebûn. Wan got: “Sîr û pîvaz û pirase û zebeş û xiyar û masiyê ku li Misirê me bêpere dixwarin, di bîra me de tê” (4. Mû. 11:5). Gelo wan berê bi rastî “bêpere” xwarin dixwar? Na! Li wê demê, ew li Misrê kole bûn (2. Mû. 1:13, 14; 3:6-9). Belê, wan zehmetên koletiyê ji bîr dikir, û wan bêriya rojên berê dikir. Li şûna ku ew bala xwe bidin bereketên ku wan ji Yehowa distendin, wan bala xwe dida rojên berê (4. Mû. 11:10).

7. Çi alî xwişkekê kir ku ew xwe ji dafika nostaljiyê dûr bigire?

7 Em çawa dikarin xwe ji dafika nostaljiyê biparêzin? Ka vê serpêhatiyê bîne ber çavê xwe: Xwişkekê di sala 1945an de dest bi xizmeta li Beytela Brooklynê kiribû. Çend sal bi şûn de, wê bi Beytelvanekî re mêr kir, û wan bi gelek salan bi hev re li Beytelê xizmet kir. Lê belê, li salên 1970an, zilamê wê giran nexweş ket. Gava ew li ber mirinê bû, wî ji pîreka xwe re şîreteke baş da. Wî got: “Zewaca me bextewar bû. Gelek însan tu caran ew qas bextewar nabin.” Wekî din, wî got: “Bîranînên te wê helbet winda nebin. Dîsa jî, her tim li ser rojên berê nefikire. Wext wê birîna te qenc bike. Bihêrs nebe û bi zêdeyî xemgîn nebe. Şa be ku te ev dilxweşî û bereket stendine. Bîranînên me hediyeyeke ji Xwedê ne.” Bi dîtina te, ma ev şîreteke baş nîne?

8. Xwişka me çawa feyde dît ji ber ku wê bi zêdeyî bala xwe nedida rojên berê?

8 Xwişka me ev şîret di dilê xwe de xwedî kir. Wê 92 sal jiyan kir û heta dawiya emrê xwe bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kir. Çend sal berî mirina xwe, wê gotibû: “Gava ez li van 63 salan dinêrim, ên ku min di xizmeta tamrojî de derbas kirine, ez dikarim bêjim ku jiyana min bi rastî jî pir xweş bû.” Gelo çima? Wê got: “Tiştê ku jiyana me bi rastî xweş dike ev e ku biratiyeke me ya bêemsal heye û hêviya me heye ku emê tevî xwişk û birayan di ceneta li rûyê erdê de bijîn û heta bi hetayê ji Afirandêrê Mezin û Xwedayê rastîn Yehowa re xizmet bikin.” * Xwişka me bi rastî jî rasterast bala xwe dida pêşiya xwe. Çi emsaleke baş!

DAFIKA BIHÊRSBÛNÊ

9. Wek 3. Mûsa 19:18 nîşan dide, carinan belkî çima li me zor tê ku em dev ji hêrsa xwe berdin?

9 3. Mûsa 19:18 bixwîne. Gava dost yan merivekî me yan jî kesekî ji civatê dilê me diêşîne, li me carinan zor tê ku em dev ji hêrsê berdin. Mesela, xwişkekê xwişkeke din sûcdar kiribû ku wê pereyê wê diziye. Paşê, xwişka ku ew sûcdar kiribû ji wê efû xwest, lê xwişka sûcdarkirî nikaribû neheqiya ku hat serê wê ji bîr bike. Gelo tiştekî wisa qet hatiye serê te? Belkî tu jî carinan bihêrs dibî û difikirî ku tuyê tu caran nikaribî dev ji hêrsa xwe berdî.

10. Gava em bihêrs dibin, çi dikare alî me bike?

10 Gava em bihêrs dibin, çi dikare alî me bike? A yekê, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa her tiştî dibîne. Gava em rastî tengasiyê yan neheqiyê tên, ew vêya dibîne (Îbr. 4:13). Gava em êşê dikişînin, ew aciz dibe (Îşa. 63:9). Bi ser de, wî soz daye ku rojekê, ewê hemû netîceyên neheqiyê ji holê rake (Pey. 21:3, 4).

