Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 17

Bi Alîkariya Yehowa li hemberî Cinan Bisekine

Bi Alîkariya Yehowa li hemberî Cinan Bisekine

“Cenga me ... li hember ordiyên ruhî yên xerabiyê yên li cihên ezmanî ye” (EF. 6:12).

KILAM 55 Ji Wana Netirse!

PÊŞGOTIN *

1. Wek Efesî 6:10-13 nîşan dide, Yehowa çawa alî me dike?

JI BER KU Yehowa xema me dixwe, ew alî me dike ku em karibin li hemberî dijminan bisekinin. Dijminên me yên herî bitalûke Îblîs û cinên wî ne. Yehowa me li dijî wan hişyar dike û alî me dike ku em li hemberî wan bisekinin (Efesî 6:10-13 bixwîne). Eger em alîkariya Yehowa qebûl bikin û xwe bi temamî bispêrin wî, emê karibin li hemberî Îblîs bisekinin. Pawlos wisa nivîsî: “Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?” (Rom. 8:31).

2. Li vê meqaleyê, emê çi bibînin?

2 Armanca me ev e ku em Yehowa zêdetir nas bikin û ji wî re xizmet bikin (Zeb. 25:5). Loma em bala xwe bi zêdeyî nadin Îblîs û cinan. Dîsa jî, ji bo ku em ji aliyê Îblîs ve “neyên mexdûr kirin”, gerek em bizanin ku metodên wî yên temelî çi ne (2. Kor. 2:11, KP). Li vê meqaleyê, emê yek ji metodên sereke bibînin, ên ku Îblîs û cinên wî dixebitînin ku mirovan bixapînin. Wekî din, emê bielimin ku em çawa dikarin li hemberî wan bisekinin.

ÎBLÎS Û CINÊN WÎ MIROVAN ÇAWA DIXAPÎNIN?

3-4. (a) Cindarî çi ye? (b) Cindarî çi qas belavbûyî ye?

3 Cindarî yek ji metodên sereke ye, yên ku Îblîs û cinên wî dixebitînin ku mirovan bixapînin. Kesên ku bi cindariyê eleqedar in îdîa dikin ku hêzên wan ên xisûsî hene. Mesela, hinek dibêjin ku ew bi falbaziyê an bi fala stêrkan dizanin ku çi wê bê serê mirovan. Hinek jî sêrbaziyê dikin an îdîa dikin ku ew bi miriyan re dikevin îrtibatê. *

4 Cindarî çi qas belavbûyî ye? Li gor anketeke ku li 18 welatên Amerîkaya Latînî û Karîbê hat hazir kirin, yek ji sê mirovan bi sêrbazî û efsûnkeriyê bawer dikin, û nêzikî ew qas kes jî bawer dikin ku însan dikare bi ruhan ve bikeve îrtibatê. Li gor anketeke din, a ku li 18 welatên Afrîkayê hat hazir kirin, zêdetirî nîvê xelkê bi sêrbaziyê bawer dikin. Memleketê me çi be jî, gerek em xwe ji cindariyê biparêzin, çimkî Îblîs dixwaze hemû dinyayê bixapîne (Pey. 12:9).

5. Yehowa li cindariyê çawa dinêre?

5 Yehowa “Xwedayê rastiyê” ye (Zeb. 31:5). Ew li cindariyê çawa dinêre? Yehowa ji Îsraêliyan re wisa gotibû: “Divê di nav we de, yê ku law an jî qîza xwe ji agir ve derbas kiriye, an jî remildar, an jî sitêrknas, an jî sêrbaz, an jî efsûnkar, an jî sêhrker, an jî cinkar, an jî nêrînvan, an jî yê ku bi miriyan re dişêwire tune be. Ji ber, zilamê ku van tiştan bike, ji XUDAN re mekrûh e” (5. Mû. 18:10-12). Şagirtên Îsa her çi qas ne li bin hikmê Qanûna Mûsa bin jî, ew dizanin ku nêrîna Yehowa ya li ser cindariyê neguheriye (Malx. 3:6).

