Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

“Yehowa Ez ji Bîr Nekirime”

“Yehowa Ez ji Bîr Nekirime”

EZ LI Oreallayê dijîm, gundekî li Guyanayê (Amerîkaya Başûr). Nifûsa gundê me weke 2.000 e. Gundê me ji bajêr ew qas dûr e ku mirov tenê bi teyareyeke biçûk yan jî bi qeyîkê dikare bigihîje wê derê.

Ez di sala 1983yan de hatim dinyayê. Gava ez biçûk bûm, siheta min baş bû, lê gava ez 10 salî bûm, min di bedena xwe de êşeke giran hîs kir. Weke 2 sal bi şûn de, gava ez sibehê hişyar bûm, min nikaribû lingên xwe bilivînim. Ji wê rojê û pê ve, ez nikarim bimeşim. Wekî din, nexweşiya min bûye sebeb ku bejna min bi qasî bejna zarokekî maye.

Piştî ku ez çend mehan li malê mam, du Şahidên Yehowa hatin mala me. Gava mêvan dihatin, min her tim dixwest xwe veşarta, lê wê rojê, min bi van du jinikan re sohbet kir. Gava wan behsa Cenetê kir, tiştekî ku min bihîstibû gava ez weke 5 salî bûm, hat bîra min. Wê demê, mizgînvanekî wezîfedar ê bi navê Jethro, yê ku li Sûrînamê dijiya, her meh carek dihat gundê me û Kitêba Pîroz hînî bavê min dikir. Jethro mirovekî pir dilgerm bû, û min ji wî pir hez dikir. Wekî din, kalik û pîrika min ez dibirim hin civînên Şahidên Yehowa, yên ku li gundê me dihatin derbas kirin. Loma, gava Florence’ê – yek ji jinikên ku wê rojê hatin serlêdana min – pirsî ka ez dixwazim zêdetir melûmatê bistînim yan na, min got “Erê”.

Florence tevî zilamê xwe Justus dîsa hat ba me, û wan bi min re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Gava wan fehm kir ku ez nikarim bixwînim, wan alî min kir ku ez xwendinê hîn bibim. Bi zeman re, min êdî dikaribû bê alîkariyê bixwînim. Rojek, wan ji min re got ku ew hatin tayîn kirin ku li Sûrînamê xizmet bikin. Çi heyf e ku li Oreallayê tu kes tunebû ku kursa min berdewam bike. Ez pir şa me ku Yehowa ez dîsa jî ji bîr nekirim.

Pir wext derbas nebû ku pêşengekî bi navê Floyd hat Oreallayê, û wexta ku wî mizgîn mal bi mal belav dikir, wî ez dîtim. Gava wî pirs kir ka ez dixwazim Kitêba Pîroz hîn bibim yan na, ez keniyam. Wî ji min pirsî: “Tu çima dikenî?” Min got ku min jixwe broşûra bi navê What Does God Require of Us? xelas kiribû û dest bi kitêba Knowledge That Leads to Everlasting Life * kiribû. Min ji wî re zelal kir ku kursa min çima nîvcî ma. Me ev kitêb xelas kir, lê paşê, Floyd jî hat şandin cihekî din. Ez dîsa bê mamoste mam.

Di sala 2004an de, du pêşengên xisûsî yên bi navê Granville û Joshua hatin tayîn kirin ku li Oreallayê xizmet bikin. Wexta ku wan mal bi mal xizmet dikir, wan ez dîtim. Gava wan pirs kir ka ez dixwazim Kitêba Pîroz hîn bibim yan na, ez keniyam. Min dixwest kitêba kursê ji destpêkê ve lêkolîn bikim. Min dixwest bidîta ka tiştên ku ew hîn dikin, bi tiştên ku ez berê hîn bûbûm, eynî ne yan na. Granville ji min re got ku li gund civîn tên derbas kirin. Ez nêzikî 10 salan ji malê derneketibûm, lê min dixwest ku herim civînê. Loma Granville ez bi erebeya seqatan birim Salona Îbadetê.

Bi zeman re, Granville ez teşwîq kirim ku ez li Mekteba Xizmeta Teokratîk gotaran pêşkêş bikim. Wî got: “Rast e, tu nikarî bimeşî, lê tu dikarî xeber bidî. Rojekê, tuyê gotareke umûmî pêşkêş bikî. Ez ji sedî sed bawer im.” Gotinên wî cesaret da min.

Min tevî Granville dest bi belavkirina mizgînê kir. Lê belê, riyên gundê me ew qas xerab bûn ku min nikaribû bi erebeya seqetan bi rê ve herim. Loma min ji Granville re got ku bila ew min li destgereyekê bide rûniştin û min bigerîne. Bi vî awayî, min êdî bi rihetî xizmet dikir. Li meha Nîsanê ya sala 2005an, ez hatim bin av kirin. Paşê, birayan ez perwerde kirim ku ez li weşanên civatê û li sîstema deng a Salona Îbadetê binêrim.

Di sala 2007an de, bavê min di qezayekê de mir. Malbata me pir xemgîn bû. Granville bi me re dua kir û em bi ayetên Kitêba Pîroz teselî kirin. Lê çi heyf e ku 2 sal bi şûn de, qeyîka Granville noq bû, û ew jî mir.

Şîna civata meye biçûk, giran bû. Êdî tu kalê civatê tune bû, û tenê yek alîkarê xizmetê hebû. Min ji Granville pir hez dikir. Wî ji her aliyî ve alî min kiribû. Li civîna pêşîn piştî mirina wî, xwendevanê Birca Çavdêriyê ez bûm. Piştî ku min du paragraf xwendibûn, ez ew qas giriyam ku min nikaribû bixwînim.

Gava birayên ji civateke din hatin Oreallayê ku alî me bikin, ez şa bûm. Wekî din, buroyê pêşengekî xisûsî yê bi navê Kojo şand ba me. Diya min û birayê minî biçûk jî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û hatin bin av kirin. Li meha Adarê ya sala 2015an, ez bûm alîkarê xizmetê. Çendek bi şûn de, min cara pêşîn gotareke umûmî pêşkêş kir. Wê rojê, min bi şikurdarî anî bîra xwe ku çend sal berê, Granville ji min re çi gotibû: “Rojekê, tuyê gotareke umûmî pêşkêş bikî. Ez ji sedî sed bawer im.”

Bi saya bernameyên JW Broadcasting®, min dîtiye ku halê hin xwişk û birayan dişibe halê min. Dîsa jî, ew bextewar in, û ew di xizmetê de serkeftî ne. Ez hê dikarim hin tiştan bikim. Mesela, ji ber ku min dixwest çi ji destê min tê ji bo Yehowa bikim, ez bûme pêşengê daîmî. Li meha Îlonê ya sala 2019an, min xebereke pir xweş stend. Li civata me, ya ku tê de weke 40 mizgînvan hene, ez wek kalê civatê hatim tayîn kirin.

Ez ji xwişk û birayên hêja, yên ku bi min re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir û alî min dikir ku ez mizgînê belav bikim, pir razî me. Û ez ji dil şikurdar im ku Yehowa ez ji bîr nekirime!

^ par. 8 Ev weşana Şahidên Yehowa êdî nayê çap kirin.