Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 8

Çima Muhîm e ku Em Şikurdar Bin?

Çima Muhîm e ku Em Şikurdar Bin?

“Şikirdar bin” (KOL. 3:15).

KILAM 46 Ji Te Razî ne Yehowa

PÊŞGOTIN *

1. Zilamekî Samerî şikurdariya xwe çawa eyan kir?

DEH zilamên bicûzam bêçare bûn. Rojekê, wan Îsa Mesîh ji dûr ve dît. Wan bihîstibû ku Îsa dikare nexweşan qenc bike, û ew bawer bûn ku ew dikare wan jî qenc bike. Loma wan wisa gazî kir: “Ya Îsa, ya Hosta, rehmê li me bike!” Deh zilam bi temamî qenc bûn. Lê belê yek ji wan ne tenê di dilê xwe de şikurdar bû. Wî şikurdariya * xwe eyan kir. Ev zilamê qenckirî, ku ji xelkê Samerî bû, “bi dengekî bilind pesnê Xwedê da” (Lûqa 17:12-19).

2-3. (a) Dibe ku em şikurdariya xwe çima carinan nîşan nadin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

2 Gava kesek li me qenciyê dike, wê baş be ku em şikurdariya xwe wek vî zilamî eyan bikin. Gelo em carinan ji bîr dikin ku şikurdariya xwe bi hal û hereketên xwe nîşan bidin?

3 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku gerek em çima şikurdariya xwe bi gotin û kirinên xwe eyan bikin. Emê bielimin ku hin kesên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, şikurdariya xwe çawa eyan kir an eyan nekir. Paşê, emê hîn bibin ku em çawa dikarin şikurdariya xwe nîşan bidin.

GEREK EM ÇIMA ŞIKURDAR BIN?

4-5. Çima lazim e ku em şikurdariya xwe eyan bikin?

4 Yehowa ji aliyê şikurdariyê ve ji me re emsal e. Mesela, ew kesên ku dilê wî şa dikin, xelat dike (2. Sam. 22:21; Zeb. 13:6; Met. 10:40, 41). Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “wek zarokên delal mîna Xwedê bikin” (Ef. 5:1). Li gor vê, gerek em şikurdariya xwe eyan bikin ji ber ku em dixwazin Yehowa ji xwe re bikin nimûne.

5 Wekî din, çima muhîm e ku em şikurdariya xwe eyan bikin? Şikurdarî wek xwarineke xweş e – gava em xwarinê tevî dost û hevalên xwe dixwin, tama wê hê jî xweştir dibe. Gava kesên din şikurdariya xwe ji me re eyan dikin, em dilşad dibin. Gava em şikurdariya xwe eyan dikin, em dilê kesên din şa dikin. Kesê ku em şikurdariya xwe jê re eyan dikin wê fehm bike ku xîret, fedakarî an comerdiya wî ne badîhewa ye. Di netîceyê de, dostiya me bi vî kesî re wê hê jî xurttir bibe.

6. Gotinên şikurdar çawa dişibin sêveke zêrîn?

6 Gotinên şikurdar pir biqîmet in. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke zîv e” (Mtl. 25:11, Methelokên Hezretê Silêman). Bîne ber çavê xwe ku sêveke zêrîn li ser zemîna zîv çi qas xweşik xuya dike! Tiştekî wisa wê çi qas biqîmet bûya! Eger yekî hediyeyeke wisa bidaya te, ma tuyê kêfxweş nebûyayî? Bi eslê xwe, gotinên şikurdar jî ew qas biqîmet in. Wekî din, çi qas wext derbas be jî, sêveke zêrîn xera nabe. Mîna vê, gotinên şikurdar zû nayên ji bîr kirin.

HIN KESÊN ŞIKURDAR

7. Dawid û zebûrbêjên din şikurdariya xwe çawa dianî zimên?

7 Di demên berê de, gelek xizmetkarên Xwedê şikurdariya xwe eyan dikir. Yek ji wan, Dawid (Zebûr 27:4 bixwîne). Wî pir qîmet dida îbadeta pak, û wî hîsên xwe bi hal û hereketên xwe eyan dikirin. Mesela, wî ji bo avakirina perestgehê gelek zêr, zîv û tiştên din dan. Lawên Asaf seba şikurdariya xwe çend zebûr, yanî kilamên pesnan, nivîsandin. Li yek ji wan zebûran, wan ji Xwedê re şikur kir û pesnê wî da ji bo karên wî yên bedew (Zeb. 75:1). Xuya ye ku Dawid û lawên Asaf dixwest ji Yehowa re nîşan bidin ku ew ji bo hemû bereketên wî çi qas şikurdar in. Tu çawa dikarî van zebûrbêjan ji xwe re bikî nimûne?

