Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 1

‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt’

‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt’

AYETA SALANE JI BO SALA 2020AN: “Herin, mirovên ji hemû miletan bikin şagirt û wan ... bin av bikin” (MET. 28:19, WDN).

KILAM 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

PEŞGOTIN *

1-2. Li ber tirbeya Îsa, melekekî ji jinan re çi got, û paşê, Îsa çi rêberî da wan?

SAL, sala 33yan a P.M. bû. Li 16ê Nîsanê, serê sibehê, çend jinên bawermend çûn ser tirbeya Îsa Mesîh. Zêdetirî 36 saet berê, Îsa li wê derê hatibû defn kirin. Ev jin pir dilşikestî bûn ku mamosteyê wan miribû. Wan dixwest rûn û giyayên bêhnxweş li bedena Îsa bixin, lê gava ew gihîştin tirbeyê, wan dît ku tirbe vala ye! Li wir, melekek ji wan re xuya bû, yê ku ji wan re got ku Îsa ji mirinê hatiye rakirin. Wekî din, wî got: “Ew ... beriya we diçe Celîlê. Hûnê wî li wê derê bibînin” (Met. 28:1-7; Lûqa 23:56; 24:10).

2 Paşê, Îsa jî ji van jinan re xuya bû û ev emir da wan: “Herin û ji birayên min re bêjin, bila biçin Celîlê. Li wir ewê min bibînin” (Met. 28:10). Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, wî serê pêşîn tevî şagirtên xwe civînek saz kir. Eşkere ye ku Îsa dixwest ji şagirtên xwe re tiştekî pir muhîm bigota!

EMREKÎ JI BO KÊ?

Gava Îsa bi şandiyên xwe û kesên din re li Celîlê li hev top bû, wî ji wan re emir da ku bila ew “herin û mirovên ji hemû miletan bikin şagirt” (Li paragrafên 3 û 4an binêre)

3-4. Em ji ku dizanin ku emrê ku li Metta 28:19, 20 hatiye qeyd kirin tenê ji şandiyan re nehatibû dayîn? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

3 Metta 28:16-20 bixwîne. Gava Îsa bi şagirtên xwe re li hev top bû, wî ji wan re got ku gerek ew çi îşê muhîm bikin. Îsa got: “Loma herin û [mirovên ji] hemû miletan bikin şagirtên min ... hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin.” Li sedsala yekê, şagirtên Îsa ev îş dikir, û îro jî, em vî îşî dikin.

4 Îsa dixwaze ku hemû şagirtên wî mizgînê belav bikin. Wî ev emir tenê ji 11 şandiyên xwe re neda. Em vêya ji ku dizanin? Gava Îsa li çiyayekî li Celîlê ev emir da, ma tenê şandiyên Îsa li wê derê bûn? Bîne bîra xwe ku Îsa ji jinan re wisa gotibû: Hûnê  wî li wê derê [yanî li Celîlê] bibînin.” Eşkere ye ku li wê derê hin jinên dilsoz jî hebûn.

5. Em çima bawer in ku 1. Korîntî 15:6 behsa civîna li Celîlê dike?

5 Wekî din, Pawlosê şandî got ku Îsa “di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû” (1. Kor. 15:6). Gelo ev yek li ku derê qewimî? Wisa tê fehm kirin ku Pawlos li vê ayetê behsa civîna li Celîlê dikir, a ku Metta beşa 28an behsa wê dike. Gelo çima? A yekê, piraniya şagirtên Îsa ji Celîlê bûn. Loma, ji bo vê civînê çiyayekî li Celîlê wê cihekî minasib bûya. Jixwe, ew qas însan wê nikaribûya di maleke li Orşelîmê de li hev top bibûna. A diduyan, piştî ku Îsa ji mirinê rabû, ew jixwe bi 11 şandiyên xwe re di maleke li Orşelîmê de li hev top bûbû. Eger Îsa bixwesta tenê ji şandiyên xwe re bigota ku bila ew herin û mirovan bikin şagirt, wê lazim nebûya ku şandiyên wî, jinên bawermend û kesên din herin heta Celîlê ku bi wî re li hev top bibin (Lûqa 24:33, 36).

