Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 16

Rastiya li ser Halê Miriyan

Rastiya li ser Halê Miriyan

“Di demên paşê de, hinek wê ji baweriyê bikevin û guh bidin ruhên xapînok û hînkirinên cinan” (1. TÎM. 4:1).

KILAM 73 Mêrxasiyê Bide Me

PÊŞGOTIN *

Li şûna ku tu adetên nerast bînî cih, merivên xwe, yên ku hezkiriyekî winda kiriye, teselî bike (Li paragrafên 1 û 2yan binêre) *

1-2. (a) Îblîs çawa gelek kesan dixapîne? (b) Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin?

ÎBLÎS “bavê derewan” e. Ji destpêka tarîxê ve, wî gelek însan xapandine (Yûh. 8:44). Mesela, ew li ser halê miriyan û jiyana piştî mirinê derewan dike. Li seranserê dinyayê, gelek urf û adet bi van derewan ve girêdayî ne. Gava kesek dimire, ji hin xwişk û birayên me re lazim e ku ji bo baweriya xwe micadele bikin (Chd. 3).

2 Eger em rastî ceribandinên wisa bên, em çawa dikarin bi piştrastî li gor rastiya li ser halê miriyan hereket bikin? (Ef. 6:11). Em çawa dikarin piştgiriya xwişk û birayên xwe bikin eger merivên wan zorê li wan bidin ku ew adetên nerast bînin cih? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa di vî warî de çi rêberî daye me. Serê pêşîn, emê bibînin ku Kitêba Pîroz li ser mirinê çi dibêje.

RASTIYA LI SER HALÊ MIRIYAN

3. Netîceya derewa pêşîn çi bû?

3 Xwedê nedixwest ku însan bimirin. Lê ji bo ku ew heta bi hetayê bijîn, lazim bû ku Adem û Hewa guh bidaya vî emrê Yehowa: “Ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe, çimkî roja ku tu jê bixwî, tuyê bêguman bimirî” (1. Mû. 2:16, 17, WDN). Lê rojekê, Îblîs bi devê marekî ji Hewayê re wisa got: “Hûn qet namirin.” Çi heyf e ku Hewayê bi vê derewê bawer kir û ji mêweya qedexekirî xwar. Paşê, Adem jî ji mêweyê xwar (1. Mû. 3:4, 6, WDN). Bi vî awayî, “guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat” (Rom. 5:12).

4-5. Îblîs mirovan çawa dixapîne?

4 Wek Xwedê gotibû, Adem û Hewa kal û pîr bûn û paşê jî mirin. Dîsa jî, Îblîs dev ji derewên li ser mirinê berneda. Bi zeman re, wî derewên nû gotin. Yek ji van derewan ev e ku gava beden dimire, ruh namire. Li seranserê dinyayê, gelek mirov bi vê derewê bawer dikin (1. Tîm. 4:1).

5 Çima ew qas kes dikevin bin bandora vê derewê? Îblîs dizane ku em li mirinê çawa dinêrin. Ji ber ku Xwedê em wisa afirandine ku em heta bi hetayê bijîn, em helbet naxwazin bimirin (Waiz 3:11). Ji bo me, mirin dijmin e (1. Kor. 15:26).

6-7. (a) Gelo rastiya li ser halê miriyan veşartî ma? (b) Rastiya Kitêba Pîroz me çawa ji tirsên nehewce difilitîne?

6 Derewên Îblîs her çi qas belav bûn jî, rastiya li ser mirinê veşartî nema. Niha bi milyonan kes dizanin ku Kitêba Pîroz li ser halê miriyan û hêviya ji bo miriyan çi dibêje, û ew vê rastiyê li her derê îlan dikin (Waiz 9:5, 10; Kar. 24:15). Ev rastiyên Kitêba Pîroz dilê me rihet dikin û me ji tirs û xeman xelas dikin. Mesela, em ji miriyan natirsin, û em dizanin ku ew êşê nakişînin. Ji xeynî vê, em dizanin ku ew nikarin zerarê bidin kesekî. Halê wan mîna xeweke kûr e (Yûh. 11:11-14). Wekî din, mirî nizanin ku çi qas wext derbas bûye. Loma, wexta ku ewê bên rakirin – eger bi sedan sal derbas bin jî – zemanê derbasbûyî wê ji bo wan bibe wek saniyeyekê.