Nameya Pawlos a ji Romayiyan re di heqê şikurdariyê de çi nîşanî me dike? (Li paragrafên 8 û 9an binêre) *

8-9. Pawlos çawa nîşan dida ku ew qîmetê dide xwişk û birayan? Bi îhtimaleke mezin, netîceya vê bû çi?

8 Pawlos qîmet dida xwişk û birayan, û wî ev yek bi xeberdana xwe nîşan dida. Di duayên xwe de, wî her tim ji bo xwişk û birayan şikur dikir. Wekî din, wî di nameyên xwe de digot ku ew çi qas qîmetê dide wan. Li Romayî 16:1-15, Pawlos behsa navên 27 xwişk û birayan kir. Wî di heqê Prîskîla û Akîlas de got ku wan canê xwe di oxira wî de avêtibû talûkeyê. Wekî din, Pawlos got ku Fîbiyê “ji gelekan re” û ji wî re jî “bû alîkar”. Wî pesnê van xwişk û birayên hêja û bixîret da (Rom. 16:1-15).

9 Pawlos dizanibû ku qisûrên xwişk û birayan hene, lê li dawiya nameya xwe ya ji Romayiyan re, wî bala xwe da sifatên wan ên baş. Bîne ber çavê xwe ku ew xwişk û bira çi qas teşwîq bûn gava nameya Pawlos ji civatê re hat xwendin. Bi îhtimaleke mezin, vê yekê dostiya wan bi Pawlos re hê jî xurttir kir. Gelo tu jî şikurdariya xwe her tim tînî zimên gava xwişk û birayên li civata te tiştên baş dikin an dibêjin?

10. Îsa Mesîh şikurdariya xwe çawa anî zimên, û ji vê em dikarin çi dersê bistînin?

10 Li gotinên Îsa Mesîh yên ji civatên Anatolyayê re, wî pesnê şagirtên xwe da. Mesela, wî ji civata Tiyatîrayê re wisa got: “Ez bi kirinên te, bi hezkirina te, bi baweriya te, bi xizmet û bîhnfirehiya te dizanim û ez dizanim ku karên te yên paşî ji yên pêşî hê bêtir in” (Pey. 2:19). Îsa hem behsa xîreta wan kir hem jî pesnê sifatên wan ên baş da. Her çi qas hin ji wan hewceyî şîretê bûn jî, Îsa hem di serî de hem jî di xelasiyê de teşwîq da wan (Pey. 2:25-28). Ji ber ku Îsa serê hemû civatan e, ew ne mecbûr e ku ji me re spas bike gava em îşê wî tînin cih. Dîsa jî, Îsa şikurdariya xwe tîne zimên. Wê baş be ku kalên civatê jî her tim wisa bikin!

HIN KESÊN KU NE ŞIKURDAR BÛN

11. Esaw li tiştên pîroz çawa dinêrî?

11 Hin kesên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, ne şikurdar bûn. Mesela, Esaw her çi qas di malbateke bawermend de mezin bû jî, wî qîmet nedida tiştên pîroz (Îbranî 12:16 bixwîne). Ev yek çawa xuya bû? Esaw heqê nixurîtiya xwe ji bo xwarinekê ji birayê xwe Aqûb re firot (1. Mû. 25:30-34). Paşê, Esaw seba vê pir poşman bû. Lê belê êdî dereng bû. Ji ber ku wî qîmet nedabû heqê xwe, wî bereketa nixurîtiyê jî nestend.

12-13. Îsraêlî çawa nankor bûn, û netîce bû çi?

12 Gelek sebebên Îsraêliyan hebûn ku şikurdar bin. Piştî ku Yehowa 10 bela anîn ser Misrê, miletê Îsraêl ji koletiyê azad bû. Paşê, Xwedê ew dîsa filitandin û temamiya ordiya Misrê li Behra Sor helak kir. Îsraêliyan şikurdariya xwe ji Yehowa re bi straneke zaferê anî zimên. Lê paşê çi çêbû?

