Here Naverokê

Here naverokê

Wek Yehowa Xatirê Mirovan Bigire û Dilovan Be

Wek Yehowa Xatirê Mirovan Bigire û Dilovan Be

“Xwezî bi wî yê ku xatirê belengazan digire” (ZEB. 41:1, WDN).

KILAM: 130, 107

1. Hezkirina di nav xizmetkarên Xwedê de çawa xuya dibe?

LI SERANSERÊ dinyayê, xizmetkarên Xwedê wek malbatekê bûne yek. Ew xwişk û birayên hev in, ên ku ji hevdû hez dikin (1. Yûh. 4:16, 21). Hezkirina wan bi zêdeyî ne bi qehramaniyên mezin, lê bi gelek tiştên biçûk xuya dibe, mesela bi gotin û kirinên dilovan. Gava em xatirê kesên din digirin û dilovan dibin, em “wek zarokên delal mîna Xwedê” dikin (Ef. 5:1).

2. Îsa hezkirina Xwedê çawa ji xwe re dikir nimûne?

2 Wek Xwedê, Îsa jî xatirê mirovan digirt. Wî wisa got: “Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we ..., çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im” (Met. 11:28, 29). Gava em wek Îsa Mesîh ‘xatirê belengazan digirin’, Xwedê ji me razî dibe û em pir bextewar dibin (Zeb. 41:1). Niha emê bielimin ku em çawa dikarin li malbatê, li civînê û li xizmetê xatirê kesên din bigirin.

LI MALBATÊ

3. Çima lazim e ku zilam hem fehmdar be hem jî xatirê pîreka xwe bigire? (Li resmê ewilî binêre.)

3 Lazim e ku zilam xatirê malbatên xwe bigirin û wan rind xwedî bikin (Ef. 5:25; 6:4). Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em bi pîrekên xwe re “fêmdar û têgihîştî” bin (1. Ptr. 3:7). Fehmdarî û xatirgirtin bi hev ve girêdayî ne. Mesela, zilamekî fehmdar dizane ku pîreka wî ji gelek aliyan ve ji wî cuda ye, lê belê ji wî nizmtir nîne (1. Mû. 2:18). Bi vî awayî, zilam hîsên pîreka xwe dike hesabê û qîmetê dide wê. Li Kanadayê, jinikekê der heqê zilamê xwe de wisa got: “Ew dilê min tu caran naeşîne û nabêje ‘Wisa nefikire’. Ew her tim rind guh dide. Gava lazim dibe ku ez fikreke xwe rast bikim, ew bi dilovanî alî min dike ku ez vêya bikim.”

4. Zilam çawa dikare bi hal û hereketên xwe xatirê pîreka xwe bigire?

4 Zilamekî ku xatirê pîreka xwe digire bi jinên din re flort nake – ne rû bi rû ne jî bi torên civakî û ne jî li ser înternetê (Eyûb 31:1). Ew li torên civakî flort nake û li rûpelên nebaş nanêre. Belê, ew ji pîreka xwe re her tim dilsoz dimîne, ne tenê ji ber ku ew ji pîreka xwe hez dike, lê ji ber ku ew ji Xwedê hez dike û ji xerabiyê nefret dike (Zebûr 19:14; 97:10 bixwîne).

5. Pîrek çawa dikare xatirê zilamê xwe bigire?

5 Eger zilam serê xwe, yanî Îsa Mesîh ji xwe re bike nimûne, pîreka wî wê bi hêsanî karibe “hurmetê ji zilamê xwe re bike” (Ef. 5:22-25, 33). Seba vê hurmetê, ewê xatirê zilamê xwe bigire, mesela gava gerek ew zêdetir wexta xwe ji bo îşên civatê xerc bike an gava hişê wî bi problemên giran ve mijûl dibe. Zilamekî li Îngilistanê wisa dibêje: “Ji hal û hereketên min, pîreka min carinan fehm dike ku ez seba tiştekî aciz bûme. Gava wisa dibe, ew li benda wexta rast disekine ku li gor prensîpa Methelokên Silêman 20:5 fikrên ku di dilê min hene ‘bikişîne’, helbet tenê eger ez dikarim behsa meseleyê bikim.”

