Here Naverokê

Here naverokê

Xwedayê Dilovan Xema Me Dixwe

Xwedayê Dilovan Xema Me Dixwe

1. XWEDÊ ŞEWQA TAVÊ DIDE

Bê şewqa tavê jiyan nabe. Bi saya enerjiya ku dar ji tavê distînin, ew pel, gul, mêwe û toximên xwe tînin meydanê. Wekî din, bi saya vê enerjiyê, ava ku dar bi destê kokên xwe ji axê dikişînin, digihîje hemû pelan û paşê dibe buxar.

2. XWEDÊ BARANÊ DIBARÎNE

Baran hediyeyeke biqîmet a ji Xwedê ye. Bi saya baranê, erd xwarinê tîne meydanê. Xwedê ji ezmanan baranê dibarîne û demsalên berdar dide me. Bi vî awayî, ew nên dide me û dilê me şa dike.

3. XWEDÊ XWARIN Û KINCAN JI ME RE TEDAREK DIKE

Gelek kes pir dixebitin ku ji bo malbatên xwe xwarin û kincan tedarek bikin. Bala xwe bide van gotinên Kitêba Pîroz: “Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne?” (Metta 6:25, 26).

“Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin ... ez ji we re dibêjim ku Silêman [pêxember] jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin. Îcar, eger Xwedê giyayê çolê ... bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake?” (Metta 6:28-30).

Madem ku Xwedê dikare ji me re xwarin û kincan tedarek bike, ew bêguman dikare hewcedariyên me yên din jî tedarek bike. Eger em li gor daxwaza Xwedê bijîn, ew dikare keda me bibereket bike ku em karibin debara xwe bikin (Metta 6:32, 33).

Gava em li tav, baran, çivîk û gulan dinêrin, em dibînin ku gelek sebeb hene ku em ji Xwedê hez bikin. Li meqaleya din, emê bibînin ku Xwedê çawa fikrên xwe ji me re daye xuyakirin.