Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 14

Gelo Tu Xizmeta Xwe Dibî Serî?

Gelo Tu Xizmeta Xwe Dibî Serî?

“Karê mizgînvaniyê bike, xizmeta xwe bibe serî” (2. TÎM. 4:5).

KILAM 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

PÊŞGOTIN *

Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, wî xwe ji şagirtên xwe re xuya dikir û ji wan re got ku bila ew “herin û hemû miletan bikin şagirt” (Li paragrafa 1ê binêre)

1. Lazim e ku hemû xizmetkarên Xwedê çi bikin, û çima? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

ÎSA MESÎH ji şagirtên xwe re emir da ku ew “herin û [mirovên] hemû miletan bikin şagirt” (Met. 28:19). Lazim e ku hemû xizmetkarên Xwedê bielimin ku vê xizmetê çawa ‘bibin serî’, çimkî ev îş, ji hemû mijûliyên din muhîmtir, hêjatir û acîltir e (2. Tîm. 4:5). Dîsa jî, dibe ku li me carinan zor bê ku em xizmeta xwe zêde bikin.

2. Hin xizmetkarên Xwedê rastî kîjan tengasiyan tên?

2 Helbet îşên din jî hene, ên ku muhîm in û ku wext û qeweta me dixwin. Belkî gerek em ji bo debara xwe û malbata xwe roj bi roj gelek bixebitin. Hinek bi tengasiyên wek mesûliyetên malbatê, nexweşî, depresyon an kal û pîrbûnê micadele dikin. Gava em rastî tengasiyên wisa tên, em çawa dikarin xizmeta xwe bibin serî?

3. Metta 13:23 çi rêyî me dide?

3 Eger tu seba tengasiyan nikarî xizmeta xwe zêde bikî, ber xwe nekeve. Îsa dizanibû ku her kes nikare wek hev ber bide (Metta 13:23 bixwîne). Eger kesek çi ji destê wî tê bike, Yehowa wê qîmetê bide xizmeta wî (Îbr. 6:10-12). Ji aliyê din ve, fersenda hin kesan heye ku xizmeta xwe zêde bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin xizmeta xwe bixin cihê pêşîn, jiyaneke sade bajon û bibin mizgînvan û mamosteyên hunermend. Serê pêşîn, bila em bibînin ku em çawa dikarin xizmeta xwe bibin serî.

4. Em çawa dikarin xizmeta xwe bibin serî?

4 Ji bo ku em xizmeta xwe bibin serî, gerek em îşê belavkirina mizgînê û îşê hînkirinê bi xîret bînin cih. Lê belê, Yehowa ne tenê bala xwe dide wexta ku em ji bo vî îşî xerc dikin. Yehowa herî zêde bala xwe dide niyeta me. Ji ber ku em ji Yehowa û ji mirovan hez dikin, em xizmeta xwe bi dil û can tînin cih * (Mar. 12:30, 31; Kol. 3:23). Xizmeta bi dil û can tê maneya ku em fedakar bin û qeweta xwe di xizmetê de rind bixebitînin. Eger em fehm bikin ku îşê belavkirina mizgînê îmtiyazeke çi qas mezin e, emê bixwazin mizgînê bidin her kesî.

5-6. Eger wexta me hindik be jî, em çawa dikarin xizmetê bixin cihê pêşîn? Mîsalekê bide.

5 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Xortek ji lêxistina tembûrê pir hez dike. Her ku wexta wî çêdibe, ew tembûrê lêdixe û stranan dibêje. Bi zeman re, ew li dawiya heftiyan di kafeyekê de dest bi lêxistina tembûrê dike. Lê belê, ew nikare bi pereyê ku ew ji muzîkê qezenc dike, debar bike. Loma ew ji roja Duşemê heta roja Îniyê li dikanekê dixebite. Wexta wî her çi qas bi zêdeyî di dikanê de derbas dibe jî, dilê wî bi muzîkê ve girêdayî ye. Armanca wî ev e ku hunera xwe zêde bike û bibe tembûrvanê profesyonel. Wexta wî hindik e, lê her ku fersend çêdibe, ew bi muzîkê mijûl dibe.