6. Gotinên Metta 28:20 çawa nîşan didin ku emrê Îsa ji bo îro jî hatiye dayîn? Gelo şagirtên Îsa guh didin vî emrî?

6 Di gotinên Îsa de tiştekî din jî rêyî me dide ku emrê Îsa ne tenê ji bo şagirtên ku li sedsala yekê dijiyan hatibû dayîn. Îsa wisa got: “Ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me” (Met. 28:20). Wek Îsa ji berê de gotibû, îşê şagirtkirinê îro jî berdewam dike. Carekê bifikire: Her sal, nêzikî 300.000 mirov wek Şahidên Yehowa tên bin av kirin û dibin şagirtên Îsa Mesîh!

7. Niha emê çi muzakere bikin, û çima?

7 Gelek kesên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikin di netîceyê de tên bin av kirin. Lê belê, hin xwendekarên Kitêba Pîroz rind bi pêş ve naçin. Ew ji kursa Kitêba Pîroz kêfê distînin, lê ew ber bi binavbûnê naçin. Eger tu bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz îdare dikî, tu helbet dixwazî alî wî bikî ku ew li gor Kitêba Pîroz bijî û bibe şagirtê Îsa. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin bigihîjin dilê xwendekarên xwe û alî wan bikin ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Ev mijar çima muhîm e? Çimkî rojekê, wê belkî lazim be ku em qerarê bidin ku em kursa Kitêba Pîroz berdewam bikin yan na.

BIGIHÎJE DILÊ XWENDEKARAN

8. Carinan çima zor e ku em bigihîjin dilê mirovan?

8 Yehowa dixwaze ku em ji dil ji wî re xizmetê bikin. Loma em dixwazin alî xwendekarên xwe bikin ku ew fehm bikin ku Yehowa ji dil xema wan dixwe û ku ew ji wan pir hez dike. Em dixwazin alî wan bikin ku ew Yehowa wek “bavê sêwiyan, xwedanê jinebiyan” bibînin (Zeb. 68:5). Eger xwendekarê te fehm bike ku Xwedê ji wî çi qas hez dike, ev yek wê bi îhtimaleke mezin dilê wî bigire, û ewê ji wî zêdetir hez bike. Ji ber ku hin kes ji aliyê bavê xwe ve hezkirin û dilgermî nedîtiye, li hinekan zor tê ku Yehowa wek Bavekî dilovan bibînin (2. Tîm. 3:1, 3). Ji ber vê yekê, gava tu kursê îdare dikî, bala xwendekarê xwe bikişîne ser sifatên xweş ên Yehowa. Gerek ew fehm bike ku Xwedayê me bi rastî dixwaze ku ew heta bi hetayê bijî, û Xwedê hazir e ku alî wî bike ku ew bigihîje vê armancê. Wekî din, em dikarin çi bikin?

9-10. Wê baş be ku em ji bo kursên Kitêba Pîroz kîjan kitêban bi kar bînin, û çima?

9 Kitêbên “Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?” û “Di Hezkirina Xwedê de Bimîne” (bi Kurmanciya Qafkasyayê) bi kar bîne. Ev kitêb dikarin alî me bikin ku em bigihîjin dilê xwendekarên xwe. Mesela, beşa 1ê ya kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? cewabên van pirsan dide: Gelo Xwedê ji me hez dike yan na? Gava mirov êş dikişînin, gelo Xwedê xemgîn dibe? Gelo tu dikarî bibî dostê Yehowa? Kitêba bi navê Di Hezkirina Xwedê de Bimîne jî pir bifeyde ye. Ev kitêb alî xwendekaran dike ku ew fehm bikin ku ew çawa dikarin prensîpên Kitêba Pîroz bixebitînin ku jiyana wan baştir bibe û ku ew nêziktirî Yehowa bibin. Eger te ev kitêb jixwe bi kesên din re îdare kiribe jî, ji bo kursê rind haziriyê bike û hewcedariyên her yek ji xwendekarên xwe bîne ber çavê xwe.

