Here Naverokê

Here naverokê

Hevdû bi Hezkirinê Ava Bikin

Hevdû bi Hezkirinê Ava Bikin

“Hezkirin, ava dike” (1. KOR. 8:1).

KILAM: 109, 121

1. Li şeva berî mirina xwe, Îsa behsa çi kir?

LI ŞEVA berî mirina xwe, Îsa ji şagirtên xwe re nêzikî 30 caran behsa hezkirinê kir. Wî bîlhesa ji wan re got ku gerek ew “ji hevdû hez bikin” (Yûh. 15:12, 17). Bi saya hezkirina li nav wan, kesên din wê fehm bikira ku ew bi rastî şagirtên Îsa ne (Yûh. 13:34, 35). Ev hezkirin, ne tenê hîseke germ e. Îsa nîşan da ku ev hezkirin bi fedakariyê ve girêdayî ye. Wî got: “Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe dide. Eger hûn tiştên ku min li we emir kirin bînin cih, hûn dostên min in” (Yûh. 15:13, 14).

2. (a) Xizmetkarên Xwedê bi kîjan sifatê tên nas kirin? (b) Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Xizmetkarên Yehowa yên îroyîn, bi yekîtî û hezkirina rastîn û fedakar tên nas kirin (1. Yûh. 3:10, 11). Ziman, milet an koka wan çi be jî, xizmetkarên Yehowa li seranserê dinyayê bi rastî ji hevdû hez dikin. Gelo hezkirin îro çima ew qas muhîm e? Yehowa û Îsa me çawa bi hezkirinê ava dikin? Em çawa dikarin vê hezkirina ku “ava dike”, eyan bikin? (1. Kor. 8:1).

ÎRO HEZKIRIN ÇIMA PIR MUHÎM E?

3. Li van “wextên dijwar”, hin kes dikevin çi halî?

3 Îro, em li “wextên dijwar” dijîn, û jiyan “bi zehmet û bi keder” ve tije ye (Zeb. 90:10; 2. Tîm. 3:1-5). Gelek mirov êdî ji jiyanê kêfê nastînin. Her sal, zêdetirî 800.000 kes xwe dikujin, yanî di her 40 saniyeyî de kesek xwe dikuje. Çi heyf e ku di vê hejmarê de hin xwişk û birayên me jî hene.

4. Di demên berê de, kîjan xizmetkarên Xwedê ji canê xwe aciz bûbûn?

4 Di demên berê de, hin xizmetkarên Xwedê yên dilsoz seba kul û derdên xwe ji canê xwe aciz bûbûn. Mesela, Eyûb seba êşa xwe êdî nedixwest bijiya (Eyûb 7:16; 14:13). Ûnis jî seba netîceyên wezîfeya xwe ew qas aciz bû ku wî ji Yehowa re wisa got: “Canê min ji min bistîne; ji ber ku mirin, bona min ji jiyanê qenctir e” (Yns. 4:3). Carekê, Êlyas pêxember jî “bona canê xwe mirinê xwest”. Wî got: “Bes e, ya XUDAN, niha canê min bistîne” (1. Qra. 19:4). Lê belê, Yehowa qîmet dida van xizmetkarên xwe, û wî mirina wan nedixwest. Li şûna ku ew seba gotinên wan bi hêrs bikeve, wî alî wan kir ku ew qîmeta jiyanê bizanibin û ji wî re bi dilsozî xizmet bikin.

5. Xwişk û birayên me çima hewceyî hezkirina me ne?

5 Îro, gelek xwişk û birayên me rastî tengahiyan tên û hewceyî hezkirina me ne. Mesela, hinek li cihê îşê xwe li ber zilm, paşgotinî û qerfan dimînin. An jî dibe ku ew seba xebata giran ketine stresê. Hin xwişk û birayên me rastî problemên malbatê tên. Dibe ku dilê xwişk an birayên me teng dibe ji ber ku pîrek an zilamê wan ji Yehowa re xizmet nake û her tim muneqaşe derdixîne. Seba problemên wisa, gelek ji wan westiyayî ne. Kî dikare alî wan bike?

HEZKIRINA XWEDÊ CESARETÊ DIDE ME

6. Yehowa xizmetkarên xwe çawa bi hezkirinê ava dike?

6 Yehowa xizmetkarên xwe bi hezkirinê ava dike. Ew soz dide ku ewê ji wan her tim hez bike. Di demên berê de, Yehowa ji xizmetkarên xwe yên dilsoz re wisa gotibû: “Ji ber ku tu di çavê min de birûmet û birêz î û ji ber ku ez ji te hez dikim ... Metirse; ji ber ku ez bi te re me” (Îşa. 43:4, 5). Em rind dizanin ku Yehowa pir qîmetê dide me. * Kitêba Pîroz wisa soz dide: “Ew xurt e, ewê te xelas bike. Ewê bi dilşadiya mezin li ser te bicoş bibe” (Tsf. 3:16, 17, WDN).