6 Mîna vê, belkî tu nikarî roj bi roj xizmet bikî. Dîsa jî, tu herî zêde ji vî îşî hez dikî. Tu dixwazî hunera xwe zêde bikî ku tu karibî mizgînê bigihînî dilê mirovan. Ji ber ku wexta te hindik e, tu belkî meraq dikî ku tu çawa dikarî xizmetê bixî cihê pêşîn.

XIZMETÊ BIXE CIHÊ PÊŞÎN

7-8. Em çawa dikarin wek Îsa li xizmetê binêrin?

7 Nêrîna Îsa li ser xizmetê ji me re emsal e. Hişê wî her tim li ser belavkirina mizgîna Padîşahiya Xwedê bû (Yûh. 4:34, 35). Ji bo vî îşî, Îsa bi sedan kîlometre rê diçû. Ew li her derê – hem li cihên umûmî hem jî li malan – bi mirovan re dipeyivî. Belê, Îsa bi temamî bala xwe dida xizmetê.

8 Gava fersend çêdibe, wê baş be ku em jî wek Îsa li her derê behsa mizgînê bikin. Ji bo belavkirina mizgînê, em hazir in ku rihetiya xwe feda bikin (Mar. 6:31-34; 1. Ptr. 2:21). Derfeta hin xwişk û birayên me heye ku bibin pêşengên mexsûs, pêşengên daîmî an pêşengên alîkar. Hinek jî zimanekî nû hîn bûne an derbasî herêmeke din bûne ku xizmeta xwe zêde bikin. Lê belê, belavkirina mizgînê bi zêdeyî ne ji aliyê wan ve, lê ji mizgînvanên din ve tê kirin, ên ku li gor îmkanên xwe xizmet dikin. Yehowa sînorên me dizane û ji me zêdetir tişt naxwaze. Daxwaza wî ev e ku em ji xizmeta pîroz kêfê bistînin (1. Tîm. 1:11; 5. Mû. 30:11).

9. (a) Gava lazim bû ku Pawlos ji bo debara xwe bixebite, wî dîsa jî îşê belavkirina mizgînê çawa dixist cihê pêşîn? (b) Li gor Karên Şandiyan 28:16, 30, 31, Pawlos li xizmeta xwe çawa dinêrî?

9 Pawlosê şandî xizmeta xwe her tim dixist cihê pêşîn. Gava ew li dema gera xizmetê ya diduyan li bajarê Korîntê bû, pereyê wî nemabû, û lazim bû ku ew di îşê çêkirina konan de bişixule. Lê belê Pawlos ev îş wek armanca xwe ya sereke nedidît. Ew di vî îşî de dixebitî ji bo ku debara xwe bike û mizgînê “belaş” bide xelkê bajarê Korîntê (2. Kor. 11:7). Her çi qas lazim bû ku Pawlos ji bo debara xwe bixebite jî, wî xizmeta xwe dixist cihê pêşîn, û wî li her Şemiyê mizgîn belav dikir. Gava ew musaîd bû, Pawlos zêdetir bala xwe dida belavkirina mizgînê. Wî “xwe bi tevahî da hînkirina peyvê û ji Cihûyan re şahidî dikir ku Mesîh, Îsa ye” (Kar. 18:3-5; 2. Kor. 11:9). Paşê, gava Pawlos li Romayê du sal li mala xwe girtî bû, wî ji mêvanên xwe re behsa mizgînê kir û çend name jî nivîsîn (Karên Şandiyan 28:16, 30, 31 bixwîne). Pawlos îzin neda ku tiştek ji xizmeta wî re bibe asteng. Wî wisa nivîsî: “Li gor ku Xwedê rehma xwe li me kiriye û ev xizmeta me heye, em nawestin” (2. Kor. 4:1). Wek Pawlos, eger lazim e ku em ji bo debara xwe bixebitin jî, em dikarin îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê bixin cihê pêşin.

Em dikarin xizmeta xwe bi gelek awayan bibin serî (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

10-11. Eger siheta me baş nebe jî, em çawa dikarin xizmeta xwe bibin serî?

