Here Naverokê

Here naverokê

“Madem ku Hûn van Tiştan Dizanin, Xwezî bi We, Eger Hûn Wan Bikin”

“Madem ku Hûn van Tiştan Dizanin, Xwezî bi We, Eger Hûn Wan Bikin”

“Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim” (YÛH. 4:34).

KILAM: 80, 35

1. Ruhê dinyayê çawa dikare li ser dilnizmiya me tesîr bike?

CARINAN çima zor e ku em li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijîn? Yek ji sebeban ev e ku ji bo ku em tiştên rast bikin, gerek em dilnizm bin. Bes problem ev e ku di van “rojên dawîn” de, piraniya mirovên li derdora me dilnizm nînin, lê “xwehez, perehez, pesinker, pozbilind” û “çilek” in (2. Tîm. 3:1-3). Em dizanin ku sifatên wisa xerab in, lê dibe ku em carinan bifikirin ku mirovên wisa serkeftî ne û jiyana wan baş e (Zeb. 37:1; 73:3). Bi ser de, dibe ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo bi rastî hêja ye ku ez herî zêde bala xwe bidim hewcedariyên kesên din? Eger ez dilnizm bim, gelo kesên din wê dîsa jî qedrê min bigirin?” (Lûqa 9:48). Eger em bikevin ber bayê xweperestiyê, dibe ku dostiya me bi xwişk û birayan re xera bibe û em êdî bişibin mirovên vê dinyayê. Lê eger em emsalên baş, ên ku di Kitêba Pîroz de tên nîşan dayîn, lêkolîn bikin û wan ji xwe re bikin nimûne, emê bigihîjin netîceyên baş.

2. Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

2 Xizmetkarên Xwedê yên berê çawa dilsoz man? Xwedê ji wan çima razî bû? Ew çawa li ser riya rast man? Gava em serpêhatiyên wan dixwînin û li ser wan kûr difikirin, ev yek dikare baweriya me xurttir bike.

EM ÇAWA DIKARIN BAWERIYA XWE XURT BIKIN?

3, 4. (a) Em perwerdeya ruhî ji ku distînin? (b) Çima ne bes e ku em tenê melûmatê bistînin?

3 Em dikarin ji Kitêba Pîroz, ji weşanên me, ji malpera me ya înternetê, ji JW Broadcasting û ji civînên me şîretên pir bifeyde bistînin. Dîsa jî, ne bes e ku em tenê melûmatê bistînin. Îsa wisa got: “Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim” (Yûh. 4:34).

4 Ji bo Îsa, pêkanîna daxwaza Xwedê wek xwarinê bû. Çawa ku xwarin me xurt dike û kêfê dide me, pêkanîna daxwaza Xwedê jî baweriya me xurt dike û kêfê dide me. Mesela, em her çi qas westiyayî bin jî, gava em diçin xizmetê, ma em piştî xizmetê dilşad û dilgeş nabin?

5. Xelata hîkmetê çi ye?

5 Ji bo ku em bi rastî bihîkmet bin, divê em daxwaza Yehowa bînin cih (Aqûb 3:13). Kesên bihîkmet gelek xelatan distînin. Kitêba Pîroz der heqê hîkmetê de wisa dibêje: “Qîmeta wê ji her tiştên bibeha mezintir e. ... Ew, ji bona yên ko wê digirin dara jiyînê ye, û yên ko wê xurt digirin bi çiqasî bextiyar in” (Mtl. 3:13-18, Methelokên Hezretê Silêman). Îsa jî wisa got: “Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin” (Yûh. 13:17). Şagirtên Îsa dizanibû ku eger ew gotinên wî pêk bînin, ewê bextewar bibin. Loma ew her tim li gor emsal û hîndariyên Îsa dijiyan.

6. Çima lazim e ku em li gor tiştên ku em elimîne bijîn?

6 Îro jî lazim e ku em li gor tiştên ku em elimîne bijîn. Mesela, dibe ku malzeme, melûmat û hacetên hosteyekî hebe. Lê belê heta ku hoste wana nexebitîne, feydeya van tiştan tune. Hoste her çi qas bitecrûbe be jî, gerek ew hunerên xwe her tim bixebitîne. Mîna vê, gava em rastiya Kitêba Pîroz nû elimîbûn, em bextewar bûn ji ber ku em pey rêberiya Kitêba Pîroz diçûn. Lê ji bo ku em bextewariya xwe winda nekin, gerek em roj bi roj bi dilnizmî li gor rêberiya Yehowa bijîn.

7. Em dikarin ji kesên dilsoz, ên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin, çi bielimin?

7 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku carinan çima zor e ku em dilnizm bimînin. Emê bielimin ku di demên berê de, hin kesên dilsoz dilnizmiya xwe çawa xwedî dikir. Wek me dîtibû, ne bes e ku em tenê melûmatê bistînin. Loma gerek em bifikirin ku em çawa dikarin van dersan di jiyana xwe de bixebitînin.