7 Ma tu nafikirî ku rastiya li ser halê miriyan zelal, hêsan û bimantiq e? Lê belê derewên Îblîs ne wisa ne. Bi van derewan, mirov tên xapandin û navê Xwedê tê reş kirin. Ji bo ku em rind fehm bikin ku Îblîs çi qas zerar daye, emê li van pirsan binêrin: Derewên Îblîs navê Xwedê çawa reş dikin? Derewên wî baweriya bi fîdyeya Îsa Mesîh çawa sist dikin û kul û derdên mirovan zêde dikin?

ZERARÊN DEREWÊN ÎBLÎS

8. Li gor Yêremya 19:5, derewên li ser halê miriyan çawa navê Xwedê reş dikin?

8 Derewên Îblîs ên li ser halê miriyan navê Xwedê reş dikin. Yek ji van derewan ev e ku hin kesên mirî di cehenemê de dişewitin. Baweriyên wisa navê Xwedê reş dikin. Çawa? Bi eslê xwe, Xwedê hezkirin e, lê seba vê derewê, gelek kes bawer dikin ku Xwedê wek Îblîs zalim e (1. Yûh. 4:8). Derewên wisa dilê me û dilê Yehowa pir diêşînin, çimkî ew li tu kesî îşkence nake (Yêremya 19:5 bixwîne).

9. Derewên Îblîs qîmeta fîdyeyê, ya ku li Yûhenna 3:16 û 15:13 tê nîşan dayîn, çawa kêm dikin?

9 Derewên Îblîs ên li ser halê miriyan baweriya bi fîdyeya Îsa sist dikin (Met. 20:28). Dereweke din jî ev e ku piştî mirinê, ruh namire. Eger ev fikir rast bûya, her kes wê bê fîdyeya Îsa jî heta bi hetayê bijiya. Lê em rind dizanin ku fîdyeya Îsa hediyeya herî biqîmet e, ya ku di hemû tarîxê de hatiye dayîn (Yûhenna 3:16; 15:13 bixwîne). Bifikire ku Yehowa û Îsa li derewên ku qîmeta vê hediyeyê kêm dikin, çawa dinêrin!

10. Derewên li ser mirinê çawa êşa însanan zêde dikin?

10 Derewên Îblîs kul û derdên însanan zêde dikin. Gava zarokek dimire, hinek dibêjin ku Xwedê ew kiriye melek. Gelo ev derew êşa dê û bav kêm dike an zêde dike? Wekî din, li dema engizîsyonê, kesên ku hîndariyên dêrê qebûl nedikirin seba hîndariya cehenemê îşkence dîtin. Li gor kîtêbeke li ser engîzîsyonê, dêrê dixwest nîşanî kafiran bidaya ku “agira cehenemê tiştekî çawa ye” ku ew berî mirinê tobe bikin û ji cehenemê bifilitin. Li hin welatan, mirov ji bo xêra miriyan xwarinan çêdikin, li tirbeyan alîkariya miriyan dixwazin an duayan dixwînin ku ruhên miriyan şad bibin. Bi eslê xwe, kesên ku bi derewên Îblîs bawer dikin teseliya rastîn nabînin, lê zêdetir xeman dikişînin an ditirsin.

LI GOR RASTIYA KITÊBA PÎROZ HEREKET BIKE

11. Dibe ku dost an merivên me çawa zorê li me bidin ku em guh nedin Xwedê?

11 Eger dost an merivên me zorê li me bidin ku em hin adetên cenazeyê bînin cih, ên ku bi derewan ve girêdayî ne, hezkirina Xwedê û hezkirina rastiyê wê alî me bike ku em guh bidin Xwedê. Dibe ku ew bibêjin ku em hurmetê nadin miriyan an ji wan hez nakin. An jî dibe ku ew bitirsin ku ji ber ku me adetên wan neanîn cih, ruhê mirî wê zerarê bide kesekî. Em çawa dikarin li gor Kitêba Pîroz hereket bikin gava em rastî tengasiyên wisa bên? Niha emê bibînin ku em çawa dikarin hin prensîpên Kitêba Pîroz bixebitînin.

12. Kîjan adetên cenazeyê li gor Kitêba Pîroz şaş in?

12 Gerek em ji dil bixwazin xwe ji bawerî û adetên nerast dûr bigirin (2. Kor. 6:17). Li giraveke Karîbê, gelek kes bawer dikin ku ruhên miriyan cezayê didin kesên ku li wan xerabî kiribû. Li gor kitêbekê, mirovên vê giravê bawer dikin ku “xeyalet” dikare “zerarê bide hemû gund”. Li welatekî Afrîkayê, mirov neynikên li mala cenazeyê digirin û resmên mirî ters dizivirînin, çimkî ew difikirin ku mirî gerek xwe nebîne. Xizmetkarên Yehowa helbet bi tiştên wisa bawer nakin û adetên ku bi derewên Îblîs ve girêdayî ne, naynin cih (1. Kor. 10:21, 22).