6. Em çawa dikarin alî zarokan bikin ku ew xatirê kesên din bigirin, û zarok wê ji vê çawa feyde bibînin?

6 Gava dê û bav xatirê hevdû digirin, ew ji bo zarokên xwe dibin emsalên baş. Lazim e ku dê û bav hînî zarokên xwe bikin ku ew xatirê kesên din bigirin. Mesela, dê û bav dikarin hînî wan bikin ku ew li Salona Îbadetê nerevin. An jî, gava xwişk û bira bi hev re wext derbas dikin, dê û bav dikarin hînî zarokên xwe bikin ku li benda kesên mezin bimînin berî ku ew xwarinê bigirin. Helbet, di civatê de her kes dikare piştgiriya dê û bavan bike. Mesela, gava zarokek tiştekî nazik dike – mesela gava zarok derî vedike – em dikarin pesnê zarok bikin. Eger em wisa bikin, zarok wê kêfxweş bibe û fehm bike ku “bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Kar. 20:35).

LI CIVATÊ

7. Îsa çawa xatirê mirovekî ker digirt, em dikarin ji kirinên Îsa çi bielimin?

7 Carekê, gava Îsa li herêma Dêkapolîsê de bû, “mirovekî kerr û lal anîn” (Mar. 7:31-35). Îsa ew li ber her kesî qenc nekir. Çima? Ji ber ku mirov ker bû, dibe ku wî ji xelkê şerm dikir. Ji ber vê yekê, Îsa ew bir cihekî tenha û li wê derê şîfa da wî. Em helbet nikarin mucîzeyan çêkin. Lê belê em dikarin hîs û hewcedariyên xwişk û birayên xwe bikin hesabê. Pawlos wisa nivîsî: “Em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin” (Îbr. 10:24). Belê, Îsa halê mirovê ker fehm dikir û xatirê wî digirt. Çi emsaleke baş!

8, 9. Em çawa dikarin xatirê kesên extiyar û astengdar bigirin?

8 Xatirê kesên extiyar û astengdar bigire. Şagirtên Îsa, ne bi hûner û merîfeta xwe, lê bi hezkirina xwe tên nas kirin (Yûh. 13:34, 35). Dibe ku ji bo xwişk û birayên me yên extiyar an astengdar zor e ku ew herin civînan û mizgînê belav bikin. Belkî qeweta wan nagihîje ku pir tiştan bikin, lê dîsa jî gerek em bi fedakarî alî wan bikin (Met. 13:23). Michael, ê ku li erebeya seqetan rûdine, ji alîkariya malbata xwe û xwişk û birayên koma xizmetê pir razî ye. Ew wisa dibêje: “Bi saya alîkariya wan, ez dikarim herim piraniya civînan û mizgînê belav bikim. Ez bîlhesa ji xizmeta umûmî pir hez dikim.”