LI XIZMETÊ DILNIZM BE

8, 9. Serpêhatiya Pawlos çawa nîşan dide ku ew yekî dilnizm bû? (Li resmê ewilî binêre.)

8 Xwedê dixwaze ku “hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê” (1. Tîm. 2:4). Tu li mirovên ku rastiya Kitêba Pîroz hê nizanin, çawa dinêrî? Pawlosê şandî mizgîn dida hem kesên xwedênas hem jî kesên pûtperest. Lê belê, reaksiyona pûtperestan carinan dilnizmiya Pawlos diceriband.

9 Gava Pawlos cara pêşîn bi rê ket, ew tevî Barnabas çû gelek bajaran. Wan di du bajaran de zilm dît. Lê gava ew hatin Lîstrayê, mirovên vî bajarî ji Pawlos û Barnabas re heyran man û ew wek xwedayên xwe “Zews” û “Hermês” bi nav kirin. Gelo ev yek ji Pawlos û Barnabas re xweş hat? Gelo ew fikirîn ku reaksiyona xelkê ji bo belavkirina mizgînê baş e? Na! Ew pir aciz bûn, û wan wisa got: “Hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in!” (Kar. 14:8-15).

10. Pawlos û Barnabas çima xwe ji xelkê Lîstrayê mezintir hesab nedikir?

10 Gava Pawlos û Barnabas got “em jî wek we mirov in”, wan nedigot ku dînê wan û dînê xelkê bi eslê xwe wek hev in. Pawlos û Barnabas mizgînvanên wezîfedar bûn (Kar. 13:2). Wan ruhê pîroz stendibû, û Xwedê hêviyeke bêemsal dabû wan. Lê belê, ev yek nedihat maneya ku ew ji kesên din mezintir in. Pawlos û Barnabas dizanibû ku eger xelkê Lîstrayê mizgînê qebûl bikin, ewê jî bikaribin bibin xwediyê hêviya jiyana li ezmanan.

11. Gava em mizgînê belav dikin, em çawa dikarin wek Pawlos dilnizm bin?

11 Em çawa dikarin wek Pawlos dilnizm bin? A yekê, gerek em seba serkeftinên xwe, ên ku em bi alîkariya Yehowa pêk tînin, pozbilind nebin. A diduyan, gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Gava ez mizgînê belav dikim, ez li mirovan çawa dinêrim? Gelo pêşhikumên min li dijî hin miletan hene?” Kok û zimanê mirovan çi be jî, Şahidên Yehowa dixwazin mizgînê bigihînin her kesî. Ji bo vê, ew carinan ziman û adetên mirovan dielimin, ên ku ji aliyê civakê ve kêm tên dîtin. Lazim e ku Şahidên Yehowa xwe ji mirovên wisa mezintir hesab nekin. Armanca mizgînvanan ev e ku mirovan fehm bikin û mizgîna Padîşahiyê bigihînin dilê wan.

DI DUAYÊN XWE DE NAVÊN KESÊN DIN BÎNE ZIMÊN

12. Êpafras çawa bi kesên din re eleqedar dibû?

12 Wekî din, gava em ji bo xwişk û birayên xwe dua dikin, ên ku “bi me re gihîştine eynî baweriya giranbiha”, em nîşan didin ku em rêberiya Xwedê bi dilnizmî qebûl dikin (2. Ptr. 1:1). Mesela, Êpafras jî wisa dikir. Kitêba Pîroz tenê sê caran behsa wî dike. Gava Pawlos li Romayê di mala xwe de girtî bû, wî ji xwişk û birayên li Koloseyê re nivîsî ku Êpafras “hergav bi xîretkêşî ji bo [wan] dua dike” (Kol. 4:12). Êpafras xwişk û bira rind nas dikirin, û wî ji dil xema wan dixwar. Ew jî wek Pawlos “girtî” bû (Flm. 23). Dîsa jî, ew bi hewcedariyên kesên din eleqedar dibû, û wî dixwest alî wan bike. Êpafras ji bo xwişk û birayan dua dikir, û em jî dikarin wisa bikin û navên wan di duayên xwe de bînin zimên. Duayên wisa pir bitesîr in (2. Kor. 1:11; Aqûb 5:16).

13. Em çawa dikarin Êpafras ji xwe re bikin nimûne?

13 Em dikarin ji bo kê dua bikin? Wek Êpafras, gelek xwişk û birayên me jî seba mesûliyetên giran an tengahiyan hewceyî duayên me ne. Mesela, em dikarin ji bo xwişk û birayên me dua bikin, ên ku li ser jw.org li meqaleya “Şahidên Yehowa ku Seba Baweriya Xwe di Hebsê de ne” tên bi rêz kirin (Here NÛÇE > BÛYERÊN HIQÛQÎ). Ji xeynî wan, gerek em van kesên ku seba mirina hezkiriyekî, şer, felaket an tengahiyên ekonomîk bêhal in, ji bîr nekin. Gava em ji bo kesên wisa dua dikin, em nîşan didin ku em “ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî” dinêrin (Flp. 2:4). Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê guh bide duayên wisa!

