Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 4

“Ruh Bi Xwe ... Şahidiyê Dike”

“Ruh Bi Xwe ... Şahidiyê Dike”

“Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne” (ROM. 8:16).

KILAM 25 Hebûna Bijartî

PEŞGOTIN *

Li Roja Pentîkostê, Yehowa ruhê pîroz bi awayekî ecêb ser weke 120 şagirtên Îsa rijand (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)

1-2. Li Roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M. çi qewimî?

LI ROJA Pentîkostê ya sala 33yan ya P.M., weke 120 şagirtên Îsa li odeyeke jorîn li bajarê Orşelîmê li hev top bûbûn (Kar. 1:13-15; 2:1). Çend roj berê, Îsa ji wan re emir dabû ku ew li Orşelîmê bimînin ji bo ku ewê hediyeyeke xisûsî bistînin (Kar. 1:4, 5). Gelo li wê derê çi qewimî?

2 “Ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat.” Ev deng li temamiya malê dihat bihîstin. Paşê, “zimanên wek pêlên agir” ser serên şagirtan xuya kirin, û gişt “bi Ruhê Pîroz tije bûn” (Kar. 2:2-4). Bi vî awayî, Yehowa ruhê pîroz ser wan rijand, û ew bûn mirovên pêşîn, ên ku bi ruhê pîroz * hatin mesh kirin û hilbijartin ku bi Îsa re li ezmanan hikm bajon (Kar. 1:8).

GAVA KESEK TÊ MESH KIRIN, ÇI DIQEWIME?

3. Ên ku li Roja Pentîkostê li hev top bûn çima qet guman nedikir ku ew bi ruhê pîroz hatin mesh kirin?

3 Eger tu yek ji wan şagirtan bûyayî, yên ku li Roja Pentîkostê li wê odeya jorîn li hev top bûbûn, teyê bûyerên wê rojê tu caran ji bîr nekira. Bifikire ku tiştekî ku wek “pêlên agir” dadikeve ser serê te, û tu ji nişka ve bi zimanên din dipeyivî! (Kar. 2:5-12). Teyê qet guman nekira ku tu bi ruhê pîroz hatî mesh kirin. Gelo her kesê ku bi ruhê pîroz tê mesh kirin bi eynî şeklî tê hilbijartin? Na! Em vêya ji ku dizanin?

4. Li sedsala yekê, gelo hemû kesên meshkirî di eynî demê de hatin mesh kirin?

4 Li sedsala yekê, şagirtên Îsa kengê dihatin mesh kirin? Li Roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M., yên ku bi ruhê pîroz hatin mesh kirin ne tenê weke 120 kes bûn. Li wê rojê, 3.000 kesên din jî ruhê pîroz stend gava ew hatin bin av kirin (Kar. 2:37, 38, 41). Lê belê li salên piştî vê, hin şagirtên Îsa yên meshkirî li wexta binavbûnê nehatin mesh kirin. Mesela, şagirtên Samerî demeke piştî binavbûnê hatin mesh kirin (Kar. 8:14-17). Wek îstisna, Kornêlyos û mala wî hatin mesh kirin berî ku ew hatin bin av kirin (Kar. 10:44-48).

5. Li gor 2. Korîntî 1:21, 22, çi diqewime gava kesek bi ruhê pîroz tê mesh kirin?

5 Gava kesek bi ruhê pîroz tê mesh kirin, çi diqewime? Li hin kesên meshkirî zor tê ku qebûl bikin ku Yehowa ew hilbijartine. Ew belkî wisa difikirin: “Xwedê ez çima hilbijartime?” Hemû kesên meshkirî wisa nafikirin. Fikrên wan çi bin jî, Pawlosê şandî nîşan da ku çi diqewime gava ew tên hilbijartin: “Gava we ... bawerî bi wî anî, hûn jî bi Ruhê Pîroz ê ku hatibû sozdan, di şexsê wî de hatin morkirin. * Ruh, heta dema rizgariya wan ên ku yên Xwedê ne, destberiya mîrasa me ye” (Ef. 1:13, 14). Yehowa bi destê ruhê pîroz ji wan şagirtên Îsa re bi eşkereyî nîşan dide ku wî ew hilbijartine. Bi vî awayî, “destberiya Ruhê Pîroz” temînatê dide wan ku ewê ne li rûyê erdê, lê li ezmanan heta bi hetayê bijîn (2. Korîntî 1:21, 22 bixwîne).

