Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 3

Yehowa Qîmetê Dide Te

Yehowa Qîmetê Dide Te

“Yê ku di tengahiya me de, me bibîr tîne ew e” (ZEB. 136:23).

KILAM 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

PÊŞGOTIN *

1-2. Gelek xizmetkarên Yehowa rastî çi cure tengasiyan tên, û ev yek dikare li ser wan çawa tesîr bike?

VAN mîsalan bîne ber çavê xwe: Doktor ji birayekî ciwan re dibêje ku ew pir nexweş e û ku halê wî wê her ku diçe xerabtir bibe. Birayekî weke 50 salî îşê xwe winda kiriye, û çi qas xîret dike jî, ew nikare ji xwe re îşekî nû bibîne. Xwişkeke extiyar, a ku bi gelek salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiriye, êdî nikare pir derkeve xizmetê.

2 Gava tiştên wisa tên serê xizmetkarên Yehowa, ew xwe carinan bêqîmet hesab dikin. Tengasiyên wisa dikarin dilşadiya wan xera bikin, bibin sebeb ku ew xwe bêkêr hîs bikin û zerarê bidin dostaniya wan ya bi kesên din re.

3. Îblîs û kesên ku di bin bandora wî de ne, li jiyanê çawa dinêrin?

3 Nêrîna vê dinyayê ya li ser jiyanê dişibe nêrîna Îblîs. Îblîs qîmetê nade însanan. Gava wî ji Hewayê re gotibû ku ewê hê azadtir bibe, wî jixwe dizanibû ku cezaya bêîtaetiyê mirin e. Sîstemên tîcarî, siyasî û dînî yên vê dinyayê di bin kontrola Îblîs de ne. Loma em şaş namînin ku gelek ticar, siyasetvan û alimên dînî qîmetê nadin jiyan û hurmeta însanan.

4. Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin?

4 Yehowa dixwaze ku em qîmeta xwe bizanibin, û ew piştgiriya me dike gava em rastî tengasiyan tên, ên ku dikarin bibin sebeb ku em xwe bêqîmet hesab bikin (Zeb. 136:23; Rom. 12:3). Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Yehowa çawa alî me dike (1) gava em nexweş dikevin, (2) gava em ji aliyê madî ve dikevin tengasiyê û (3) gava em seba extiyariyê difikirin ku em êdî nikarin bi awayekî baş ji Yehowa re xizmetê bikin. Serê pêşîn, bila em bibînin ku em çima dikarin bawer bin ku Yehowa qîmetê dide me.

YEHOWA QÎMETÊ DIDE ME

5. Em ji ku dizanin ku Yehowa qîmetê dide me?

5 Em her çi qas ji axê hatine afirandin jî, qîmeta me ji qîmeta kulmek ax zêdetir e (1. Mû. 2:7). Gelo em ji ku dizanin ku Yehowa qîmetê dide me? Mesela, Yehowa însan wisa afirandine ku ew karibin sifatên wî eyan bikin (1. Mû. 1:27). Bi vî awayî, Xwedê em ji tiştên din, ên ku li rûyê erdê hene, û ji heywanan bilind kirine (Zeb. 8:4-8).

6. Çi îsbat hene ku Yehowa qîmetê dide însanên qisûrdar?

6 Li gel guneha Adem, Yehowa her tim qîmet daye însanan. Ew ji me ew qas hez dike ku wî Kurê xweyî hêja Îsa ji bo gunehên me wek fîdye da (1. Yûh. 4:9, 10). Bi saya fîdyeyê, Yehowa wê “yên rast û nerast”, ên ku seba gunehê Adem mirine, ji mirinê rake (Kar. 24:15). Kitêba Pîroz nîşan dide ku eger em nexweş, feqîr yan kal û pîr bin jî, Yehowa qîmetê dide me (Kar. 10:34, 35).

