Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 2

Teseliyê Bide Kesên Din

Teseliyê Bide Kesên Din

“Ew di îşê Padîşahiya Xwedê de hevalkarên min in, û wan teseliyeke mezin daye min” (KOL. 4:11, WDN).

KILAM 90 Hevdu Hêlan kin

PÊŞGOTIN *

1. Gelek xizmetkarên Yehowa rastî çi cure tengasiyan tên?

LI SERANSERÊ dinyayê, gelek xizmetkarên Yehowa bi kul û derdan micadele dikin. Xwişk û birayên li civata te di nav kîjan tengasiyan de ne? Hin kes giran nexweş in yan jî seba mirina hezkiriyekî xwe xemgîn in. Hinek jî seba felaketeke tebîetê perîşan in. Dilê hinekan jî pir diêşe ji ber ku heval yan merivekî wan ji riya rastiyê derketiye. Ji wan giştan re jî teselî lazim e. Em çawa dikarin alî wan bikin?

2. Pawlosê şandî çima carinan hewceyî teseliyê dibû?

2 Pawlos rastî gelek talûkeyên mezin hat (2. Kor. 11:23-28). Wekî din, di bedena wî de “stiriyek” hebû. Ev yek belkî tê maneya ku nexweşiyeke wî hebû (2. Kor. 12:7). Ji xeynî vê, ew xemgîn bû gava hevalkarê wî Dîmas ew terk kir ji ber ku wî “ji vê dinyayê hez kir” (2. Tîm. 4:10). Pawlos şagirtekî meshkirî bû, yê ku bi cesaret û comerdî alî kesên din dikir, lê car caran ew jî hewceyî teseliyê dibû (Rom. 9:1, 2).

3. Pawlos ji ku derê teselî û alîkarî distend?

3 Pawlos çawa teselî û alîkarî distend? Yehowa bê guman bi navgîniya ruhê pîroz qewet dida wî (2. Kor. 4:7; Flp. 4:13). Wekî din, Yehowa bi navgîniya hin xwişk û birayan teselî dida wî. Pawlos got ku wan “teseliyeke mezin” daye wî (Kol. 4:11, WDN). Mesela, Erîstarxos, Tixîkos û Marqos alî Pawlos dikir ku ew karibe sebat bike. Ev 3 şagirtên Îsa bi saya kîjan sifatan teselî dida wî? Em çawa dikarin wan ji xwe re bikin emsal gava em teselî û cesaretê didin hevdû?

ERÎSTARXOS – HEVALEKÎ DILSOZ

Wek Erîstarxos, em jî dikarin “di roja teng de” ji bo xwişk û birayên xwe bibin hevalên dilsoz (Li paragrafên 4 û 5an binêre) *

4. Erîstarxos ji Pawlos re çawa bû hevalekî dilsoz?

4 Erîstarxos, şagirtekî Mekedonî yê ji bajarê Selanîkê, ji Pawlos re bû hevalekî dilsoz. Gava Pawlos li wexta seyahata xwe ya sisêyan çû Efesê, Erîstarxos bi wî re hevaltî dikir. Li wê derê, Erîstarxos ket destê serseriyan (Kar. 19:29). Wexta ku wan ew berda, ew ji Efesê nereviya, lê bi dilsozî cem Pawlos ma. Çend meh bi şûn de, gava muxalifan ji Pawlos re got ku ewê wî bikujin, Erîstarxos dîsa jî li cem Pawlos ma (Kar. 20:2-4). Weke sala 58an a P.M., gava Pawlos wek girtî hat birin Romayê, Erîstarxos di temamiya seyahatê de li cem wî ma. Gava gemiya ku Pawlos lê siwar bû noq bû, Erîstarxos li cem wî bû (Kar. 27:1, 2, 41). Wisa tê fehm kirin ku ew li Romayê heta demekê tevî Pawlos li hebsê ma (Kol. 4:10). Em şaş namînin ku Pawlos ji vî hevalê dilsoz cesaret û teselî distend, ne wisa ye?