10 Eger xizmeta mal bi mal seba extiyarî an nexweşiyê li me zor bê jî, em dikarin li warên din xizmet bikin. Li sedsala yekê, şagirtên Îsa li her derê ji mirovan re behsa rastiyê dikir – mal bi mal, li cihên umûmî û li her dera ku ew rastî mirovan dihatin (Kar. 17:17; 20:20). Eger em nikarin pir bimeşin, em belkî dikarin li cihekî rûnin û mizgînê bidin kesên ku derbas dibin. An jî em dikarin mizgînê bi nameyan an bi telefonê bidin mirovan. Bi saya van metodên alternatîf, gelek mizgînvanên ku seba nexweşî an problemên din pir nikarin mal bi mal herin, dîsa jî ji xizmetê pir kêfê distînin.

11 Siheta me baş nebe jî, em dikarin xizmeta xwe bibin serî. Pawlos wisa gotibû: “Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim” (Flp. 4:13). Carekê, Pawlos nexweş ket û hewceyî vê hêzê bû. Wî ji xwişk û birayên li Galatyayê re wisa got: “Hûn dizanin ku min cara pêşî, ji ber nexweşiyeke bedenê Mizgînî da we” (Gal. 4:13). Wek Pawlos, dibe ku seba nexweşiyekê fersend bikeve destê te jî ku tu mizgînê bidî hekîman, personela nexweşxaneyê û kesên din. Kesên wisa gelek caran ne li malê ne, gava mizgînvanên din li xizmeta mal bi mal li deriyên wan dixin.

JIYANEKE SADE BAJO

12. Em çawa dikarin li gor şîreta Metta 6:22 bijîn?

12 Îsa wisa got: “Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc [“sade”, WDN] be, wê tevahiya bedena te bibe ronahî” (Met. 6:22). Bi van gotinan, Îsa dixwest nîşan bidaya ku gerek em jiyaneke sade bajon, yanî bala xwe bidin tenê armancekê û ji riya xwe şaş nebin. Îsa her tim bala xwe dida xizmetê û wî hînî şagirtên xwe dikir ku ew jî bala xwe bidin xizmeta Yehowa û Padîşahiya wî. Em jî dixwazin Îsa ji xwe re bikin nimûne û “li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin”, yanî bala xwe bidin xizmetê (Met. 6:33).

13. Em çawa dikarin zêdetir bala xwe bidin xizmetê?

13 Ji bo ku em bala xwe bi temamî bidin xizmetê, wê baş be ku em jiyana xwe sadetir bikin. Bi vî awayî, wexta me wê zêde bibe ku em alî mirovan bikin ku ew Yehowa nas bikin û ji wî hez bikin. * Mesela, gelo em dikarin saetên îşê xwe wisa eyar bikin ku em li hindurê heftiyê zêdetir herin xizmetê? Gelo em dikarin hin mijûliyên kêf û şahiyê kêmtir bikin ku zêdetir wexta me çêbe?

14. Jin û mêrekî çi kir ku ew karibin zêdetir bala xwe bidin xizmetê?

14 Kalekî civatê yê bi navê Elias û pîreka wî ev yek kir. Birayê me wisa dibêje: “Li wê demê me nikaribû dest bi xizmeta pêşengiyê bikira, lê dîsa jî gerek me hin gav bavêtana. Loma me xizmeta xwe hêdî hêdî zêde kir. Mesela, me mesrefên xwe û mijûliyên kêf û şahiyê kêm kirin û me ji patronên xwe xwest ku ew saetên îşê me biguherînin. Di netîceyê de, me êdî dikaribû êvaran derketana xizmetê, zêdetir kursên Kitêba Pîroz îdare bikirana û her mehê du caran di hindurê heftiyê de biçûna xizmetê. Bi saya vê, em pir kêfxweş bûn!”

HUNERÊN BELAVKIRIN Û HÎNKIRINA MIZGÎNE BI PÊŞ BIXE

Ji bo ku em di xizmetê de bi pêş ve herin, wê baş be ku em perwerdeya ku em li civînan bistînin, bi kar bînin (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15-16. Li gor 1. Tîmotêyos 4:13, 15, em çawa dikarin hunêrên mizgînvaniyê her ku diçe zêde bikin? (Wekî din, li çarçoveya “ Armancên ku Dikarin Alî Te Bikin ku Tu Xizmeta Xwe Bibî Serî” binêre.)

