Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 15

Wek Îsa Mesîh Hizûra Xwe Biparêze

Wek Îsa Mesîh Hizûra Xwe Biparêze

“Aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze” (FLP. 4:7).

KILAM 113 Edilayî nav Meda Heye

PÊŞGOTIN *

1-2. Îsa Mesîh ji bo çi xem dikişand?

LI ROJA dawîn berî mirina xwe, Îsa Mesîh pir dilteng bû. Wî dizanibû ku mirovên xerab wê li wî îşkence bikin û wî bikujin. Ji xeynî vê, wî ji bo tiştekî din hê jî zêdetir xem dikişand. Îsa ji Bavê xwe pir hez dikir, û wî dixwest dilê wî şa bike. Îsa dizanibû ku ji bo paqijkirina navê Xwedê, muhîm e ku ew li hemberî van ceribandinên giran dilsoz bimîne. Wekî din, Îsa ji însanan hez dikir, û wî dizanibû ku ji bo ku em hêviya jiyana bêdawî bistînin, gerek ew heta mirinê dilsoz bimîne.

2 Îsa her çi qas di bin streseke giran de bû jî, wî hizûra xwe winda nekir. Wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Ez aştiya xwe didim we” (Yûh. 14:27). “Aştiya Xwedê”, ya ku di dilê wî de hebû, tê maneya hizûr û selameta ku ji dostaniya bi Yehowa tê meydanê. Bi saya vê aştiyê, hiş û dilê Îsa aram bû (Flp. 4:6, 7).

3. Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin?

3 Bi qasî Îsa nebe jî, hemû şagirtên Îsa rastî tengasî û ceribandinan tên (Met. 16:24, 25; Yûh. 15:20). Wek Îsa, belkî em jî carinan dilteng dibin. Gerek em çi bikin ku em bi zêdeyî xeman nekişînin û hizûra xwe winda nekin? Niha emê sê nuqteyan bibînin, ên ku alî Îsa dikir ku ew hizûra xwe biparêze, û bibînin ku em çawa dikarin wî ji xwe re bikin nimûne gava em rastî tengasiyan tên.

ÎSA HER TIM DUA DIKIR

Dua alî me dike ku em hizûra xwe winda nekin (Li paragrafên 4 heta 7an binêre)

4. Li roja dawîn berî mirina xwe, Îsa çi kir? 1. Selanîkî 5:17 çi şîretê dide şagirtên Îsa?

4 1. Selanîkî 5:17 bixwîne. Li roja dawîn berî mirina xwe, Îsa gelek caran dua kir. Gava Îsa rêyî şandiyên xwe da ku gerek ew bîranîna mirina wî çawa pîroz bikin, wî ji bo nan û şerabê dua kir (1. Kor. 11:23-25). Berî ku ew ji cihê pîrozkirina Cejna Derbasbûnê derket, wî dîsa tevî şandiyên xwe dua kir (Yûh. 17:1-26). Gava Îsa û şandiyên wî wê şevê gihîştin Çiyayê Zeytûnê, wî çend caran dua kir (Met. 26:36-39, 42, 44). Wekî din, berî mirina xwe, gotinên dawîn a Îsa, dua bû (Lûqa 23:46). Belê, Îsa di heqê her tiştî de, yê ku li wê roja muhîm qewimî, dua kir.

5. Şandiyan çima cesareta xwe winda kir?

5 Ji bo ku ew karibe serî bi tengasiyan re derxîne, Îsa xwe dispart Xwedê û gelek caran dua kir. Lê belê, şandiyên wî wê şevê têra xwe dua nekir. Di netîceyê de, şandiyên Îsa cesareta xwe winda kir gava îmtihanê dest pê kir (Met. 26:40, 41, 43, 45, 56). Gava em rastî tengasiyan tên, gerek em wek Îsa “bê rawestin dua bikin” ku em dilsoz bimînin. Gelo em dikarin ji bo çi dua bikin?