Ji bo ku problem dernekevin, Kitêba Pîroz rind lêkolîn bike û bi awayekî hurmetdar behsa baweriyên xwe bike (Li paragrafên 13 û 14an binêre) *

13. Li gor Aqûb 1:5, wê baş be ku em çi bikin eger di heqê adetekê de gumanên me hebin?

13 Eger di heqê adetekê de gumanên te hebin, dua bike û hîkmeta Xwedê bixwaze (Aqûb 1:5 bixwîne). Paşê, li weşanên me lêkolîn bike. Eger lazim be, bi kalên civatê re xeber bide. Ewê ji te re nebêjin ku gerek tu çi bikî, lê ewê prensîpên Kitêba Pîroz nîşanî te bidin, ên ku bi pirsa te ve girêdayî ne. Her ku tu van gavan bavêjî, “têgihîştina” te wê xurttir bibe û alî te bike ku tu ‘qencî û xerabiyê ji hev derxî’ (Îbr. 5:14).

14. Ji bo ku mirov neterpilin, gerek em çi bikin?

14 “Her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin. ... Nebin sedemê terpilînê” (1. Kor. 10:31, 32). Gava em qerarê didin ku em adetekê bînin cih an na, gerek em bifikirin ku qerara me wê li ser wijdana xwişk û birayên me çawa tesîr bike. Em helbet naxwazin wijdana wan aciz bikin (Mar. 9:42). Ji xeynî vê, em naxwazin kesên ku ne Şahidên Yehowa ne, bêsebeb bibehicînin. Ji ber ku em ji mirovan hez dikin, emê bi awayekî hurmetdar bi wan re bipeyivin û wisa rûmetê bidin Yehowa. Gerek em bi mirovan şer nekin û qerfên xwe bi adetên wan nekin. Ji bîr neke ku hezkirin sifateke pir xurt e! Eger em hezkirina xwe bi hevdilî û bi hurmet eyan bikin, dibe ku dilê muxalifan jî nerm bibe.

15-16. (a) Wê çima baş be ku kesên din baweriyên me zanibin? Mîsalekê bide. (b) Em çawa dikarin şîreta Romayî 1:16 pêk bînin?

15 Bila mirovên li derdora me zanibin ku em Şahidên Yehowa ne (Îşa. 43:10). Eger cîran û merivên me ji berê de zanibin ku em Şahidên Yehowa ne, wê ji bo me hêsantir bibe ku em xwe ji adetên nerast dûr bigirin bêyî ku em kesekî aciz bikin. Birayê me Francisco, yê ku li Mozambîkê dijî, wisa dinivîse: “Wexta ku ez û pîreka min Carolina rastiyê hîn bûn, me ji malbata xwe re got ku emê êdî ji miriyan re îbadetê nekin. Gava xwişka Carolinayê mir, dilsoziya me hat ceribandin. Li gor adetên herêmê, cenaze tê şûştin. Paşê, merivê herî nêzik gerek sê rojan li cihê ku ava şûştinê hat rijandin, razê. Armanca van adetan ev e ku ruhê mirî teskîn bike. Malbata Carolinayê dixwest ku ew vê wezîfeya razanê bîne cih.”

16 Francisco û pîreka wî çi kir? Francisco wisa dibêje: “Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî şa bikin, me got ku em nikarin vê adetê bînin cih. Malbata Carolinayê pir hêrs ket. Wan em sûcdar kirin ku em qedrê miriyan nagirin, û wan got ku ewê êdî neyên mala me û alî me nekin. Me ji berê de ji wan re behsa baweriyên xwe kiribû, loma me dengê xwe nekir gava ew bihêrs bûn. Hin merivên me heq da me ji ber ku me baweriyên xwe ji berê de ji wan re îzah kiribûn. Bi zeman re, merivên Carolinayê dev ji hêrsa xwe berda, û em li hev hatin. Bi ser de, hin ji wan hatin mala me ku weşanên li ser Kitêba Pîroz bixwazin.” Bila em tu caran şerm nekin ji ber ku em li gor rastiya di heqê mirinê de hereket dikin (Romayî 1:16 bixwîne).

