Here Naverokê

Here naverokê

Xêr û Bereketên ji Xwedayê Dilovan

Xêr û Bereketên ji Xwedayê Dilovan
  • Ma tu ne bi hesreta dinyayeke bê şer û bê zilm û zordarî yî?

  • Ma tu nabêjî: “Xwezî nexweşî, êş û mirin tune bûna”?

  • Ma tu naxwazî ji xeman û ji kul û derdan bifilitî?

  • Ma tu naxwazî li dinyayeke bê felaketên tebîetê bijî?

Xwedayê dilovan, ê ku erd û ezman xuliqandine, soz daye ku însan wê heta bi hetayê di aştî û selametê de bijîn. Ev yek ne tenê xeyal e!

Li meqaleyên din, tuyê cewabên van pirsan bistînî:

  • Gelo Xwedê ji me hez dike?

  • Kitêba Pîroz çi dibêje?

  • Pêxemberan di heqê bereketên sozdayî de çi gotine?

  • Gerek em çi bikin ku em dilşad bin û bereketên ebedî bistînin?

Ka em ewilî bibînin ku Xwedê hezkirina xwe ji me re çawa eyan kiriye.