Here Naverokê

Here naverokê

“Bi Yên Ku Digirîn re Bigirîn”

“Bi Yên Ku Digirîn re Bigirîn”

“Di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. SEL. 5:11).

KILAM: 90, 111

1, 2. Çima lazim e ku em bielimin ku gava şîna yekî heye, em çawa dikarin dilê wî rihet bikin? (Li rêsmê ewilî binêre.)

XWIŞKEKE me ya bi navê Susi wisa got: “Piştî mirina kurê me, me nêzikî salekê gelek êş dikişand.” Birayekî me jî dibêje ku çaxa pîreka wî ji nişka ve mir, wî “êşeke giran dikişand”. Mixabin gelek kesên din jî êş û janeke wisa dikişînin. Gelek şagirtên Îsa hêvî dikir ku berî ku hezkiriyên wan bimirin, Harmagedon wê were. Dibe ku hezkiriyekî te miriye an tu kesekî bişîn nas dikî û ji xwe wisa dipirsî: “Ez çawa dikarim alîkariya kesên ku şîn digirin bikim ku ew karibin serî bi dilêşa xwe re derxînin?”

2 Dibêjin ku wext, dermanê herî baş e. Gelo dilekî birîndar bi rastî tenê bi derbasbûna zeman re qenc dibe? Jinebiyekê wisa got: “Bi dîtina min, tiştê ku şîfa dide ne wext e, lê ev e ku mirov di vê wextê de çi dike.” Belê, wek birîneke bedena me, eger melhem bê lêkirin, dibe ku êşa birîna dil jî bi zeman re qenc bibe. Gelo çi dikare alî kesên bişîn bike ku ew birînên dilê xwe qenc bikin?

YEHOWA XWEDAYÊ HEMÛ TESELIYÊ YE

3, 4. Em ji ku dizanin ku Yehowa halê kesên ku şîn digirin fehm dike?

3 Bêguman teseliya herî mezin ji Bavê meyî ezmanî Yehowa tê (2. Korîntî 1:​3, 4 bixwîne). Yehowa ji her kesî rindtir halê me fehm dike, û wî ji xizmetkarên xwe re wisa soz daye: “Yê ku xemrevîniyê li we dike, ez im” (Îşa. 51:12; Zeb. 119:​50, 52, 76).

4 Bavê meyî dilovan jî dostên xwe seba mirinê winda kiriye, mesela Birahîm, Îshaq, Aqûb, Mûsa û Dawid Padîşah (4. Mû. 12:​6-8; Met. 22:​31, 32; Kar. 13:22). Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bi dil û can bêriya wê wextê dike, gava ewê wan ji miriyan rake (Eyûb 14:​14, 15). Kesên ku ji nû ve bên sax kirin wê bextewar bin û siheta wan wê pir baş be. Wekî din, bîne bîra xwe ku Kurê Xwedê, yê ku “li ber dilê Wî şîrîn bû”, bi îşkence hat kuştin (Mtl. 8:​22, 30, Methelokên Hezretê Silêman). Dilêşa Yehowa bêguman pir mezin bû (Yûh. 5:20; 10:17).

5, 6. Yehowa çawa dikare dilê me rihet bike?

5 Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike. Ji ber vê yekê, gerek em dilê xwe jê re vekin û di duayên xwe de behsa derdên xwe bikin. Belê, Yehowa êş û jana me fehm dike û melhem dike li ser dilê me. Lê Yehowa çawa teselî dide me?

6 Yehowa “bi handana [an teseliya] Ruhê Pîroz” alî me dike (Kar. 9:31). Teseliya ruhê Xwedê bi rastî jî pir bitesîr e. Îsa soz dabû ku Bavê meyî ezmanî wê mutleqe “Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Susi wisa dibêje: “Me gelek caran li ber Yehowa çok didan û jê dixwest ku ew teselî bide me. Bi rastî jî aştiya Xwedê her tim dil û hişê me diparast” (Filîpî 4:​6, 7 bixwîne).

ÎSA SEROKKAHÎNEKÎ DILŞEWAT E

7, 8. Em çima dikarin bawer bin ku Îsa wê dilê me rihet bike?

7 Gava Îsa li ser erdê bû, wî hemdiliya Bavê xwe Yehowa bi gotin û kirinên xwe ve nîşan dida (Yûh. 5:19). Îsa hat şandin ji bo ku ew teselî bide kesên “dilşikestî” û “hemû kesên bişîn” (Îşa. 61:​1, 2; Lûqa 4:​17-21). Ew bi rastî dilşewat bû, yanî wî derdê mirovan fehm dikir û ji dil dixwest alî wan bike (Îbr. 2:17).

8 Çaxa Îsa zarok bû, Îsa bêguman şîna çend heval û merivên xwe girt. Wisa tê xuya ku gava zirbavê wî Ûsiv mir, Îsa hê ciwan bû. * Bîne ber çavê xwe ku ji bo Îsa çi qas zor bû ku ew serî bi xemgîniya xwe û xemgîniya dê û xwişk û birayên xwe re derxîne.