10 Eger xwendekarê te dixwaze li ser mijarekê melûmatê bistîne, ya ku li Hacetên Elimandinê derbas nabe, tu dikarî çi bikî? Mesela, tu dikarî weşaneke din bidî wî û ji wî re bibêjî ku bila ew vê weşanê xwe bi xwe bixwîne. Bi vî awayî, hûn dikarin kursa xwe bi kitêba Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? yan bi kitêba Di Hezkirina Xwedê de Bimîne berdewam bikin.

Bi duayê dest bi kursê bike (Li paragrafa 11an binêre)

11. Wê baş be ku em kengê dest bi duakirina li destpêk û dawiya kursê bikin, û em çawa dikarin behsa vê mijarê bikin?

11 Bi duayê dest bi kursê bike. Gava em bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz îdare dikin, wê baş be ku em di hundirê çend heftiyan de dest pê bikin ku em li destpêk û li dawiya kursê dua bikin. Lazim e ku xwendekar pê bihese ku ji bo ku em Peyva Xwedê fehm bikin, em hewceyî ruhê pîroz in. Hin mamosteyên Kitêba Pîroz bi alîkariya Aqûb 1:5 behsa mijara duayê dikin. Ev ayet wisa dibêje: “Eger şehrezayiya [hîkmeta] yekî ji we kêm be, bila ji Xweda ... bixwaze.” Paşê, îdarevan dikare wisa bipirse: “Em çawa dikarin ji Xwedê hîkmetê bixwazin?” Bi îhtimaleke mezin, xwendekar wê qayîl be ku gerek em ji Xwedê re dua bikin.

12. Tu çawa dikarî bi gotinên Zebûr 139:2-4 alî xwendekarê xwe bikî ku ew dilê xwe ji Yehowa re veke?

12 Xwendekarê xwe hîn bike ku ew çawa dikare dua bike. Ji wî re bibêje ku Yehowa şa dibe gava ew ji dil jê re dua dike. Bila ew fehm bike ku di duayên şexsî de, ew dikare dilê xwe bi temamî ji Yehowa re veke. Em dikarin her tiştî – heta tiştên ku em nikarin ji kesekî din re bibêjin jî – ji Yehowa re bibêjin. Jixwe, Yehowa hemû fikrên me dizane (Zebûr 139:2-4 bixwîne). Wekî din, em dikarin xwendekarê xwe teşwîq bikin ku ew alîkariya Xwedê bixwaze ku ew dev ji fikir û adetên xerab berde. Mesela, xwendekar rastiya Kitêba Pîroz her çi qas rind fehm bike jî, belkî lê zor tê ku dev ji cejneke pûtperest berde. Ew dizane ku gerek ew vê cejnê pîroz neke, lê ew dîsa jî jê hez dike. Wî teşwîq bike ku ew hûr û kûr ji Yehowa re bibêje ku di dilê wî de çi heye û alîkariyê bixwaze ku ew tenê ji wan tiştan hez bike, yên ku Yehowa ji wan hez dike (Zeb. 97:10).

Xwendekarê xwe gazî civînan bike (Li paragrafa 13an binêre)

13. (a) Wê çima baş ku em pir li bendê nemînin berî ku em xwendekarên xwe gazî civînan bikin? (b) Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew xwe li Salona Îbadetê rihet hîs bikin?

13 Pir li bendê nemîne berî ku tu xwendekarê xwe gazî civînan bikî. Tiştên ku xwendekarê te wê li civînan bibihîze û bibîne dikarin dilê wî bigirin û alî wî bikin ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here. Vîdeoya Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? nîşanî wî bide û wî gazî civînê bike. Ji wî re bibêje ku tu dikarî wî bibî civînê. Wê baş be ku tu mizgînvanên din jî bi xwe re bibî kursê. Bi vî awayî, xwendekarê te wê xwişk û birayên din jî nas bike, û ewê xwe rihet hîs bike gava ew bê civînê.

