Here Naverokê

Here naverokê

Xwezî bi Xizmetkarên “Xwedayê Bextewar”

Xwezî bi Xizmetkarên “Xwedayê Bextewar”

“Xwezî bi wî gelî ku Xudan Xwedayê wan e” (ZEB. 144:15).

KILAM: 44, 125

1. Xizmetkarên Yehowa çima bextewar in? (Li resmê ewilî binêre.)

ŞAHIDÊN YEHOWA însanên bextewar in. Gava ew li civînan an ji bo kêf û şahiyan li hev top dibin, ew bi kêfxweşî sohbet dikin û dikenin. Sebeba bextewariya wan çi ye? Sebeba herî mezin ev e ku ew “Xwedayê bextewar” nas dikin, ji wî re xizmet dikin û wî ji xwe re dikin nimûne (1. Tîm. 1:11, WDN; Zeb. 16:11). Ji ber ku Yehowa çavkaniya bextewariyê ye, ew dixwaze ku em jî bextewar bin, û wî gelek sebeb dane me ku em karibin bextewar bin (5. Mû. 12:7; Waiz 3:12, 13).

2, 3. (a) Bextewarî çi ye? (b) Carinan çima zor e ku em bextewar bin?

2 Gelo tu jî bextewar î? Bextewarî an dilşadî ev e ku mirov kêfxweş û dilrihet e. Li gor Kitêba Pîroz, kesên ku bereketa Yehowa distînin bi rastî bextewar in. Dîsa jî, carinan çima zor e ku em li dinyaya îroyîn bextewar bin?

3 Gava em rastî tengahiyan tên, dibe ku ji me re zor bê ku em bextewar bin. Mesela, dibe ku hezkiriyeke me miriye an ji civatê hatiye derxistin. An jî dibe ku me xebata xwe winda kiriye an zewaca me xera bûye. Problem û muneqaşeyên malbatê jî dikarin kêfa me birevînin. Wekî din, gava hevalkar an hevaldersên me qerfên xwe bi me dikin, gava em seba baweriya xwe zilm dibînin an tên hebs kirin, helbet zor e ku em bextewar bin. Nexweşî an depresyon jî dikare bibe sebeba windabûna bextewariyê. Lê belê, Îsa dixwest mirovan teselî bike ku ew bextewar bibin (Met. 11:28-30). Di Weaza li ser Çiyê de, Îsa behsa çend sifatan kir, ên ku dikarin alî me bikin ku em ligel tengahiyan bextewariya xwe winda nekin.

BÊ YEHOWA EM NIKARIN BEXTEWAR BIN

4, 5. Em çawa dikarin bextewar bibin û bextewariya xwe xwedî bikin?

4 Serê pêşîn, Îsa behsa tiştekî pir muhîm kir: “Xwezî bi kesên ku hay ji hewcedariyên xwe yên ruhî hene; ji ber ku Padîşahiya Ezmanan a wan e” (Met. 5:3, Pirtûka Pîroz (Zebûr û Încîl)). Kesekî ku hay ji hewcedariya xwe ya ruhî heye qebûl dike ku ew hewceyî alîkarî û rêberiya Xwedê ye. Loma eger em Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, guhdariya Xwedê bikin û ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin daxwaza Xwedê, bextewariya me wê her ku diçe zêde bibe. Baweriya me wê xurttir bibe ku pêkhatina sozên Xwedê nêzik e. Wekî din, emê ji “hêviya bextewar” cesaretê bistînin, a ku Kitêba Pîroz dide xizmetkarên Xwedê yên dilsoz (Tît. 2:13, WDN).

5 Ji bo ku bextewariya me daîm be, gerek em dostiya xwe bi Yehowa re xurttir bikin. Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Hergav bi Xudan şa bibin; ez careke din dibêjim, şa bibin!” (Flp. 4:4). Ji bo ku em bibin dostên Yehowa, gerek em hîkmeta Xwedê bi dest bixin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Serbilind e mirovê ko gihaye hikmet û şehrezayiyê û yê ko bijîr e. Ew, ji bona yên ku wê digirin dara jiyînê ye, û yên ko wê xurt digirin bi çiqasî bextiyar in” (Mtl. 3:13, 18, Methelokên Hezretê Silêman).