6. Bawerî çawa dikare alî me bike ku em hizûra xwe winda nekin?

6 Em dikarin dua bikin ku Yehowa “baweriya me zêde bike” (Lûqa 17:5; Yûh. 14:1). Ji me re bawerî pir lazim e, çimkî Îblîs wê hemû şagirtên Îsa biceribîne (Lûqa 22:31). Eger em li pey hev rastî cure cure tengasiyan bên, bawerî çawa dikare alî me bike? Serê pêşîn, gerek em xîret bikin ku em serî bi tengasiyan re derxînin. Paşê, gerek em meseleyê êdî bihêlin destê Yehowa. Ji ber ku em bawer in ku ew ji me çêtir dikare meseleyê hel bike, hiş û dilê me wê bihizûr bibe (1. Ptr. 5:6, 7).

7. Te ji gotinên Robert çi ders stendiye?

7 Em rastî çi cure tengasiyan bên jî, dua alî me dike ku em hizûra xwe winda nekin. Mesela, serpêhatiya Robert, kalekî civatê yê ku niha ji 80 salî mezintir e, vêya nîşan dide. Ew wisa dibêje: “Di emrê min de, şîreta Filîpî 4:6, 7 gelek caran alî min kiriye ku ez serî bi tengasiyan re derxînim. Mesela, problemên min ên madî hebûn, û carekê, min îmtiyaza xwe winda kir.” Çi alî Robert dike ku ew hizûra xwe winda neke? Ew wisa dibêje: “Gava dilê min teng dibe, ez hema dua dikim. Ez bawer im ku gava ez hê zêde û ji dil dua dikim, hizûra min zêde dibe.”

ÎSA MIZGÎN BI XÎRET BELAV DIKIR

Belavkirina mizgînê alî me dike ku em hizûra xwe winda nekin (Li paragrafên 8 heta 10an binêre)

8. Wek Yûhenna 8:29 nîşan dide, Îsa çima bihizûr bû?

8 Yûhenna 8:29 bixwîne. Gava Îsa zilm didît, hundirê wî dîsa jî bihizûr bû, çimkî wî dizanibû ku ew dilê Bavê xwe şa dike. Her çi qas zor bû jî, wî her tim guhdariya Xwedê dikir. Wî ji Bavê xwe hez dikir, û temamiya jiyana wî bi xizmeta Yehowa ve girêdayî bû. Berî ku ew hat dinyayê, ew li cem Xwedê “hoste” bû (Mtl. 8:30). Gava Îsa li dinyayê bû, wî bi xîret behsa Bavê xwe dikir (Met. 6:9; Yûh. 5:17). Îsa ji vî îşî pir kêf distend (Yûh. 4:34-36).

9. Îşê belavkirina mizgînê çawa dikare alî me bike ku em hizûr û aştiya xwe biparêzin?

9 Wê baş be ku em jî wek Îsa guh bidin Yehowa û “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Kor. 15:58). Eger em ‘xwe bi tevahî bidin’ îşê belavkirina mizgînê, emê li ser tengasiyên xwe bibin xwediyê nêrîneke hê rast (Kar. 18:5). Mesela, gelek kesên ku em li xizmetê rastî wan tên ji me zêdetir di tengasiyê de ne. Lê gava ew Yehowa nas dikin û şîretên wî tînin cih, jiyana wan baştir û bextewartir dibe. Gava em li wan dinêrin, baweriya me xurttir dibe ku Yehowa wê xema me bixwe. Bi saya vê baweriyê, em dikarin hizûr û aştiya xwe biparêzin. Xwişkeke me, ya ku bi depresyonê micadele dike û xwe bêkêr hesab dike, wisa dibêje: “Gava ez bi xizmetê mijûl dibim, dilê min hê rihettir dibe û ez hê dilşadtir dibim. Sebeba vê ev e ku wexta ku ez derdikevim xizmetê, ez xwe pir nêzikî Yehowa hîs dikim.”