13 Gava Îsraêlî rastî tengahiyên nû hatin, wan keremên Yehowa zû ji bîr kirin (Zeb. 106:7). Li şûna ku ew şikurdar bin, wan “li dijî Mûsa û li dijî Harûn gazincan kirin”. Bi eslê xwe, wan li dijî Yehowa gilî û gazin dikirin (2. Mû. 16:2, 8). Yehowa pir xemgîn bû ji ber ku xizmetkarên wî nankor bûn. Wî paşê got ku ji xeynî Yêşû û Kaleb, ev neslê Îsraêliyan wê li çolê bimirin (4. Mû. 14:22-24; 26:65). Niha emê bibînin ku em çawa dikarin xwe ji şaşiyên wan dûr bigirin û kesên şikurdar ji xwe re bikin nimûne.

ŞIKURDARIYA XWE EYAN BIKE

14-15. (a) Jin û mêr çawa dikarin şikurdariya xwe ji hev re eyan bikin? (b) Dê û bav çawa dikarin zarokên xwe hîn bikin ku ew şikurdar bin?

14 Li malbatê. Gava ferdên malbatê şikurdariya xwe eyan dikin, ev yek ji bo bextewariya malbatê pir bifeyde ye. Mesela, eger jin û mêr ji hev re şikurdar bin, ewê hê nêziktirî hev bibin. Wekî din, ewê karibin şaşiyên hev zû bibexşînin. Zilamekî ku qîmetê dide pîreka xwe wê gotin û kirinên wê yên baş bibîne û pesnê wê bide (Mtl. 31:10, 28). Pîrekeke bihîkmet jî wê qîmetê bide kirinên zilamê xwe, û ewê vê yekê bi gotinên xwe jî eyan bike.

15 Dê û bavno, hûn çawa dikarin zarokên xwe hîn bikin ku ew şikurdar bin? Ji bîr nekin ku zarok wê gotin û kirinên we ji xwe re bikin nimûne. Loma ji wan re bibe emsaleke baş. Gava zarokên we tiştekî baş dikin, ji wan re spas bikin. Wekî din, zarokên xwe hîn bikin ku ji mirovan re bibêjin “spas”. Alî wan bike ku ew fehm bikin ku şikurdarî gerek ji dil bê, û ku qîmeta gotinên şikurdar mezin e. Jinikeke ciwan a bi navê Clary wisa dibêje: “Gava diya min 32 salî bû, ew ji nişka ve tevî sê zarokên xwe bi tena serê xwe ma. Gava ez 32 salî bûm, ez fikirîm ku halê diya min çi qas bi zehmet bû. Loma min ji wê re got ku ez pir şikurdar im ku wê ez û birayên min bi fedakarî mezin kirin. Çendek berê, wê ji min re got ku gotinên min dilê wê pir girtiye. Her ku ew li ser gotinên min difikire, ew pir şa dibe.”

Zarokên xwe hîn bike ku ew şikurdar bin (Li paragrafa 15an binêre) *

16. Şikurdarî çawa dikare kesên din teşwîq bike? Mîsalekê bide.

16 Li civatê. Gava em şikurdariya xwe ji xwişk û birayan re eyan dikin, ew ji vê teşwîq dibin. Mesela, Jorge, kalekî civatê yê ku 28 salî ye, giran nexweş ket û ji bo mehekê nikaribû here civînan. Paşê, gava ew ji nû ve çû civînan, wî dîsa jî nikaribû li sehneyê gotar pêşkêş bikirana. Jorge wisa dibêje: “Min xwe bêkêr hesab dikir çimkî min nikaribû îşên civatê bikim. Lê belê piştî civînekê, birayekî ji min re wisa got: ‘Tu ji malbata min re bûyî emsaleke pir baş. Li salên berê, me ji gotarên te pir kêf distend. Gotarên te gelek alî me kiriye ku em ji aliyê ruhî bi pêş ve herin. Xwedê ji te razî be!’ Gotinên wî dilê min girt, û çavê min bi hêstiran ve tije bû. Ez bi rastî jî hewceyî van gotinan bûm.”

