Here Naverokê

Here naverokê

Çawa ku serkarek nameyên xwe bi destê sekreterê xwe dide nivîsandin, Xwedê jî Kitêba Pîroz bi destê pêxemberan daye nivîsandin

Xwedê Çawa Sozên Xwe ji Me re Dide Xuyakirin?

Xwedê Çawa Sozên Xwe ji Me re Dide Xuyakirin?

Ji wexta ku Xwedê mirovên pêşîn xuliqandibûn, wî bi destê melek û pêxemberan xeber digihandin însanan. Wekî din, wî soz û xeberên xwe dane nivîsandin. Xwedê soz daye ku ewê xêr û bereketên mezin bide me. Gelo ev sozên Xwedê di kîjan kitêbê de hatine nivîsandin?

Xebera Xwedê di Kitêba Pîroz – yanî Tewrat, Zebûr û Încîlê – de hatiye nivîsandin (2. Tîmotêyos 3:16). Gelo Xwedê xebera xwe çawa bi destê pêxemberan daye nivîsandin? (2. Petrûs 1:21). Xwedê fikrên xwe dida pêxemberan û wan jî ew dinivîsandin. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Gava serkarek bi destê sekreterê xwe nameyekê dide nivîsandin, ev name dîsa jî ya vî serkarî ye. Mîna vê, Xwedê xebera xwe her çi qas bi destê însanan daye nivîsandin jî, Kitêba Pîroz xebera Xwedê ye.

KITÊBA PÎROZ LI HER DERÊ BELAV BÛYE

Xwedê dixwaze ku her kes xebera wî bixwîne û fehm bike. Îro, ev mizgîna Xwedê digihîje “her milet, bavik, ziman û gelan” (Peyxam 14:6). Bi saya bereketa Xwedê, Kitêba Pîroz bi temamî yan bi qismî bi zêdetirî 3.000 zimanî heye. Qet kitêbeke din bi ew qas zimanan nehatiye tercûmekirin.