7. Hezkirina Yehowa çawa dişibe hezkirina dayikekê? (Li resmê ewilî binêre.)

7 Yehowa soz dide ku xizmetkarên wî rastî kîjan tengahiyan bên jî, ewê qewetê bide wan. Xwedê me teselî dike mîna dayikeke ku kurê xwe li ser çokên xwe dilorîne (Îşa. 66:12, 13). Bi vê mîsala dilgerm, Yehowa nîşan dide ku ew ji xizmetkarên xwe yên dilsoz pir hez dike. Bawer be ku tu di çavê Yehowa de pir biqîmet û hêja yî! (Yêr. 31:3).

8, 9. Hezkirina Îsa çawa dikare qewetê bide me?

8 Kitêba Pîroz eyan dike ku Yehowa ji me hez dike: “Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûh. 3:16). Qurbanbûna Îsa îsbat dike ku ew jî ji me hez dike, û hezkirina wî qewetê dide me. Kitêba Pîroz soz dide ku ne “cefa” û ne jî “tengahî” dikare “me ji hezkirina Mesîh veqetîne” (Rom. 8:35, 38, 39).

9 Gava em rastî tengahiyan tên, ên ku qeweta me ji aliyê bedenî, hîsî an ruhî ve kêm dikin, hezkirina Mesîh dikare qewetê bide me ku em sebir bikin (2. Korîntî 5:14, 15 bixwîne). Gava em li ber felaket, zilm, problemên şexsî an xemên giran dimînin, hezkirina Îsa dikare alî me bike ku em cesareta xwe winda nekin.

XWIŞK Û BIRAYÊN ME HEWCEYÎ HEZKIRINA ME NE

Gotin û kirinên Îsa ji xwe re bike nimûne (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

10, 11. Kî gerek cesaretê bide xwişk û birayên dilteng?

10 Bi destê civatê, Yehowa me bi hezkirinê ava dike. Gava em ji xwişk û birayên xwe hez dikin, em hezkirina xwe ji Yehowa re eyan dikin. Gerek em alî wan bikin ku ew fehm bikin ku Yehowa qîmetê dide wan û ji wan hez dike (1. Yûh. 4:19-21). Pawlosê şandî wisa got: “Wek ku hûn niha dikin, di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Sel. 5:11). Belê, ne tenê kalên civatê, lê her kes dikare wek Yehowa û Îsa teselî û cesaretê bide xwişk û birayan (Romayî 15:1, 2 bixwîne).

11 Dibe ku hin xwişk û birayên me seba depresyonê hewceyî derman û alîkariya profesyonel in (Lûqa 5:31). Kalên civatê û xwişk û birayên din her çi qas ne doktor bin jî, ew dikarin “hanê [teseliyê] bidin bêziravan, ji yên lewaz re bibin piştevan” (1. Sel. 5:14). Em dixwazin rind fehm bikin ku halê xwişk û birayên me çawa ye. Gava ew dilteng dibin, gerek em sebir bikin û cesaretê bidin wan. Gelo tu wisa dikî? Tu çawa dikarî zêdetir teselî û cesaretê bidî wan?

12. Hezkirina civatê çawa dikare me ava bike? Mîsalekê bide.

12 Xwişkeke me, ya ku li Ewropayê dijî, wisa dibêje: “Ez carinan li ser mirinê difikirim, lê civat piştgiriya min dike û ez filitandime. Xwişk û bira her tim bi hezkirinê cesaretê didin min. Gelek kes nizanin ku ez di depresyonê de me, lê civat her tim destek dide min. Jin û mêrek heye ku wek dê û bavê min in. Ew min xwedî dikin û şev û roj hazir in ku alîkariya min bikin.” Rast e ku her kes nikare ew qas alîkariyê bike. Dîsa jî, wê baş be ku çi qas ji destê me tê, em piştgiriya kesên dilteng bikin. *

EM ÇAWA DIKARIN HEVDÛ BI HEZKIRINÊ AVA BIKIN?

13. Em çawa dikarin kesên din ava bikin?

13 Rind guh bide (Aqûb 1:19). Gava em bi hemdilî guh didin mirovan, em hezkirina xwe eyan dikin. Ji bo ku em halê xwişk an birayekî me baştir fehm bikin, em dikarin pirsên nazik bipirsin. Ji rûyê me, ewê bibîne ku em bi rastî pê eleqedar in an na. Gava xwişk an bira dipeyive, gerek em sebir bikin û xeberdana wî (an wê) nebirin. Eger em wisa bikin, ewê jî hazir be ku guh bide gotinên me yên teselîdar. Eger em bi rastî xema kesên din bixwin, ewê ji me pir teseliyê bistînin.

