Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 47

Xwe bi Dewamî Serrast Bike

Xwe bi Dewamî Serrast Bike

“Birano, her tim dilxweş bin, xwe serrast bikin” (2. KOR. 13:11, NWT).

KILAM 54 “Rê Ev e”

PÊŞGOTIN *

1. Li gor Metta 7:13, 14, em li ser kîjan rê ne?

EM GIŞT li riyekê dimeşin. Hedef yan armanca me ev e ku em di bin hikumdariya Yehowa de li dinyaya nû bijîn. Roj bi roj, em xîret dikin ku li ser riya jiyanê bimînin. Lê wek Îsa Mesîh gotibû, ev rê teng e, û carinan li me zor tê ku em li ser vê rê bimînin (Metta 7:13, 14 bixwîne). Ji ber ku em biqisûr in, em bi hêsanî dikarin ji vê rê derkevin (Gal. 6:1).

2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin? (Li çarçoveya “ Dilnizmî Alî Me Dike ku Em Xwe Serrast Bikin” jî binêre.)

2 Ji bo ku em li ser riya jiyanê bimînin, gerek em hazir bin ku fikir, nêrîn û hereketên xwe biguherînin. Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li bajarê Korîntê re gotibû ku bila ew “xwe serrast bikin” (2. Kor. 13:11, NWT). Ev şîret ji bo me jî muhîm e. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Kitêba Pîroz çawa dikare alî me bike ku em xwe serrast bikin û xwişk û birayên gihîştî çawa dikarin alî me bikin ku em ji riya teng dernekevin. Wekî din, carinan belkî li me zor tê ku em guh bidin rêberiya teşkîlata Yehowa. Emê bibînin ku dilnizmî çawa dikare alî me bike ku em xwe serrast bikin û di xizmeta Yehowa de dilxweşiya xwe winda nekin.

ÎZNÊ BIDE KU PEYVA XWEDÊ TE SERRAST BIKE

3. Peyva Xwedê çawa dikare alî me bike?

3 Hêsan nîne ku em fikrên xwe analîz bikin, çimkî dilê me “xapînok” e, loma em carinan fehm nakin ku dilê me, me dibe ku derê (Yêr. 17:9). Gerek em hay ji xwe hebin ku em xwe bi muhakemeyeke şaş “nexapînin” (Aqûb 1:22). Loma, eger em dixwazin xwe analîz bikin, gerek em Peyva Xwedê bixebitînin. Peyva Xwedê eşkere dike ku em mirovên çawa ne û “niyet û ramanên” dilê me çi ne (Îbr. 4:12, 13). Peyva Xwedê wek makîneya rontgenê ye, ya ku nîşanî me dide ku di hindurê me de çi heye. Lê belê, ji bo ku em ji şîretên ku em ji Kitêba Pîroz yan ji teşkîlata Xwedê distînin, feydeyê bibînin, gerek em dilnizm bin.

4. Em ji ku dizanin ku Saûl Padîşah zilamekî qure bû?

4 Serpêhatiya Saûl Padîşah rêyî me dide ku netîceyên kêmasiya dilnizmiyê çi ne. Saûl ew qas qure bû ku wî qebûl nekir ku gerek ew fikir û hereketên xwe serrast bike (Zeb. 36:1, 2; Hab. 2:4). Piştî ku Saûl ordiya Amalekiyan bin dest kir, quretiya wî eşkere bû. Yehowa rasterast gotibû ku gerek ew çi bike, lê Saûl guh neda wî. Gava Samûyêl pêxember lê hêrs ket jî, Saûl Padîşah şaşiya xwe biçûk didît û dixwest sûcê xwe biavêje ser kesên din (1. Sam. 15:13-24). Ev yek ne cara pêşîn bû ku Saûl nêrîneke wisa eyan kir (1. Sam. 13:10-14). Çi heyf e ku wî îzin da ku quretî bikeve dilê wî. Wî fikrên xwe serrast nekir, loma Yehowa lê hêrs ket û ew red kir.

5. Em dikarin ji serpêhatiya Saûl çi dersê bistînin?

5 Ji bo ku em ji serpêhatiya Saûl dersê bistînin, wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gava ez şîreteke ji Peyva Xwedê dixwînim, gelo ez li bahaneyan digerim ku guh nedim? Gelo ez şaşiyên xwe biçûk dibînim? Gelo ez sûcê xwe diavêjim ser kesên din?” Eger di van waran de kêmasiyên me hebin, gerek em nêrîn û fikrên xwe serrast bikin. Eger em vêya nekin, quretî dikare bikeve dilê me, û em dikarin dostaniya Yehowa winda bikin (Aqûb 4:6).