9 Li gelek Beytelan, xwişk û birayên extiyar an astengdar hene. Nazirên dilovan alî wan dikin ku ew mizgînê bi nivîsandina nameyan û bi telefonê belav bikin.” Bill, birayekî 86 salî yê ku ji kesên ku li cihên dûr dijîn re nameyan dinivîse, wisa dibêje. “Em şa ne ku em dikarin nameyan binivîsînin.” Nancy, xwişkeke nêzikî 90 salî, wisa dibêje: “Ji bo min, nivîsandina nameyan ne tenê tijekirina zerfan e. Em bi rastî xizmetê dikin. Lazim e ku mirov rastiyê bibihîzin!” Xwişkeke bi navê Ethel, a ku li sala 1921ê hat dinyayê, wisa dibêje: “Êşên min pir in. Carinan ji min re zor tê ku ez kincên xwe li xwe bikim.” Dîsa jî, ew mizgînê bi telefonê belav dike, û wî hin kesên eleqedar dîtine. Barbara, xwişkeke 85 salî, wisa dibêje: “Ji ber ku siheta me ne baş e, ez nikarim her tim derkevim xizmetê. Lê bi saya xizmeta telefonê, ez dikarim bi kesên din re sohbet bikim. Şikur ji te re, Yehowa!” Di nêzikî salekê de, komeke extiyarên dilsoz di xizmetê de 1.228 saet derbas kirin, 6.265 name nivîsandin, zêdetirî 2.000 caran bi telefonê sohbet kirin û 6.315 weşan belav kirin! Dilê Yehowa bê guman bi vê xîretê şa bûye! (Mtl. 27:11).

10. Em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin ku ew ji civînan feyde bistînin?

10 Li civînan xatirê kesên din bigire. Em dixwazin ku xwişk û birayên me ji civînan feyde bistînin. Ji bo vê, gerek em xatirê wan bigirin. Çawa? Mesela, wê baş be ku em di wextê de herin civînan ku tu kes aciz nebe. Helbet carinan dibe ku em seba rewşên nehêvîkirî dereng bimînin. Lê eger em her tim dereng dimînin, wê baş be ku em bifikirin ku em çawa dikarin zêdetir xatirê kesên din bigirin. Ji bîr neke ku mazûvanên me, Yehowa û Îsa ne (Met. 18:20). Ma lazim nîne ku em qedrê wan bigirin û di wextê de bigihîjin civînan?

11. Di civînan de, em çawa dikarin rêberiya 1. Korîntî 14:40 pêk bînin, û ev yek çima muhîm e?

11 Ji bo ku em xatirê xwişk û birayan bigirin, gerek em li gor vê rêberiyê bikin: “Bila her tişt li cih û bi rêkûpêk be” (1. Kor. 14:40). Mesela, lazim e ku xwişk û bira gotar an pêşkêşên xwe di wextê de xelas bikin. Bi vî awayî, ew dikarin xatirê gotarvanên din û hemû civatê bigirin. Malên hin xwişk û birayan ji Salona Îbadetê dûr e. Dibe ku gerek ew bigihîjin otobus an trenê. An jî dibe ku pîrek an zilamên wan, ên ku ne Şahidên Yehowa ne, li benda wan in.

12. Kalên civatê, yên ku bi xîret dixebitin, çima hêjayî xatirgirtin û hezkirina me ne? (Li çarçoveya “ Xatirê Rêberên Xwe Bigire” binêre.)

12 Wekî din, şivanên ruhî, ên ku hem di civatê de hem jî di xizmetê de bi xîret dixebitin hêjayî xatirgirtin û hezkirina me ne (1. Selanîkî 5:12, 13 bixwîne). Ma em qîmetê nadin xîreta wan? Loma wê baş be ku em bi wan re hevkariyê bikin û piştgiriya wan bikin, “çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin” (Îbr. 13:7, 17).

LI XIZMETÊ

13. Îsa yekî çawa bû, em ji vê çi dielimin?

13 Îşaya pêxember der heqê Îsa Mesîh de ji berê de wisa gotibû: “Çîtikê perçiqandî naşkêne, Û fitîla ku dû dike natemirîne” (Met. 12:20). Îsa ji mirovan hez dikir û xatirê wan digirt. Wî hîsên kesên ku wek “çîtikê perçiqandî” an “fitîla ku dû dike” fehm dikir. Ji ber vê yekê, ew yekî xatirgir, dilovan û sebirdar bû. Zarokên biçûk jî dixwest bên ba wî (Mar. 10:14). Em helbet bi qasî Îsa fehmdar nînin û nikarin mîna wî hîn bikin. Dîsa jî, em dikarin li xizmetê xatirê mirovan bigirin. Çawa? Gerek em hay ji xwe hebin ku em çawa, kengê û çi qas bi wan re bipeyivin.