15 Ji bo ku em xizmeta xwe bibin serî, wê baş be ku em hunerên belavkirin û hînkirina mizgînê bi pêş bixin. Ji bo hin meslekan, lazim e ku mirov her ku diçe perwerde bistîne ku ew hunerên xwe bi pêş bixe. Mîna vê, mizgînvanên Padîşahiyê her tim hewceyî perwerdeyê ne. Loma, gerek em hunerên xizmetê her ku diçe zêde bikin (Mtl. 1:5; 1. Tîmotêyos 4:13, 15 bixwîne).

16 Lê belê em çawa dikarin li xizmeta xwe bi pêş ve herin? Gerek em rind bala xwe bidin telîmatên ku em her hefte li Civîna Jiyan û Xizmetê distînin. Bi saya perwerdeya biqîmet a ku em li vê civînê distînin, em dikarin hunerên xizmetê her ku diçe zêde bikin. Mesela, gava birayê ku rêberiyê dike piştî pêşkêşiyên xwendekaran şîretan dide wan, em dikarin hin ji van tewsiyeyan di xizmetê de bi kar bînin. Wekî din, em dikarin ji nazirê koma me ya xizmetê alîkariyê bixwazin an jî tevî wî, tevî mizgînvanekî din ê bitecrûbe an tevî nazirê herêmî derkevin xizmetê. Her ku em di xebitandina Hacetên Elimandinê de dibin hoste, emê ji îşê belavkirin û hînkirina mizgînê zêdetir kêfê bistînin.

17. Eger em xizmeta xwe bibin serî, netîce wê bibe çi?

17 Çi îmtiyazeke mezin e ku Yehowa me wek hevalkarên xwe qebûl dike! (1. Kor. 3:9). Eger tu bala xwe bidî tiştên herî muhîm û di xizmetê de bixîret bî, tuyê ji xizmeta xwe pir kêfê bistînî (Flp. 1:10; Zeb. 100:2). Tengasî an sînorên te çi bin jî, tu dikarî bawer bî ku Xwedê wê qewetê bide te ku tu karibî xizmeta xwe bibî serî (2. Kor. 4:1, 7; 6:4). Her kes helbet nikare bi qasî kesên din xizmet bike, lê belê eger tu xizmeta xwe bi dil û can bînî cih, tuyê pir dilxweş bibî (Gal. 6:4). Gava tu xizmeta xwe dibî serî, tu nîşan didî ku tu ji Yehowa û ji mirovan hez dikî. “Bi kirina vêya tuyê him xwe, him jî kesên te guhdarî dikin xelas bikî” (1. Tîm. 4:16, KP).

KILAM 58 Merivên Aştîhiz Bigerin

^ par. 5 Îşê belavkirina mizgîna Padîşahiyê û îşê şagirtkirinê ji me re hatine dayîn. Li vê meqaleyê, emê bielimin ku em çawa dikarin xizmeta xwe li gel tengasiyan bibin serî. Wekî din, emê bielimin ku em çawa dikarin xizmeta xwe hê tesîrdar bikin û ji xizmetê zêdetir kêfê bistînin.

^ par. 4 NOT: Îşê belavkirina mizgînê, îşê hînkirinê, îşê avakirin û tamîrkirina avahiyên teokratîk û alîkarîkirina piştî felaketan gişt qismên xizmeta şagirtên Îsa ne (2. Kor. 5:18, 19; 8:4).

^ par. 13 Li heft gavên ku li Birca Qerewiliyê, Tîrmeh 2016, rûp. 10, li çarçoveya “Tu Ça Dikarî Jîyîna Xwe Hêsa kî” tên nîşan dayîn, binêre.

^ par. 62 RESIM: Xwişkek li civînê ziyareteke dubare pêşkêş dike. Paşê, gava birayê ku rêberiyê dike şîretê dide wê, ew li broşûra bi navê Xwendin û Hînkirin hin notan dinivîse. Li dawiya heftiyê, ew perwerdeya ku wê li civînê stend, di xizmetê de bi kar tîne.