6. Dawid Padîşah çawa ji Saûl Padîşah cuda bû?

6 Dawid Padîşah ne mîna Saûl Padîşah bû. Dawid ji qanûna Yehowa pir hez dikir (Zeb. 1:1-3). Wî dizanibû ku Yehowa kesên dilnizm xelas dike, lê ji kesên qure nefret dike (2. Sam. 22:28). Loma Dawid îzin da ku qanûna Xwedê fikrên wî serrast bike. Wî wisa nivîsî: “Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar, bi şevan jî dilê min ji min re dibe hîndar” (Zeb. 16:7).

PEYVA XWEDÊ

Peyva Xwedê me hişyar dike ku em ji riya rast dernekevin. Eger em dilnizm bin, emê îznê bidin ku Peyva Xwedê fikrên me yên şaş serrast bike. (Li paragrafa 7an binêre)

7. Dilnizmî çawa dikare alî me bike?

7 Eger em dilnizm bin, emê îznê bidin ku Peyva Xwedê fikrên me yên şaş serrast bike berî ku em şaşiyekê bikin. Peyva Xwedê wê ji me re wisa bibêje: “Rê ev e, di vê rêya de bimeşin!” Gava em ji riya rast şaş dibin, ewê me hişyar bike (Îşa. 30:21). Eger em guh bidin Yehowa, emê gelek feydeyan bibînin (Îşa. 48:17). Mesela, wê ne lazim be ku kesekî din me serrast bike. Wekî din, emê nêziktirî Yehowa bibin ji ber ku emê fehm bikin ku ew me wek zarokên xwe dibîne (Îbr. 12:7).

8. Li gor Aqûb 1:22-25, Peyva Xwedê çawa dişibe neynikekê?

8 Peyva Xwedê dişibe neynikekê (Aqûb 1:22-25 bixwîne). Sibehê, berî ku em ji malê derdikevin, ma em di neynikê de li xwe nanêrin? Bi vî awayî, em dibînin ku gerek em çi serrast bikin berî ku kesên din me bibînin. Mîna vê, eger em Kitêba Pîroz her roj bixwînin, emê bibînin ku gerek em kîjan nêrîn û fikrên xwe serrast bikin. Gelek xwişk û bira her sibehê ayeta rojê dixwînin berî ku ew ji malê derdikevin. Paşê, ew temamiya rojê difikirin ku ew çawa dikarin vê şîreta Peyva Xwedê pêk bînin. Wekî din, gerek em ji xwe re bernameyeke lêkolînê çêkin, Peyva Xwedê her roj bixwînin û li ser wê kûr bifikirin. Ev tewsiye her çi qas besît xuya bike jî, pir muhîm ku em van tiştan bikin, da ku em li ser riya jiyanê bimînin.

GUH BIDE XWIŞK Û BIRAYÊN GIHÎŞTÎ

XWIŞK Û BIRAYÊN GIHÎŞTÎ

Carinan, xwişk û birayên gihîştî me bi zarşîrînî hişyar dikin. Ma em şikurdar nînin ku ew bi cesaret şîretê didin me? (Li paragrafa 9an binêre)

9. Wê belkî kengê lazim be ku kesek me serrast bike?

9 Gelo te qet şaşiyek kir, a ku tu ji Yehowa dûr xistî? (Zeb. 73:2, 3). Eger xwişk yan birayekî gihîştî tu bi cesaret serrast kirî, gelo te guh da wî û li gor şîreta wî kir? Eger te wisa kir, te baş kir, û tu bêguman şikurdar î ku hevalê te tu hişyar kirî (Mtl. 1:5).

10. Eger hevalek te serrast bike, gerek reaksiyona te çawa be?

10 Peyva Xwedê dibêje: “Hevalê te, bona qenciya te birîndar dike” (Mtl. 27:6). Ev yek tê çi maneyê? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Tu dixwazî derbasî wî aliyê rê bibî, lê wê wextê yekî ji te re telefon dike. Ji ber ku tu bi telefonê xeber didî, tu li derdora xwe nanêrî û dikî ku derbas bibî. Wê gavê, hevalekî te milê te digire û te dide sekinandin. Ew milê te ew qas qayîm digire ku milê te diêşe, lê bi saya alîkariya wî, tu sax dimînî. Ma tuyê bixeyidiyayî ji ber ku wî milê te êşand? Helbet na! Tuyê ji bo alîkariya wî şikurdar bûyayî. Mîna vê, eger hevalek ji te re bibêje ku gotin yan kirinên te ne li gor standardên Xwedê ne, dibe ku tu di serî de hinek aciz bibî. Lê belê, seba şîreta wî hêrs nekeve û nexeyide. Ev yek wê bêaqilî be (Waiz 7:9). Gerek tu şikurdar bî ku hevalê te bi cesaret şîret da te.

