Yehowa Bereketan Dide Kesên ku Vedigerin Welatên Xwe
GELEK xwişk û birayên me, yên ku ber bi welatên dewlemend ve koç kiribû, êdî vegeriyane welatên xwe. Ji ber ku ew ji Yehowa û ji însanan hez dikin, ew çûne cihên ku li wê derê mizgînvan hindik in (Met. 22:37-39). Gelo wan çi fedakarî kirine û çi bereket stendine? Ka em li serpêhatiyên hin xwişk û birayan binêrin, ên ku vegeriyane Kamerûnê, welatekî li Afrîkaya rojava.
“CIHÊ RAST Ê JI BO ‘MASÎGIRTINÊ’”
Di sala 1998an de, birayekî bi navê Onésime ji Kamerûnê derbasî welatekî din bûbû û 14 sal li wê derê ma. Rojekê, wî li civînekê di heqê belavkirina mizgînê de mîsalek bihîst. Gotarvan wisa got: “Du heval li cihên cuda masiyan digirin. Yek ji wan ji yê din zêdetir masiyan digire. Ma yê ku hindik masiyan digire wê neçe cihê ku li wê derê masî zêde ne?”
Piştî vê mîsalê, Onésime dixwest vegere Kamerûnê, çimkî îşê “masîgirtinê” li wê derê baş bi pêş ve diçe. Lê belê, hin tirsên wî hebûn. Mesela, wî xem dikir ka wiyê bikaribûya piştî ew qas salan ji nû ve hînî welatê xwe bibe. Da ku ew xwe biceribîne, Onésime ji bo 6 mehan çû Kamerûnê. Paşê, di sala 2012an de, wî mala xwe bar kir û derbasî Kamerûnê bû.
Onésime dibêje: “Lazim bû ku ez hînî hewaya germ û şertên jiyanê bibim. Li Salona Îbadetê, lazim bû ku ez dîsa hîn bibim ku li ser texteyên sert rûnim. Lê belê, her ku min bala xwe dida bernameyê, min kursiyên nerm ji bîr dikirin.”
Di sala 2013an de, Onésime bi xwişkeke bi navê Géraldine re zewicî, ya ku 9 sal li Fransayê mabû û paşê vegeriya Kamerûnê. Ji ber ku wan herî zêde bi îşê Yehowa mjûl bûn, wan çi bereket stendin? Onésime dibêje: “Em bi hev re çûn Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê û me li Beytelê xizmet kir. Sala par, 20 xwendekarên civata me hatin bin av kirin. Min fehm kir ku ez hatim cihê rast ê ji bo ‘masîgirtinê’” (Mar. 1:17, 18). Géraldine jî wisa dibêje: “Ez tu caran nedifikirîm ku ezê ew qas bereketan bistînim.”
DILXWEŞIYA MEZINKIRINA ZAROKÊN RUHÎ
Judith li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijiya, lê wê dixwest xizmeta xwe zêde bike. Ew wisa dibêje: “Gava ez ji bo ziyareta malbata xwe diçûm Kamerûnê, min her car dest bi çend kursên nû dikir, û ez kelegirî dibûm ji ber ku min ew li wê derê dihiştin.” Lê belê, Judith ditirsiya ku bi temamî vegere Kamerûnê, çimkî bi pereyê ku wê li Amerîkayê qazanc dikir, wê mesrefên tedawiya bavê xwe didan, yê ku li Kamerûnê
dijiya. Dîsa jî, Judithê xwe dispart Yehowa û derbasî Kamerûnê bû. Wê helbet carinan bêriya jiyana li Amerîkayê dikir, lê wê dua kir ku Yehowa alî wê bike ku ew hînî jiyana li Kamerûnê bibe. Wekî din, teşwîqa ku wê ji nazirekî herêmê û pîreka wî distend, cesaret da wê.Judith dibêje: “Di hundirê 3 salan de, min 4 zarokên ruhî mezin kirin.” Bi zeman re, Judith bû pêşenga xisûsî. Îro, ew tevî zilamê xwe Sam-Castel, ê ku nazirê herêmê ye, diçe ziyareta civatan. Gelo halê bavê Judithê çawa bû? Judith û malbata wê li derveyî welêt nexweşxaneyek dît, a ku hazir bû ku emeliyata bavê wê bê pere bike. Şikur ku emeliyet pir baş derbas bû.