6. Ji bo ku şagirtekî meshkirî xelata xwe bistîne, gerek ew çi bike?

6 Eger şagirtekî Îsa hatibe mesh kirin, gelo ev yek tê maneya ku ewê xelata xwe bi otomatîk bistîne? Na! Ew helbet bawer e ku ew hatiye hilbijartin ku here ezmanan. Dîsa jî, gerek ew vê şîretê ji bîr neke: “Birano, xîretkêşiyê bikin ku hûn gazîkirin û hilbijartina xwe qayîm bikin. Eger hûn van tiştan bikin, hûn tu caran naterpilin” (2. Ptr. 1:10). Welhasil, şagirtekî meshkirî her çi qas hatibe hilbijartin jî, gerek ew dilsoz bimîne ku ew xelata ezmanî bistîne (Flp. 3:12-14; Îbr. 3:1; Pey. 2:10).

ŞAGIRTEKÎ ÎSA JI KU DIZANE KA EW HATIYE MESH KIRIN YAN NA?

7. Şagirtên meshkirî ji ku dizanin ku ew hatine hilbijartin?

7 Gelo şagirtekî Îsa çawa dikare bizanibe ka ew ji bo jiyana li ezmanan hatiye hilbijartin yan na? Cewaba vê pirsê ji gotinên Pawlos ên ji kesên ku “ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin” re tê fehm kirin. Pawlos ji van şagirtên li Romayê re wisa got: “We ruhê xulamtiyê yê ku careke din we dibe tirsê nestand, lê belê we ruhê kurîtiyê stand. Û em bi vî Ruhî ‘Abba – Bavo!’ gazî dikin. Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne” (Rom. 1:7; 8:15, 16). Belê, bi navgîniya ruhê pîroz, Xwedê ji meshkiriyan re nîşan dide ku ew ji bo jiyana li ezmanan hatine hilbijartin (1. Sel. 2:12).

8. Li gor 1. Yûhenna 2:20, 27, gelo hewcedariya şagirtên meshkirî heye ku yekî din teyîd bike ku ew hatine mesh kirin?

8 Yehowa li hiş û dilê kesên ku ew ji bo jiyana li ezmanan dawet dike, tu şik û gumanê nahêle (1. Yûhenna 2:20, 27 bixwîne). Wek her kes, helbet lazim e ku şagirtên meshkirî jî bi navgîniya civatê ji aliyê Yehowa ve bên perwerde kirin. Lê belê hewcedariya wan tune ku yekî din teyîd bike ku ew hatine mesh kirin. Yehowa bi destê ruhê pîroz – ê ku li temamiya kaînatê hêza herî mezin e – ji wan re eşkere kiriye ku ew hatine mesh kirin!

EW ‘JI NÛ VE ÇÊDIBIN’

9. Li gor Efesî 1:18, çi diguhere gava kesek tê mesh kirin?

9 Li piraniya xizmetkarên Xwedê zor tê ku ew fehm bikin ku çi diqewime gava kesek ji aliyê Xwedê ve tê mesh kirin. Ev yek normal e, çimkî ew nehatine mesh kirin. Xwedê însan afirandine ku ew heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn, ne li ezmanan (1. Mû. 1:28; Zeb. 37:29). Lê belê Yehowa hin kes hilbijartine ku ew li ezmanan bijîn. Loma gava ew wan mesh dike, ew hêviya wan û fikrên wan bi temamî diguherîne. Ji ber vê yekê, ew êdî li benda jiyana li ezmanan in (Efesî 1:18 bixwîne).

10. Mirov çawa dikare ‘ji nû ve çêbe’? (Li jêrenotê jî binêre.)

10 Gava şagirtên Îsa bi ruhê pîroz tên mesh kirin, ew ‘ji nû ve çêdibin’. * Wekî din, Îsa nîşan dabû ku pir zor e ku kesekî ku nehatiye mesh kirin fehm bike ku kesên ku ‘ji nû ve çêbûne’ yan ‘ji ruh çêbûne’ çi hîs dikin (Yûh. 3:3-8).