11. Hin kes çima şîretên hevalên xwe qebûl nakin?

11 Hin kes çima şîretên baş ên dost û hevalên xwe red dikin? Ji ber ku ew qure ne! Mirovên qure her tim dixwazin tiştên ku li guhên wan xweş tên, bibihîzin, û ew ‘guhên xwe ji rastiyê dizivirînin’ (2. Tîm. 4:3, 4). Ew difikirin ku nêrîna wan, nêrîna herî rast e, û ku qîmeta wan ji qîmeta kesên din bilindtir e. Lê belê, Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Eger yek ne tiştek be û xwe tiştek hesab bike, ew xwe bi xwe dixapîne” (Gal. 6:3). Silêman Padîşah jî wisa nivîsî: “Xortê feqîr û şehreza, ji padîşahê bêaqil û kalbûyî yê ku êdî naşêwire çêtir e” (Waiz 4:13, Mizgînî).

12. Em ji serpêhatiyeke Petrûs, a ku li Galatî 2:11-14 derbas dibe, çi hîn dibin?

12 Bîne bîra xwe ku gava Pawlosê şandî Petrûsê şandî li ber her kesî serrast kir, reaksiyona Petrûs çi bû (Galatî 2:11-14 bixwîne). Ji ber ku Petrûs yekî aqilmend bû, ew nexeyidî ji ber ku Pawlos li ber her kesî şîret da wî, lê wî şîreta wî qebûl kir. Paşê, wî di heqê Pawlos de got “birayê me yê hezkirî” (2. Ptr. 3:15).

13. Berî ku em şîretê bidin kesekî, gerek em li ser çi bifikirin?

13 Eger tu difikirî ku xwişk yan birayek hewceyî şîretê ye, gerek tu çi bikî? Berî ku tu şîretê bidî kesekî, ji xwe bipirse: “Gelo ew bi rastî hewceyî vê şîretê ye?” Hin kes xwe bi zêdeyî rast dibînin, loma ew mirovan ne li gor standardên Yehowa, lê li gor standardên xwe mehkeme dikin, û ew gelek caran dilrehm nînin (Waiz 7:16). Eger bi rastî lazim be ku tu şîretê bidî hevalê xwe, ji wî re bi zelalî bibêje ku problem çi ye, û bi alîkariya pirsan alî hevalê xwe bike ku ew şaşiya xwe fehm bike. Ji bîr neke ku gerek hevalê te ne li ber te, lê li ber Yehowa hesab bide (Rom. 14:10). Loma, gava tu şîretê didî kesekî, Peyva Xwedê bi kar bîne û wek Îsa Mesîh dilrehm be (Mtl. 3:5; Met. 12:20). Gelo çima? Çimkî eger em li kesên din dilrehm bin, Yehowa jî wê li me dilrehm be (Aqûb 2:13).

GUH BIDE RÊBERIYA TEŞKÎLATA XWEDÊ

TEŞKÎLATA XWEDÊ

Teşkîlata Xwedê bi destê weşan, vîdeo û civînan alî me dike ku em şîretên Peyva Xwedê pêk bînin. Koma Rêberiyê carinan di heqê fealiyetên me de qerarên nû dide. (Li paragrafa 14an binêre)

14. Teşkîlata Xwedê çi tedarek dike?

14 Yehowa bi destê teşkîlata xwe alî me dike ku em li ser riya jiyanê bimînin. Vîdeo, weşan û civînên ku ji aliyê teşkîlatê ve tên hazir kirin alî me dikin ku em şîretên Kitêba Pîroz pêk bînin. Hemû şîretên ku em ji teşkîlatê distînin, li ser esasê Kitêba Pîroz tên dayîn. Gava Koma Rêberiyê qerarê dide ku îşê belavkirina mizgînê bi kîjan metodan bîne cih, ew xwe dispêre ruhê pîroz. Wekî din, Koma Rêberiyê qerarên xwe car caran ji nû ve dinirxîne. Gelo çima? Çimkî halê dinyayê her ku diçe diguhere, û lazim e ku teşkîlata Xwedê xwe li gor halê nû eyar bike (1. Kor. 7:31).