7. Kîjan sebebên din nîşan didin ku Yehowa qîmetê dide xizmetkarên xwe?

7 Tiştên din jî nîşanî me didin ku Yehowa qîmetê dide me. Wî em ba xwe kişandine, û ew şa bû gava me mizgîna Padîşahiyê qebûl kir (Yûh. 6:44). Her ku em nêziktirî Yehowa dibûn, ew jî nêziktirî me dibû (Aqûb 4:8). Ji xeynî vê, Yehowa xîret dike ku me perwerde bike. Bi vî awayî, ew nîşan dide ku em ji bo wî çi qas biqîmet in. Ew dizane ku em niha kesên çawa ne, û ew dizane ku em dikarin bibin kesên çawa. Wekî din, ew me terbiye dike ji ber ku ew ji me hez dike (Mtl. 3:11, 12). Belê, gelek îsbat hene ku Yehowa qîmetê dide me!

8. Gotinên Zebûr 18:27-29 çawa dikarin li ser vê yekê tesîr bikin ku em li tengasiyên xwe çawa dinêrin?

8 Hin kesan her çi qas Dawid Padîşah bêqîmet hesab dikir jî, Dawid dizanibû ku Yehowa ji wî hez dike û piştgiriya wî dike. Ji ber ku Dawid ev yek dizanibû, ew hazir bû ku li hemberî tengasiyan sebat bike (2. Sam. 16:5-7). Gava em rastî tengasiyên tên, Yehowa dikare alî me bike ku nêrîna me pozîtîf be, û ew dikare destê me bigire ku em karibin serî bi astengan re derxînin (Zebûr 18:27-29 bixwîne). Gava Yehowa piştgiriya me dike, tu tişt nikare bibe sebeb ku em ji wî re bi dilşadî xizmetê nekin (Rom. 8:31). Bi xisûsî muhîm e ku em ji bîr nekin ku Yehowa ji me hez dike û qîmetê dide me gava em nexweş dikevin, tengasiyên madî dikişînin yan kal û pîr dibin. Niha emê van sê tengasiyan muzakere bikin.

NEXWEŞÎ

Gava em nexweş dikevin, gotinên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em serî bi diltengiyê re derxînin (Li paragrafên 9 heta 12an binêre)

9. Nexweşî çawa dikare li me tesîr bike?

9 Nexweşî dikare me dilteng bike û bibe sebeb ku em xwe bêkêr hîs bikin. Em belkî şerm dikin gava kesên din sînorên me dibînin yan gava em hewceyî alîkariya kesên din dibin. Eger kesên din nizanin ku em nexweş in, dibe ku em dîsa jî şerm bikin ji ber ku em êdî nikarin gelek tiştan bikin. Gava em dikevin tengasiyên wisa, Yehowa qewetê dide me. Lê çawa?

10. Li gor Methelokên Silêman 12:25, çi dikare alî me bike gava em nexweş dikevin?

10 Gava em nexweş dikevin, “gotina xweş” dikare dilrihetiyê bide me (Methelokên Silêman 12:25 bixwine). Gotinên xweş, ên ku Yehowa li Kitêba Pîroz dane nivîsandin, tînin bîra me ku eger em nexweş bin jî, Xwedê qîmetê dide me (Zeb. 31:19; 41:3). Eger em van gotinên îlhamkirî dîsa û dîsa bixwînin, Yehowa wê alî me bike ku em ji diltengiyê bifilitin.

11. Birayekî nexweş çawa alîkariya Yehowa dît?

11 Serpêhatiya birayekî bi navê Jorge bîne ber çavê xwe. Gava ew hê xort bû, halê wî seba nexweşiyeke giran her ku diçû xerabtir dibû. Ji ber vê yekê, wî xwe bêqîmet hesab dikir. Ew wisa dibêje: “Ez seba nexweşiya xwe pir dilteng dibûm, û min şerm dikir gava mirovan halê min didît. Her ku nexweşiya min xerabtir dibû, min meraq dikir ku nexweşî wê li ser jiyana min çawa tesîr bike. Ez bêçare mam, û min ji Yehowa re kir hawar.” Yehowa çawa alî wî kir? Jorge wisa dibêje: “Ji ber ku min rind nikaribû hişê xwe bidaya ser xwendinê, birayekî ez teşwîq kirim ku ez tenê çend ayetên ji kitêba Zebûrê bixwînim, ên ku nîşan didin ku Yehowa çawa xema xizmetkarên xwe dixwe. Min ev ayet her roj dixwendin, û min ji wan teselî û cesaret distend. Bi zeman re, kesên din dît ku kêfa min hêdî hêdî dihat cih. Bi ser de, wan got ku nêrîna min a pozîtîf cesaret dide wan. Min fehm kir ku Yehowa cewab dabû duayên min! Wî alî min kiribû ku ez bi awayekî din li xwe binêrim. Min êdî bala xwe dida vê yekê ku li gor Kitêba Pîroz, Yehowa li gel nexweşiya min li min çawa dinêre.”