9. Çaxa Lazar mir, Îsa çi kir?

9 Îsa di xizmeta xwe de her tim nîşan dida ku ew halê mirovan fehm dike. Mesela, gava hevalê wî Lazar mir, Îsa jixwe zanibû ku ewê wî ji miriyan rake. Dîsa jî, Îsa li ber şîna Meryem û Mertayê xemgîn bû. Dilê Îsa bi wan ew qas şewitî ku hêstir ji çavên wî hatin (Yûh. 11:​33-36).

10. Em çawa dikarin bawer bin ku Îsa îro jî halê me fehm dike?

10 Gelo Îsa îro jî dikare dilê me rihet bike? Kitêba Pîroz dibêje ku “Îsa Mesîh, duh, îro û her û her eynî ye” (Îbr. 13:⁠8). Ji ber ku “Serokê jiyanê” kul û derdan fehm dike, “ew dikare bê hawara wan ên ku tên ceribandin” (Kar. 3:15; Îbr. 2:​10, 18). Loma em dikarin bawer bin ku Mesîh xema mirovan îro jî fehm dike. Li “dema ku em hewcedarê alîkariyê bin”, ewê dilê me rihet bike (Îbranî 4:​15, 16 bixwîne).

NIVÎSARÊN PÎROZ TESELÎ DIDIN ME

11. Tu bi taybetî ji kîjan ayetan teselî distînî?

11 Ji xeynî qeyda der heqê xemgîniya Îsa li dema mirina Lazar, gelek ayetên din jî teselî didin me. Bi rastî jî “ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana [an teseliya] Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe” (Rom. 15:⁠4). Eger şîna te hebe, ev ayet dikarin dilê te rihet bikin:

  • “Nêzîkî dilşikestiyan e Xudan, ruhê wî rizgar dike bindestan” (Zeb. 34:​18, 19).

  • “Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te [Yehowa] rihet dike canê min” (Zeb. 94:19).

  • “Bila Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedê yê ku ji me hez kiriye û bi keremê hana [an teseliya] herheyî û hêviya qenc daye me, di ber dilê we de bê û we . . . qayîm bike” (2. Sel. 2:​16, 17). *

CIVAT KANIYA TESELIYA MEZIN E

12. Em çawa dikarin dilê kesên din rihet bikin?

12 Civata şagirtên Îsa jî ji bo kesên ku şîn digirin kaniya teseliyê ye (1. Selanîkî 5:11 bixwîne). Tu çawa dikarî qewet bidî kesên bi “ruhê perçiqiye” û dilê wan rihet bikî? (Mtl. 17:22). Ji bîr neke ku “wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye” (Waiz 3:⁠7). Jinebiyeke bi navê Dalene wisa dibêje: “Kesên ku şîn digirin dixwazin fikir û hîsên xwe bînin ziman. Loma gava şîna yekî heye, guh bide wî û gotina wî qut neke.” Junia – xwişka mêrekî ku xwe kuştibû – wisa dibêje: “Dibe ku tu nikarî derdê wan bi temamî fehm bikî. Tiştê herî muhîm ev e ku tu bixwazî halê wan fehm bikî.”

13. Gerek em der heqê şînê de çi ji bîr nekin?

13 Gerek em ji bîr nekin ku her kes şîna xwe bi awayekî cuda hîs dike û eyan dike. Carinan dilê mirov tije êş dibe, lê ew nikare derdê xwe bîne ziman. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dil xem û kederên xwe nas dike û biyaniyek nikare têkilî şabûniya wî bibe” (Mtl. 14:​10, Methelokên Hezretê Silêman). Eger kesek behsa xema xwe dike jî, dibe ku kesên din dîsa jî rind fehm nekin ku ew dixwaze çi bibêje.

14. Em çawa dikarin kesên ku şîn digirin teselî bikin?

14 Carinan em nizanin ku gerek em ji kesên xemgîn re çi bibêjin. Dîsa jî, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zimanê eqilmendan dermanê dilan e” (Mtl. 12:​18, Methelokên Hezretê Silêman). Mesela, broşûra When Someone You Love Dies nîşan dide ku em dikarin çi bibêjin. * Gelek caran jî alîkariya herî mezin ev e ku em “bi yên ku digirîn re bigirîn” (Rom. 12:15). Gaby li ser xemgîniya xwe li ber mirina zilamê xwe wisa dibêje: “Hêstir êdî bûnê zimanê dilê min. Gava hevalên min bi min re digirîn, dilê min hebekî rihet dibe û ez fehm dikim ku ez ne tenê me.”