11. Wê çima ji bo me bifeyde be ku em dev ji hêrsê berdin?

11 Gerek em bînin bîra xwe ku gava em dev ji hêrsê berdidin, ev yek ji bo me bifeyde ye. Bi zeman re, xwişka sûcdarkirî ev yek fehm kir, û wê hêdî hêdî dev ji hêrsa xwe berda. Wê fehm kir ku gava em kesên din efû dikin, Yehowa jî me efû dike (Met. 6:14). Ev yek nayê maneya ku wê şaşiya xwişka din êdî biçûk didît, lê wê qerar da ku dev ji hêrsê berde. Di netîceyê de, xwişka me hê bextewartir bû û dikaribû bala xwe bide xizmeta Yehowa.

DAFIKA XWESÛCDARKIRINÊ

12. Gotinên 1. Yûhenna 3:19, 20 çi rêyî me didin?

12 1. Yûhenna 3:19, 20 bixwîne. Hin kes xwe seba şaşiyên ku wan berî ku ew bûn Şahidên Yehowa kiribûn, sûcdar dikin. Hin kes jî xwe seba şaşiyên ku wan piştî binavbûnê kirin, sûcdar dikin. Em gişt carinan seba şaşiyên xwe yên berê aciz dibin (Rom. 3:23). Em helbet dixwazin tiştên rast bikin. Lê belê, em “hemû di gelek tiştan de diterpilin” (Aqûb 3:2; Rom. 7:21-23). Hin feydeyên xwesûcdarkirinê jî hene, çimkî gava em xwe seba şaşiyeke sûcdar dikin, ev yek dikare alî me bike ku em xwe serrast bikin û şaşiya xwe dubare nekin (Îbr. 12:12, 13).

13. Çima muhîm e ku em xwe bi zêdeyî sûcdar nekin?

13 Lê belê, talûke ev e ku em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin. Yanî, dibe ku me tobe kiriye û Yehowa nîşan daye ku wî em efû kirine, lê em xwe dîsa jî sûcdar dikin. Ev yek dikare zerarê bide me (Zeb. 31:10; 38:3, 4). Gelo çima? Serpêhatiya xwişkeke ku xwe seba şaşiyên xwe yên berê sûcdar dikir, bîne ber çavê xwe. Ew dibêje: “Ez difikirîm ku ne hêja ye ku ez di xizmeta Yehowa de bixîret bim, çimkî halê min jixwe bêçare ye.” Belkî em jî carinan wek vê xwişkê difikirin. Gerek em xwe ji dafika xwesûcdarkirinê biparêzin. Eger em bifikirin ku Yehowa êdî ji me hez nake û dev ji xizmetê berdin, ev yek wê dilê Îblîs pir şa bike (li 2. Korîntî 2:5-7, 11 jî binêre).

14. Em çima dikarin emîn bin ku Yehowa hê ji me hez dike?

14 Belkî em ji xwe wisa dipirsin: “Gelo ez çawa dikarim bizanibim ka Yehowa hê ji min hez dike yan na?” Bi eslê xwe, eger tu vê pirsê dipirsî, ev yek tê maneya ku Yehowa dikare te efû bike. Di sala 1954an de, kovara The Watchtower wisa gotibû: “Em [belkî] eynî şaşiyê dîsa û dîsa dikin. Dibe ku kêmasiyeke me, ya ku hebû berî ku me dest bi xizmeta Xwedê kir, hê berdewam dike. ... Hêviya xwe winda neke! Nefikire ku te gunehekî wisa kiriye, yê ku Yehowa nikare efû bike. Îblîs dixwaze ku tu wisa bifikirî. Ev yek ku tu seba şaşiya xwe xemgîn î nîşan dide ku tu mirovekî xerab nînî û Yehowa dikare te efû bike. Bi dilnizmî û ji dil ji Xwedê rica bike ku ew te efû bike, wijdanê te paqij bike û alî te bike ku tu vê şaşiyê êdî nekî. Çawa ku zarokekî biçûk seba problemên xwe dîsa û dîsa ji bavê xwe alîkariyê dixwaze, tu jî dikarî alîkariya Yehowa bixwazî, û ewê bi dilovanî alî te bike.” *

15-16. Hin xwişk û birayên me çawa fehm kiriye ku Yehowa hê ji wan hez dike, û vê yekê li ser wan çawa tesîr kiriye?