12. Kesekî nexweş çawa dikare alîkariya Yehowa bistîne?

12 Eger tu bi nexweşiyekê micadele dikî, bawer be ku Yehowa derdê te fehm dike. Ji wî alîkariyê bixwaze ku tu karibî li halê xwe bi awayekî pozîtîf binêrî. Paşê, li gotinên xweş bigere, yên ku Yehowa ji bo te li Kitêba Pîroz dane nivîsandin. Bala xwe bide ayetên ku nîşan didin ku Yehowa çi qas qîmetê dide xizmetkarên xwe. Bi vî awayî, tuyê bibînî ku Yehowa ji xizmetkarên xwe yên dilsoz re çi qas qenc e (Zeb. 84:11).

TENGASIYÊN MADÎ

Eger em bêîş mabin jî, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa wê li me xwedî derkeve (Li paragrafên 13 heta 15an binêre)

13. Gava serê malê bêîş dimîne, ev yek çawa dikare li wî tesîr bike?

13 Her serê malbatê dixwaze debara malbata xwe bike. Lê belê, ferz bike ku birayekî îşê xwe winda kiriye. Ew pir xîret dike ku ji xwe re îşekî nû bibîne, lê ew serkeftî nabe. Seba vê tengasiyê, ew xwe bêqîmet hesab dike. Wê çima baş be ku ew bala xwe bide sozên Yehowa?

14. Yehowa sozên xwe çima tîne cih?

14 Yehowa sozên xwe her tim tîne cih (Yêşû 21:45; 23:14). Em çima dikarin ji vêya emîn bin? A yekê, Yehowa naxwaze leke bîne ser navê xwe. Yehowa soz daye ku ewê li xizmetkarên xwe yên dilsoz xwedî derkeve, û ew xwe mecbûr hîs dike ku vê sozê bîne cih (Zeb. 31:1-3). A diduyan, Xwedê dizane ku eger ew li me xwedî derneketa, emê bêçare bibûna. Wî soz daye ku ewê hewcedariyên me yên madî û rûhî têr bike, û tu tişt nikare bibe sebeb ku ew soza xwe neyne cih! (Met. 6:30-33; 24:45).

15. (a) Li sedsala yekê, şagirtên Îsa rastî kîjan tengasiyê hatin? (b) Zebûr 37:18, 19 çi sozê dide?

15 Eger em ji bîr nekin ku Yehowa sozên xwe çima tîne cih, emê xwe bi bawerî bispêrin wî gava em rastî tengasiyên madî tên. Şagirtên Îsa, yên ku li sedsala yekê dijiyan, bîne ber çavê xwe. Gava civata Orşelîmê rastî zilma giran hat, “ji Şandiyan pê ve hemû bawermend ji hev hatin belavkirin” (Kar. 8:1). Bifikire ku ew ketin tengasiyeke çi qas giran! Bi îhtimaleke mezin, şagirtên Îsa mal û îşên xwe winda kirin. Dîsa jî, Yehowa ew terk nekirin, û wan dilşadiya xwe winda nekir (Kar. 8:4; Îbr. 13:5, 6; Aqûb 1:2, 3). Yehowa piştgiriya wan şagirtên dilsoz kir, û ewê piştgiriya me jî bike (Zebûr 37:18, 19 bixwîne).