ALÎ XWENDEKARÊ XWE BIKE KU EW JI ALIYÊ RUHÎ VE BI PÊŞ VE HERE

14. Çi dikare alî xwendekarê te bike ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here?

14 Armanca me ev e ku xwendekarê me ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here (Ef. 4:13). Gava kesek dest bi kursa Kitêba Pîroz dike, ew belkî herî zêde difikire ku ew çawa dikare ji bo xwe ji kursê feyde bibîne. Lê belê, her ku ew ji Yehowa zêdetir hez bike, ewê bi îhtimaleke mezin bifikire ku ew çawa dikare alî civat û kesên din bike (Met. 22:37-39). Li wexteke minasib, ji wî re bibêje ku ew dikare bi bexşên xwe piştgiriya îşê Padîşahiyê bike.

Xwendekarê xwe hîn bike ku ew dikare çi bike gava ew dikeve tengasiyan (Li paragrafa 15an binêre)

15. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew problemên xwe hel bikin?

15 Xwendekarê xwe hîn bike ku ew dikare çi bike gava ew rastî tengasiyan tê. Mesela, ferz bike ku xwendekarê te, yê ku êdî bûye mizgînvanekî nebinavbûyî, ji te re dibêje ku xwişk yan birayekî dilê wî êşandiye. Li şûna vê ku tu bibêjî ku kî rast e û kî na, wê baştir be ku tu rêyî wî bidî ku li gor Kitêba Pîroz, ew dikare çi bike: Ew dikare wî kesî efû bike yan jî bi nezaket bi wî re bipeyive ku “birayê xwe qezenc” bike (li Metta 18:15 jî binêre). Alî xwendekarê xwe bike ku ew haziriyê bike berî ku ew bi wî kesî re xeber bide. Rêyî wî bide ku melûmatên li sepana JW Library®, li malpera jw.org® û li weşanan çawa dikarin alî wî bikin ku ew problema xwe hel bike. Ji bo ku ew piştî binavbûnê bi xwişk û birayan re baş be, gerek ew berî binavbûnê perwerdeyeke baş bistîne.

16. Wê çima baş be ku em xwişk û birayên din bibin kursên xwe?

16 Xwişk û birayên din û nazirê herêmî bibe kursa Kitêba Pîroz. Gelo çima? Ji xeynî sebebên jorîn, mizgînvanên din wê belkî karibin di hin waran de ji te zêdetir alî xwendekarê te bikin. Mesela, xwendekarê te belkî çend caran kir ku dev ji cixareyê berde, lê heta niha serkeftî nebûye. Mizgînvanekî din – mesela mizgînvanekî ku wexteke dirêj bi cixareyê micadele kiribû – belkî dikare şîretên baş bide xwendekarê te. Eger tu difikirî ku tu nikarî kursê di hizûra birayekî bitecrûbe de îdare bikî, tu dikarî ji wî re bibêjî ku bila ew kursê îdare bike. Gava tu mizgînvanên din gazî kursa xwe dikî, xwendekarê te wê ji tecrûbeya wan feyde bibîne. Ji bîr neke ku armanca me ev e ku alî xwendekarên xwe bikin ku ew ji aliyê ruhî ve mezin bibin.

GEREK EM KENGÊ DEV JI KURSEKÊ BERDIN?

17-18. Gava tu qerarê didî ku dev ji kursekê berdî yan na, gerek tu çi bikî hesabê?

17 Eger xwendekarê te rind bi pêş ve naçe, wê zû dereng lazim be ku tu ji xwe wisa bipirsî: “Gelo gerek ez dev ji kursê berdim?” Gava tu li ser vê pirsê difikirî, qabiliyeta xwendekarê xwe bîne ber çavê xwe. Ji hin kesan re zêdetir wext lazim e ji bo ku ew bi pêş ve herin. Ji xwe bipirse: “Gelo xwendekarê min çi ji destê wî tê dike ku bi pêş ve here? Gelo ew tiştên ku ew hîn dibe ‘pêk tîne’?” (Met. 28:20). Pêşveçûna xwendekarekî çi qas hêdî be jî, lazim e ku ew gav bi gav bi pêş ve here.