17. Li gor Kolosî 3:15, em çawa dikarin şikurdariya xwe ji Yehowa re eyan bikin?

17 Ji Xwedayê meyî comerd re. Yehowa bi zêdeyî xwarina ruhî dide me. Mesela, em bi destê civîn, kovar û malperên teşkîlatê melûmatên bifeyde distînin. Ma tu car caran piştî gotar, meqale an bernameyeke JW Broadcasting wisa nafikirî: “Ev yek ji sedî sed li gor hewcedariya min bû!” Em çawa dikarin şikurdariya xwe ji Yehowa re eyan bikin? (Kolosî 3:15 bixwîne). A yekê, wê baş be ku em di duayên xwe de ji bo van hediyeyan her tim spas bikin (Aqûb 1:17).

Gava em Salona Îbadetê paqij dikin, ev yek şikurdariya me eyan dike (Li paragrafa 18an binêre)

18. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin Salona Îbadetê?

18 Wekî din, em dikarin şikurdariya xwe ji Yehowa re wisa eyan bikin ku em qîmetê bidin Salona Îbadetê. Loma wê baş be ku em hemû destek bidin îşê paqijkirina Salonê. Eger em li Salona Îbadetê rind binêrin û cîhazên elektronîk bi îhtimam bi kar bînin, tamîratên mezin wê bi zêdeyî dernekevin. Pereyên ku bi vî awayî tên teserûf kirin dikarin ji bo avakirin û tamîrkirina Salonên Îbadetê yên li seranserê dinyayê bên xerc kirin.

19. Serpêhatiya nazirekî herêmî û pîreka wî çi rêyî me dide?

19 Ji yên ku bi xîret ji bo me dixebitin re. Gava em şikurdariya xwe eyan dikin, gotinên me dikarin cesaretê bidin kesekî ku rastî tengahiyan tê. Serpêhatiya nazirekî herêmî û pîreka wî vêya nîşan dide. Piştî ku ew zivistanê rojekê ji sibehê heta êvarê li xizmetê bûn, ew êdî betilîn û vegeriyan malê. Hewa ew qas sar bû ku xwişka me bi paltoyê xwe raza. Serê sibehê, wê ji zilamê xwe re got ku ew êdî nikare vê wezîfeyê berdewam bike. Lê çend saet bi şûn de, wê nameyeke ji Beytelê stend. Di nameyê de, pesnê wê hat dayîn ji bo xizmet û sebra wê. Ji wê re gotin ku bi rastî pir zor e ku gerek ew her hefte li maleke din bimîne. Zilamê wê wisa dibêje: “Nameyê dilê wê ew qas girt ku wî êdî tu caran negot ku ew dixwaze dev ji vê wezîfeyê berde. Bi ser de, gava min dixwest dev ji wezîfeya xwe berdim, wê ez teşwîq kirim ku ez berdewam bikin.” Di netîceyê de, vî nazirê herêmî û pîreka wî wezîfeya xwe nêzikî 40 salî berdewam kir.

20. Wê baş be ku em her roj çi bikin, û çima?

20 Eger em şikurdariya xwe her roj bi gotin û kirinên xwe eyan bikin, ev yek dikare alî kesên din bike ku ew serî bi tengahiyên vê dinyaya nankor re derxînin. Wekî din, ev yek wê alî me bike ku em dostaniyên saxlem û daîm ava bikin. A herî muhîm jî ev e ku bi vî awayî, em dikarin comerdî û şikurdariya Yehowa ji xwe re bikin nimûne.

KILAM 20 Te Kurê Xweyî Delal Berva da

^ par. 5 Li warê şikurdariyê, em dikarin ji Yehowa, ji Îsa Mesîh û ji Sameriyê bicûzam çi dersan bistînin? Li vê meqaleyê, emê li van mînakan û li mînakên din binêrin. Emê bielimin ku gerek em çima şikurdar bin û em çawa dikarin şikurdariya xwe eyan bikin.

^ par. 1 NOT: Gava em ji bo tiştekî an ji kesekî re şikurdar in, ev tê maneya ku em ji dil razî ne û qîmetê didin vî tiştî an vî kesî.

^ par. 55 RESIM: Nameya Pawlos li ber civata Romayê tê xwendin; Akîlas, Prîskîla, Fîbî û kesên din şa dibin gava ew navên xwe dibihîzin.

^ par. 57 RESIM: Dayikek alî keçika xwe dike ku ew teqdîra xwe ji xwişkeke extiyar re eyan bike.