XWIŞK Û BIRAYÊN FEDAKAR ALÎKARIYA YEHOWA DISTÎNIN
Birayekî bi navê Victor ber bi Kanadayê ve koç kiribû. Piştî ku wî meqaleyeke li Birca Çavdêriyê ya li ser perwerdeya zanîngehê xwend, wî perwerdeya xwe ji nû ve nirxand. Di netîceyê de, wî dev ji zanîngehê berda û hin kursên teknîk stendin, ên ku bi zêdeyî wext nedixwar. Ew dibêje: “Bi vî awayî min zûtir dest bi xebatê kir, û ez bûm pêşeng.” Paşê, Victor bi xwişkeke bi navê Caroline re zewicî, û ew bi hev re ji bo tatîlê çûn Kamerûnê. Gava ew çûn ziyareta Beytelê, ji wan hat pirsîn ka ew dikarin li Kamerûnê xizmet bikin. Victor dibêje: “Sebeba me tune bû ku em vê dawetê red bikin, û ji ber ku me jixwe jiyaneke sade diajot, me dikaribû vê dawetê qebûl bikin.” Siheta Caroline’ê ne baş bû, lê wan dîsa jî qerar da ku derbasî Kamerûnê bibin.
Di serî de, Victor û Caroline bûn pêşengên daîmî, û wan bi pereyê ku wan berê top kiribû, debar dikir. Paşê, ew ji bo çend mehan çûn Kanadayê û li wê derê xebitîn. Bi vî awayî, wan dikaribû vegerin Kamerûnê û xizmeta xwe berdewam bikin. Wan çi bereket stendin? Ew çûn Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê, bûn pêşengên xisûsî û niha jî di îşê avakirinê de dixebitin. Victor dibêje: “Me jiyana xwe ya rihet berda û îzin da ku Yehowa alî me bike.”
PÊŞVEÇÛNA XWENDEKARAN MAMOSTEYAN DILXWEŞ DIKE
Di sala 2002yan de, birayekî bi navê Alain, ê ku li Almanyayê diçû zanîngehê, belavokeke bi navê Youths—What Will You Do With Your Life? xwend. Vê belavokê alî wî kir ku ew ji xwe re hin armancan deyne. Di sala 2006an de, ew çû Kursa Perwerdeya Xizmetê, û ew hat tayîn kirin ku li welatê xwe, yanî li Kamerûnê, xizmet bike.
Li Kamerûnê, Alain ji xwe re îşekî nîvrojî dît. Paşê, wî ji xwe re îşekî hê baştir dît, lê ev îş ji xizmeta wî re dibû asteng. Loma, gava ew hat dawet kirin ku bibe pêşengê xisûsî, wî hemen qebûl kir. Patron ji wî re zêdetir pere teklîf kir, lê Alain dev ji qerara xwe berneda. Paşê, ew bi xwişkeke bi navê Stéphanie re zewîcî, ya ku bi gelek salan li Fransayê mabû. Gava xwişka me derbasî Kamerûnê bû, gelo ew rastî çi tengasiyan hat?