15. Hin mizgînvan rastî çi tengasiyan tên?

15 Em bêguman hazir in ku rêberiya Kitêba Pîroz a li ser exlaqê qebûl bikin. Lê belê, gava teşkîlat qerareke nû dide, ya ku li ser warên din ên jiyana me tesîr dikin, gelo em çi dikin? Mesela, li van salan, mesrefa avakirin û xwedîkirina Salonên Îbadetê pir zêde bûye. Loma, Koma Rêberiyê qerar daye ku gerek kapasîteya Salonên Îbadetê baştir bê bi kar anîn. Ji ber ve yekê, li hin deran çend civat hatine kirin yek, û hin Salonên Îbadetê hatine firotin. Pereyê ku hatiye stendin, ji bo avakirina salonên li herêmên ku li wê derê hewcedarî mezin e tê bi kar anîn. Eger li herêma te hin salon bên firotin û hin civat bên kirin yek, wê belkî li te zor bê ku tu hînî rewşa nû bibî. Belkî lazim e ku hin mizgînvan herin salonên dûrtir. Hin xwişk û birayên ku ji bo avakirin û xwedîkirina salonekê pir xîret kiribû niha meraq dikin ku ev salon niha çima tê firotin. Ew belkî difikirin ku wan wext û qeweta xwe badîhewa xerc kiriye. Dîsa jî, ew hêjayî pesnan in ji ber ku ew qerara nû qebûl dikin.

16. Pêkanîna şîreta li Kolosî 3:23, 24 çawa dikare alî me bike ku em dilxweşiya xwe winda nekin?

16 Ji bo ku em dilxweşiya xwe winda nekin, gerek em bînin bîra xwe ku em ji bo Yehowa dixebitin, û yê ku rêberiya teşkîlata wî dike, ew e (Kolosî 3:23, 24 bixwîne). Gava Dawid Padîşah dixwest ji bo avakirina perestgehê bexşan bide, wî got: “Ez kî me û netewa min çî ye ku, em bikaribin wusa pêşkêşiyên ji dil bidin? Ji ber ku her tiştî ji te ye û me ji destê te dan te” (1. Dîr. 29:14). Gava em bexşan didin, em jî tiştên ku me ji Yehowa stendine didin wî. Dîsa jî, Yehowa qîmetê dide wext, qewet û derfetên ku em ji bo piştgiriya îşê wî xerc dikin (2. Kor. 9:7).

LI SER RIYA TENG BIMÎNE

17. Eger hewce be ku tu xwe serrast bikî, çima ne lazim e ku tu aciz bibî?

17 Ji bo ku em li ser riya teng bimînin, gerek em li ser şopa Îsa Mesîh herin (1. Ptr. 2:21). Eger hewce be ku tu xwe serrast bikî, dilteng nebe. Bi eslê xwe, ev yek eyan dike ku tu hazir î ku rêberiya Yehowa qebûl bikî. Yehowa dizane ku ji ber ku em biqisûr in, em nikarin emsala Îsa Mesîh bi awayekî bêqisûr bişopînin.

18. Ji bo ku em bigihîjin armanca xwe, gerek em çi bikin?

18 Her ku em li ser riya jiyanê bi pêş ve diçin, bila em hazir bin ku fikir, nêrîn û hereketên xwe serrast bikin (Mtl. 4:25; Lûqa 9:62). Bila em dilnizm bimînin, “her tim dilxweş bin” û “xwe serrast bikin” (2. Kor. 13:11, NWT). Eger em wisa bikin, “Xwedayê aştî û hezkirinê wê bi [me] re be”. Wekî din, emê hem bigihîjin hedefê hem jî ji vê rêwîtiyê kêfê bistînin!

KILAM 34 Her Tim Dilrast Bimîne

^ par. 5 Carinan li me zor tê ku em fikir, nêrîn û hereketên xwe biguherînin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çima lazim e ku em xwe serrast bikin û bi vî awayî dilxweşiya xwe xwedî bikin.

^ par. 76 RESIM: Birayekî ji birayekî mezintir (li aliyê rastê) re dibêje ku seba qerareke xerab, çi hat serê wî. Birayê mezin guh dide wî û difikire ka lazim e ku ew şîretê bide wî yan na.