Here Naverokê

Here naverokê

Guhdarîkirina li emrên Xwedê, me dilxweş dike

Guhdariya Xwedê Bike û Bereketan Bistîne

Guhdariya Xwedê Bike û Bereketan Bistîne

Mûsa pêxember gotibû ku eger em guh bidin emrên Xwedê, emê xêr û bereketa wî bistînin (5. Mûsa 10:13; 11:27). Em ne ji bo tirsa cezayê guhdariya Xwedê dikin. Em guh didin Xwedê ji ber ku em ji wî û sifatên wî hez dikin û naxwazin tiştekî bikin ku dilê wî biêşîne. “Hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih” (1. Yûhenna 5:3).

Lê, eger em guhdariya Xwedê bikin, emê kîjan bereketan bistînin? Bala xwe bidin van her du bereketan.

1. EMÊ BIHÎKMET BIBIN

“XUDAN Xwedayê te, ê ku tiştê qenc fêrî te kiriye, di rêya ku tuyê bimeşe de te ajotiye ez im” (ÎŞAYA 48:17).

Yehowa Xwedê em xuliqandine, ji ber vê yekê ew me nas dike û rêberiya ku ji me re lazim e, dide me. Ji bo ku em qerarên bihîkmet bidin, gerek em ji Kitêba Pîroz bielimin ku Xwedê ji me çi dixwaze û jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê bajon.

2. EMÊ DILXWEŞ BIBIN

“Xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!” (LÛQA 11:28).

Îro, bi milyonan însan li gor Peyva Xwedê dijîn, û bi rastî dilxweş in. Mesela, bala xwe bidin zilamekî li Îspanyayê. Ew pir zû bihêrs diket û ji kesên din re, heta ji jina xwe re jî, xerab bû. Rojekê wî di Tewratê de xwend û dît ku Ûsivê lawê Aqûb yekî pir dilnerm bû. Ûsiv wek xulam hatibû firotin û bi neheqî zindankirin. Lê dîsa jî, ew di vî halê xerab de dilrehm, aştîhez û dilnerm bû (1. Mûsa, beşên 37-45). Zilamê li Îspanyayê wisa dibêje: “Ez li ser Ûsiv fikirîm. Mîsala wî dilê min xurt kir ku ez bibim yekî dilnerm, qenc, û xwe baştir kontrol bikim. Û niha, ez pir dilxweş im.”

Rêberiya Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku gerek em ji kesên din re çawa bin. Ji bo zêdetir melûmatan, bala xwe bidin meqaleya bê.