Stéphanie wisa dibêje: “Çend nexweşiyên biçûk û alerjiyên min dest pê kir, lê bi saya tedawiya dewamî, ez rihet bûm.” Gelo vê xwişk û bira xelata sebra xwe stend? Belê. Alain dibêje: “Carekê, em ji bo xizmetê çûn gundekî dûr ê bi navê Katé. Li wê derê, çend kesan dixwest Kitêba Pîroz hîn bibin. Paşê, me bi wan re kursa Kitêba Pîroz bi telefonê derbas kir. Ji van xwendekarên Kitêba Pîroz,
du kes hatin bin av kirin, û komeke mizgînvanan hat saz kirin.” Stéphanie dibêje: “Ji vê dilxweşiyeke mezintir tune ku em alî mirovan bikin ku ew jiyana xwe bidin destê Yehowa. Bi saya xizmeta ku em li vir tînin cih, me ev dilxweşî gelek caran stend.” Îro, Alain nazirê herêmê ye û tevî Stéphanie’yê diçe ziyareta civatan.“ME QERARA RAST DAYE”
Gava Gisèle bin av bû, ew li Îtalyayê diçû zanîngehê ku bibe doktor. Xwişk û birayê ku Kitêba Pîroz hînî wê kiribû, pêşeng bûn, û wan jiyaneke sade diajot. Vê yekê li ser Gisèle’ê tesîr kir, û wê jî dixwest xizmeta xwe zêde bike. Loma, gava ew hê diçû zanîngehê, ew bû pêşenga daîmî.
Gisèle’ê dixwest vegere Kamerûnê da ku xizmeta xwe hê jî zêde bike, lê hin tirsên wê hebûn. Ew dibêje: “Ez ditirsiyam ku ezê îzna runiştinê winda bikim û nikaribim vegerim Îtalyayê. Wekî din, wê lazim bûya ku ez ji heval û merivên xwe, yên ku li Îtalyayê dijîn, dûr bikevim.” Dîsa jî, li meha Gulanê ya sala 2016an, Gisèle vegeriya Kamerûnê. Çendek bi şûn de, ew bi birayekî bi navê Léonce mêr kir, û Beytela Kamerûnê ew teşwiq kirin ku ew derbasî bajarê Ayosê bibin, çimkî li wê derê mizgînvan hindik bûn.
Jiyana li Ayosê çawa bû? Gisèle dibêje: “Gelek caran, elektrîk bi çend heftiyan dihat birîn, û me nikaribû telefonên xwe şarj bikin. Telefonên me gelek caran nedixebitîn. Ez hîn bûm ku li ser êgir xwarinê çêkim, û em nîvê şevê bi destgere û feneran diçûn ser kaniyê ku avê bikişînin, çimkî li wê saetê qelebelix tune bû.” Wan çawa serî bi van tengasiyan re derdixist? Gisèle dibêje: “Ruhê Yehowa, zilamê min, teşwîqa heval û merivan û desteka madî, ya ku wan carinan dida me, alî me dikir.”
Gelo Gisèle bextewar e ku ew vegeriya welatê xwe? Ew wisa dibêje: “Belê! Bê şik! Di serî de, em rastî hin tengasiyan dihatin û me carinan cesareta xwe winda dikir, lê bi zeman re, em serkeftî bûn, û me fehm kir ku me qerara rast daye. Em xwe dispêrin Yehowa, û em xwe nêziktirî wî hîs dikin.” Léonce û Gisèle çûn Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê, û niha ew wek pêşengên xisûsî yên demkî xizmet dikin.
Wek masîgirên ku hazir in ku ji bo îşê masîgirtinê zehmetê bikişînin, kesên ku vedigerin welatê xwe jî hazir in ku ji bo belavkirina mizgînê fedakariyê bikin. Tu şik tune ku Yehowa hezkirina ku van mizgînvanên jîr û jêhatî ji bo navê wî eyan kiriye, tu car ji bîr nake (Nhy. 5:19; Îbr. 6:10). Eger tu li xerîbiyê dijî, lê li welatê te hewcedariya ji bo mizgînvanan heye, gelo tu dikarî vegerî welatê xwe? Eger tu vêya bikî, tuyê bereketên mezin bistînî (Mtl. 10:22).