6. Ji bo ku bextewariya me daîm be, gerek em çi bikin?

6 Ji bo ku bextewariya me daîm be, gerek em hem Kitêba Pîroz bixwînin hem jî li gor gotinên wê bijîn. Îsa Mesîh wisa got: “Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin” (Yûh. 13:17; Aqûb 1:25 bixwîne). Belê, ji bo ku em hewcedariya xwe ya ruhî têr bikin û her dem bextewar bin, gerek em tiştên ku em dielimin di jiyana xwe de bi kar bînin. Lê em çawa dikarin di nava ew qas xerabiyê de bextewar bin? Bila em dîsa bala xwe bidin gotinên Îsa.

SIFATÊN KU BEXTEWARIYÊ ZÊDE DIKIN

7. Ên ku “şîndar in” çawa dikarin bextewar bin?

7 “Xwezî bi wan ên ku şîndar in, çimkî ewê bên aşkirin” (Met. 5:4). Kesên ku şîn digirin çawa dikarin bextewar bin? Li vê ayetê, Îsa behsa her cure şîn nekir. Li van rojên dawîn, gelek kesên xerab jî seba tengahiyan dinalin (2. Tîm. 3:1). Lê belê ew tenê seba derdên xwe dinalin, û nêzikî Yehowa nabin. Loma ew bextewar nînin. Xuya ye ku Îsa behsa van kesan kir, ên ku hay ji hewcedariyên xwe yên ruhî hene û dinalin ji ber ku gelek kes ji Xwedê û ji daxwazên wî dûr in. Wekî din, ew dizanin ku ew qisûrdar in, û ew netîceyên xerab ên gunehkariyê dibînin. Yehowa kesên ku ji dil dinalin an şîn digirin, dibîne. Ew wan bi navgîniya Peyva xwe teselî dike û bextewarî û jiyana herheyî dide wan (Hêzekîêl 5:11; 9:4 bixwîne).

8. Nefsbiçûkî û rûnermî bextewariyê çawa zêde dikin?

8 “Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, çimkî ewê erdê par bistînin” (Met. 5:5). Nefsbiçûkî û rûnermî bextewariyê çawa zêde dikin? Gava mirov rastiya Kitêba Pîroz dielimin, şexsiyeta wan diguhere. Dibe ku ew berê sert, şerok û bihêrs bûn. Lê niha, wan şexsiyeta nû li xwe kiriye. Loma, ew êdî “dilovanî, qencî, nefsbiçûkî, nermî û bîhnfirehiyê” eyan dikin (Kol. 3:9-12). Ji ber vê yekê, ew bi kesên din re di selametê de ne û bextewar in. Bi ser de, Kitêba Pîroz soz dide ku ewê dinyayê bi mîrasî bistînin (Zeb. 37:8-10, 29).

9. (a) Kesên nefsbiçûk û rûnerm wê dinyayê çawa bi mîrasî bistînin? (b) Ên ku “tî û birçiyên rastdariyê ne” çima dikarin bextewar bin?

9 Kesên nefsbiçûk û rûnerm wê dinyayê çawa bi mîrasî bistînin? Şagirtên Îsa yên meshkirî wê wek padîşah û kahîn li ser erdê hikum bajon (Pey. 20:6). Bi milyonan kesên din, ên ku ji bo jiyana li ezmanan nehatine hilbijartin, wê heta bi hetayê di selamet, bextewarî û bêqisûriyê de li ser erdê bijîn. Ji bo van kesan, Îsa got ku ew bextewar in ji ber ku ew “tî û birçiyên rastdariyê ne” (Met. 5:6). Li dinyaya nû, kesên ku ji aliyê ruhî ve birçî ne û hesreta edaletê ne wê bigihîjin miraza xwe (2. Ptr. 3:13). Wexta ku Xwedê wê hemû xerabiyê ji holê rake, bextewariya kesên rast wê êdî seba xerabî û neheqiyê winda nebe (Zeb. 37:17).