15 Gelek xizmetkarên Yehowa dilrihet bûne ji ber ku wan fehm kiriye ku Yehowa hê ji wan hez dike. Mesela, çend sal berê, serpêhatiyeke ku li rêza meqaleyan a bi navê “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” dilê birayekî me girt. Di vê meqaleyê de, xwişkekê got ku seba jiyana xwe ya berê, li wê zor dihat ku bawer bike ku Yehowa dikare ji wê hez bike. Piştî binavbûna wê, vê problemê dîsa jî bi gelek salan dewam kir. Lê belê, gava ew li ser fîdyeyê kûr fikirî, wê nêrîna xwe guherand. *

16 Serpêhatiya vê xwişkê li ser birayê me çawa tesîr kir? Wî nivîsî: “Gava ez ciwan bûm, min gelek caran li resmên pornografîk dinêrî, û li min zor dihat ku dev jê berdim. Çendek berê, min dîsa li pornografiyê nêrî. Min ji kalên civatê alîkarî xwest, û ez gelek bi pêş ve çûme. Kalên civatê alî min kiriye ku ez bawer bikim ku Xwedê dilrehm e û ji min hez dike. Dîsa jî, ez xwe carinan bêqîmet dihesibînim, qey Yehowa nikare ji min hez bike. Serpêhatiya vê xwişkê pir alî min kir. Niha ez fehm dikim ku gava ez difikirim ku Xwedê nikare min efû bike, ev yek tê maneya ku ez bawer nakim ku fîdyeya Kurê wî bes e ku gunehên min binixumîne. Min ev meqale ji xwe re veşartiye. Gava ez xwe bêqîmet hîs dikim, ez vê meqaleyê dîsa dixwînim û li ser wê kûr difikirim.”

17. Piştî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, wî xwe çawa ji dafika xwesûcdarkirinê diparast?

17 Serpêhatiyên wisa halê Pawlosê şandî tînin bîra me. Berî ku ew bû şagirtê Îsa Mesîh, wî hin gunehên giran kiribûn. Pawlos helbet ji bîr nekiribû ku wî çi kiribû, lê ew bi zêdeyî li ser van şaşiyan nedifikirî (1. Tîm. 1:12-15). Wî fîdyeya Îsa Mesîh wek hediyeyeke şexsî didît (Gal. 2:20). Loma, Pawlos nediket dafika xwesûcdarkirinê, lê wî ji wê wextê û pê ve bi dil û can ji bo Yehowa xizmet dikir.

BALA XWE BIDE PÊŞIYA XWE

Her tim bala xwe bide pêşiya xwe (Li paragrafên 18 û 19an binêre) *

18. Li vê meqaleyê, em çi hîn bûne?

18 Em li ser sê dafikên ku di vê meqaleyê de tên muzakere kirin, çi hîn bûne? (1) Bîranînên xweş bereketa Yehowa ne; lê belê, jiyana me ya berê çi qas xweş bû jî, jiyana me ya li dinyaya nû wê hê jî xweştir bibe. (2) Mirovên din dikarin dilê me biêşînin, lê eger em wan efû bikin, emê karibin li ser riya xwe bi pêş ve herin. (3) Eger em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin, ev yek dikare bibe sebeb ku em bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet nekin. Loma, wek Pawlosê şandî, gerek em bawer bikin ku Yehowa em efû kirine.

19. Em ji ku dizanin ku li dinyaya nû, emê êdî seba tiştên berê poşman nebin?

19 Jiyana bêdawî li ber me ye. Li dinyaya nû, emê êdî seba tiştên berê poşman nebin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tiştên berê wê neyên bîrê” (Îşa. 65:17, NWT). Hin ji me di xizmeta Yehowa de kal û pîr bûne, lê li dinyaya nû, emê dîsa ciwan bibin (Eyûb 33:25). Loma, bila em herî zêde bala xwe bidin, ne rojên berê, lê pêşiya xwe!

KILAM 142 Hêviya Me Wek Lenger e

^ par. 5 Carinan baş e ku em rojên berê bînin bîra xwe. Lê belê, gerek em îznê nedin ku hişê me bi rojên berê ew qas mijûl be ku em bala xwe nedin dema niha û dema bê. Li vê meqaleyê, emê di heqê sê dafikan de xeber bidin, ên ku dikarin bibin sebeb ku hişê me bi zêdeyî li rojên berê bimîne. Emê li prensîpên Kitêba Pîroz û li hin serpêhatiyan binêrin, ên ku dikarin alî me bikin ku em xwe ji van dafikan dûr bigirin.

^ par. 14 Li kovara The Watchtower, 15 Sibat 1954, rûp. 123 binêre.

^ par. 58 RESIM: Nostaljî, bihêrsbûn û xwesûcdarkirin barên giran in, ên ku dikarin li ser riya jiyanê ji me re bibin asteng.

^ par. 65 RESIM: Gava em dev ji van barên giran berdidin, em rihet dibin, û qewet û dilxweşiya me zêde dibe. Bi saya vê, em dikarin bala xwe bidin pêşiya xwe.