6. (a) Îblîs çawa bi destê cindariyê zerarê dide mirovan? (b) Li gor Waiz 9:5, rastiya li ser halê miriyan çi ye?

6 Yehowa dizane ku Îblîs bi destê cindariyê zerarê dide mirovan, loma Yehowa çavê me vedike. Bi destê cindariyê, Îblîs derewan belav dike, mesela derewa ku ruh piştî mirinê sax dimîne (Waiz 9:5 bixwîne). Wekî din, Îblîs bi navgîniya cindariyê mirovan ditirsîne û wan ji Yehowa dûr digire. Armanca wî ev e ku kesên ku cindariyê dikin xwe bispêrin cinan û baweriya xwe bi Yehowa neynin.

EM ÇAWA DIKARIN LI HEMBERÎ CINAN BISEKININ?

7. Yehowa me çima agahdar dike?

7 Wek me dîtibû, Yehowa me agahdar dike ku gerek em çi bikin ku em ji aliyê Îblîs û cinan ve neyên xapandin. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin bi Îblîs û cinan micadele bikin.

8. (a) Em çawa dikarin li hemberî cinan bisekinin? (b) Zebûr 146:4 derewa Îblîs a li ser halê miriyan çawa eşkere dike?

8 Kitêba Pîroz bixwîne û li ser wê kûr bifikire. Ji bo ku em derewên cinan red bikin, metoda me ya sereke ev e. Kitêba Pîroz wek şûrekî tûj e, yê ku dikare derewên Îblîs jêke (Ef. 6:17). Mesela, Kitêba Pîroz nîşan dide ku fikra ku mirî dikarin bi kesên sax re bikevin îrtibatê, derew e (Zebûr 146:4 bixwîne). Wekî din, Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku tenê Yehowa dikare bizanibe ku li dema bê çi wê biqewime (Îşa. 45:21; 46:10). Eger em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û li ser wê kûr bifikirin, emê bi hêsanî karibin derewên cinan red bikin û ji wan nefret bikin.

9. Em xwe ji çi cure cindariyê dûr digirin?

9 Xwe bi temamî ji cindariyê dûr bigire. Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em ji her cure cindariyê dûr disekinin. Mesela, em naçin ba cindaran, û em tu tiştî nakin ku bi miriyan re bikevin îrtibatê. Wek me li meqaleya berê dîtibû, em adetên cenazeyê naynin cih, ên ku bi baweriya sexte ve girêdayî ne, wekî ku ruh hê sax e. Ji xeynî vê, em falbazî û stêrnasiyê bi kar naynin (Îşa. 8:19). Em dizanin ku tiştên wisa pir bitalûke ne û dikarin me rasterast têxin bin bandora Îblîs û cinan.

Wek şagirtên Îsa yên li sedsala yekê, dev ji hemû tişt û mijûliyên ku bi cindariyê ve girêdayî ne, berde (Li paragrafên 10 heta 12an binêre)

10-11. (a) Li sedsala yekê, hin kesan çi kir gava wan rastiya Nivîsarên Pîroz bihîst? (b) Li gor 1. Korîntî 10:21, gerek em şagirtên Îsa yên sedsala yekê çima ji xwe re bikin nimûne, û em çawa dikarin vêya bikin?

10 Eşyayên ku bi cindariyê ve girêdayî ne, bavêje. Li sedsala yekê, hin bajariyên Efesê bi cindariyê eleqedar bûn. Lê belê wexta ku wan rastiya Nivîsarên Pîroz bihîst, ew zû ketin hereketê: “Gelek ji wan ên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe civandin û li ber hemûyan şewitandin” (Kar. 19:19). Belê, wan ji dil dixwest li hemberî cinan bisekinin. Kitêbên wan ên li ser sêrbaziyê her çi qas pir biha bûn jî, wan ew ne firotin ne jî dan kesên din, lê ew gişt şewitandin. Ji bo wan, rizaya Yehowa ji qîmeta kitêban muhîmtir bû.

