Here Naverokê

Here naverokê

Emir, kok, esl û baweriya însanan çi be jî, gelo tu dikarî alîkariya wan bikî?

Alîkariya Kesên Belengaz Bike û Bereketa Xwedê Bistîne

Alîkariya Kesên Belengaz Bike û Bereketa Xwedê Bistîne

Li seranserê dinyayê, gelek însan bêcih û war in, û hewceyî xwarin û vexwarinê ne. Û hêviya hinekan nîne ku halê jiyanê wê baştir bibe. Gelo em çawa dikarin alî kesên belengaz bikin û bereketa Xwedê bistînin?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

“Yê ku heyfa wî li yê xizan [feqîr] bê, ûsa tê ku, bi deyn dabe XUDAN û bona qenciya ku wî kiriye, XUDAN xelatê dide wî” (METHELOKÊN SILÊMAN 19:17).

EM ÇAWA DIKARIN ALÎKARIYA KESÊN BELENGAZ BIKIN?

Îsa pêxember çîroka zilamekî got; rêbiran hicûmî wî kir, lê xist û hema bêje nîvkuştî dev jê berda û çûn (Lûqa 10:29-37). Îcar yekî xerîb ew dît; kok, esl û feslê wan ji hev cuda bûn. Lê dîsa jî, ew çû ba wî û birînên wî derman kirin.

Belê, vî zilamê dilşewat ne tenê alîkariya tibî û desteka madî da însanê birîndar, lê dilê wî rihet kir û teselî jî da wî.

Gelo em ji vê çîrokê çi dielimin? Îsa pêxember zelal kir ku heta ku ji destê me tê, gerek em alîkariya kesên belengaz bikin (Methelokên Silêman 14:31). Em ji Kitêba Pîroz dielimin ku Xwedê wê di demeke nêzik de kul û derdan û feqîriyê tune bike. Belkî hûn meraq dikin, ka Xwedayê meyî dilovan wê kengê û çawa van tiştan bîne cih? Meqaleya din behsa van xêr û bereketan dike.