14. Gava em bi mirovan re dipeyivin, gerek em çima hay ji xwe hebin?

14 Gerek em bi mirovan re çawa bipeyivin? Îro, bi milyonan însan li bin destê alimên dînî, lîderên tîcarî û siyasetvanên xerab û dilsar mane (Met. 9:36). Seba vê, gelek însan êdî bêhêvî ne û baweriya xwe bi tu kesî re naynin. Ji ber vê yekê, gerek em bi deng û peyva xwe dilovan û dilrehm bin. Bi rastî jî, gelek kes guh didin mizgînê, ne ji ber ku em Kitêba Pîroz rind dizanin, lê ji ber ku em ji dil bi wan re eleqedar dibin û hurmetê didin wan.

15. Gava em mizgînê belav dikin, em çawa dikarin xatirê mirovan bigirin?

15 Di xizmetê de, em çawa dikarin xatirê mirovan bigirin? Mesela, wê baş be ku em pirsên xwe bi hurmet û nezaket bipirsin. Pêşengekî ku di warê xwe de rastî gelek kesên fediyok dihat, pirsên ku dikarin mirovan bişermînin, nedipirsîn. Ji bo vê, wî pirsên ku mirov cewabê nizanin, nedipirsîn. Mesela, wî nedipirsî ku “Gelo tu dizanî ku navê Xwedê çi ye?” an “Padîşahiya Xwedê çi ye?”. Li şûna vê, wî wisa digot: “Ji Kitêba Pîroz, min dît ku navê Xwedê heye. Bi îzna te be, ezê vî navî rêyî te bidim.” Helbet her kultur û her kes ji hev cuda ye, loma em nikarin qaîdeyan deynin. Dîsa jî, gerek em ji mirovan re her tim fehmdar û hurmetdar bin. Ji bo vê, gerek em urf û adetên wan rind nas bikin.

16, 17. Ji bo ku em xatirê mirovan bigirin, wê baş be ku em (a) kengê herin ba wan? (b) çi qas wext bimînin?

16 Gerek em kengê herin ba mirovan? Gava em mal bi mal diçin, em dibin mêvanên nehêvîkirî. Loma wê baş be ku em li wextên minasîb herin ba wan (Met. 7:12). Mesela, eger mirovên li warê te li dawiya heftiyê dereng radibin, tu belkî dikarî bi xizmeta kolanan an xizmeta umûmî dest pê bikî an herî kesên eleqedar, ên ku zû radibin.

17 Gerek em çi qas wext bimînin? Gelek kes pir mijûl in. Loma wê baş be ku em bîlhesa di serî de sohbeta xwe bi zêdeyî dirêj nekin (1. Kor. 9:20-23). Gava mirov dibînin ku em îş û halê wan dikin hesabê, dibe ku ew zêdetir razî bin ku em wan dîsa ziyaret bikin. Pir muhîm e ku em sifatên “berê ruh” di xizmeta xwe de eyan bikin. Eger em wisa bikin, em dikarin tevî Xwedê hevkariyê bikin, û Yehowa dikare bi destê me yekî bikişîne ser riya rastiyê (1. Kor. 3:6, 7, 9).

18. Eger em xatirê kesên din bigirin, emê kîjan bereketan bistînin?

18 Belê, em her tim dixwazin xatirê kesên din bigirin – li malbatê, li civînê û li xizmetê. Eger em wisa bikin, emê gelek bereketan bistînin. Zebûr 41:1, 2 (WDN) wisa dibêje: “Xwezî bi wî yê ku xatirê belengazan digire. Li roja felaketê, Yehowa wê wî xelas bike. ... Li ser erdê, ewê bimbarek bibe.”