11 Em çawa dikarin van şagirtên Îsa ji xwe re bikin nimûne? Wê baş be ku em hemû eşyayên ku bi cindariyê ve girêdayî ne, bavêjin, mesela nivişt, hêşînok an eşyayên din, ên ku mirov bi kar tînin ku ji cinan an ji xerabiyê bên parastin (1. Korîntî 10:21 bixwîne).

12. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

12 Mijûliyên xwe rind analîz bike. Ji xwe bipirse: “Gelo ez kitêb, kovar an meqaleyên înternetê yên li ser cindariyê dixwînim? Ez li çi cure fîlm, rêzefîlm û bernameyên televîzyonê temaşe dikim û çi cure lîstikên kompîturê dilîzim? Gelo mijûliyên min bi cindariyê ve girêdayî ne? Gelo tê de tiştên wek vampîr an zombî hene? Gelo sêrbazî an efsûnkerî wek tiştên normal tên nîşan dayîn?” Ev yek helbet nayê maneya ku hemû çîrokên xeyalî bi cindariyê ve girêdayî ne. Lê belê, gerek em hay ji xwe hebin ku em xwe ji her tiştê ku Yehowa jê nefret dike, dûr bigirin. Daxwaza me ev e ku wijdana me li ber Xwedê paqij bimîne (Kar. 24:16). *

13. Gerek em çi nekin?

13 Çîrokên di heqê cinan de nebêje. Di vî warî de, em dixwazin Îsa Mesîh ji xwe re bikin nimûne (1. Ptr. 2:21). Berî ku Îsa hat dinyayê, ew li ezmanan dijiya, û wî di heqê Îblîs û cinan de gelek tişt dizanibûn. Lê belê wî qet behsa kirinên cinan nedikir. Îsa nedixwest reklama Îblîs bikira, lê wî dixwest bala mirovan bikişanda ser Yehowa. Wek Îsa, wê baş be ku em jî çîrokên li ser cinan belav nekin. Li şûna vê, bila dilê me “bi gotinên xweş”, yanî bi rastiyê bicoşe (Zeb. 45:1).

Ne lazim e ku em ji cinan bitirsin, çimkî Yehowa, Îsa û melek ji wan pir xurttir in (Li paragrafên 14 û 15an binêre) *

14-15. (a) Çima ne lazim e ku em ji cinan bitirsin? (b) Çi îsbat hene ku Yehowa xizmetkarên xwe diparêze?

14 Ji cinan netirse. Tiştên xerab wek qeza, nexweşî an mirin dikarin ji nişka ve bên serê me. Lê belê gerek em nefikirin ku cin dibin sebeba van tiştan. Kitêba Pîroz nîşan dide ku wext û bûyerên nehêvîkirî dikarin bên serê her kesî (Waiz 9:11). Yehowa ji cinan pir biqewettir e. Mesela, wî îzin nedabû ku Îblîs Eyûb bikuje (Eyûb 2:6). Li rojên Mûsa, Yehowa nîşan da ku ew ji sêrbazên Misrê xurttir e (2. Mû. 8:18; 9:11). Gava Îsa bû padîşah, wî Îblîs û cinên wî bi qudreta Yehowa ji ezmanan avêtin ser erdê. Di demeke nêzik de, ewê bên avêtin “kortala bêbinî”. Li wê derê, ewê êdî nikaribin zerarê bidin kesekî (Pey. 12:9; 20:2, 3).

15 Gelek îsbat hene ku Yehowa xizmetkarên xwe diparêze. Mesela, em mizgînê li seranserê dinyayê belav dikin û xerabiya Îblîs eşkere dikin (Met. 28:19, 20). Eger fersenda Îblîs hebûya, wiyê îşê me bêguman bidaya sekinandin, lê ew nikare vêya bike. Loma ne lazim e ku em ji cinan bitirsin. Em dizanin ku “çavên XUDAN, bona ku di oxra yên ku dilên wan bi wî re yek in de xwurtbûna xwe nîşan bide, li hemûya erdê ve fir dibe” (2. Dîr. 16:9). Eger em ji Yehowa re dilsoz bimînin, cin wê nikaribin zerara daîmî bidin me.