5. Li gor Methelokên Silêman 17:17, em çawa dikarin bibin hevalên dilsoz?

5 Wek Erîstarxos, eger em “di roja teng de” piştgiriya xwişk û birayan bikin, emê ji bo wan bibin hevalên dilsoz (Methelokên Silêman 17:17 bixwîne). Piştî xelasbûna tengasiyekê jî, dibe ku xwişk yan birayê me hê hewceyî teseliyê ye. Xwişka me Frances, * a ku di hundirê 3 mehan de hem diya xwe hem jî bavê xwe seba kanserê winda kir, wisa dibêje: “Bandora tengasiyên giran zû xelas nabe. Ez şikurdar im ku hevalên min ên dilsoz ji bîr nakin ku piştî mirina dê û bavê min her çi qas wext derbas bûye jî, êşa min hê berdewam dike.”

6. Hevalên rastîn dilsoziya xwe çawa eyan dikin?

6 Hevalên dilsoz bi fedakarî piştgiriya xwişk û birayan dikin. Mesela, doktorek ji birayekî bi navê Peter re gotibû ku ew giran nexweş e û emrê wî hindik maye. Pîreka wî Kathryn wisa dibêje: “Coteke ji civata me em birin ba doktor. Piştî ku doktor behsa nexweşiya Peter kir, wan em tenê nehiştin. Her ku hewcedariya me heye, ew her tim li ba me ne.” Em ji hevalên rastîn, ên ku dikarin alî me bikin ku em li hember tengasiyan sebir bikin, çi qas teseliyê distînin!

TIXÎKOS – HEVALEKÎ SAXLEM

Wek Tixîkos, em jî dikarin ji kesên ku rastî tengasiyan tên re bibin hevalên saxlem (Li paragrafên 7 heta 9an binêre) *

7-8. Tixîkos çawa hevalekî saxlem bû?

7 Tixîkos, şagirtekî Îsa yê ji eyaleta Asyayê, ji bo Pawlos bû hevalekî dilsoz (Kar. 20:4). Weke sala 55an a P.M., Pawlos îşê topkirina bexşên ji bo şagirtên li Cihûstanê, yên ku ketibûn tengasiyê, organîze kir. Belkî Tixîkos jî di vê wezîfeya muhîm de dixebitî (2. Kor. 8:18-20). Paşê, gava Pawlos cara pêşîn li Romayê hat hebs kirin, wî name û peyamên teşwîqdar bi destê Tixîkos ji civatên li Asyayê re şandin (Kol. 4:7-9).

8 Piştî vê jî, hevaltiya di nav Pawlos û Tixîkos de berdewam kir (Tît. 3:12). Hin şagirtên Îsa ne wek Tixîkos bûn. Weke sala 65an a P.M., gava Pawlos cara diduyan hat hebs kirin, Pawlos nivîsî ku gelek şagirtên li eyaleta Asyayê xwe ji wî dûr digirt, belkî ji ber ku ew ji muxalifan ditirsiyan (2. Tîm. 1:15). Lê belê Tixîkos hevalekî saxlem bû, loma Pawlos wezîfeyeke nû da wî (2. Tîm. 4:12). Belê, Tixîkos ji Pawlos re bi rastî jî bû hevalekî baş.

9. Em çawa dikarin Tixîkos ji xwe re bikin emsal?

9 Wê baş be ku em jî wek Tixîkos bibin hevalên saxlem. Mesela, gerek em ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî ji xwişk û birayên hewcedar re bibin alîkar (Met. 5:37; Lûqa 16:10). Gava kesên ku hewceyî alîkariyê ne dizanin ku ew dikarin bi me bawer bin, ev yek wan bi rastî teselî dike. Xwişkek kesên wisa bi van gotinan tarîf dike: “Eger wan soz dabe, ewê di wextê de bên û alî te bikin. Ne lazim e ku tu bitirsî ka ewê bi rastî jî bên yan na.”

10. Wek Methelokên Silêman 18:24 nîşan dide, kesên ku rastî tengasiyan tên dikarin ji kê teseliyê bibînin?

10 Gelek kesên ku rastî tengasiyan tên teseliyê dibînin gava ew dilê xwe ji hevalekî saxlem re vedikin (Methelokên Silêman 18:24 bixwîne). Gava kurê birayekî bi navê Bijay ji civatê hat derxistin, Bijay pir xemgîn bû. Ew wisa dibêje: “Hewcedariya min hebû ku ez dilê xwe ji yekî saxlem re vekim.” Birayekî bi navê Carlos seba şaşiyeke xwe îmtiyazeke biqîmet winda kir. Ew dibêje: “Min dixwest bi kesekî saxlem re xeber bidaya, yê ku wê lome li min nekira.” Carlos dît ku kalên civatê kesên wisa ne. Wan alî wî kir ku ew serî bi kêmasiya xwe re derxîne. Wekî din, dilê wî rihet bû ji ber ku wî dizanibû ku kalên civatê wê ji tu kesî re behsa problema wî nekin.