10. Maneya dilrehmiyê çi ye?

10 “Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in, çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin” (Met. 5:7). Dilrehmî ev e ku mirov dilgerm û dilovan be. Lê belê dilrehmiya rastîn tenê bi zimên nabe. Li gor Kitêba Pîroz, gerek em dilrehmiya xwe bi hereketên xwe eyan bikin.

11. Çîroka Sameriyê dilpak der heqê dilrehmiyê de çi rêyî me dide?

11 Lûqa 10:30-37 bixwîne. Çîroka der heqê Sameriyê dilpak de rêyî me dide ku dilrehmiya rastîn çi ye. Bi dilovanî û dilrehmî, zilamê Samerî alîkariya zilamê birîndar kir. Di dawiyê de, Îsa wisa got: “Tu jî here û wisa bike.” Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez jî wek Sameriyê dilpak im? Ez çawa dikarim zêdetir alîkariya kesên ku di tengahiyê de ne, bikim? Mesela, gelo ez dikarim alî xwişk û birayên extiyar, jinebî û sêwiyên ruhî bikim? Gelo ez dikarim teseliyê bidim kesên ku di depresyonê de ne?” (1. Sel. 5:14; Aqûb 1:27).

Kesên dilrehm bextewar in (Li paragrafa 12an binêre)

12. Dilrehmî çawa bextewariya me zêde dike?

12 Lê dilrehmî çawa bextewariyê dide? Gava em dilrehmiya xwe ji kesên din re eyan dikin, em “bextewariya dayînê” distînin û dizanin ku Xwedê ji me razî ye (Kar. 20:35; Îbranî 13:16 bixwîne). Dawid Padîşah ji bo kesê ku li belengazan xwedî dertê wisa dibêje: “Xudan wî digire, dide wî jiyan, li welat wî dilgeş dike” (Zeb. 41:1, 2). Eger em dilrehm û dilovan bin, Yehowa jî wê ji me re dilovan be, û emê karibin heta bi hetayê bextewar bin (Aqûb 2:13).

“ÊN KU DILPAK IN” ÇIMA BEXTEWAR IN?

13, 14. Dilpakî çawa bi bextewariyê ve girêdayî ye?

13 Îsa got: “Xwezî bi wan ên ku dilpak in, çimkî ewê Xwedê bibînin” (Met. 5:8). Ji bo ku dilê me pak be, gerek fikir û xwestekên me paqij bin. Eger em dixwazin ku Yehowa îbadeta me qebûl bike, ev yek pir muhîm e (2. Korîntî 4:2 bixwîne; 1. Tîm. 1:5).

14 Ên ku dilpak in dibin dostên Yehowa, yê ku got: “Xwezî bi wan ên ku xiftanê xwe şuştine” (Pey. 22:14). Gelo ew kincên xwe çawa dişon? Şagirtên Îsa yên meshkirî di çavê Yehowa de paqij in, û ewê li ezmanan jiyana bêmirin û bextewariya bêdawî bistînin. Elaleta mezin, a ku li benda jiyana li ser rûyê erdê ye, dikarin bibin dostên Xwedê, ji ber ku Xwedê wan wek kesên rast dibîne. Kitêba Pîroz dibêje ku wan “xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine” (Pey. 7:9, 13, 14).

15, 16. “Ên ku dilpak in” çawa dikarin “Xwedê bibînin”?

15 “Ên ku dilpak in” wê çawa “Xwedê bibînin”? Ma Kitêba Pîroz nabêje ku tu kes nikare Xwedê bibîne û sax bimîne? (2. Mû. 33:20). Peyva Yewnanî ya ku wek “dîtin” hatiye wergerandin dikare bê maneya “tesawir kirin, tê gihîştin an zanîn”. Ên ku Xwedê bi “çavên dil” dibînin ew in ku wî bi rastî nas dikin û ji sifatên wî hez dikin (Ef. 1:18). Ji ber ku Îsa şexsiyeta Xwedê bi awayekî bêqisûr eyan kir, wî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûh. 14:7-9).