EXTIYARÎ

Emrê me çi qas be jî, eger em çi ji destê me tê bikin, Yehowa wê qîmetê bide me û xizmeta me (Li paragrafên 16 heta 18an binêre)

16. Gava em kal û pîr dibin, dibe ku em çima aciz bibin?

16 Her ku em kal û pîr dibin, dibe ku em bifikirin ku em êdî nikarin ji bo Yehowa gelek tiştan bikin. Wisa tê fehm kirin ku Dawid Padîşah jî wisa hîs dikir gava ew kal dibû (Zeb. 71:9). Yehowa çawa dikare alî me bike?

17. Serpêhatiya Jheriyê çi rêyî me dide?

17 Serpêhatiya xwişkeke bi navê Jheri bîne ber çavê xwe. Ew ji bo perwerdeya li ser xwedîkirina avahiyên teşkîlatê hatibû dawet kirin, a ku wê li Salona Îbadetê bihata dayîn, lê wê nedixwest here. Wê got: “Ez êdî pîr bûme, ez bî me, û qet hunerên min tune, yên ku Yehowa dikare bixebitîne. Ez bêkêr im.” Şeva berî civînê, wê dilê xwe ji Yehowa re vekir. Roja din, gava ew gihîşt Salona Îbadetê, gumanên wê hê hebûn. Lê belê, yek ji gotarvanan got ku hunera me ya herî muhîm ev e ku em hazir bin ku perwerdeya Yehowa qebûl bikin. Jheri wisa dibêje: “Min ji xwe re got: ‘Belê, ev huner ba min heye!’ Ez kelegirî bûm gava min fehm kir ku Yehowa cewab da duaya min. Wî ji min re digot ku di destê min de tiştekî biqîmet heye, yê ku ez dikarim bidim wî, û wî dixwest min perwerde bike!” Jheri di heqê wê rojê de wisa dibêje: “Gava ez hatim wê civînê, min xwe bêqîmet û bêcesaret hîs kiribû, lê piştî civînê, dilê min êdî bi cesaret û xwebaweriyê ve tije bû, û min fehm kir ku qîmeta min heye!”

18. Gava em kal û pîr dibin, gelo Yehowa hê qîmetê dide xizmeta me?

18 Emrê me çi qas be jî, Yehowa dikare me di îşê xwe de bixebitîne (Zeb. 92:12-15). Îsa gotibû ku hunerên me çi qas kêm bin jî yan kirinên me di çavê me de çi qas hindik bin jî, Yehowa qîmetê dide xizmeta me (Lûqa 21:2-4). Loma bala xwe bide tiştên ku tu dikarî bikî. Mesela, tu dikarî behsa Yehowa bikî, ji bo xwişk û birayan dua bikî û kesên din teşwîq bikî ku ew dilsoz bimînin. Yehowa te wek hevalkarê xwe dibîne – ne seba serkeftiyên te, lê seba vê ku tu bi dilxwazî guh didî wî (1. Kor. 3:5-9).

19. Gotinên Romayî 8:38, 39 alî me dikin ku em bi çi bawer bin?

19 Em çi qas şikurdar in ku Xwedayê me Yehowa bi rastî qîmetê dide xizmetkarên xwe! Wî em wisa afirandine ku em daxwaza wî bînin cih, û em pir bextewar dibin gava em ji wî re îbadetê dikin (Pey. 4:11). Dinya me her çi qas bêqîmet hesab bike jî, Yehowa me wisa nabîne (Îbr. 11:16, 38). Gava em seba nexweşî, tengasiyên madî yan extiyarî xemgîn dibin, bila em tu caran ji bîr nekin ku tu tişt nikare me ji hezkirina Yehowa veqetîne (Romayî 8:38, 39 bixwîne).

^ par. 5 Gava tu rastî tengasiyan têyî, gelo tu xwe carinan bêqîmet hesab dikî? Ev meqale wê nîşan bide ku Yehowa çi qas qîmetê dide te. Wekî din, meqale wê rêyî te bide ku çima ne lazim e ku tu xwe bêkêr hîs bikî.

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dost