TESELIYÊ BIDE KESÊN KU SEBA MIRINA HEZKIRIYEKÎ XEMGÎN IN

Kesên ku hezkiriyên xwe winda kirine teselî bike (Li paragrafên 17 heta 19an binêre) *

17. Eger xwişk an birayekî me seba mirina hezkiriyekî xemgîn e, em çawa dikarin bibin “hevalê qenc”?

17 “Hevalê qenc ... di tengasiyê de weke birayek e” (Mtl. 17:17, Methelokên Hezretê Silêman). Gava xwişk an birayekî seba mirina kesekî şîn digire, em çawa dikarin bibin “hevalê qenc”? Eger mirov zorê li xwişk an birayekî me bidin ku ew adetên cenazeyê bîne cih, yên ku li gor Kitêba Pîroz meqbûl nînin, em çawa dikarin bibin alîkar? Du prensîpên Kitêba Pîroz rêyî me didin ku em çawa dikarin kesên xemgîn teselî bikin.

18. Îsa çima giriya, û em dikarin ji vê çi bielimin?

18 “Bi yên ku digirîn re bigirîn” (Rom. 12:15). Gava kesek şîn digire, dibe ku em nizanin ku em ji wî re çi bibêjin. Carinan dibe ku hêstirên me ji gotinên me hê bitesîrtir bibin. Gava dostê Îsa Lazar mir, Meryem, Merta û kesên din ji bo wî digirîn. Çar roj bi şûn de, Îsa gihîşt wê derê. Wî dizanibû ku ewê Lazar ji mirinê rake, lê ew dîsa jî “giriya” (Yûh. 11:17, 33-35). Hêstirên Îsa nîşan dida ku Yehowa li mirina Lazar çawa dinêrî. Wekî din, hêstirên wî nîşan dida ku Îsa ji vê malbatê çi qas hez dikir. Vê yekê bêguman teselî da Meryem û Mertayê. Mîna vê, gava em bi xwişk û birayên xwe eleqedar dibin, ew fehm dikin ku em xema wan dixwin û ew ne tenê ne.

19. Gava em xwişk an birayekî teselî dikin, em çawa dikarin prensîpa Waiz 3:7 bînin cih?

19 “Wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (Waiz 3:7). Eger em dixwazin teseliyê bidin xwişk an birayekî xemgîn, gerek em rind guh bidin wî. Fersendê bide ku ew dilê xwe veke, û nexeyîde eger ew “çewtomewto” bipeyive (Eyûb 6:2, 3). Belkî stresa wî seba zordayîna merivên wî, yên ku Şahidên Yehowa nînin, hê jî girantir e. Loma tevî wî dua bike. Ji Yehowa, “yê ku duayan dibihîze”, bixwaze ku ew qewet û aqilkemaliyê bide wî (Zeb. 65:2). Eger fersend hebe, Kitêba Pîroz bi hev re bixwînin. An jî, tu dikarî serpêhatiyeke teşwîqdar an meqaleyeke din ji wî re bixwînî.

20. Li meqaleya din, emê çi bielimin?

20 Em çi qas şa ne ku em rastiya li ser halê miriyan û hêviya rabûna miriyan dizanin! (Yûh. 5:28, 29). Bi gotin û kirinên xwe, bila em bi cesaret li gor rastiya Kitêba Pîroz hereket bikin û heta ku ji destê me tê ji kesên din re behsa vê rastiyê bikin. Meqaleya din wê nîşan bide ku Îblîs cindariyê çawa bi kar tîne ku mirov di tariya ruhî de bimînin. Emê bielimin ku gerek em xwe çima ji mijûliyên ku bi vê dafika cinan ve girêdayî ne, dûr bigirin.

KILAM 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

^ par. 5 Îro, gelek adetên cenazeyê bi derewên Îblîs ên li ser halê miriyan ve girêdayî ne. Ev meqale wê alî te bike ku tu ji Yehowa re dilsoz bimînî eger mirov zorê li te bidin ku tu van adetan bînî cih.

^ par. 55 RESIM: Jinek seba mirina hezkiriyekî şîn digire, û merivên wê, yên ku Şahidên Yehowa ne, wê teselî dikin.

^ par. 57 RESIM: Piştî lêkolîna adetên cenazeyê, birayekî me ji merivên xwe re bi nezaket behsa baweriyên xwe dike.

^ par. 59 RESIM: Kalên civatê birayekî teselî dikin, ê ku seba mirina hezkiriyekî xemgîn e.