11. Gava kesek tê mesh kirin, fikrên wî çawa diguherin?

11 Gava şagirtên Îsa tên mesh kirin, fikrên wan çawa diguherin? Berî ku Yehowa ew mesh kiribûn, wan pir qîmet dida hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê. Ew bi dil û can li benda wê wextê bûn gava Yehowa wê xerabiyê ji holê rake û dinyayê bike cenet. Wan belkî xeyal kiribû ku rojekê, ewê meriv yan hevalekî xwe, yê ku ji miriyan wê bê rakirin, hembêz bikin. Lê piştî ku ew hatin mesh kirin, fikrên wan guherîn. Gelo çima? Sebeb ne ev bû ku ew êdî difikirîn ku jiyana li rûyê erdê ne baş e. Wekî din, stres yan depresyon nebû sebeb ku ew fikrên xwe biguherînin. Ew ji nişka ve nefikirîn ku ewê ji jiyana herheyî ya li rûyê erdê aciz bibin. Na, hêviya wan û fikrên wan bi destê ruhê pîroz ji aliyê Yehowa ve hatine guherandin.

12. Li gor 1. Petrûs 1:3, 4, şagirtên meshkirî li hêviya xwe çawa dinêrin?

12 Hin şagirtên Îsa yên ku hatine mesh kirin difikirin ku ew hêja nînin ku vê îmtiyaza mezin bistînin. Lê belê ew tu caran şik û gumanê nakin ku Yehowa ew hilbijartine. Gava ew li ser hêviya xwe difikirin, dilê wan geş û şa dibe (1. Petrûs 1:3, 4 bixwîne).

13. Şagirtên meshkirî li jiyana xwe ya li vê dinyayê çawa dinêrin?

13 Ma ev tê maneya ku kesên meshkirî dixwazin bimirin? Pawlosê şandî cewaba vê pirsê da. Wî bedena wan dişiband konekî û wisa got: “Çimkî em ên ku di vî konî de ne, em di bin barekî giran de axînan dikişînin. Em naxwazin vî ji xwe bikin, lê belê em dixwazin di ser re li xwe bikin, da ku tiştê mirindar ji aliyê jiyanê ve bê daqurtandin” (2. Kor. 5:4). Şagirtên meshkirî naxwazin bimirin ji ber ku ew ji vê jiyanê aciz bûne. Na, ew ji jiyanê kêfê distînin û dixwazin roj bi roj bi malbat û hevalên xwe re ji Yehowa re xizmetê bikin. Lê belê ew hêviya xwe ya bêemsal her tim di bîra xwe de xwedî dikin (1. Kor. 15:53; 2. Ptr. 1:4; 1. Yûh. 3:2, 3; Pey. 20:6).

GELO TU HATÎ MESH KIRIN?

14. Çi îsbat nake ku kesek hatiye mesh kirin?

14 Belkî tu meraq dikî ka tu bi ruhê pîroz hatî mesh kirin ya na. Li ser van pirsên muhîm bifikire: Gelo ez ji dil dixwazim daxwaza Yehowa bînim cih? Gelo ez mizgînê bi awayekî pir bixîret belav dikim? Gelo ez Peyva Xwedê bi dil û can lêkolîn dikim û dixwazim “tiştên Xwedê yên kûr” hîn bibim? (1. Kor. 2:10). Gelo Yehowa ez li xizmetê pir bibereket kirim? Gelo ez xwe mesûl hîs dikim ku ji aliyê ruhî ve alî kesên din bikim? Gelo Yehowa gelek caran alî min kiriye? Eger tu dibêjî “Erê”, gelo ev yek îsbat dike ku tu ji bo jiyana li ezmanan hatî dawet kirin? Na! Çima na? Çimkî hemû xizmetkarên Xwedê dikarin wisa hîs bikin. Bi destê ruhê pîroz, Yehowa dikare vê qewetê bide hemû xizmetkarên xwe – hem yên ku wê herin ezmanan hem jî yên ku wê li rûyê erdê bijîn. Bi eslê xwe, eger tu meraq dikî ka tu bi ruhê pîroz hatî mesh kirin yan na, ev yek jixwe nîşan dide ku tu nehatî mesh kirin. Ên ku ji aliyê Yehowa ve hatine hilbijartin meraq nakin ka ew hatine mesh kirin yan na! Ew vêya jixwe dizanin!

Yehowa bi destê ruhê pîroz qewet da Birahîm, Sara, Dawid û Yehya ku ew îşên mezin bikin, lê wî ew bi navgîniya vî ruhî ji bo jiyana li ezmanan hilnebijartin (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Em ji ku dizanin ku her kesê ku ruhê Xwedê stendiye wê neçe ezmanan?