“DI BIHÎSTINÊ DE BI LEZ BE”

14. Yehowa ji aliyê guhdayinê ve çawa ji me re bûye emsal?

14 Kesekî ku bi rastî dilnizm e, rind guh dide kesên din. Li gor Aqûb 1:19, divê em “di bihîstinê de bi lez” bin. Di vî warî de, Yehowa ji me re bûye emsala herî baş (1. Mû. 18:32; Yêşû 10:14). Mesela, sohbeta li 2. Mûsa 32:11-14 bîne ber çavê xwe (bixwîne). Yehowa helbet ne hewceyî fikrên Mûsa bû, lê wî dîsa jî îzin da Mûsa ku ew dilê xwe veke. Gelo teyê bi sebir guh bidaya kesekî ku berê şaşî kiribû? Gelo teyê fikrên wî bikirana hesabê? Me gişt jî şaşî kirine, lê Yehowa dîsa jî bi sebir guh dide me gava em bi bawerî dua dikin.

15. Em çawa dikarin Yehowa ji xwe re bikin nimûne?

15 Ji xwe wisa bipirse: “Madem ku Yehowa ew qas dilnizm e û guh dide kesên wek Birahîm, Rahêl, Mûsa, Yêşû, Manoah, Êlyas û Hîzkiya, ma ne lazim e ku ez jî zêdetir guh bidim xwişk û birayan û fikrên wan bikim hesabê? Gelo di civat an malbata min de kesek heye ku gerek ez zêdetir pê eleqedar bibim? Gerek ez çi bikim?” (1. Mû. 30:6; Ser. 13:9; 1. Qra. 17:22; 2. Dîr. 30:20).

“DIBE KU XUDAN LI NEHEQIYA KU JI MIN RE HATIYE KIRIN BINÊRE”

Dawid got: “Wî berdin!” Gelo teyê çi bikira? (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16. Dawid Padîşah li ber heqaretên Şîmeî çi kir?

16 Dilnizmî dikare alî me bike ku em xwe bigirin gava kesek li me xerabiyê dike (Ef. 4:2). Mesela, em dikarin vê ji serpêhatiya Dawid bibînin, a ku li 2. Samûyêl 16:5-13 hatiye qeyd kirin (bixwîne). Dawid û xizmetkarên wî bi destê Şîmeî, ku merivekî Saûl Padîşah bû, li ber heqaret û zordariyê man. Eger Dawid bixwesta, wiyê bikaribûya riya Şîmeî bigirta, lê Dawid xwe girt. Çawa? Ji bo ku em cewaba vê pirsê bistînin, gerek em li Zebûra 3yan binêrin.

17. Dawid xwe çawa girt, û em çawa dikarin wî ji xwe re bikin nimûne?

17 Sernivîsa Zebûr 3 wisa dibêje: “Zebûra Dawid, çaxê ku ji kurê xwe Abşalom reviya.” Yanî, ev Zebûr behsa wê demê dike gava Şîmeî hicûmî Dawid kir. Zebûr 3:4 nîşan dide ku Dawid çawa sebir kir: “Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan, ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan.” Gava kesek li me hicûm dike, wê baş be ku em jî dua bikin. Yehowa wê ruhê pîroz bide me ku em karibin sebir bikin. Gava kesek li te xerabiyê dike, gelo dibe ku tu karibî xwe zêdetir bigirî û efûkar bibî? Gelo tu bawer î ku Yehowa tengahiyên te dibîne û ewê hem alîkariya te bike hem jî te bibereket bike?

QÎMETA HÎKMETÊ JI HER TIŞTÎ GIRANTIR E

18. Eger em tiştên rast bikin, emê çi bereketan bistînin?

18 Eger em tiştên rast bikin, emê bihîkmet bibin û bereketên mezin bistînin. Li gor Kitêba Pîroz, qîmeta hîkmetê ji her tiştî girantir e (Mtl. 4:7). Hîkmet ne tenê bi zanîna me ve, lê bîlhesa bi qerarên me ve girêdayî ye. Li gor Kitêba Pîroz, morî bihîkmet in, çimkî ew ji bo zivistanê xwarinê top dikin (Mtl. 30:24, 25). Îsa Mesîh wek “hîkmeta Xwedê” tê bi nav kirin, û ew her tim daxwaza Xwedê tîne cih (1. Kor. 1:24; Yûh. 8:29). Loma ji xeynî vê ku em bizanibin ku çi rast e, gerek em bi dilnizmî tiştên rast bikin. Eger em wisa bikin, Xwedê wê me xelat bike (Metta 7:21-23 bixwîne). Bi ser de, eger em dilnizmiya xwe bi pêş bixin, xwişk û birayên me jî wê bixwazin bi dilnizmî ji Yehowa re xizmet bikin. Carinan hêsan nîne ku em tiştên rast bikin, lê eger em bi dilnizmî li ser riya rast bimînin, emê niha û heta bi hetayê jî bextewar bin!