18 Eger kesekî ji bo wextekê lêkolîn kiriye, lê pir qîmetê nade kursa Kitêba Pîroz, gerek em çi bikin? Mesela, ferz bike ku xwendekarê te kitêba Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? êdî xelas kiriye û belkî jî dest bi kitêba Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne kiriye, lê heta niha qet nehatiye civînekê yan Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Wekî din, xwendekar gelek caran ji bo sebebên biçûk kursê îbtal dike. Eger wisa ye, wê baş be ku tu bi xwendêkarê xwe re li ser vê problemê bipeyivî. *

19. Eger wisa xuya dike ku xwendekarê te têra xwe qîmetê nade kursa Kitêba Pîroz, tu dikarî ji wî re çi bibêjî, û gerek tu li ser çi bifikirî?

19 Belkî tu dikarî ji wî wisa bipirsî: “Bi dîtina te, eger tu bibî Şahidê Yehowa, astenga te ya herî mezin wê çi be?” Dibe ku xwendekar wisa bibêje: “Ez ji kursa Kitêba Pîroz kêfê distînim, lê ezê tu caran nebim Şahidê Yehowa!” Eger xwendekarê te Kitêba Pîroz ji bo wextekê lêkolîn kiriye û hê wisa difikire, ma feydeya berdewamkirina kursê heye? Ji aliyê din ve, xwendekarê te wê belkî cara pêşîn ji te re bibêje ku astenga wî çi ye. Mesela, ew belkî difikire ku ew tu caran nikare mal bi mal xizmetê bike. Niha tu êdî dizanî ku problema wî çi ye, û tu dikarî alî wî bikî.

Wexta xwe ji bo kursên ku qet bi pêş ve naçin, îsraf neke (Li paragrafa 20an binêre)

20. Li gor Karên Şandiyan 13:48, em çawa dikarin fehm bikin ka gerek em bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz berdewam bikin yan na?

20 Çi heyf e ku hin xwendekarên Kitêba Pîroz dişibin Îsraêliyên ku li rojên Hêzekîêl dijiyan. Yehowa di heqê wan de ji Hêzekîêl re wisa gotibû: “Tu bona wan, bona yê bi qencî sazê lêdixe û bona yê ku dengê wî xweş e, mîna strana zehf şîrîn e; ji ber ku gotina te guhdarî dikin, lê belê wan nakin” (Hêz. 33:32). Belkî li me zor tê ku em ji kesekî re bibêjin ku em dixwazin dev ji kursê berdin. Lê belê, “wext kurt bûye” (1. Kor. 7:29). Li şûna ku em wexta xwe ji bo kurseke ku bi pêş ve naçe îsraf bikin, wê baş be ku em li kesên wisa bigerin “yên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e (Kar. 13:48, WDN).

Li herêma te belkî kesên din hene, yên ku ji Xwedê re dikin hawar (Li paragrafa 20an binêre)

21. Ayeta me ya ji bo sala 2020an çi ye, û ev ayet wê alî me bike ku em çi bikin?

21 Ayeta salane wê alî me bike ku em xîret bikin ku di îşê şagirtkirinê de bibin hoste. Li civîna li ser çiyayekî li Celîlê, Îsa ev emrê muhîm dabû: “Herin, mirovên ji hemû miletan bikin şagirt û wan ... bin av bikin” (Met. 28:19, WDN).

Bila em di îşê şagirtkirinê de bibin hoste û alî xwendekarên xwe bikin ku ew bên bin av kirin (Li paragrafa 21ê binêre)

KILAM 70 Kesên Hêja Bigerin

^ par. 5 Ayeta ji bo sala 2020an me teşwîq dike ku em ‘mirovan bikin şagirt’. Ev emir ji hemû xizmetkarên Yehowa re hatiye dayîn. Em çawa dikarin bigihîjin dilê xwendekarên xwe ku ew bibin şagirtên Îsa? Ev meqale wê rêyî me bide ku em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew nêziktirî Yehowa bibin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin qerare bidin ka gerek em bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz berdewam bikin yan na.