16 Wekî din, em dikarin “Xwedê bibînin” gava em alîkariya wî distînin (Eyûb 42:5). Ji xeynî vê, ew bi “çavên dilê” xwe bala xwe didin bereketên ku Xwedê wê bide kesên ku dilpak dimînin û jê re bi dilsozî xizmet dikin. Wexta ku kesên meshkirî wê ji miriyan bên rakirin û herin ezmanan, ewê Yehowa rasterast bibînin (1. Yûh. 3:2).

TENGAHIYÊN ME HEBIN JÎ, EM DIKARIN BEXTEWAR BIN

17. Aştî û selamet çawa bi bextewariya me ve girêdayî ye?

17 Paşê, Îsa got: “Xwezî bi wan ên ku aştîker in” (Met. 5:9). Eger em gava pêşîn bavêjin ku em bi kesên din re di selametê de bin, emê bextewar bibin. Aqûbê şandî wisa nivîsî: “Berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin” (Aqûb 3:18). Eger di nava me û xwişk an birayekî me de an di malbatê de problem hebe, em dikarin alîkariya Xwedê bixwazin ku em “aştîker” bin. Bi saya ruhê pîroz, em dikarin gavên rast bavêjin û bextewar bin. Wek Îsa nîşan da, pir muhîm e ku em ji bo selametê gava pêşîn bavêjin: “Gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye, diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike” (Met. 5:23, 24).

18, 19. Gava şagirtên Îsa zilmê dibînin, ew çawa dikarin dîsa jî bextewar bin?

18 “Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin.” Maneya van gotinên Îsa çi ye? Wî wisa dewam kir: “Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we” (Met. 5:11, 12). Piştî ku şandiyên Îsa hatin kutandin û xizmeta wan hat qedexe kirin, “ew ji ber civîna giregiran derketin, pê şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin” (Kar. 5:41).

19 Îro jî, gelek xizmetkarên Yehowa bi dilxweşî sebir dikin gava ew rastî tengahiyên giran tên (Aqûb 1:2-4 bixwîne). Wek şandiyên Îsa, em helbet ji êşkişandinê kêfê nastînin. Dîsa jî, eger em di wexta tengahiyan de ji Xwedê re dilsoz bimînin, Yehowa dikare alî me bike ku em sebir bikin. Mesela, li sala 1944an, li meha 8an, Henryk Dornik û birayê wî ketin kampa temerkûzê. Muxalifên rastiyê der heqê wan de wisa got: “Em nikarin wan îqna bikin. Ew ji şehîdbûnê kêfê distînin.” Birayê Henryk wisa got: “Min helbet nedixwest şehîd biketama, lê belê ez kêfxweş bûm ji ber ku ez bi mêrxasî û serbilindî ji Yehowa re dilsoz mam.  ... Bi saya duayên jidil, ez nêziktirî Yehowa bûm, û wî her tim alî min dikir.”

20. Em çima şa ne ku em xizmetkarên “Xwedayê bextewar” in?

20 Gava em dizanin ku “Xwedayê bextewar” ji me razî ye, em dikarin ligel zilma dînî, muxalefeta malbatê, nexweşî an pîr û kalbûnê bextewar bin (1. Tîm. 1:11). Wekî din, em dikarin bextewar bin seba sozên xweş ên Xwedê, “ku derewan nake” (Tît. 1:2). Wexta ku sozên Yehowa wê bên cih, emê ew qas heyran bimînin ku emê zehmet û tengahiyên îroyîn zû ji bîr bikin. Em nikarin bereketên Yehowa xeyal bikin, ên ku emê li Cenetê bistînin. Li wê demê, emê bigihîjin bextewariyeke bêemsal. Belê, emê “ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet” (Zeb. 37:11).