15 Kitêba Pîroz behsa gelek kesan dike, yên ku ruhê pîroz stendibû. Dîsa jî, ewê neçin ezmanan. Mesela, Yehowa ruhê pîroz dabû Dawid Padîşah (1. Sam. 16:13). Bi rêberiya ruhê pîroz, Dawid hin qismên Kitêba Pîroz nivîsandin û di heqê Yehowa de bû xwediyê zanîneke kûr (Mar. 12:36). Dîsa jî, Petrûsê şandî got ku Dawid “hilnekişiya ezmanan” (Kar. 2:34). Yehya jî “bi Ruhê Pîroz tije” bû (Lûqa 1:13-16). Îsa got ku di nav mirovan de, kesekî ku ji Yehya mezintir e derneketiye, lê ewê dîsa jî nekeve Padîşahiya ezmanî (Met. 11:10, 11). Yehowa ruhê pîroz bi kar dianî ku qewetê bide wan mirovan ku ew îşên mezin bikin, lê wî ruhê pîroz bi kar neanî ku wana ji bo jiyana li ezmanan hilbijêre. Gelo ev yek tê maneya ku dilsoziya wan ji dilsoziya kesên ku ji bo jiyana li ezmanan tên hilbijartin, kêmtir bû? Na! Ev yek tenê tê maneya ku ewê ne li ezmanan, lê li ceneta li rûyê erdê bijîn (Yûh. 5:28, 29; Kar. 24:15).

16. Xelata piraniya xizmetkarên Xwedê wê çi be?

16 Piraniya xizmetkarên Xwedê wê neçin ezmanan. Wek Birahîm, Sara, Dawid, Yehya û gelek kesên din, ên ku li demên berê dijiyan, hêviya wan ev e ku di bin hikumdariya Padîşahiya Xwedê de heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn (Îbr. 11:10).

17. Li meqaleya din, emê kîjan pirsan muzakere bikin?

17 Ji ber ku di nav xizmetkarên Xwedê de hin kesên meshkirî hê hene, hin pirs tên meydanê (Pey. 12:17). Mesela, gerek kesên meshkirî li xwe çawa binêrin? Eger di civata te de kesek li Bîranîna Mirina Îsa nên bixwe û şerabê vexwe, gerek tu li wî çawa binêrî? Eger hejmara kesên ku dibêjin ku ew hatine mesh kirin her ku diçe zêde bibe, gerek em çi bifikirin? Gelo lazim e ku em seba vê aciz bibin? Li meqaleya din, emê cewabên van pirsan muzakere bikin.

^ par. 5 Ji Roja Pentîkostê ya sala 33yan ya P.M. û pê ve, Yehowa hêviyeke bêemsal daye hin şagirtên Îsa – hêviya ku ew bi Îsa re li ezmanan hikm bajon. Gelo ew ji ku dizanin ku ew ji bo vê îmtiyazê hatine hilbijartin? Gava kesek tê hilbijartin, çi diqewime? Ev meqale li gor meqaleya ku li kovara Birca Qerewiliyê ya Çile 2016 derketibû hatiye hazir kirin. Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsên balkêş bistînin.

^ par. 2 NOT: Meshkirina bi ruhê pîroz: Yehowa bi destê ruhê pîroz hin kesan hildibijêre ku ew bi Îsa re li ezmanan hikm bajon. Bi navgîniya ruhê pîroz, Xwedê “destberî” yan temînatê dide van kesan (Ef. 1:13, 14). Ruhê pîroz ji van şagirtên Îsa re “şahidiyê dike”, yanî ji wan re eşkere dike ku ewê xelata ezmanî bistînin (Rom. 8:16).

^ par. 5 NOT: Mor. Ev mor ancax wexteke kin berî ku kesek bi dilsozî dimire yan berî destpêka tengahiya mezin daîmî dibe (Ef. 4:30; Pey. 7:2-4; li “Pirsên Xwendevana” li kovara Birca Qerewiliyê ya Nîsan 2016 (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêre).

^ par. 10 Ji bo zêdetir melûmata li ser maneya ‘ji nû ve çêbûnê’, li kovara Gözcü Kulesi, 1 Nîsan 2009, rûp. 3-12 (bi zimanê Tirkî) binêre.

KILAM 27 Lawên Xwedê Eyan Dibin

^ par. 57 RESIM: Hem xwişk û birayên me yên ku seba baweriya xwe li hebsê ne hem yên ku bi azadî ji Yehowa re xizmetê dikin li benda jiyana herheyî ya li rûyê erdê ne.