KESÊN KU ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL DIKIN, NÎMETAN DISTÎNIN

16-17. Çima cesaret lazim e ku em li hemberî cinan bisekinin? Mîsalekê bide.

16 Ji me re cesaret lazim e ku em li hemberî cinan bisekinin, bi xisûsî eger dost û hevalên me zorê li me bidin ku em adetên wan bînin cih ji bo ku tiştekî xerab neyê serê me. Lê belê Yehowa kesên cesûr bibereket dike. Serpêhatiya xwişka me Erica, ya ku li Ganayê dijî, vêya nîşan dide. Wexta ku Erica 21 salî bû, wê dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Bavê wê rahîbekî sêrbaz bû, û li gor urf û adetan lazim bû ku Erica goştê ku ji pûtên bavê xwe re hat qurban kirin, bixwe. Gava Ericayê ev yek red kir, malbata wê difikirî ku pûtê wan wê wan bi nexweşiyên zîhnî û bedenî ceza bike.

17 Malbata Ericayê zor lê dida ku ew goştê qurbankirî bixwe, lê wê nexwar. Ji ber vê yekê, ew ji mala xwe hat qewirandin. Loma hin xwişk û birayan ew li mala xwe kir mêvan. Bi vî awayî, Yehowa malbateke nû da Ericayê (Mar. 10:29, 30). Malbata wê ew her çi qas red kir û eşyayên wê şewitandin jî, Erica dilsoz ma, hat bin av kirin û niha pêşenga daîmî ye. Ew ji cinan natirse. Erica di heqê malbata xwe de wisa dibêje: “Ez her roj dua dikim ku rojekê, bila malbata min Yehowa nas bike û azadiyê tam bike, ya ku em distînin gava em ji Yehowa re îbadetê dikin.”

18. Eger em xwe bispêrin Yehowa, emê çi nîmetan bistînin?

18 Her kes helbet rastî ceribandinên wisa nayê. Dîsa jî, lazim e ku em li hemberî cinan bisekinin û xwe bispêrin Yehowa. Eger em vêya bikin, emê gelek nîmetan bistînin, û emê bi derewên Îblîs neyên xapandin. Wekî din, emê seba tirsa cinan dev ji xizmeta Yehowa bernedin. Bi ser de, dostaniya me bi Yehowa wê xurttir bibe. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bi ya Xwedê bikin. Li hember Îblîs bisekinin, ewê ji we bireve. Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:7, 8).

KILAM 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

^ par. 5 Yehowa di heqê dek û dolabên cinan de melûmatê dide me û me hişyar dike. Îblîs û cinên wî mirovan çawa dixapînin? Em çawa dikarin li hemberî wan bisekinin? Li vê meqaleyê, emê bielimin ku Yehowa çawa alî me dike ku em nekevin bin bandora cinan.

^ par. 3 NOT: Cindarî tê maneya bawerî û adetên ku bi cinan ve girêdayî ne. Kesên ku bi cindariyê mijûl in bawer dikin ku ruh piştî mirinê sax dimîne û dikare rasterast an bi navgîniya medyûmekî bi mirovan re bikevin îrtibatê. Sêrbazî, falbazî, efsûnkarî, niviştkerî û stêrnasî gişt jî cindarî ne.

^ par. 12 Îzna kalên civatê tune ku ew ji bo mijûliyên xwişk û birayan qanûnan deynin. Lazim e ku her yek ji me li gor wijdana xwe, ya ku li gor Kitêba Pîroz hatiye perwerde kirin, qerarê bide ku çi bixwîne, temaşe bike an bilîze. Wê baş be ku serên malbatê hay ji ferdên malbatên xwe hebin ku mijûliyên wan li gor prensîpên Kitêba Pîroz meqbûl bin (ji bo meqaleya “Yehova’nın Şahitleri Bazı Filmleri, Kitapları ya da Şarkıları Yasaklar mı?”, li ser jw.org® here HAKKIMIZDA > SIKÇA SORULAN SORULAR).

^ par. 54 RESIM: Padîşahê me Îsa seroktiya ordiya melekan dike. Tehtê Yehowa li jor e.