10. Te ji gotinên Brendayê çi ders stendiye?

10 Wekî din, bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Brenda. Hem Brenda hem jî keçika wê pir nexweş in. Brenda li erebeya seqetan rûdinê û qeweta wê kêm e. Ew mizgînê carinan mal bi mal belav dike, lê ew bi zêdeyî nameyan dinivîse. Brenda wisa dibêje: “Gava min rind fehm kir ku li vê sîstemê, nexweşiya min wê derbas nebe, min êdî bala xwe da xizmetê. Xizmet alî min dike ku ez bi zêdeyî xeman nekişînim û bala xwe bidim kesên ku ez li xizmetê rastî wan têm. Wekî din, xizmet alî min dike ku ez her tim li ser hêviya xwe bifikirim.”

ÎSA ALÎKARIYA HEVALÊN XWE QEBÛL DIKIR

Hevalên baş alî me dikin ku em hizûra xwe winda nekin (Li paragrafên 11 heta 15an binêre)

11-13. (a) Şandiyên Îsa û kesên din çawa ji Îsa re bûn hevalên baş? (b) Hevalên Îsa li ser wî çawa tesîr dikir?

11 Îsa li xizmetê rastî gelek tengasiyan dihat, lê şandiyên wî yên dilsoz her tim piştgiriya wî dikir. Wek Kitêba Pîroz dibêje: “Hevalek ûsa heye ku ji bira nêziktirî mirovan e” (Mtl. 18:24). Îsa qîmet dida hevalên wisa. Heta mirina wî, merivên wî pê bawerî nedianî (Yûh. 7:3-5). Bi ser de, ew carekê difikirîn ku ew dîn bûye (Mar. 3:21). Lê belê, şandiyên Îsa yên dilsoz her tim li ba wî man. Li şeva berî mirina xwe, Îsa ji wan re wisa got: “Hûn ew in, yên ku di ceribandinên min de bi min re ragirtine” (Lûqa 22:28).

12 Gava şandiyên Îsa dilê wî êşand, wî bala xwe nedida şaşiyên wan. Li şûna vê, ew şa bû ji ber ku wan baweriya xwe bi wî dianî (Met. 26:40; Mar. 10:13, 14; Yûh. 6:66-69). Li şeva dawîn berî ku Îsa hat kuştin, wî ji wan re wisa got: “Ez ji we re dibêjim ‘dostên min’; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn” (Yûh. 15:15). Îsa bê guman ji dostên xwe pir teşwîq distend. Gava wan li xizmetê alî Îsa dikir, ew gelek şa bû (Lûqa 10:17, 21).

13 Ji xeynî şandiyan, hevalên din ên Îsa jî hebûn. Wan hem li xizmetê hem jî li warên din alî wî dikir. Hinekan ew li malên xwe dikir mêvan (Lûqa 10:38-42; Yûh. 12:1, 2). Hinekan jî tevî wî seyahat dikir û hewcedariyên wî yên madî tedarek dikirin (Lûqa 8:3). Îsa bi xwe hevalekî baş bû, loma jî hevalên wî yên baş hebûn. Wî ji bo wan tiştên baş dikirin, û ew ne kesekî talebkar bû. Îsa her çi qas bêqisûr bû jî, wî qîmet dida alîkariya hevalên xwe yên biqisûr. Wan bê guman alî wî dikir ku ew hizûra xwe winda neke.

14-15. Em çawa dikarin ji xwe re hevalên baş bibînin, û ew çawa dikarin alî me bikin?

14 Hevalên baş wê alî me bikin ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin. Ji bo ku em ji xwe re hevalên baş bibînin, gerek em jî ji wan re bibin hevalên baş (Met. 7:12). Mesela, Kitêba Pîroz me teşwîq dike ku em ji bo kesên din fedakariyê bikin, bi xisûsî ji bo kesên “hewcedar” (Ef. 4:28). Li civata te, tu dikarî alî kê bikî? Gelo tu dikarî ji bo xwişk an birayekî ku nikare ji malê derkeve îşên bazarê hel bikî? Gelo tu dikarî ji bo malbateke ku ji aliyê madî ve di tengasiyê de ye, xwarinekê çêkî? Eger tu malpera jw.org® û sepana JW Library® bi rihetî bi kar tînî, gelo tu dikarî alî kesên din bikî ku ew jî hînî van hacetan bibin? Gava em alî kesên din dikin, bextewariya me zêde dibe (Kar. 20:35).