11. Em çawa dikarin bibin hevalên saxlem?

11 Ji bo ku em bibin hevalên saxlem, gerek em bisebir bin. Gava zilamê xwişkeke bi navê Janna ew terk kir, wê teselî dît gava wê dilê xwe ji dostên xwe re vekir. Janna wisa dibêje: “Min belkî çend caran behsa eynî tiştan dikir, lê wan dîsa jî bi sebir guh dida min.” Eger tu jî rind guh bidî mirovan, tu jî dikarî ji bo wan bibî hevalekî baş.

MARQOS – ALÎKAREKÎ DILXWAZ

Wekî ku qenciya Marqos alî Pawlos kir ku ew dilsoz bimîne, em dikarin alî xwişk û birayan bikin gava tiştên xerab tên serê wan (Li paragrafên 12 heta 14an binêre) *

12. Marqos kî bû, û wî dilxwaziya xwe çawa eyan kir?

12 Marqos şagirtekî ji Orşelîmê bû. Merivê wî Barnabas mizgînvanekî navdar bû (Kol. 4:10). Wisa tê fehm kirin ku malbata Marqos dewlemend bû, lê Marqos herî zêde li mal û milk nedigeriya. Marqos her tim bi dilxwazî alî kesên din dikir. Mesela, wî gelek caran tevî Pawlos û tevî Petrûs xizmet dikir. Gava wan mesûliyetên xwe dianîn cih, Marqos belkî bi hewcedariyên wan ên madî eleqedar dibû (Kar. 13:2-5; 1. Ptr. 5:13). Pawlos Marqos wek ‘hevalkarê xwe ji bo Padîşahiya Xwedê’ didît, ê ku qewet û teseliyê dide wî (Kol. 4:10, 11).

13. Gotinên 2. Tîmotêyos 4:11 çawa nîşan didin ku Pawlos qîmet dida xizmeta Marqos?

13 Marqos û Pawlos pir nêzikî hev bûn. Mesela, gava Pawlos weke sala 65an a P.M. cara dawîn li Romayê hat hebs kirin, wî nameya xwe ya diduyan ji Tîmotêyos re nivîsî. Di vê nameyê de, Pawlos ji Tîmotêyos re got ku bila ew were Romayê û Marqos jî bi xwe re bîne (2. Tîm. 4:11). Pawlos bê guman qîmet dida xizmeta dilsoz a ku Marqos berê kiribû, loma wî dixwest ku Marqos cem wî be. Marqos bi cure cure awayan alî Pawlos kir. Belkî wî ji bo Pawlos xwarin yan jî malzemeya ji bo nivîsandina nameyan tedarek kir. Bi îhtimaleke mezin, destek û teşwîqa ku Pawlos li rojên dawîn berî ku ew hat îdam kirin ji Marqos distend alî wîr dikir ku ew sebat bike û dilsoz bimîne.

14-15. Li gor Metta 7:12, wê baş be ku em çi bikin?

14 Metta 7:12 bixwîne. Gava em rastî tengasiyan tên, em pir şa dibin gava kesên din destê me digirin. Ryan, ê ku bavê xwe ji nişka ve winda kir, wisa dibêje: “Gava mirov êşê dikişîne, carinan lê pir zor tê ku îşên rojane bike. Alîkarî çi qas biçûk be jî, pir biqîmet e!”

15 Wê baş be ku em rind bala xwe bidin ku em çawa dikarin alî kesên din bikin. Mesela, Peter û Kathrynê – yên ku paragrafa 6an behsa wan kiribû – êdî nikaribû erebe bajota, loma xwişkeke me program çêkir ku xwişk û birayên dilxwaz wan bi erebeyê bibin ba doktor. Gelo ev program bifeyde bû? Kathryn wisa dibêje: “Bi saya vê alîkariyê, em ji barekî giran filitîn.” Belê, alîkariya te bi rastî jî dikare teseliyê bide kesên din!