14. Gerek em kesên din çima tenkîd nekin?

14 Mirovan tenkîd neke. Eger em kesên ku di depresyonê de ne tenkîd bikin, dibe ku derdê wan hê jî girantir bibe. Paşê, dibe ku ew êdî alîkariya me nexwazin. “Yê ko bêtebat dipeyive; mîna şûrekî brîndar dike; lê zimanê eqilmendan dermanê dilan e” (Mtl. 12:18, Methelokên Hezretê Silêman). Em helbet naxwazin kesên ku di depresyonê de ne bi gotinên xwe birîndar bikin; loma, gerek em hay ji xwe hebin ku em wan bê hemdî neêşînin. Ji bo ku em kesên din bi hezkirinê ava bikin, gerek em xîret bikin ku em halê wan fehm bikin (Met. 7:12).

15. Em çawa dikarin teselî û cesaretê bidin kesên din?

15 Bi alîkariya Kitêba Pîroz teselî bide (Romayî 15:4, 5 bixwîne). Ji ber ku Kitêba Pîroz ji “Xwedayê sebir û handanê” tê, em jê teseliyê distînin. Ji xeynî ayetên teselîdar, di destê me de gelek çavkaniyên lêkolînê hene. Mesela, em dikarin weşanên wek Watch Tower Publications Index û Research Guide for Jehovah’s Witnesses bi kar bînin, ên ku bi gelek zimanan hene. Bi saya ayet û weşanên teselîdar, ên ku em di van çavkaniyan de dibînin, em dikarin teselî û cesaretê bidin xwişk û birayên xwe.

16. Ji bo ku em cesaretê bidin kesekî ku di depresyonê de ye, gerek em bibin xwediyê kîjan sifatê?

16 Dilovan be. Yehowa “Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê ye” (2. Korîntî 1:3-6 bixwîne; Lûqa 1:78; Rom. 15:13). Pawlos di vî warî de ji me re bûye emsaleke baş. Wî wisa nivîsî: “Wek ku dayikeke zaroşîr zarokên xwe xweyî dike, me xwe di nav we de nerm kir. Em bi hezkirineke wisa bi we ve hatibûn girêdan ku êdî me dixwest em ne bi tenê Mizgîniya Xwedê bidin we, lê jiyana xwe jî bi we re leva bikin, çimkî hûn bûbûn hezkiriyên me” (1. Sel. 2:7, 8). Bi ser de, dibe ku kesekî dilteng dilovaniya me wek cewaba duayên xwe bibîne.

17. Em çawa dikarin xwişk û birayên xwe bi hezkirinê ava bikin?

17 Li benda bêqisûriyê nebe. Ji bîr neke ku tu kes bêqisûr nîne (Waiz 7:21, 22). Çawa ku Yehowa li hemberî xizmetkarên xwe bisebir e, gerek em jî li qisûrên xwişk û birayên xwe nenêrin (Ef. 4:2, 32). Gerek em xwişk û birayên xwe bi kesên din re muqayese nekin û kirinên wan kêm nebînin, lê cesaretê bidin wan û pesnê wan bidin ji bo serkeftinên wan. Pesnên ji dil dikarin kesên din bi hezkirinê ava bikin û alî wan bikin ku ew bi dilşadî ji Yehowa re xizmetê bikin (Gal. 6:4).

18. Gerek em kesên din çima bi hezkirinê ava bikin?

18 Yehowa û Îsa qîmetê didin her yek ji miyên xwe (Gal. 2:20). Em ji xwişk û birayên xwe pir hez dikin, û em dixwazin bi dilovanî bi wan eleqedar bibin. Ji bo ku em dilrihetiyê bidin wan, gerek em “bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne” (Rom. 14:19). Em hesreta jiyana li Cenetê ne, çimkî li wê demê, tu kes wê êdî dilteng nebe. Tu kes wê êdî seba nexweşî, şer, mirin, zilm, problemên malbatê an xemên din êş nekişîne. Li dawiya hikumdariya hezarsalî, her kes wê bêqisûr bibe. Yehowa wê kesên ku li îmtihana dawîn dilsoz bimînin wek zarokên xwe qebûl bike, û ewê bigihîjin “azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet” (Rom. 8:21). Bila em her tim hevdû bi hezkirinê ava bikin û alî hevdû bikin ku em bigihîjin vê xelatê!

^ par. 6 Li beşa 24an a kitêba Draw Close to Jehovah binêre.

^ par. 12 Ji bo pêşniyazên ku mirov çawa dikare fikrên xwekuştinê ji xwe dûr bixe, li van meqaleyên kovara Awake! binêre: “Why Go On? Three Reasons to Keep Living” (Nîsan 2014); “When You Feel Like Giving Up on Life” (Çile 2012); û “Life Is Worth Living” (22 Cotmeh 2001).