15. Eger ji me re zor e ku em rû bi rû teselî bidin, em dikarin çi bikin? (Li çarçoveya “ Bi Gotinên Şîrîn Teselî Bide”)

15 Eger ji te re zor e ku tu rû bi rû bipeyivî, belkî tu dikarî bi destê name, e-peyam an SMSekê teselî bidî. Mesela, tu dikarî behsa ayeteke teselîdar, xusûsiyet an sifateke baş a kesê mirî an xatirayeke xweş bikî. Junia wisa dibêje: “Çaxa ez peyameke şîrîn distînim an yekî bangî min dike mala xwe, ez pir şa dibim. Bi saya tiştên wisa, ez fehm dikim ku xwişk û bira ji min hez dikin û xema min dixwin.”

16. Wekî din, teselî çawa tê dayîn?

16 Gava şîna xwişk û birayên me heye, qîmeta duayên me mezin dibe. Em dikarin hem ji bo wan hem jî tevî wan dua bikin. Carinan dilê me ew qas dişewite û girîna me tê ku em nikarin fikrên xwe bi zelalî bînin ziman. Di halekî wisa de, dîsa jî duaya me dikare derman bide dilan. Dalene wisa dibêje: “Gava xwişk tên cem me ji bo ku teselî bidin me, ez carinan ji wan dixwazin ku ew dua bikin. Ew jî dest bi duayê dikin. Berê çi qas zor be jî, dengê wan her ku diçe xurttir dibe û ew bi dil û can dua dikin. Bawerî, hezkirin û eleqeya wan bi rastî jî baweriya min xurt dikin.”

HER TIM TESELÎ BIDE

17-19. Gerek em çima her daîm teselî bidin?

17 Hinek wexteke kin, hinek jî wexteke dirêj şîn digirin. Ji bo vê, ne tenê li rojên piştî cenazayê, lê çend meh paşê jî, piştî ku her kes vegeriya îşê xwe, dîsa teselî lazim e. “Hevalê qenc her hejî hevalê xwe dike û di tengasiyê de weke brayek e” (Mtl. 17:​17, Methelokên Hezretê Silêman). Belê, lazim e ku şagirtên Îsa dilê xwişk û birayên xwe her tim rihet bikin – heta ku ew karibin serî bi êşa dilê xwe re derxînin (1. Selanîkî 3:7 bixwîne).

18 Dibe ku êşa kesên ku şîn digirin ji nişka ve seba hin rojên mexsûs, stran, resim, bêhn, deng an demsalan zêde bibe. Piştî ku mirov tenê bimîne, gelek tişt dikarin êşeke giran bidin dilê wî, mesela gava ew bi tena serê xwe diçe civîneke mezin an Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Birayekî me wisa dibêje: “Min zanibû ku roja zewaca me wê ji bona min gelek zor be, û bi rastî jî wisa bû. Lê wê rojê, çend xwişk û bira li hev top bûn û ez tenê nehiştim.”

19 Gerek em ne tenê li rojên mexsûs, lê li demên din jî cesaret bidin kesên ku şîn digirin. Junia wisa dibêje: “Alîkarî û hevaltiya li rojên din jî pir bifeyde ye û teseliya mezin dide.” Rast e ku em nikarin dilêşa wan bi temamî tune bikin an cihê kesê mirî bigirin, lê em dikarin alî kesên xemgîn bikin û dilê wan hebekî rihet bikin (1. Yûh. 3:18). Gaby wisa dibêje: “Ez ji Yehowa re şikur dikim ji bo alîkariya kalên civatê, yên ku di tengahiya min de her tim li kêleka min disekinîn. Bi saya vê alîkariyê, min dît ku Yehowa ji min çi qas hez dike.”

20. Em ji sozên Yehowa çawa teselî dibînin?

20 Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû kul û derdan biqedîne. Belê, “hemû kesên di goran de wê dengê wî [Mesîh] bibihîzin û derkevin” (Yûh. 5:​28, 29). Xwedayê hemû teseliyê soz dide ku ewê mirinê tune bike û “hêstirên çavan paqij bike” (Îşa. 25:⁠8). Li şûna ku em “bi yên ku digirîn re bigirîn”, emê “bi yên ku şa dibin re, şa bin” (Rom. 12:15).

^ par. 8 Gava Îsa 12 salî bû, Ûsiv hê dijiya. Lê paşê, çaxa Îsa mucîzeya xweye pêşîn kir û av kir şerav, Kitêba Pîroz êdî behsa Ûsiv nake. Piştî vê, Ûsiv di Kitêba Pîroz de derbas nabe. Gava Îsa li ser dîrekê hat mix kirin, wî ji Yûhennayê şandî xwest ku ew ji Meryemê re bibe xwedî. Eger Ûsiv sax bibûya, Îsa wê wisa negota (Yûh. 19:​26, 27).

^ par. 11 Ayetên din ên teselîdar: Zebûr 20:​1, 2; 31:7; 38:​8, 9, 15; 55:22; 121:​1, 2; Îşaya 57:15; 66:13; Filîpî 4:13; û 1. Petrûs 5:⁠7.

^ par. 14 Wekî din, li meqaleya “Comfort the Bereaved, as Jesus Did” li The Watchtower a 1 Mijdar 2010 binêre.