15 Hevalên me wê piştgiriya me bikin eger em rastî tengasiyan bên û alî me bikin ku em hizûra xwe winda nekin. Çawa ku Elîhû guh dida gava Eyûb behsa tengasiyên xwe dikir, hevalên me jî wê bi sebir guh bidin me gava em di heqê xemên xwe de dipeyivin (Eyûb 32:4). Hevalên me wê helbet li şûna me qeraran nedin. Dîsa jî, wê baş be ku em guh bidin şîretên ku ew li gor Kitêba Pîroz didin me (Mtl. 15:22). Wekî ku Dawid Padîşah alîkariya hevalên xwe bi dilnizmî qebûl dikir, gerek em jî alîkariya hevalên xwe bi dilnizmî qebûl bikin gava hewce dibe (2. Sam. 17:27-29). Belê, hevalên baş hediyeyên Yehowa ne (Aqûb 1:17).

EM ÇAWA DIKARIN HIZÛRA XWE BIPARÊZIN?

16. Li gor Filîpî 4:6, 7, gerek em çi bikin ku em hizûr û aştiyê bi dest bixin?

16 Filîpî 4:6, 7 bixwîne. Yehowa çima dibêje ku em dikarin aştiya wî “bi Mesîh Îsa” bistînin? Ji bo ku hîs û fikrên me her daîm bihizûr bin, gerek em rola ku Îsa di mexseda Xwedê de dilîze, rind fehm bikin û pê baweriyê bînin. Mesela, bi saya fîdyeya Îsa, hemû gunehên me dikarin bên efû kirin. Ev yek dilê me çi qas rihet dike! (1. Yûh. 2:12). Bi ser de, wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê, Îsa wê hemû zerara ku Îblîs û sîstema wî didin me, telafî bike. Ev çi hêviyeke xweş e! (Îşa. 65:17; 1. Yûh. 3:8; Pey. 21:3, 4). Rast e ku Îsa wezîfeyeke giran daye me, lê ew tevî me ye û li van rojên dawîn a vê sîstemê piştgiriya me dike. Ev yek çi qas cesaretê dide me! (Met. 28:19, 20). Dilrihetî, hêvî û cesaret – hizûra me li ser vê temela saxlem ava dibe.

17. (a) Em çawa dikarin hizûra xwe biparêzin? (b) Wek Îsa li Yûhenna 16:33 soz dabû, emê karibin çi bikin?

17 Îcar tu çawa dikarî hizûr û aştiya xwe biparêzî eger tu rastî tengasiyên giran bêyî? Tu dikarî Îsa ji xwe re bikî nimûne. A yekê, bi dewamî dua bike. A diduyan, guh bide Yehowa û çi qas zor be jî, mizgînê bi xîret belav bike. A sisêyan jî, xwe bispêre hevalên xwe ku ew alî te bikin ku tu karibî serî bi tengasiyên xwe re derxînî. Eger tu wisa bikî, “aştiya Xwedê” wê hiş û dilê te biparêze. Wek Îsa, tuyê karibî li hemberî tengasiyan bi ser bikevî (Yûhenna 16:33 bixwîne).

KILAM 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ par. 5 Problemên jiyanê carinan dikarin hizûra me birevînin. Li vê meqaleyê, emê sê nuqteyan bibînin, ên ku alî Îsa Mesîh kiribû ku ew hizûr û aştiya xwe biparêze. Eger em Îsa ji xwe re bikin nimûne, emê jî karibin li gel tengasiyên giran sebir bikin.