16. Serpêhatiya Marqos di heqê teselîdayînê de çi rêyî me dide?

16 Marqos bê guman şagirtekî mijûl bû. Di teşkîlatê de, mesûliyetên wî yên giran hebûn. Mesela, ew bû nivîskarê yek ji Încîlan. Dîsa jî, Marqos wext vediqetand ku Pawlos teselî bike, û Pawlos dizanibû ku gava hewce dibe, ew dikare ji Marqos alîkariyê bixwaze. Piştî ku merivekî xwişka me ya bi navê Angela hatibû kuştin, ew şikurdar bû ku hin kesan ew bi dilxwazî teselî dikir. Angela wisa dibêje: “Hevalên ku bi rastî dixwazin alîkariyê bidin, dilgerm in û xwe dûr nagirin.” Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Di çavê kesên din de, ez kesekî çawa me? Gelo ew min wek kesekî ku bi dilxwazî alî kesên din dike dibînin?”

TESELIYÊ BIDE XWIŞK Û BIRAYAN

17. Li gor 2. Korîntî 1:3, 4, em çawa dikarin teseliyê bidin kesên din?

17 Li derdora me bê guman xwişk û birayên ku hewceyî teseliyê ne, hene. Em belkî dikarin bi gotinên kesên ku teselî dabû me teseliyê bidin kesên din jî. Xwişkeke bi navê Nîno, ya ku pîrika xwe winda kiribû, wisa dibêje: “Eger em îznê bidin ku Yehowa me bixebitîne, ew dikare bi navgîniya me teseliyê bide kesên din” (2. Korîntî 1:3, 4 bixwîne). Frances wisa dibêje: “2. Korîntî 1:4 rast dibêje. Em dikarin teseliya ku em distînin bidin kesên din jî.”

18. (a) Hinek çima ditirsin ku teseliyê bidin kesên din? (b) Ji bo ku teseliya ku em didin mirovan bitesîr be, wê baş be ku em çi bikin?

18 Li hinekan zor tê ku teseliyê bidin kesên din. Ew belkî nizanin ku çi bibêjin yan çi bikin ku alî kesekî ku di tengasiyê de ye bikin. Dîsa jî, wê baş be ku em gava pêşîn bavêjin. Kalekî civatê yê bi navê Paul tîne bîra xwe ku piştî mirina bavê wî, hin xwişk û bira çawa xîret dikir ku wî teselî bikin. Ew wisa dibêje: “Min dît ku li wan zor dihat ku bi min re xeber bidin. Wan nizanibû ku çi bibêjin. Dîsa jî, ez şa bûm ku wan dixwest teselî û destek bidaya min.” Piştî zelzeleyeke mezin, birayekî bi navê Tajon wisa got: “Li rojên piştî zelzeleyê, min gelek mesaj stendin. Min gotinên gelek mesajan ji bîr kirine, lê min ji bîr nekiriye ku xwişk û bira çawa bi min eleqedar bûn.” Eger em nîşan bidin ku em xema mirovan dixwin, teseliya ku em didin wan wê bitesîr be.

19. Çima lazim e ku em teseliyê bidin xwişk û birayan?

19 Her ku em nêziktirî dawiya vê dinyayê bibin, halê dinyayê wê hê xerabtir bibe û jiyan wê hê bizehmettir bibe (2. Tîm. 3:13). Wekî din, seba guneh û qisûrdariyê, em carinan şaşiyan dikin û serê xwe dixin belayê. Loma, heta dawiya vî sîstemê, emê car caran hewceyî teseliyê bibin. Teseliya ku Pawlosê şandî ji xwişk û birayan distend alî wî dikir ku ew heta dawiya emrê xwe dilsoz bimîne. Bila em jî wek Erîstarxos dilsoz bin, wek Tixîkos hevalên saxlem bin û wek Marqos hazir bin ku alîkariya xwişk û birayan bikin. Bi vî awayî, em dikarin alî wan bikin ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin (1. Sel. 3:2, 3).

^ par. 5 Pawlosê şandî rastî gelek tengasiyan dihat. Gava ew di tengasiyê de bû, wî ji hin hevalên xwe teselî distend. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin 3 sifatên muhîm ên van hevalên Pawlos, û emê bibînin ku em çawa dikarin wan ji xwe re bikin emsal.

^ par. 5 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

KILAM 111 Meniya Şabûnê

^ par. 56 RESIM: Erîstarxos li cem Pawlos bû gava gemiya ku ew lê siwar bûn, noq bû.

^ par. 58 RESIM: Tixîkos nameyên Pawlos dibir civatan.

^ par. 60 RESIM: Marqos bi gelek awayan alî Pawlos dikir.