Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gelo şagirtê Îsa dikare bal xwe çek xwey ke, mesela tiving an qirmê biçûk, da ku xwe biparêze?

Çaxa şagirtên Îsa qerar dikin ku çawa di derecên xof de xwe biparêzin, ew xwe li prensîpên Kitêba Pîroz digirin. Û ji prensîpên Kitêba Pîroz zelal tê kifşê ku necayîz e bona şagirtê Îsa tiving, qirme an jî çekên mayîn bide xebatê ku xwe ji mirovên xof biparêze. Were çend tiştan şêwir kin, ku alî me bikin di vê yekê de qerarkirinên rast bikin:

Ber çavê Yehowa jiyanê mirovan pîroz e. Dawid zebûrbêj got ku Yehowa “kaniya jiyanê” ye (Zeb. 36:⁠9). Loma jî eger şagirtê Îsa dixwaze xwe an jî mal û milkê xwe biparêze, ew wê her tiştî bike ku xûna kesekî nekeve stûyê wî, dêmek wê nekuje (5. Mû. 22:8; Zeb. 51:14).

Rast e her tişt bi çi jî mirov xwe biparêze, dikare bibe meniya mirina kesekî, lê qirme dikare pêra-pêra bikuje, firqî tune nişkêva ew biqewime an jî bi hemdê xwe kesekî gule kin. * Ji xeynî vê yekê, qaçax an diz ku dixwaze ziyanê bide kesekî, ew wisa jî tevhev e, lê çaxa ew di destê kesekî de qirmê divîne, hal hê xirab dibe û kesek dikare bê kuştinê.

Îsa pêşiya mirina xwe ji şagirtên xwe re got ku şûr tevî xwe hildin. Lê wî ne bona vê yekê got ku ew xwe biparêzin (Lûqa 22:​36, 38). Îsa dixwast dersekê ji wan re bielimîne. Wî got ku ew gerek ziyanê nedine kesekî, hingê jî gava elalet bi çekan miqabilî wan derê (Lûqa 22:52). Çaxa Petrûs bi şûrê xwe xulamê serokkahîn birîndar kir, Îsa temî da Petrûs: “Şûrê xwe bixe kalanê wî”. Paşî van gotinan Îsa prensîpeke wisa got ku bona şagirtê Îsayî îroyîn e jî: “Her kesê ku şûr bikişîne, ewê bi şûr bê kuştin” (Met. 26:​51, 52).

Li gor pêxembertiya Mîka 4:​3, cimeta Xwedê “şûrên” xwe dikine “hesinê gîsinê” û “rimên” xwe dikin “kêra rezvanan”. Belê, ev yek wisa ne, şagirtên Îsa gerek şerûd nîbin. Ew dijîn li gor temiya Xwedê kîjan ku ew bi destê Pawlos da: “Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin. . . . Heta ku ji dest we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin” (Rom. 12:​17, 18). Pawlos rastî gelek çetinayan hat, di aliyê qaçaxan de jî, lê wî tu car ev prensîpa Xwedê neteriband ku jiyanê xwe biparêze (2. Kor. 11:26). Di wan derecan de, Pawlos îtbariya xwe Xwedê û bîlaniya wî dianî, bîlaniya ku di Peyva Wî de heye û ji çekên şer “qenctir” e (Waiz 9:18).

Bona şagirtên Îsa jiyan ji mal û milkê qîmettir e. Belê, “jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye” (Lûqa 12:15). Loma jî besa xeberê, eger şagirtê Îsa bi gotinên nerm nikare qaçax an diz ku qirma wî heye bide sekinandinê, hingê gerek pey vê prensîpa Îsa here: “Li ber ê xêrab ranebin”. Ev tê hesabê çi ku ew ji me bixwaze, emê her tiştî ji jê re bidin (Met. 5:​39, 40; Lûqa 6:29). * Lê lape baş ev e ku nekevin çavê qaçaxa. Çawa Kitêba Pîroz dibêje ku bi mal û milkê xwe qure nekin. Û hin jî eger cînar me nas dikin çawa Şahidên Yehowa ên ku astîhez in, ew yek jî dikare me ji qaçaxtiyê xwedî ke (1. Yûh. 2:16; Mtl. 18:10).

Şagirtên Îsa wijdana mirovên din hildidine hesab (Rom. 14:21). Eger di civatê de kesek bielime ku cem xwişk an birak qirme heye, ew dikarin ecêbmayî bimînin, û hela hê bilikumin jî. Loma eger jî em difikirin ku îzina me heye tiştekî bikin, lê ev yek dikare xwişk-bira bilikumîne, emê ji hezkirinê tiştên wisa nekin (1. Kor. 10:​32, 33; 13:​4, 5).

Şagirtên Îsa gerek bona yên din nimûne baş bin (2. Kor. 4:2; 1. Ptr. 5:​2, 3). Eger şagirtê Îsa çek xwedî dike ji bo ku xwe biparêze, kal wê li ser hîmê Kitêba Pîroz şîretê bidine wî. Û eger ew şagirtê Îsa evê şîretê pişt guhê xwe ve bavêje, bona civatê ew nimûne baş nîne. Ew êdî nikare di civatê de kifşkirin an jî mesûliyet bistîne. Ev prensîp bona wan şagirtên Îsa ye jî, ên ku wî cîyî dixebitin, kîderê ku ew çek hildidin destên xwe. Belê, hê baş e xebateke din bigerin. *

Şagirtê Îsa gerek xwexa qerar ke ku çawa malbat û mal û milkê xwe xwedî ke, û wisa jî çi xebat bijbêre. Lê her qerarkirin gerek li gor prensîpên Kitêba Pîroz be. Xwedayê meyî bîlan ew prensîp dane me, çimkî me hez dike. Loma jî şagirtên Îsa ku bi prensîpên Xwedê dijîn û qayîm wî hez dikin, bona xwedîkirina jiyanê xwe wê tu çekî hilnedin destê xwe û ne jî bal xwe xwedî kin. Ew zanin ku eger îtbariya xwe Xwedê bînin û di jiyanê xwe de prensîpên wî bidine xebatê, Xwedê wê xwedîkirin û bêxofiyê heta bi hetayê bide wan (Zeb. 97:10; Mtl. 1:33; 2:​6, 7).

Dema tengasiya mezin, şagirtên Îsa wê hewara xwe Yehowa bînin ne ku bi xwe, xwe biparêzin

^ par. 3 Şagirtê Îsa dikare qerar ke ku çeka wî hebe (mesela, qirme), da ku nêçîrvaniyê an jî ku xwe ji heywanên beyanî biparêze. Lê çaxa ew çeka xwe nade xebatê, ew gerek gule anê patronan ji qirmê derxe û danegirtî xwedî ke, an jî ji hev derxe û di cîkî dadayî de xwedî ke. Di wan welatan de kîderê ku neqanûnî ye û qedexekirî ye çek xwedî kin, şagirtên Îsa gura vê qanûnê dikin (Rom. 13:⁠1).

^ par. 2 Da ku hê zêde malûmat bistînin di vê yekê de ku çawa xwe xwedî kin ji zorbetîkirinê, binêrin meqale bi navê “How to Prevent Rape” (“Çawa Xwe ji Zorbetîkirinê Xwedî kin”), di kovara Awake! de, ya meha 8 Adarê, sala 1993.

^ par. 4 Hê zêde malûmat der heqê xebatekî wisa de ku qirme gerek hildine destê xwe, binêrin The Watchtower ya meha 1 Mijdarê, sala 2005, rûp. 31, û ya 15 Tîrmehê, sala 1983, rûp. 25-26.